ライブラリ ライブラリ
検索

Kurdipediaはクルド情報の最大の源です!


Search Options





詳細検索      キーボード


検索
詳細検索
ライブラリ
クルド名
出来事の年表
ソース
履歴
ユーザーコレクション
活動
検索ヘルプ?
出版
Video
分類
ランダムアイテム!
送信
送信記事
画像を送信
Survey
あなたのフィードバック
お問い合わせ
我々は情報をどのような必要はない!
規格
利用規約
アイテムの品質
ツール
について
Kurdipedia Archivists
私達についての記事!
あなたのウェブサイトにKurdipediaを追加
/追加メールを削除
訪問者統計
アイテムの統計
フォントコンバータ
カレンダーコンバータ
言語やページの方言
キーボード
ハンディリンク
Kurdipedia extension for Google Chrome
Cookies
言語
کوردیی ناوەڕاست
کرمانجی - کوردیی سەروو
Kurmancî - Kurdîy Serû
هەورامی
Zazakî
English
Française
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
Nederlands
Svenska
Español
Italiano
עברית
Pусский
Norsk
日本人
中国的
Հայերեն
Ελληνική
لەکی
Azərbaycanca
マイアカウント
サインイン
メンバー!
パスワードを忘れました!
検索 送信 ツール 言語 マイアカウント
詳細検索
ライブラリ
クルド名
出来事の年表
ソース
履歴
ユーザーコレクション
活動
検索ヘルプ?
出版
Video
分類
ランダムアイテム!
送信記事
画像を送信
Survey
あなたのフィードバック
お問い合わせ
我々は情報をどのような必要はない!
規格
利用規約
アイテムの品質
について
Kurdipedia Archivists
私達についての記事!
あなたのウェブサイトにKurdipediaを追加
/追加メールを削除
訪問者統計
アイテムの統計
フォントコンバータ
カレンダーコンバータ
言語やページの方言
キーボード
ハンディリンク
Kurdipedia extension for Google Chrome
Cookies
کوردیی ناوەڕاست
کرمانجی - کوردیی سەروو
Kurmancî - Kurdîy Serû
هەورامی
Zazakî
English
Française
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
Nederlands
Svenska
Español
Italiano
עברית
Pусский
Norsk
日本人
中国的
Հայերեն
Ελληνική
لەکی
Azərbaycanca
サインイン
メンバー!
パスワードを忘れました!
        
 kurdipedia.org 2008 - 2024
 について
 ランダムアイテム!
 利用規約
 Kurdipedia Archivists
 あなたのフィードバック
 ユーザーコレクション
 出来事の年表
 活動 - Kurdipedia
 ヘルプ
新しいアイテム
統計
記事 518,372
画像 105,516
書籍 19,422
関連ファイル 97,449
Video 1,395
ライブラリ
カワと7にんのむすこたち クルドのおはなし
伝記
レイラ・ザーナ
ライブラリ
クルディスタンを訪ねて―トルコに暮らす国なき民
ライブラリ
クルディスタン=多国間植民地
PIRSÊN BINDESTAN
グループ: 記事 | 記事言語: Kurmancî - Kurdîy Serû
Share
Facebook0
Twitter0
Telegram0
LinkedIn0
WhatsApp0
Viber0
SMS0
Facebook Messenger0
E-Mail0
Copy Link0
ランキングアイテム
優秀
非常に良い
平均
悪い
悪い
は、私のコレクションに追加
は、この項目についてのあなたのコメントを書く!
アイテム履歴
Metadata
RSS
選択した項目に関連する画像は、Googleで検索!
選択した項目は、Googleで検索!
کوردیی ناوەڕاست0
English0
عربي0
فارسی0
Türkçe0
עברית0
Deutsch0
Español0
Française0
Italiano0
Nederlands0
Svenska0
Ελληνική0
Azərbaycanca0
Fins0
Norsk0
Pусский0
Հայերեն0
中国的0
日本人0

EHMEDÊ HUSEYNÎ

EHMEDÊ HUSEYNÎ
Wek ku çawan xewn, mebest, eger, aramanc, çarenivîs û gernameya jîyanê, wisa jî pirsên bindest û serdestan ji hev cuda û cihêwaz in. Lê malkambaxî û sosreta me ya herî dijwar ew e ku em nikarin pirsên bindestîya xwe biafirînin. Pirsên ku em karibin bi alîkarîya wan li xwe bipirsin, li xwe bigerin, xwe bixwînin, xwe şîrove bikin û xwe bibînin.
