ライブラリ ライブラリ
検索

Kurdipediaはクルド情報の最大の源です!


Search Options





詳細検索      キーボード


検索
詳細検索
ライブラリ
クルド名
出来事の年表
ソース
履歴
ユーザーコレクション
活動
検索ヘルプ?
出版
Video
分類
ランダムアイテム!
送信
送信記事
画像を送信
Survey
あなたのフィードバック
お問い合わせ
我々は情報をどのような必要はない!
規格
利用規約
アイテムの品質
ツール
について
Kurdipedia Archivists
私達についての記事!
あなたのウェブサイトにKurdipediaを追加
/追加メールを削除
訪問者統計
アイテムの統計
フォントコンバータ
カレンダーコンバータ
言語やページの方言
キーボード
ハンディリンク
Kurdipedia extension for Google Chrome
Cookies
言語
کوردیی ناوەڕاست
کرمانجی - کوردیی سەروو
Kurmancî - Kurdîy Serû
هەورامی
Zazakî
English
Française
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
Nederlands
Svenska
Español
Italiano
עברית
Pусский
Norsk
日本人
中国的
Հայերեն
Ελληνική
لەکی
Azərbaycanca
マイアカウント
サインイン
メンバー!
パスワードを忘れました!
検索 送信 ツール 言語 マイアカウント
詳細検索
ライブラリ
クルド名
出来事の年表
ソース
履歴
ユーザーコレクション
活動
検索ヘルプ?
出版
Video
分類
ランダムアイテム!
送信記事
画像を送信
Survey
あなたのフィードバック
お問い合わせ
我々は情報をどのような必要はない!
規格
利用規約
アイテムの品質
について
Kurdipedia Archivists
私達についての記事!
あなたのウェブサイトにKurdipediaを追加
/追加メールを削除
訪問者統計
アイテムの統計
フォントコンバータ
カレンダーコンバータ
言語やページの方言
キーボード
ハンディリンク
Kurdipedia extension for Google Chrome
Cookies
کوردیی ناوەڕاست
کرمانجی - کوردیی سەروو
Kurmancî - Kurdîy Serû
هەورامی
Zazakî
English
Française
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
Nederlands
Svenska
Español
Italiano
עברית
Pусский
Norsk
日本人
中国的
Հայերեն
Ελληνική
لەکی
Azərbaycanca
サインイン
メンバー!
パスワードを忘れました!
        
 kurdipedia.org 2008 - 2024
 について
 ランダムアイテム!
 利用規約
 Kurdipedia Archivists
 あなたのフィードバック
 ユーザーコレクション
 出来事の年表
 活動 - Kurdipedia
 ヘルプ
新しいアイテム
統計
記事 519,074
画像 106,676
書籍 19,298
関連ファイル 97,292
Video 1,392
ライブラリ
カワと7にんのむすこたち クルドのおはなし
伝記
レイラ・ザーナ
ライブラリ
クルディスタンを訪ねて―トルコに暮らす国なき民
ライブラリ
クルディスタン=多国間植民地
Mahir Başkale - Alî Polat
グループ: 殉教者 | 記事言語: Kurmancî - Kurdîy Serû
Share
Facebook0
Twitter0
Telegram0
LinkedIn0
WhatsApp0
Viber0
SMS0
Facebook Messenger0
E-Mail0
Copy Link0
ランキングアイテム
優秀
非常に良い
平均
悪い
悪い
は、私のコレクションに追加
は、この項目についてのあなたのコメントを書く!
アイテム履歴
Metadata
RSS
選択した項目に関連する画像は、Googleで検索!
選択した項目は、Googleで検索!
کوردیی ناوەڕاست0
English0
عربي0
فارسی0
Türkçe0
עברית0
Deutsch0
Español0
Française0
Italiano0
Nederlands0
Svenska0
Ελληνική0
Azərbaycanca0
Fins0
Norsk0
Pусский0
Հայերեն0
中国的0
日本人0

