ライブラリ ライブラリ
検索

Kurdipediaはクルド情報の最大の源です!


Search Options





詳細検索      キーボード


検索
詳細検索
ライブラリ
クルド名
出来事の年表
ソース
履歴
ユーザーコレクション
活動
検索ヘルプ?
出版
Video
分類
ランダムアイテム!
送信
送信記事
画像を送信
Survey
あなたのフィードバック
お問い合わせ
我々は情報をどのような必要はない!
規格
利用規約
アイテムの品質
ツール
について
Kurdipedia Archivists
私達についての記事!
あなたのウェブサイトにKurdipediaを追加
/追加メールを削除
訪問者統計
アイテムの統計
フォントコンバータ
カレンダーコンバータ
言語やページの方言
キーボード
ハンディリンク
Kurdipedia extension for Google Chrome
Cookies
言語
کوردیی ناوەڕاست
کرمانجی - کوردیی سەروو
Kurmancî - Kurdîy Serû
هەورامی
Zazakî
English
Française
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
Nederlands
Svenska
Español
Italiano
עברית
Pусский
Norsk
日本人
中国的
Հայերեն
Ελληνική
لەکی
Azərbaycanca
マイアカウント
サインイン
メンバー!
パスワードを忘れました!
検索 送信 ツール 言語 マイアカウント
詳細検索
ライブラリ
クルド名
出来事の年表
ソース
履歴
ユーザーコレクション
活動
検索ヘルプ?
出版
Video
分類
ランダムアイテム!
送信記事
画像を送信
Survey
あなたのフィードバック
お問い合わせ
我々は情報をどのような必要はない!
規格
利用規約
アイテムの品質
について
Kurdipedia Archivists
私達についての記事!
あなたのウェブサイトにKurdipediaを追加
/追加メールを削除
訪問者統計
アイテムの統計
フォントコンバータ
カレンダーコンバータ
言語やページの方言
キーボード
ハンディリンク
Kurdipedia extension for Google Chrome
Cookies
کوردیی ناوەڕاست
کرمانجی - کوردیی سەروو
Kurmancî - Kurdîy Serû
هەورامی
Zazakî
English
Française
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
Nederlands
Svenska
Español
Italiano
עברית
Pусский
Norsk
日本人
中国的
Հայերեն
Ελληνική
لەکی
Azərbaycanca
サインイン
メンバー!
パスワードを忘れました!
        
 kurdipedia.org 2008 - 2024
 について
 ランダムアイテム!
 利用規約
 Kurdipedia Archivists
 あなたのフィードバック
 ユーザーコレクション
 出来事の年表
 活動 - Kurdipedia
 ヘルプ
新しいアイテム
統計
記事 518,516
画像 104,725
書籍 19,274
関連ファイル 97,564
Video 1,398
ライブラリ
カワと7にんのむすこたち クルドのおはなし
伝記
レイラ・ザーナ
ライブラリ
クルディスタンを訪ねて―トルコに暮らす国なき民
ライブラリ
クルディスタン=多国間植民地
13. Festîvala Fîlmên Kurdî Ya Londonê Bi Dawî Bû
グループ: 記事 | 記事言語: Kurmancî - Kurdîy Serû
Share
Facebook0
Twitter0
Telegram0
LinkedIn0
WhatsApp0
Viber0
SMS0
Facebook Messenger0
E-Mail0
Copy Link0
ランキングアイテム
優秀
非常に良い
平均
悪い
悪い
は、私のコレクションに追加
は、この項目についてのあなたのコメントを書く!
アイテム履歴
Metadata
RSS
選択した項目に関連する画像は、Googleで検索!
選択した項目は、Googleで検索!
کوردیی ناوەڕاست0
English0
عربي0
فارسی0
Türkçe0
עברית0
Deutsch0
Español0
Française0
Italiano0
Nederlands0
Svenska0
Ελληνική0
Azərbaycanca0
Fins0
Norsk0
Pусский0
Հայերեն0
中国的0
日本人0