Gelo hetanî kîjan serdemê em dê wisa tê bikoşin, bixebitin, biwestin û pîkolê bikin da ku em xwe bêtir bişibihînin serdestên xwe?
Bi kurtî, pêwîst e ku her kes zanibe -di serî de jî nivîskar û rewşenbîrê #Kurd#- ku îro roj em hewcedarî afirandina pirsên bindestan in. Pirsên kuştina ziman, bişaftina nasnameyê, qirkirina taybetmendîyên hiş û kesayetîyê, şûştina mejî û zuhakirina hestan, anku pirsên ku bişên wateya sînoran hilgirin, dabeşkirina gîyanan ragihînin, pêdarî, bergirî û xweragirtinê di jîyana me de daçikînin.
Felsefeya bindestîyê dibêje ku:
Hetanî kêlîka dagirkerîyê (Colonialism moment) berdewam be, pêwîst e ku bindest hay ji pirsên xwe hebin!
Sibê #zarok# û ciwanên Kurd dê berê xwe bidin dibistan û zankoyan da ku hînî #Tirkî#, #Erebî# û #Farisî# bibin. Kêlîka dagikerîyê (Colonialism moment).
A nuha zarok û ciwanên Kurd berê xwe didin dibistan û zankoyan da ku hînî Kurdî bibin. Kêlîka azadîyê (Freedom moment).
Kêlîka rewşenbîrîyê jî ew e ku rewşenbîrên Kurd, pirsên dagirbûna xwe zeft bikin û xwe ji çeşnê dagirkerê xwe rizgar bikin.
Piranîya caran, dema ku em der barê çand, wêje, berhem, helbest û der barê dîmena nivîsandina bi #Kurmancî# dipeyivin û der barê dîyarde, rûdan û bûyeran de dinivîsînin û hizirên xwe pêşkêş dikin, em di cih de, hişyarî, zanîn û kultûra xwe ya serdemên buhujîn û asîmîlasyonê ron û eşkere û pir bi asayî û hêsanî radigihînin. Em ji paşxaneya xwe û ji çavkanîyên zimanê hînbûna xwe dest pê dikin û ber bi cîhana Kurmancî ve dadibezin.
Îro dema ku mirov berhemên Kurmancî dixwîne, mirov yekser, di şêwazê derbirînê de, di awayên ristin û avakirina hevokan de, di hunera dariştin û vehûnanê de, kartêkirin û bandora zimanê Tirkî, Erebî û Farisî di cih de nas dike û di cih de jî zane ku nivîskarê berhemê şagird û serencama kîjan dibistan, kultûr û zimanî ye.
Dema ku zarok ji dayik dibe, hêzeke xweber a taybet di hundirê wî de ji boyî hînbûna zimên heye. Di temenê zarotîyê de, ew hêz di navbera meha yekê û sala pêncê de, dest bi çalakîya xwe dike û piştre hêdî hêdî lawaz û winda dibe (Chomsky). Li gorî lêkolîn û teorîyên nûjen ên derûnasîya zimên (language`s Psychology), di çêkirin û damezirandina raman, hizir, bîr û boçûn, hest û nest, nîgaş û xeyala zarokî de, rola zimanê hînbûn û dibistanê, rola herî bingehîn û serekî ye. Nivîskarên ku îro bi Kurmancî dinivîsînin, bi giştî, bi zimanê xwe yê ku pêwîst bû pê perwerde bibûna û pê binivîandina, nexwendine. Kurmancîya ku îro em pê dinivîsînin, ne ya dibistanê û ne jî berhema perwerdeyîyeke birêkûpêk, rêbazane, sîstematîk e, ji malê, ji kolanê hatiye wergirtin û serencama xwendina çend pirtûkan e. Gelo dema ku em behsa nivîsandina bi Kurmancî dikin, em karin vê pirsê ji xwe bikin: Ma dahênan û afirandina rasteqîne, kûrwate, asoberfireh û zimandewlemend bi zimanê wergirtî çêdibe yan na? Heger erê be, gelo ji bilî Kurmancî nimûneyeke din heye yan na? Gelo em karin di vî warî de behsa Baskên Spanyayê û Brîtonên Fransayê bikin an?
