ライブラリ ライブラリ
検索

Kurdipediaはクルド情報の最大の源です!


Search Options





詳細検索      キーボード


検索
詳細検索
ライブラリ
クルド名
出来事の年表
ソース
履歴
ユーザーコレクション
活動
検索ヘルプ?
出版
Video
分類
ランダムアイテム!
送信
送信記事
画像を送信
Survey
あなたのフィードバック
お問い合わせ
我々は情報をどのような必要はない!
規格
利用規約
アイテムの品質
ツール
について
Kurdipedia Archivists
私達についての記事!
あなたのウェブサイトにKurdipediaを追加
/追加メールを削除
訪問者統計
アイテムの統計
フォントコンバータ
カレンダーコンバータ
言語やページの方言
キーボード
ハンディリンク
Kurdipedia extension for Google Chrome
Cookies
言語
کوردیی ناوەڕاست
کرمانجی - کوردیی سەروو
Kurmancî - Kurdîy Serû
هەورامی
Zazakî
English
Française
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
Nederlands
Svenska
Español
Italiano
עברית
Pусский
Norsk
日本人
中国的
Հայերեն
Ελληνική
لەکی
Azərbaycanca
マイアカウント
サインイン
メンバー!
パスワードを忘れました!
検索 送信 ツール 言語 マイアカウント
詳細検索
ライブラリ
クルド名
出来事の年表
ソース
履歴
ユーザーコレクション
活動
検索ヘルプ?
出版
Video
分類
ランダムアイテム!
送信記事
画像を送信
Survey
あなたのフィードバック
お問い合わせ
我々は情報をどのような必要はない!
規格
利用規約
アイテムの品質
について
Kurdipedia Archivists
私達についての記事!
あなたのウェブサイトにKurdipediaを追加
/追加メールを削除
訪問者統計
アイテムの統計
フォントコンバータ
カレンダーコンバータ
言語やページの方言
キーボード
ハンディリンク
Kurdipedia extension for Google Chrome
Cookies
کوردیی ناوەڕاست
کرمانجی - کوردیی سەروو
Kurmancî - Kurdîy Serû
هەورامی
Zazakî
English
Française
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
Nederlands
Svenska
Español
Italiano
עברית
Pусский
Norsk
日本人
中国的
Հայերեն
Ελληνική
لەکی
Azərbaycanca
サインイン
メンバー!
パスワードを忘れました!
        
 kurdipedia.org 2008 - 2024
 について
 ランダムアイテム!
 利用規約
 Kurdipedia Archivists
 あなたのフィードバック
 ユーザーコレクション
 出来事の年表
 活動 - Kurdipedia
 ヘルプ
新しいアイテム
統計
記事 518,205
画像 105,171
書籍 19,468
関連ファイル 97,346
Video 1,394
ライブラリ
カワと7にんのむすこたち クルドのおはなし
伝記
レイラ・ザーナ
ライブラリ
クルディスタンを訪ねて―トルコに暮らす国なき民
ライブラリ
クルディスタン=多国間植民地
BERIYA MÊRDÎNÊ
グループ: ライブラリ | 記事言語: Kurmancî - Kurdîy Serû
Share
Facebook0
Twitter0
Telegram0
LinkedIn0
WhatsApp0
Viber0
SMS0
Facebook Messenger0
E-Mail0
Copy Link0
ランキングアイテム
優秀
非常に良い
平均
悪い
悪い
は、私のコレクションに追加
は、この項目についてのあなたのコメントを書く!
アイテム履歴
Metadata
RSS
選択した項目に関連する画像は、Googleで検索!
選択した項目は、Googleで検索!
کوردیی ناوەڕاست0
English0
عربي0
فارسی0
Türkçe0
עברית0
Deutsch0
Español0
Française0
Italiano0
Nederlands0
Svenska0
Ελληνική0
Azərbaycanca0
Fins0
Norsk0
Pусский0
Հայերեն0
中国的0
日本人0

BERIYA MÊRDÎNÊ

BERIYA MÊRDÎNÊ
Navê pirtûkê: Beriya Mêrdînê
Navê nivîskar: #Konê Reş#
Cihê çapkirina pirtûkê: Wan
Navê çapxaneyê: Sîtav
Sala çapê: Nîsan 21, 2019

