ライブラリ ライブラリ
検索

Kurdipediaはクルド情報の最大の源です!


Search Options





詳細検索      キーボード


検索
詳細検索
ライブラリ
クルド名
出来事の年表
ソース
履歴
ユーザーコレクション
活動
検索ヘルプ?
出版
Video
分類
ランダムアイテム!
送信
送信記事
画像を送信
Survey
あなたのフィードバック
お問い合わせ
我々は情報をどのような必要はない!
規格
利用規約
アイテムの品質
ツール
について
Kurdipedia Archivists
私達についての記事!
あなたのウェブサイトにKurdipediaを追加
/追加メールを削除
訪問者統計
アイテムの統計
フォントコンバータ
カレンダーコンバータ
言語やページの方言
キーボード
ハンディリンク
Kurdipedia extension for Google Chrome
Cookies
言語
کوردیی ناوەڕاست
کرمانجی - کوردیی سەروو
Kurmancî - Kurdîy Serû
هەورامی
Zazakî
English
Française
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
Nederlands
Svenska
Español
Italiano
עברית
Pусский
Norsk
日本人
中国的
Հայերեն
Ελληνική
لەکی
Azərbaycanca
マイアカウント
サインイン
メンバー!
パスワードを忘れました!
検索 送信 ツール 言語 マイアカウント
詳細検索
ライブラリ
クルド名
出来事の年表
ソース
履歴
ユーザーコレクション
活動
検索ヘルプ?
出版
Video
分類
ランダムアイテム!
送信記事
画像を送信
Survey
あなたのフィードバック
お問い合わせ
我々は情報をどのような必要はない!
規格
利用規約
アイテムの品質
について
Kurdipedia Archivists
私達についての記事!
あなたのウェブサイトにKurdipediaを追加
/追加メールを削除
訪問者統計
アイテムの統計
フォントコンバータ
カレンダーコンバータ
言語やページの方言
キーボード
ハンディリンク
Kurdipedia extension for Google Chrome
Cookies
کوردیی ناوەڕاست
کرمانجی - کوردیی سەروو
Kurmancî - Kurdîy Serû
هەورامی
Zazakî
English
Française
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
Nederlands
Svenska
Español
Italiano
עברית
Pусский
Norsk
日本人
中国的
Հայերեն
Ελληνική
لەکی
Azərbaycanca
サインイン
メンバー!
パスワードを忘れました!
        
 kurdipedia.org 2008 - 2024
 について
 ランダムアイテム!
 利用規約
 Kurdipedia Archivists
 あなたのフィードバック
 ユーザーコレクション
 出来事の年表
 活動 - Kurdipedia
 ヘルプ
新しいアイテム
統計
記事 518,670
画像 105,236
書籍 19,488
関連ファイル 97,521
Video 1,396
ライブラリ
カワと7にんのむすこたち クルドのおはなし
伝記
レイラ・ザーナ
ライブラリ
クルディスタンを訪ねて―トルコに暮らす国なき民
ライブラリ
クルディスタン=多国間植民地
Jiyannameya awazsazê gewre Mihemed Elî Șakir
グループ: 記事 | 記事言語: Kurmancî - Kurdîy Serû
Share
Facebook0
Twitter0
Telegram0
LinkedIn0
WhatsApp0
Viber0
SMS0
Facebook Messenger0
E-Mail0
Copy Link0
ランキングアイテム
優秀
非常に良い
平均
悪い
悪い
は、私のコレクションに追加
は、この項目についてのあなたのコメントを書く!
アイテム履歴
Metadata
RSS
選択した項目に関連する画像は、Googleで検索!
選択した項目は、Googleで検索!
کوردیی ناوەڕاست0
English0
عربي0
فارسی0
Türkçe0
עברית0
Deutsch0
Español0
Française0
Italiano0
Nederlands0
Svenska0
Ελληνική0
Azərbaycanca0
Fins0
Norsk0
Pусский0
Հայերեն0
中国的0
日本人0