Gelo, heger rojekê ji rojan, Kurmancî serbest û azad bibe, miletê Kurd bi zimanê xwe perwerde û mezin bibe, mejî û hestên wî bi zimanê wî damezirin, dê berhemên ku îro hene, nivîsandina ku îro heye, Kurmancîya ku îro bi Erebî, Tirkî û Farisî tê nivîsandin, dê karibe mirovekî perwerde bike û wî hînî alozî, kêşe, arîşe, pirsgirêk û mijarên jîyan û mirin û hebûn û nebûnê bike an?
-II-
Sitemkarîya nimûnedar, nezanî û nexwendewarîya req û wêranker, hejarî û perîşanîya gawirane, binpêkirina sîmayên kesayetîyê û talankirina taybetmendîyên neteweyî, dabeşkirina kotekane ya laş û gîyanê me yê dîrokî û hewldanên rêbazane û berhemdar ên tunekirin û jiholêrakirina mercên xwezayî yên bûnewerîya mirovê Kurd, hem berdewam dikin û hem jî bi demê re, kûrtir û serencamên wan ronaktir dibin.
Îcar, heger li bin sîya dîmena jorîn û di hundirê vê êşa mezin a ku çarenivîsa me tê de dijî de, rewşenbîrê Kurd nikaribe bibe wijdanê civak û komeleya xwe, dê li hêvîya kîjan barûdoxan bimîne da ku dest bi rola xwe bike û beşdarî afirandina zanîn, hişyarî û ronîkirina rêçên ku ber bi azadîyê ve diçin, bibe?
Ji derveyî vê beşdarîya ku di bingeha xwe de erkên asa û rolên xwezayî yên rewşanbîran in, ez dixwazim li pirsyarî û li pirsa pirsafirandinê bipirsim, dixwazim pirsa gotara rewşenbîrî, pirsên mayîn û nemana vî zimanî, vê nasname, kelepûr, taybetmendîyên dîrokî, pirsên xewn û xwînê çima nayên kirin û çima wek çarçoveyîne teorî bo gengeşe û guftûgoyê nayên pêşkêşkirin? Pirsên ku mirovan nû bikin, mirovan ber bi têramandin û hizirînê ve dehf bidin, pirsên ku bawerîya mirovan bi civak, kesayetî, paşeroj û pêşeroj û nasnameya wan bînin, ka li ku ne? Û sertaca wan pirsan jî pirsa ku cihê rewşenbîran di nexşeya xebat, berxwedan û têkoşîna neteweyî de li ku ye? Gelo pêwêst e ku yê rewşenbîr li kolan, çîya û di nav xelkê û cemawer de be da ku pêşengî û serkêşîya wî bike, an jî rola wî ew e ku pirtûkan çap bike, kovaran biweşîne, malperan ava bike, piştgirîya vê rêxistinê û dijminatîya ya din bike, li mala xwe, bi hêminî bijî û bi hêminî helbest û çîrok û romanên xwe binivîsîne? Ma gelo dema ku dinivîsîne, kî berhemên wî dixwîne û naveroka wan berheman çend Kurdan perwerde dike?
Îro, dema ku em behsa rewşenbîrê Kurd dikin, gelo ji bilî helwesta wî ya sîyasî û lawazîya wî ya di beşdarî û di geşkirina gotara rewşenbîrî de, radestîya wî ya rehagir a li pêşberî afirandin û bercestekirin û destnîşankirina naverok, kakil û nirxên gîyanî yên nasnameya neteweyî, tiştekî din tê bîra mirovan an na? Gelo rewşenbîrê Kurd ê ku peyam û felsefeya xwenasînê, ê ku hêzeke ramanî ji bo parastin û rehdaçikandina rastîyê biafirîne, ê ku berjewendîyên xwe di hundirê berjewendîyên çarenûsa giştî ya neteweyê de dibîne, li ku ye?