(Alî Polat)Mahir Başkale

(Alî Polat)Mahir Başkale
Navê kod: Mahir Başkale
Nav û paşnav: Alî Polat
Cihê Jidayikbûnê: Wan
Navê Dayik-Bav: Zehra - Fehîm
Cih û Dîroka Şehadetê: 29 Tebax 2022 / Zap
MAHÎR BAŞKALE
Navçeya Elbakê ku yek ji herêmên ku li #Kurdistan#ê welatparêzî di lûtkeyê de ye, tevî hemû êrîşên dijminan jî kariye nirxên azadiyê yên gelê me biparêze. Hevrêyê me Mahîr li vê herêma welatparêz di malbateke xwedî nirxên Kurdistanî de ji dayik dibe û mezin bûye. Malbata hevrêyê me Mahîr ku ji zû de ferq kir ku polîtîkayên dijmin ên di bin navê cerdevaniyê de gelê me bera hevûdu dide, ev rewş qebûl nekir û rastî zextên giran ên dijmin hat. Ji ber vê jî neçar man ji gundên xwe koç bikin û li navenda Wanê bi cih bibin. Malbata hevrêyê me Mahîr ku li vir jî rastî zilma dijmin hat, ji ber van zilm û zordariyan ti carî ji xwe biyanî nebû û karî îradeya xwe ya Kurdewarî û welatparêzî biparêze. Hevrêyê me Mahîr ji ber ku malbata wî û bi xwe jî rastî zext û êşkenceyên giran ên dijmin hat, di temenê xwe yê ciwan de bû şahidê rastiya dijmin û li hemberî dijmin hêrseke mezin hîs kir. #Gerîla#yê Azadiya Kurdistanê di serdem û hawîrdoreke wisa ku zilma dijmin hebû de li gelek qadên #Bakurê Kurdistanê# derbek li dijmin xist û di nava civaka me de deng veda, bê guman bandor li hevrêyê me Mahîr jî kir. Gerîla ku lehengê zarokatiyê yê gelek zarokên Kurd û xeyaleke ku rojekê divê pêk were ye, di heman demê de bûye xeyala zarokatiyê ya hevrêyê me Mahîr. Hevrêyê me Mahîr ku gerîla weke hêviya azadiyê ji bo zarok û gelên ku bi hezaran salin tên bindestkirin, qetilkirin û îstîsmarkirin pênase dike; di sala 2014’an de biryar da ku tevlî nava refên gerîla bibe û ji bo tola gelê me yê ku her roj rastî qirkirinê tê û zarokên li nava kolanan tên qetilkirin hilîne, bera xwe zivirande çiyayên Kurdistanê.
Hevrêyê me Mahîr ku li qada Heftanînê perwerdeya xwe ya şervanên nû dît, bi têkiliyên hevrêtiyê ku yek ji nirxên ku esasê Partiya me pêk tîne, bandor bû û kêfa nefesgirtin heman hewayê û parvekirina jiyanê ya bi gelek hevrêyên xwe yên hêja re jiyan kir. Tevî ku di demeke ku çeteyên DAÎŞ’ê li dijî gelê me komkujî pêk dianîn û tecrûbeya wî ya şer tune bû û nû tevlî nava refên gerîla bûbû jî, lê bi lehengî derbasî herêma Kobanê bû û di şerê man û nemanê ya li dijî çeteyan de cih girt. Hevrêyê me Mahîr ê ku bi fedekarî û hewldaneke mezin li dijî çeteyan şer kir, mixabin dema bi komek hevalên xwe re bi mebesteke taktîkî derbasê Bakurê Kurdistanê bibûn ji aliyê dewleta Tirk a qirker ku hevkariya wê ya bi çeteyan re hatiye îspatkirin, hat girtin. Nêzî salekê di zindanên dijmin de ma û li wir bi dilsoziya bi xeyalên xwe yên azadiyê re berxwedana xwe domand. Hevrêyê me Mahîr ê çawa ku ji zindanê derdikeve careke din tevlî nava refên gerîla dibe, di wê baweriyê de bû ku piştî ku di gelek xebatên cuda de cih girt, ji bo ku bi bandortir beşdarî pêvajoya dîrokî ya ku em wek gel û wek tevger tê de derbas dibin bibe û ji bo ku wek milîtanekî ku jê tê hêvîkirin bibe bersiv, pêwîste ji pêvajoyeke perwerdeyê re derbas bibe. Li ser vê bingehê tevlî perwerdeyên bîrdozî bû û xwest di felsefeya Rêbertî û şêwaza têkoşînê de kûr bibe. Hevrêyê me Mahîr ku tevlîbûna wî ya perwerdeyê bi qasî tevlîbûna wî ya şer cidî bû, destnîşan