Mihemed Elî Șakir

Mihemed Elî Șakir
Mihemed Elî Șakir hunermend û awazsazekî bi nav û denge٫ di sala 1946z de li bajarê #Dirbêsiyê# yê dikeve #Rojavayê Kurdistanê# jidayik bûye, û piştî bawernameya qonaxa lîseyê (amadeyî) bi dest dixe, li gel malbata xwe berê xwe dide bajarê Serêkaniyê û li wir niştecî dibe, Serêkaniyê weke bajar û siruşt bandoreke mezin li ser jiyana hunermendê gewre Mihemed Elî dike û behreya wî ya hunerî geş dike û roleke serke dilîze di pêkhatin û bihêzkirina dahênana wî ya hunerî de, çunkî Serêkaniyê xwedan siruşteke balkêşe û ciwaniyeke dilgîre, dewlemende bi av û kaniyên xwe yên ku xêr û xweşiyê dibexşînin li her cihî. Di nav wê siruşta bedew de behreya wî ya hunerî geş bû, û bi demê re bû weke sitêrkeke hunerî û yek ji gewretirîn sembolên hunerî li seranserî Rojavayê kurdistanê.

Hunermend Muhemed Elî Şakir yek ji berztirîn sitûnên huner û mûzîka kurdiye ji beşê duyemîn yê sedsaliya bîstan de û ta destpêka sedsaliya bîst û yekê de ji ber kar û ked û xebata wî di xizmeta gelê wî de û di vî warî de gelek berhemên bi nirx pêşkêşkirine, bi kurtî em dikarin bêjin kaniyeke hunerî bû. Ji destpêkê de jiyana xwe terxandibû di xizmeta huner û mûzîka kurdî de, tevî êş, azarî, girtin û bardoxên sext ên ku jiyana wî û xelkên herêm bi giştî tê re derbas dibû ma berdewam di karê xwe de, û van bardoxan nikarîbûn îradeya wî lawaz bikrana, ma wefadar û dilsoz ji wê rêka ku ji xwe re helbijart bû di xizmeta sitiran û kelepûra kurdî de. kesayetiyeke bejinberz bû berdewam bi geşbînî li jiyanê dinerî û bi demê re bû, xwedanê dibistaneke hunerî bû ku rehên wê ji kaniya kelepûr, mêjû, û hunera resen av vedxwar, û herweha ji bîr û baweriyên mirovatiyê yên ronak û pêşketî. Lewra berî ku helbestavan, goranîbêj, û awazsaz be ew mirov bû, hest bi hemû rûdan û bûyerên ku li derdora wî diqewimîn dikir, û herdem bi bandor bû di wan de û bi roleke erênî û bi awayekî aktîv di wan de beşdar dibû.

$Jiyana wî ya hunerî û berhemên wî$

Hunermend Mihemed Elî Şakir jiyana xwe ya hunerî di salên şêstî de yên sedsaliya bûrî de destpêkir, helbest nivîsand, karê mûzîkê, goranbêjiyê û awazsaziyê kir, û li kêleka wan guhdana wî bi gelek arezûyên dîtir jî hebûn wek nîgarkirinê, xweşnûsiyê, û herweha karê mamostayetiyê maweyekê kir, û wî piştî bawernameya lîseyê (beşê zanistî) tewawkir, xwendina xwe di (Ehliyet El-ta'lîm) an sefxas de berdewam dike li bajarê Helebê, û piştre li zankoya Helebê (beşê zimanê Engilîzî) tewaw dike, û dest bi dersdanê dike maweya çend salan, û di sala 1975 an de xêzandar dibe û bi tewawî li bajarê xwe Serêkaniyê bi cî dibe.

Û eger em dîsa vegerin jiyana wî ya hunerî, emê bibînin ku di sala1968 an de dest bi nivîsandina sitran û awazsaziyê kiriyê, yekemîn berhem ku nivîsandiya û awazkiriye û sitiraye (ZEYNEBÊ) ye. Û pişt re berdewam dike û bi sedan sitiranan distirê û awaz dike heta berî koça dawî bike, gelek hunermendan jî ew sitiran bi dengê xwe gotine, û di pêşiya wan de birayê wî hunermendê navdar Mehmûd Ezîz Şakir, û berî ku koça dawî bike nêzîkî sed sitiranên ne hatine gotin li cem birayê xwe danî bûn, ev tişt jî vê gotinê tekez dike: kesê hunermend namire, bi cestê xwe bar dike, lê hizir û ramanên wî dimînin.

Lewra, ji ber ku kesekî berhemdar û dahêner bû, birayê wî Mehmûd şakir pir sûd wergirt ji piştevaniya wî û karîbû bi saya wî û bi dengê xwe bigêje gelek civatên dervî Sûriyê, û herdûyan li gel hev karîbûn dibistaneke hunerî ava bikin û mîrasekî mezin û dewlemend pêşkêşî pûrtûkxana kurdî li sûriyê bikin.