Heger nivîskarê ku îro bi Kurmancî dinivîsîne, bi zimanê xwe xwendiba, dê di vê asta ramanî, hişyarî, rewşenbîrî de bûya yan na? Gelo em karin bibêjin ku sedemên bingehîn ên tunebûna gotara rewşenbîrî, perwerdeyîya me ya bi zimanên dagîrkeran e? Gelo, hetanî vê kêlîkê, deqek, têkstek, lêkolînek an felsefeyek ji ya Xanî bi wê detir di çarçove û naveroka hizira neteweyî de, berdest heye yan na?
Bê guman e ku hemû nivîskarên ku îro bi Kurmancî dinivîsînin, zimanê wan ê perwerdeyî û xwendinê ne Kurmancî ye. Her wisa xwendina wan a rojane jî (pirtûk, kovar, rojname û malper) bi zimanê Tirkî, Farisî û Erebî ye. Anku zimanê têramandin û hizirîna hemû nivîskarên Kurmancî ne Kurmancî ye. Gelo nivîskarên ku îro bi Kurmancî dinivîsînin, hetanî kîjan radeyê karin di zimanê Tirkî, Farisî û Erebî de nivîskar bin? Li vir, pirsa nivîsandina bi Kurmancî, dikeve çarçoveya keysperestîyê yan na? Dikeve çarçoveya xwexapandinê yan na? Dikeve çarçoveya bêxwedîbûn û rexnenebûn û lawazîya zimên yan jî dikeve çarçoveya tunebûna behremendî û qabilîyeta kesên ku bi Kurmancî mijûl dibin?
-III-
Hindek nivîskar û rojnamevanên Kurd ên li Ewropayê, di sazî, partî, rêxistin û dezgehên Ewropîyan de dixebitin. Hindek ji wan zanko û xwendexaneyên bilind bi zimanên Îngilîzî, Swêdî, Almanî û Fransî xwendine. Anku zimanê wan ê xwendinê ji Kurmancî bi hêztir û dewlemendtir e. Gelo çima nikarin bi wan zimanan binivîsînin û pirsa Kurd bi wan zimanan pêşkêşî Ewropîyan bikin? Di gel ku di cîhana nivîsandin û ragihandinê de, li Ewropayê, em pêrgî gelek kesên Yewnanî, Tirk, Ereb û Faris tên ku bi zimanên Ewropîyan dinivîsînin û gelek ji wan jî navdar û naskirî ne.
Ma rexnegirîya ku îro berdest e, hetanî a nuha xwe ji çarçoveyên pesindayîn û devavêtinê rizgar kiriye an na? Dema ku di cîhana nivîsandinê de, bi giştî, rexneya ku derbasî kûrahîya nivîsandinê bibe tunebe, sedemên tunebûnê çi ne? Gelo sûcê zimanê me ye yan sûcê kesên ku dan û sitandinê bi zimên re dikin e? Gelo rexneya ku îro di Kurmancî de heye, ta kîjan astê di hundirê ziman û kultûra serdestan de perwerde bûye û gelo ew serencama hînbûna zimanê dagirkeran e? Ma pêwîst e ku rexneya me ji ya xelkê cihê be, anku çêj, reng, kesayetî, ziman, çarçewe û alavên xwe yên derbirînê hebe?
Ma bi rastî xwendevanê Kurmancî heye yan em xwe bi vê “heye”yê dixapînin da ku em bahaneyekê ji nivîsandina xwe re bibînin? Gelo ji derveyî kesên ku bi Kurmancî dinivîsînin, kî bi Kurmancî dixwîne? Dema ku bixwîne jî, çima bi Kurmancî dixwîne, çêjê ji berhemên me werdigire yan na? Bi xwendina berhemên me kare asoyên xwe yên têgihiştinê berfirehtir bike; têgihiştina hebûn û gerdûn, têgihiştina asteng û pirsgirêkên jîyana xwe û jîyana derdora xwe?