Festîvala Fîlmên Kurdî Ya Londonê

Festîvala Fîlmên Kurdî Ya Londonê
“Festival qediya lê tehma fîlmên #Kurdî# di devê me de ma. Em bi kelecan li benda Festîvala 14yan in”
Festîvala Fîlmên Kurdî ya Londonê ku ji sala 2001ê vir ve heye, piştî pandemiyê cara yekem bi awayeke fîzîkî hate li darxistin. Di merasîma vekirinê de stranbêj Eléonore Fourniau bi kurdî konserteke piçûk da.
Festival 23ê Îlonê bi nîşandana fîlma “Cîran” ya Mano Khalil dest pê kir. Çîroka filmê li gundekî Qamislo ya li ber sînor derbas dibe. Mamosteyekî rejîmê tê dibistana gund û dixwaze zimanê erebî hînê zarokên Kurd bike û rejîmê û Esedî bi wan zarokan bi de hez kirin. Herwiha filma cîran zehmetiya ku sînorê xistiye navbera deverên kurdî jî vedibêje.
Derhêner Mano Khalil got fîlma wan li dora 130 festîvalên navdewletî hatiye nîşandan.
Ez gelek kêfxweşim ku hatime Londonê û fîlma cîran nîşan bidim. Di nava salek û nîv de fîlma cîran li dora 130 festîvalên navnetewî de hate nîşandan û ev sêyem festîvala Kurdî ye ku fîlma me tê nîşandan. Ew ê biçe festîvalên kurdî yên li New York, Berlîn û Hamburgê jî û di vekirinê de bê nîşandan. Heta niha fîlma Cîran 43 xelatên navnetewî standine. Xelatên yekemîniyê, xelatên sînaryoyê û lîstikvana herî baş jî tê de. Berya 36 salan gava ji Rojava çûm Çekoslavakyayê bo xwendina sînemayê bo min xewnek bû ku ez fîlmeke Kurdî çêkim. Îro festîvalên fîlmên Kurdî gelek çêbûne. Bo me serbilindahî ye. Bi rastî ez gelek kêfxweş im ku li virim.
Di festîvala îsal de Seranserê 7 rojan 15 fîlmên metrajdirêj û 16 jî yên metrajkurt bi tevahî 31 fîlm hatin nîşandan. Piştî pandemiyê sînemahezên Kurd yekem car berê xwe dan eywanên sînemayê. Kelecan û atmosfereke xweş hebû. Lê îsal beşdarî hinek kem bû.
Dîrektorê LKFFê Ferhan Stêrk dibêje hê jî tesîra pandemiyê li ser civakê heye.
Ya rast beşdariya li festîvalê li gorî salên berê piçek kêm bû. Mêvanên ku hatin bi coş û kêfxweşî hatin. Girseyek hebû ku diyar bû bêriya sînemaya Kurdî kiriye û dixwest li ber ekranên mezin lê temaşe bikin. Loma li benda festîvalê mabûn û em bi wan re li ser sînemaya Kurdî axivîn. Di festîvalên berê de bi taybetî di dema seansên danê êvarê de eywan tije dibûn. Îsal em dikarin bêjin ev rêje ji sedî 80 bû. Gava em li firotina bilêtan dinêrin ev dixuyê. Seansên nava rojê temaşevan kêmtir bûn. Ji bo Sedemên vê jî wiha dikarim bêjim. Bi min ji ber pandemiya kovîdê di warê tevlêbûn û çûna çalakiyên çand û civakî de motîvasyona civakê hinek şikestiye. Sedemeke din jî bi îhtîmalekê LKFFê bi qasî ya pêwist nekarî medya û torên civakê bikarbîne.
Lê bi me re kelecan hebû. Avakirina platformeke wisa û amadekirina festîvalê û pêşkeşkirina bo xelkê tiştên herî xweş yên vî karî ne. Em gihîştin hedefa xwe. Lewra hejmara 13yan bi nîşandana 31 fîlman di nav 7 rojan de pêk hat. Ji derveyê Brîtanyayê 16 mêvan hatin ji bo şopandina festîvalê. Hin ji wan derhêner bûn hin ji wan lîstikvan bûn. Ji Mîlana Italyayê hevalekî dilxwaz ji bo ku di festîvalê de bixebite hate Londonê. Ji vê hêlê ve beşdarî baş bû. Li ser fîlman gelek axaftin hatin kirin.
Me li ser fîlman bi temaşevanan re sohbet kir, guh da rexne û pêşniyazên wan.