Beriya Mêrdînê Romana Jînenîgariyê - XALID CEMÎL MIHEMED
Jînenîgarî yan jiyaname ku bi (biography) tê naskirin, corek ji nivîsê ye, hejmarekê ji serpêhatî, çîrok, bûyer û bîranînên nivîskar, derbarê gelek qonaxên temen û jiyana xwediyê wan berheman, li xwe digire. Di nav de jî, hizr, bîrûbawerî, rewşa jingeh, civak û navçeyekê yan bêhtir ji dever û herêmeke cografî, tê de nîşan dide û bi şêwazekî hunerî, wêjeyî û ciwan vedibêje û behs dike, lê tewerên sereke yên berhema jînenîgariyê, hizr, raman, hest û nestên nivîskar in, herwiha wêstgehên sereke û girîng in di jiyana wî de, ku di demên bûrî de derbas bûne.
Konê Reş di pêşgotina romana xwe de dibêje: Dema nivîsandina vê pirtûkê min bi firehî hêviyên xwe berdan ser bîra xwe ya zaroktiyê, serwextiya xwe ya niha û bi zanebûna xwe ya îro û ezber, wek şahidê (dîdevanê) demekê ji dîroka me Kurdên Rojava (Cizîrê), min beşek ji bîranên xwe di Beriya Mêrdînê de daniye ber çavan û ji xwendevanên Zimanê Kurdî re pêşkêş dikim… Ev beş ji bîr û serpêhatiyên min, wek ku min dîtiye û bi min re derbas bûye, min avêtiye ser pelikan. Bi hêvî me ku ez karibim di beşên mayî de jî, bêtir hûrgiliyên zaroktiya xwe, serpêhatiyên jiyana xwe û xelkên herêma xwe bi rast û durist wek ku hebû bînim ziman..!
Dibe ku jînenîgarî derbarê jiyana nivîskar bi xwe be, bi awayekî wêjeyî, hunerî, weke çîrok yan roman bê dariştin. Di nav de jî, behsa gelek mijaran bê kirin, bi awayekî ku piraniya wan mijaran girêdayî kesayetiya nivîskar bin.
Jînenîgariya romana Beriya Mêrdînê vegotina çîroka rasteqîne ya nivîskar (Konê Reş) e. Tê de behsa gelek aliyên jiyan xwe dike, lê wan aliyan tevlî dîroka herêma Beriya Mêrdînê dike.
Derbarê vê jînenîgariyê jî, Konê Reş dibêje: Bêguman, ev beş ne serboriya min tenê ye, lê belê serboriya piraniya nifşê min e. Şêweyek ji şêweyên jiyana min û jiyana hevçerxên min e, di Beriya Mêrdnê de, dibe ku sûdeya xwendevanên me, yên roja îro û sibe tê de hebe….Dubare dikim ku naveroka vê pirtûkê, ji giringtirîn dîmenên ku min di zaroktiya xwe de, dîtine û ji hin bûyerên ku di xortaniya min de, hatine serê min, pêk tê. Bandora herdû qonaxan bi berdewamî li min hatiye kirin û wan ez kirime (Konê Reş)
Rêzbendiya xelekên wê jînenîgariyê, li gorî dem û qonaxan hatiye, hinek caran jî, li gorî bûyer û bîranînan hatiye dariştin, herwiha bûye bi şêweyê nivîsandina dîroka wê herêma ku rûberê wê Bakur û Rojavayê Kurdistanê bi hev ve girêdide û dike yek parçe, lê di navbera wan de, têlên sînor hatine danîn û ew rûber, li ser SERXET û BINXETê dabeş kiriye.
Beriya Mêrînê (Romana Heyamên Derbasbûyî) jînenîgariya nivîskar, ne bi şêwazê dîroknivîsînê, lê belê bi şêwazê romana jînenîgariyê berceste dike, ku tê de, dem, cih, kes, bûyer, diyalog û hemû hêman û regezên romanê bikar anîne. Ne tenê rewşa derveyî kesayetiya xwe, lê belê nav û derûna xwe jî, tê de diyar dike.
Bi şêwazekî hêsan û zimanekî rewa û hevgirtî, ligel dariştineke ciwan û wêjeyî, hejmarek ji tabloyan hatine nîşandan. Di wan tabloyan de dîmenên jiyana nivîskar diyar dibe, lê di nav de, wêneyên dîroka civaka li ser wê cografyayê diyar dibin.
Bi vê romana jînenîgariyê nivîskar dixwaze xwe bi xwe nas bike, herdem xwe bide nasîn û nasname û kesayetiya xwe diyar bike, lewma ew bûyerên rasteqîne li ser jiyan, jîngeh û civaka xwe nîşan dide, bêyî ku bûyer û kesan ji sawêra xwe biafirîne, weke ku di romanê de pêk tê, êdî di vê xalê de, jînenîgariya vê romanê diyar dibe.
Rêzbendiya bûyer, xelek û qonaxan, li gorî ger û pêvajoya demê hatiye. Di nav de zanyariyên riyalîstîk û rasteqîne, ji çavkaniya bîranînên xwe werdigire. Wan zanyariyan, derbarê qonaxên girînig ji zaroktî, ciwanî, temen û jiyana xwe radigihîne.
Bizaveke takekesî bû, gihiştibû astekê ku pêwîstiya wê bi derbirrînê hebû, ew derbirrîn, bi şêwazê romana jînenîgariyê hate berhemanîn û ristin, ku bûye nimûneyek ji bo jînenîgariya gelek kesên ku li wan navçeyan dijiyan, yan jî dibe rewangehek ji bo kesên ku dixwazin zanyariyan li ser wan navçe, civak, jîngeh, dabûnerît û nişteciyan binasin.
Mikurhatin, bîranîn, bîrname, gilî û gazin, bi rastgoyî, li ser tevnê romanê hatine raxistin. Êdî rûpelên jiyana mirovekî vedike û ronahiyê davêje ser aliyên balkêş, di wê jiyanê de, bêyî ku ciwaniya şêwazê dariştin û vegotinê piştguh bixe, bi mebesta parastina nasnameya wêjeyî û hunerî ya berhemê.
Beriya Mêrdînê ne tenê çîroka jiyana takekesekî bi navê (Konê Reş) e, lê belê ayîneyek e ji bo dem û dewra dîrokê, herwiha bizaveke dewlemend werdigerîne û ji bo xwendavanan vediguhêze, ku ew jî ligel wî beşdariyê di wê bizavê de bikin û nerîn û axaftinên wî li ser demeke dîrokî ji jiyan û civakê, di nav de jî hest û helwestên nivîskar, ku bi awayekî wêjeyî vedibêje, binasin. Hin ji bo nasandinê, hin ji bo dilxweşkirinê û hin jî ji bo belgekirina serdemeke dîrokî û navçeyeke cografî.
Piştî temenkî têrbizav, Konê Reş romana jînenîgariya xwe nivîsandiye û ji çavkaniya bîranînên xwe, dîmen û wêne wergirtine, wiha jî rûpelên jiyanekê nîşan dide, ku bi ser asoyan de vekirî ye. Di nav de pirsên girêdayî civak, niştiman, dîrok û mirovan hene, bi egera ku bersiv êdî li cem xwendevanan peyda bibin, yan jî di nav rêz û hevokan de li wan bigerin û bibînin.
Hokarên nivîsandina romana jînenîgariyê
Çi hiştiye ku Konê Reş romana jînenîgariya xwe binivîse û belav bike?
Derbarê vê yekê, gelek eger hene, ji wan jî: Hest bi derbasbûna demê, hest bi girîngiya zanyariyên ku li cem wî kom bibûn û pêwîstiya wan zanyariyan bi weşan û eşkerekirinê hebû, girêdana bi civak û jîngehê, girêdana bi welat û netewe, hezkirina Zimanê Kurdî, demên zaroktî û xortaniyê, herwiha pêwendiyên malbatê, jiyana gundan, têkiliyên navbera SERXET û BINXETê, çîrokên sînorê navbir, di navbera herdu aliyên bakur û başûrê Deşta Mêrdînê de, hemû di avahiya romana jînenîgariya Beriya Mêrdînê de hetine ristin.
Nivîskar bûyer li gorî cih û demê xistine rêzbendiyê. Ji zaroktiyê heta xortaniyê, di nav de jî bikaranîna sawêr û wênekêşana bizav û deveran, ku rûberekî berfireh ji cih, dem û jîngeha wê cografyayê li xwe girtiye.
Konê Reş li ser wê cografyayê jî dibêje: Beriya Mêrdînê an Deşta Mêrdînê, deştek bi nav û deng e. Beşek ji parêzgeha Hesekê ye, anku ji Cizîrê ye; deştek rast, dûz û fireh e. Ev deşt ji bakur ve, ji Çiyayê Omeriyan, Mazî, Hêrik û Deşta Wêranşarê, Qelaçê Hilêliyê, Çiyayê Xursê û Çiyayê Mêrdînê destpê dike û ber bi başûr ve dirêj dibe ta ku digihêje Çiyayê Ebdulezîzê Geylanî (Kizwana). Ji Rojhelat ve Çemê Ceqceq e û ji rojava ve Çemê Xabûr e.
Beriya Mêrdînê (Romana Heyamên Derbasbûyî) xwe sipartiye dîrokê, lê pabendî bi wê yekê kiriye, ku merc û akarên hunerî, wêjeyî yên romana jînenîgariyê werbigire.
* KONÊ REŞ: Nivîskar û helbestvanê kurd. Navê wî (Selman Osman Ebdo) ye. Sala 1953an li gundê Doda yê ser bi Qamişlo jidayik bûye. Ji berî nêzîkî 40 salî ve, bi Zimanê Kurdî dinivîse û bêhtir ji 20 berhemên wî yên weşandî hene.
* Ev herdu pirtûkên wî yên nû: Beriya Mêrdînê (Romana Heyamên Derbasbûyî) û Dr. Nûredîn Zaza (Kurdê Nejibîrkirinê) ji aliyê Weşanxaneya (SÎTAV) ve, hatine weşandin.
XALID CEMÎL MIHEMED
Hewlêr
[1]