Hejmara berhemên wî yên hunerî û kelepûrî gihiştin (265) berheman, awaz û mûzîk ji gelek hunermendan re pêşkêş kiriye wek: nemir Mihemed şêxo, Xoşnav tîlo, Şehrîbana kurdî, Gulîstan, Mistefa xalid, û Zoya û h.w.d, û heweha helbestên gelek helbestvanê navdar awaz kiriye mîna: Cegerxwîn, Seydayê tîrêj, Bêbihar, û hêjaye gotinê ku di hemû babet û teweran de nivîsiye wek: civakî, netewperwerî, welatparêzî, mirovayetî û bi taybet li ser jinê, evîniyê, welat, pêşmerge, şehîd, û hin bajarê ku li ber dilê wî delalî bûn wek: Qamişlo, Efrîn, Kobanê, Serêkaniyê, Amed û Hewlêr. Û heweha tevî ku awazsaz bû li gelek sitiranên wî yên bi navûdeng hene wî bixwe ew sitirane wek: Rêwiyo, Gewrê,Yara zor ciwane, ber dilê min pir şêrîne, lolo lawiko, ez keçikek kurdî me û h.w.d. û wek me amaje pê kir di pêşî de zêdetirî (100) sitiranên wî ku hîn nehatine gotin mane li cem birayê wî Mehmûd Ezîz.

Hêjaye gotinê٫ hunermend Mihemed Elî Șakir yek ji damezrênerên komên NEWROZê bû di salên heștêyî de di sedsaliya bûrî de٫ zêdey wisa jî herdem di çalakiyên ku dihatin li darxistin li Rojavayê kurdistanê an ta li hindirê Sûriyê beşdar bû٫ di 2019 an de dezgeha ART Ya ragihandin û geşpêdanê xelata (bexşîn û dahênan)ê danê ji ber kar û keda wî ya pîroz di ber hunera kurdî de.

$Pêkhatina kesayetiya wî ya hunerî$
Gelek hoker gihişin hev û pev re kesayetiya hunermendê nemir Mihemed Elî Şakir ya hunerî avakirin û behreya wî geș kirin٫ ew jî evin:
Jîngeha olî ya ku tê de jidayik bû û çavê xwe li jiyanê vekir: bapîrê wî melê mizgeftê bû٫ Mihemed Elî di nav malbateke oldar de rabibû٫ rojane guhdarî li qurana pîroz dikir٫ û herweha hazir dibû li helkeftên olî yên gotin û herweha helbestên gewreyên kurd ên kilasîk mîna Melayê Cezîrî di wan de dihatin xwendin.
Hezkirina wî ji mûzîkê re ji çûkaniya wî de: jê re bibû arezûyeke li gorî gotina wî٫ di riya Radiyo de an rûniştina wî bi dayika wî re li civatên jinan, û wek em dizanin jina kurd ji sitiranan hezdike û herdem distirê eger li hindirê mal be an li ser kar be nexasim wextên çinîn û paleyîyê.
Ciwaniya siruștê û cadûya wê ya dilgîr: bajarê wî Serêkaniyê yê ku lê niştecî bibû ji destpêka xortaniya xwe de li gel malbata xwe pir balkêş û ciwane bi siruşta xwe, çi bi kaniyên xwe an bi cihên geşt û gerê٫ ev tabloya han bû cêderke serke di dahênana wî de.
Hokerên azariyên jiyanê yên qurs û dijwar: Mihemed Elî wek kesekî kurd hemû bûyerên ku li deverê çê dibûn dișopand٫ nexasim xebat û têkoşîna kurd li perçeyên kurdistanê yên dîtir٫ û heweha êş û azariyên gelê xwe û bê parbûna wî ji mafê netewî û mirovayetî٫ van hemû hokeran hișt ku hunermendê gewre Mihemed Elî pabend be bi doza gelê xwe û bihêle ku hunera xwe têxe xizmeta doz û mafê wî yê rewa.