Temaşekirina sînemaya kurdî li eywanên sînemayê, ji bo her fîlmê dibêjim, hesteke taybet û cuda ye. Ew mirovên ku ji heman çandê, ji heman xwezayê tên û li sînemayê li heman fîlmê temaşe dikin û li ser heman meselê wek hev hîs bikin, ev bi xwe motîvasyon û enerjiyê diafirîne. Ez hay ji vê enerjiyê me. Her çiqas ligel her kesî yek bi yek têkiliya min çênebûbe jî ez li rûyê wan vê kêfxweşiyê dibînim. Wek tîm, xebatkar û dilxwazin LKFFê ev yek me jî şad û kêfxweş dike. Civaka kurdî her tim bi şer, êrîş, binçavkirin, jiderxistin, koçberî, qetilkirina jinan û çîrokên wiha tê bibîranîn. Bêguman pirraniya fîlman derheqê meselayan de ye, divê wisa jî be. Lê tevî vê mirovên ku li fîlman temaşe kirin, karîn hêvî û êşên xwe bînin cem hev û hestên xwe bilêv bikin. Gotin çîroka fîlmê wiha dibêje lê diviya ev tişt jî tê de hebûya, an jî diviya wisa wisa jî behs kiriba. Bi vî şiklî wan nêrînên xwe jî bi me re parve kirin. Yên hatin fîlman beşdarî panêlan jî bûn, guh dan pirs û bersivan. Wek kedkarekî vê platformê ez pê şanaz û serbilind im. Loma LKFF gelek girîng e. Hêvîdarim xebatên LKFFê berdewam bibe.
Ji xeynî nîşandana fîlman bi navê Dîroka Sînemaya Kurdî û Di Sînemaya Kurdî De Jin 2 panêl hatin li dar xistin.
Dîsa di çarçoveya festîvalê de Dîrektorê berê yê festîvalê Mehmet Aksoy hem li ber gora xwe hem jî bi bernameyeke taybet hate bibîranîn.
Galaya festîvalê û merasîma xelatan li navenda Londonê li sînemaya Prince Charles hate kirin.
Nûnerê Hikûmeta Herêma Kurdistanê li Brîtanyayê Karwan Jamal Taher, Hevserokê Kongreya Netewî ya Kurdistanê Ahmet Karamus, Parlamenterê HDPê yê Berê Osman Baydemîr, Endamê Meclîsa Harringayê Ali Ozbek gelek rojnameger û hejmareke hêja sînemahez beşdar bûn.
Di roja dawiyê de beriya merasîma xelatdayînê fîlma Zaroktiya Imad ya Zahavî Sanjavî hate temaşekirin. Film behsa çîroka zarokekî Kurd ê piçûk ku di 3 saliya xwe de ji aliyê daişî ve hatibû revandin dike. Piştî 2 sal û nîv Imad ji destê daîşê rizgar dibe. Lê Imad di destê daîşiyan de hînê kuştin û serjêkirinê bûye. Kurdî jibir kiriye, tenê erebî xeber dide. Bi zarokan re hevaltî nake û tim li wan dide. Gotina diya xwe nake. Di fîlmê de em dibînin ku dayîka wî pir xemgîne û ji mamosteyekê derûnnas alîkarî distînin.
Derhêner Zahavî Sanjavî dibêje ji bo kişandina vê fîlmê ew 13 mehan li kampa penaberan ya li Herêma Kurdistanê maye.
Kişandina fîlmê gelek bi zehmet bû. Ji bo derûniya Imad em ligel derûnnasan xebitîn. Hal û tevgera Imad zor xirab bû. Di sala 2018an de Imad dayîka xwe û birayê xwe bi alîkariya dezgeheke xêrxwaziyê çûn Torontoya Kanadayê. Dapîra wî li kampê ma, lewra ew li benda mêrê xwe û 3 kurên xwe ma ku yek ji wan jî bavê Imad bû. Ew her çar jî di destê daîşê de bûn. Em serencama wan hê nizanin. Imad niha 11 salî ye, hê jî kêliyên li ba daîşîyan ji bîr nekiriye. Lê niha diçe dibistanê, guheriye û gelek şa ye. Beriya her kesî min film nîşanî Imad da. Min got heke ew hez neke ez ê li ti derê nîşan nedim. Imad piştê ku lê temaşe kir qederekî bêdeng sekinî. Piştre got fîlmê nîşan bide lê şertekî min heye. Min got çi ye? Got ji her kesî re bêje, belê ew Imad ez bûm lê ez guherîm, êdî ne wisa me. Û piştre min film bir festîvaleke fîlman a li Torontoyê nîşan da.
Xelatên Festîvalê
Xeleta Belgefîlma Metrajdirêj Ya Herî Baş Mehmet Aksoy
The Other Side of The River (Aliyê Din Ê Çem)-Antonia Killian
Xelata Fîlma Metraj Dirêj Ya Herî Baş ya Rojazer
The Exam (Ezmûn)- Shawkat Amîn Korkî
Xelata Fîlma Herî Baş ya Metrajkurt ya Yimaz Gûney
Finger Print (Şopa Tiliyê) – Zanyar Mihemmeddinîku
Xeleta Belgefîlma Metrajkurt Ya Herî Baş ya Taha Kerîmî
7 Symphonies Of Zagros (7 Senfoniyên Zagrosê) – Parvîs Rostamî