kiribû ku bi xurtkirina kesayeta xwe re wê hemû erk û berpirsyariyên ku dikeve ser milê wî weke armanca sereke bi cih bîne. Hevrêyê me Mahîr ku di vê armancê de serketî bû, di nava xebatên perwerdeya Şervanên Nû de cih girt, ji bo hevalên xwe yên nû tevlî nava refên gerîla bibin, ji bo bibin milîtanên Apoyî yên jêhatî, gelek ked û hewl da. Di şexsê her hevrêyê ku perwerde dikir de xwe perwerde dikir û dixwest di şêwazê gerîlatiya serdema nû de zêdetir kûr bibe. Hevrêyê me Mahîr ku hêrs û kîna wî ya li hemberî dijmin ti carî kêm nebû, bi taybet dema ku êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê dest pê kir, xwest derbasî qada Zapê bibe ku yek ji qadên herî germ ên şer e.
Li ser vê bingehê hevrêyê me Mahîr ê di sala 2019’an de derbasî herêma Zapê bû, yekser cihê xwe di eniya şer de girt û bi hevalên xwe re bersiv da êrîşên dijmin. Hevrêyê me Mahîr ku li qada Zapê di gelek çalakiyan de cih girt, bi sekna xwe ya leheng a di van çalakiyan û serweriya xwe ya taktîkên gerîla yên serdema nû de ji bo hemû hevrêyên xwe bû hem mînak û hem jî moral. Paşê tev li hin xebatên ku pê baweriyeke mezin jê re dihat xwestin bû û bi tevlêbûna xwe ya kedkar di van xebatan de teqdîra hemû hevalên xwe yên li qadê qezenc kir. Hevrêyê me Mahîr ku bi enerjiyek bê rawestan beşdarî xebatan bû, bi tevlêbûna xwe ya fedaî bersiv da êrîşên dagirkeriyê yên bi taybetî di sala 2021’an de ku êrîşên dijmin dijwar bûn û yên ku di 14’ê Nîsana 2022’an de destpê kiribûn. Her tim dilê wî bi hevrêyên xwe yên ku di tunelên şer de bû, bi yekîneyên bi tevger ên ji derve re piştgirî da berxwedana van hevalan û erka xwe ya milîtantiyê bi rengekî hêja bi cih anî. Hevrêyê me Mahîr ku di dema şer de bi helwesta xwe ya bi îdea û bi biryar, ji bo serketina Pêngava Şoreşgerî ya Bazên Zagrosê bi hemû hêza xwe hewl da û dixwest bibe şagirt û hevrêyekî baş ê Rêber Apo û şehîdên me û her tim di nava lêhûrbûneke wiha de bûye.[1]
この商品は(Kurmancî - Kurdîy Serû)言語で記述されてきた、元の言語でアイテムを開くには、アイコンをクリックして
Ev babet bi zimana (Kurmancî - Kurdîy Serû) hatiye nvîsandin, klîk li aykona bike ji bu vekirina vî babetî bi vî zimana ku pî hatiye nvîsandin!
このアイテムは631表示された回数
HashTag
ソース
[1] | کوردیی ناوەڕاست | موقع https://hawarnews.com/- 16-11-2022
リンクされたアイテム: 1
日程&イベント
グループ: 殉教者
No specified T3 81: 北クルディスタン
No specified T3 82: ヴァン
No specified T3 85: 北クルディスタン
ネイション: クルド
パーティー: クルド労働者党PKK
人タイ: ミリタリー
性別: 男性
Technical Metadata
アイテムの品質: 99%
99%
は、 ( ئاراس حسۆ 15-11-2022上で追加しました
Denne artikkelen har blitt gjennomgått og utgitt av ( سارا ک ) på 16-11-2022
最近の( سارا ک )によって更新この商品: 16-11-2022
URL
この項目はKurdipediaのによると規格はまだ確定されていません!
このアイテムは631表示された回数
Attached files - Version
タイプ Version エディタ名
写真ファイル 1.0.140 KB 16-11-2022 ئاراس حسۆئـ.ح.
Kurdipediaはクルド情報の最大の源です!
イメージと説明
カズィ・ムハンマド大統領の処刑

Actual
ライブラリ
カワと7にんのむすこたち クルドのおはなし
01-06-2015
هاوڕێ باخەوان
カワと7にんのむすこたち クルドのおはなし
伝記
レイラ・ザーナ
18-10-2013
هاوڕێ باخەوان
レイラ・ザーナ
ライブラリ
クルディスタンを訪ねて―トルコに暮らす国なき民
17-10-2013
هاوڕێ باخەوان
クルディスタンを訪ねて―トルコに暮らす国なき民
ライブラリ
クルディスタン=多国間植民地
18-10-2013
هاوڕێ باخەوان
クルディスタン=多国間植民地
新しいアイテム
統計
記事 519,074
画像 106,676
書籍 19,298
関連ファイル 97,292
Video 1,392
Kurdipediaはクルド情報の最大の源です!
イメージと説明
カズィ・ムハンマド大統領の処刑

Kurdipedia.org (2008 - 2024) version: 15.5
| お問い合わせ | CSS3 | HTML5

| ページ生成時間:0.688 秒(秒) !