$Koçkirina w$î
Hunermendê gewre Mihemed Elî Şakir di sibeha roja 24 kanûna yekê de sala 2020z de koça dawî kir û li bajarê Amûdê hate veşartin, jiyana xwe hemû bi danê û dahênanê derbaskir, bi peteya korona li nexoşxaneyeke Qamişlo jiyan xwe ji dest da, û di koçkirina wî de zimanzanê kurd Diham Ebid Al- fetah got: tiştê ku hunermend Mihemed Elî Şakir ji hunera kurdî re kiriye wê her bimîne, tiştê nemir li gel birayê xwe hunermend Mehmûd Ezîz şakir pêşkêşkiriye neyê ji bîrkirin, wek li Libnanê herdû bira AL-Rehban hebûn em karin bêjin ême jî Al-Şakîran an AL-Ezîzan hene, li gel hev xizmeteke mezin ji hunera kurdî re pêşkêş kirine. Û herweha hunermend Omîd Silêman dibêje: gotin nikarin wesfê wî bidin, rehmetî dibistaneke bi rêkûpêk bû wek helbestvan, awazsaz û herweha dengbêj û berî her tiştî wek mirov, hestê netewî û civakî her berz û balkêş bû li cem wî, û ya herî giring hunera wî bi nirx û armanc bû

Berî ku koça dawî bike pir êş û azarî dîtin, nexasim piştî tirkiyê û çeteyên nandoz ên Sûriyê yên girêdayî bi ser wê ve bajarê wî Serêkaniyê dagîrkirin, neçar bû û li gel malbata xwe dev ji bajarê xwe bigerin û niştecîbibin li bajarê Amûdê, pir xemgîn bû ji ber tiştê ku bi serê bajarê wî hat, li ber çavên xwe dît bê çawa xelkên bajarê wî bi çolan ketin, beşek ji wan li kamp û bajarên Rojavayê Kurdistanê belawela bûn, û beşê din sînor derbaskirin û berê xwe dan paşerojeke nediyar.[1]
この商品は(Kurmancî - Kurdîy Serû)言語で記述されてきた、元の言語でアイテムを開くには、アイコンをクリックして
Ev babet bi zimana (Kurmancî - Kurdîy Serû) hatiye nvîsandin, klîk li aykona bike ji bu vekirina vî babetî bi vî zimana ku pî hatiye nvîsandin!
このアイテムは426表示された回数
HashTag
ソース
[1] | کوردیی ناوەڕاست | موقع https://besinor.net/- 08-12-2022
リンクされたアイテム: 2
伝記
日程&イベント
グループ: 記事
Publication date: 13-08-2021 (3 年)
Publication Type: Born-digital
ドキュメントの種類: 元の言語
ブック: 調査
ブック: 伝記
プロヴァンス: 西クルディスタン
Technical Metadata
アイテムの品質: 99%
99%
は、 ( ئەڤین تەیفوور 08-12-2022上で追加しました
Denne artikkelen har blitt gjennomgått og utgitt av ( سارا ک ) på 10-12-2022
最近の( سارا ک )によって更新この商品: 09-12-2022
URL
この項目はKurdipediaのによると規格はまだ確定されていません!
このアイテムは426表示された回数
Kurdipediaはクルド情報の最大の源です!
イメージと説明
カズィ・ムハンマド大統領の処刑

Actual
ライブラリ
カワと7にんのむすこたち クルドのおはなし
01-06-2015
هاوڕێ باخەوان
カワと7にんのむすこたち クルドのおはなし
伝記
レイラ・ザーナ
18-10-2013
هاوڕێ باخەوان
レイラ・ザーナ
ライブラリ
クルディスタンを訪ねて―トルコに暮らす国なき民
17-10-2013
هاوڕێ باخەوان
クルディスタンを訪ねて―トルコに暮らす国なき民
ライブラリ
クルディスタン=多国間植民地
18-10-2013
هاوڕێ باخەوان
クルディスタン=多国間植民地
新しいアイテム
統計
記事 518,670
画像 105,236
書籍 19,488
関連ファイル 97,521
Video 1,396
Kurdipediaはクルド情報の最大の源です!
イメージと説明
カズィ・ムハンマド大統領の処刑
Folders
ライブラリ - プロヴァンス - 外 ライブラリ - ブック - クルド発行 ライブラリ - 方言 - 日本人 ライブラリ - Publication Type - ライブラリ - PDF - 記事 - ドキュメントの種類 - 元の言語 記事 - 方言 - 日本人 ライブラリ - ブック - その他 伝記 - 性別 - 女性 伝記 - ネイション - クルド

Kurdipedia.org (2008 - 2024) version: 15.58
| お問い合わせ | CSS3 | HTML5

| ページ生成時間:1.031 秒(秒) !