Xelata Lîstikvana Herî Baş
Şewbo Silemanî- Fîlma Finger Print
Avan Jamal- Fîlma The Exam
Xelata Lîstikvanê Herî Baş
Pourina Rahimi Sam- Fîlma Zalava
Xelata Jûriyê ya Fîlma Herî Baş
Balckberry Season (Dema Trîreşkan)- Haşîm Baydemir
Xelata Jûriyê ya Belgefîlma Herî Baş
My Name Is Dekan ( Navê Min Dekan) – Ala Hoshyar
Xelata Rûmetê ya LKFFê
Cudi of the Wishes (Cûdiyê Miradan) – Semiha Yildiz
Peyama Derhêner Antonia Killian
Bi fîlma The Other Side of The River (Aliyê Din Ê Çem) me xelata Mehmet aksoy wergirt. Ez pê şanaz im. Li Reqqayê di nava salekê de me film kişand. Di rojên min ên dawî yên li wir de roja ku min Mehmet nas kir hate bîra min. Me li wir li ser hêza sînemaya serhildêr suhbeteke xweş kiribû. Piştî demekê tam li wir cîhê Daîşê ew kuşt. Vîzyona wî ya sînemayê bi me re dewam dike. Hêza sînemayê bila dengê her kesê ku ji bo pêşerojeke baştir têdikoşin bilindtir bike. Jin, Jiyan, Azadî.
Osman Baydemir-Parlamenterê HDPê yê Berê
Pêşî ez dixwazim spasiya wan kesan dikim ku keda wan di vê festîvalê de heye. Beriya her tiştî baweriya min ev e ku miletekî bi zimanê xwe, bi çanda xwe, bi hûnera xwe kok davêje erdê. Her wiha miletê Kurd, miletê Kurdistanî miletekî herî qedîm yê cîhanê ye. Lê mixabin li her çar perçe Kurdistan dewletên dagirker dixwazin çand û hûner û zimanê kurdan asîmîle bikin, tune bikin û ji holê rakin. Li Londonê ev mîhrîcan ez bawerim bersivekê ye li dijî asîmîlasyonê û polîtîkaya asîmîlasyonê ye. Û her wiha ev mîhrîcan bingehe ku sewta Kurd û Kurdistanî îro li her çar perçe Kurdistanê, li hemû cîhanê belav bibe. Ez bawerim hûner û hûnermend wijdanên miletê xwe ne. Ez bi bîr û bawerim îro ji vê mihrîcanê, ji vê galayê wê sewta Kurd û Kurdistan, deng û behsa Kurdistan, dilê Kurdistan wê careke din derkeve holê. Ez dubare spasiya hemû kedkaran dikim. Mala wan ava be.
Dîrektorê Lkffê Ferhan Stêrk Dibêje Ew Dixwazin Festîval Sala Bê Jî Bê Kirin
Sala bê jî dê festîval hebe, divê hebe. Lewra fîlmên nû derketî hene. Fîlmên gelek serkeftî û bi îddîa hene. Heya fîlm hebin Festîvala Fîlmên Kurdî ya Londonê jî dê her sal hebe. Êdî festîval ne biharan lê payîzan hebe. Bi min bi festîvalê ev rê vebû. Lê rêveberiya LKFFê dê biryara vê yekê bide. Gelo festîval li meha Nîsanê bimîne an em di mehên Îlon û Cotmehê de bikin? Di vê mijarê de emê biryarekê bidin. Lê teqez festîval dê çêbe. Hêvîdar im em di çêkirina festîvalên bi coş, berfirehtir, çalaktir de berdewam bin. Em gelek tişt hîn bûn. Ji her festîvalê em tiştna hîn dibin. Em kêmasiyên xwe dibînin. Ji bo serastkirina wan amadhiyên xwe dikin.[1]
この商品は(Kurmancî - Kurdîy Serû)言語で記述されてきた、元の言語でアイテムを開くには、アイコンをクリックして
Ev babet bi zimana (Kurmancî - Kurdîy Serû) hatiye nvîsandin, klîk li aykona bike ji bu vekirina vî babetî bi vî zimana ku pî hatiye nvîsandin!
このアイテムは1,807表示された回数
HashTag
ソース
[1] | کوردیی ناوەڕاست | http://thehallkurdi.com/
リンクされたアイテム: 5
グループ: 記事
Publication date: 12-10-2022 (2 年)
Publication Type: Born-digital
ドキュメントの種類: 元の言語
ブック: シナリオ
プロヴァンス:
Technical Metadata
アイテムの品質: 97%
97%
は、 ( ئەڤین تەیفوور 12-10-2022上で追加しました
Denne artikkelen har blitt gjennomgått og utgitt av ( ئاراس حسۆ ) på 12-10-2022
最近の( ئاراس حسۆ )によって更新この商品: 12-10-2022
URL
この項目はKurdipediaのによると規格はまだ確定されていません!
このアイテムは1,807表示された回数
Attached files - Version
タイプ Version エディタ名
写真ファイル 1.0.139 KB 12-10-2022 ئەڤین تەیفوورئـ.ت.
Kurdipediaはクルド情報の最大の源です!
イメージと説明
カズィ・ムハンマド大統領の処刑