注:この本のためのPDFファイルが利用できない場合は、 Kurdipediaこのファイルを取得するには助けてください! 本を送る
この商品は(Kurmancî - Kurdîy Serû)言語で記述されてきた、元の言語でアイテムを開くには、アイコンをクリックして
Ev babet bi zimana (Kurmancî - Kurdîy Serû) hatiye nvîsandin, klîk li aykona bike ji bu vekirina vî babetî bi vî zimana ku pî hatiye nvîsandin!
このアイテムは727表示された回数
HashTag
ソース
[1] | کوردیی ناوەڕاست | موقع https://niviskar.org/- 23-12-2022
リンクされたアイテム: 6
グループ: ライブラリ
Publication Type: No specified T4 1434
ドキュメントの種類: 元の言語
ブック: 小説
ブック: 伝記
プロヴァンス: 北クルディスタン
Technical Metadata
この項目の著作権は、アイテムの所有者によってKurdipediaに発行されました!
アイテムの品質: 89%
89%
は、 ( ئەڤین تەیفوور 23-12-2022上で追加しました
Denne artikkelen har blitt gjennomgått og utgitt av ( سارا ک ) på 25-12-2022
最近の( ئەڤین تەیفوور )によって更新この商品: 29-05-2024
URL
この項目はKurdipediaのによると規格はまだ確定されていません!
このアイテムは727表示された回数
Attached files - Version
タイプ Version エディタ名
写真ファイル 1.0.1176 KB 23-12-2022 ئەڤین تەیفوورئـ.ت.
Kurdipediaはクルド情報の最大の源です!
イメージと説明
カズィ・ムハンマド大統領の処刑