Actual
ライブラリ
カワと7にんのむすこたち クルドのおはなし
01-06-2015
هاوڕێ باخەوان
カワと7にんのむすこたち クルドのおはなし
伝記
レイラ・ザーナ
18-10-2013
هاوڕێ باخەوان
レイラ・ザーナ
ライブラリ
クルディスタンを訪ねて―トルコに暮らす国なき民
17-10-2013
هاوڕێ باخەوان
クルディスタンを訪ねて―トルコに暮らす国なき民
ライブラリ
クルディスタン=多国間植民地
18-10-2013
هاوڕێ باخەوان
クルディスタン=多国間植民地
新しいアイテム
統計
記事 518,516
画像 104,725
書籍 19,274
関連ファイル 97,564
Video 1,398
Kurdipediaはクルド情報の最大の源です!
イメージと説明
カズィ・ムハンマド大統領の処刑
Folders
イメージと説明 - プロヴァンス - 東クルディスタン ライブラリ - プロヴァンス - 外 地図 - プロヴァンス - Kurdistan 記事 - ドキュメントの種類 - 元の言語 ライブラリ - ドキュメントの種類 - 翻訳 イメージと説明 - 都市 - Mahabadの ライブラリ - ブック - ストーリー 記事 - ブック - クルド発行 ライブラリ - 方言 - 日本人 記事 - 方言 - 日本人

Kurdipedia.org (2008 - 2024) version: 15.58
| お問い合わせ | CSS3 | HTML5

| ページ生成時間:0.39 秒(秒) !