Actual
ライブラリ
カワと7にんのむすこたち クルドのおはなし
01-06-2015
هاوڕێ باخەوان
カワと7にんのむすこたち クルドのおはなし
伝記
レイラ・ザーナ
18-10-2013
هاوڕێ باخەوان
レイラ・ザーナ
ライブラリ
クルディスタンを訪ねて―トルコに暮らす国なき民
17-10-2013
هاوڕێ باخەوان
クルディスタンを訪ねて―トルコに暮らす国なき民
ライブラリ
クルディスタン=多国間植民地
18-10-2013
هاوڕێ باخەوان
クルディスタン=多国間植民地
新しいアイテム
統計
記事 518,205
画像 105,171
書籍 19,468
関連ファイル 97,346
Video 1,394
Kurdipediaはクルド情報の最大の源です!
イメージと説明
カズィ・ムハンマド大統領の処刑
Folders
イメージと説明 - プロヴァンス - 東クルディスタン イメージと説明 - 都市 - Mahabadの ライブラリ - プロヴァンス - 外 ライブラリ - ブック - クルド発行 ライブラリ - 方言 - 日本人 ライブラリ - Publication Type - ライブラリ - PDF - 地図 - プロヴァンス - Kurdistan

Kurdipedia.org (2008 - 2024) version: 15.58
| お問い合わせ | CSS3 | HTML5

| ページ生成時間:1.14 秒(秒) !