Ta kîjan radeyê rewşenbîrê Kurd li gorî hindek pîvan, merc, çemk (mefhûm) û bawerîyên naskirî yên afirandin û dahênanê, di berhemên xwe de ber bi hundirê xwe ve diçe, xwe nas dike, xwe zeft dike û digihêje hindek encamên ku girêdayî jikuhatina wî bin, da ew hundir karibe hindek asoyên din jî, ên pirshilgir, li ber wî veke. Dema ku ez asta nivîsandina xwe nizanibim, bê guman ez dê nikaribim beşdarî destnîşankirina asta wêje û çanda Kurdî bi giştî bibim. Ez dê nikaribim bi şêwaz û alavine nûjen der barê hebûn û nebûna wê çandê bipeyivim û sîmayên nasnameya xwe ya takekesî û gelemperî, di naveroka wê kultûrê de, li qelem bidim. Hetanî kîjan radeyê nivîskar û rewşenbîrê Kurd kare bi cegerdarî li xwe mikur were û pirsên tirsnak, dîmenên şêlû û xalên lawaz ên çanda xwe destnîşan bike?
Di warê parastina nirxên civatê û rehdaçikandina wateyên berfireh û mirovane yên nasnameyê de, nivîskar û rewşenbîrên Kurd hetanî kîjan radeyê bi hişekî dîrokî û bi helwesteke şaristanî beşdarî ronîkirin û dewlemendkirina hizir û têgihiştina mirovê Kurd dibin û hetanî kîjan astê xwe wek pasvanên ragihandina rasteqînîyê dibînin; li vir, dixwazim pirsê hinekî zelaltir bikim: Heger ne ji zimanê Erebî, Tirkî û Farisî bûya, rewşenbîrê Kurd dê çawan xwe û dîroka xwe û wateyên nasname û taybetmendîyên xwe yên neteweyî nas bikirina? Gelo îro rewsenbîrekî Kurd heye ku ziman û zaravayên xwe, dîrok û kelepora xwe, edebîyata xwe, welat û cografîya xwe ji yên Tirk û Ereb û Farisan baştir zanibe?
Di warê letletkirina hest û bawerîyan de, di gurkirina cudahî û nakokîyan de, rewşenbîrê Kurd, îro roj, hetanî kîjan radeyê kelem û astengan li pêş geşbûna hizira neteweyî datîne û hetanî kîjan pileyê kare bibe hoker û piştgirê şerê birakujî û berdevkê hêzên sîyasî? Gelo rewşenbîrekî ku xwe di ser partî û hêzan re bibîne û karibe ji me re teorîyeke kurdewarane di naveroka hizira neteweyî de –derveyî endametîya filan an bêvan rêxistinê, derveyî êl û ola xwe, binemal û gund û bajarê xwe, beş û devoka xwe, zarav û parçeyê xwe, rêxistin û grûpa xwe- pêşkêş bike, kare di vê qonaxê de peyda bibe yan ne?
Gelo kengî rewşenbîrê Kurd dê bi erkê xwe yê rasteqîne û dîrokî rabibe?
Li dijî desthilatê parastina nirxên civakî û ji ya hemûyan pîroztir parastina mafên hemwelatîyê, hem wek civat û hem jî wek takekes?[1]
この商品は(Kurmancî - Kurdîy Serû)言語で記述されてきた、元の言語でアイテムを開くには、アイコンをクリックして
Ev babet bi zimana (Kurmancî - Kurdîy Serû) hatiye nvîsandin, klîk li aykona bike ji bu vekirina vî babetî bi vî zimana ku pî hatiye nvîsandin!
このアイテムは593表示された回数
HashTag
ソース
[1] | کوردیی ناوەڕاست | https://rojava.net/
リンクされたアイテム: 3
グループ: 記事
Publication date: 13-08-2021 (3 年)
Publication Type: No specified T4 1434
ドキュメントの種類: 元の言語
ブック: 調査
プロヴァンス: No specified T4 988
Technical Metadata
アイテムの品質: 97%
97%
は、 ( ئەڤین تەیفوور 29-09-2022上で追加しました
Denne artikkelen har blitt gjennomgått og utgitt av ( ئاراس حسۆ ) på 30-09-2022
最近の( ئەڤین تەیفوور )によって更新この商品: 29-09-2022
URL
この項目はKurdipediaのによると規格はまだ確定されていません!
このアイテムは593表示された回数
Attached files - Version
タイプ Version エディタ名
写真ファイル 1.0.125 KB 29-09-2022 ئەڤین تەیفوورئـ.ت.
Kurdipediaはクルド情報の最大の源です!
イメージと説明
カズィ・ムハンマド大統領の処刑

Actual
ライブラリ
カワと7にんのむすこたち クルドのおはなし
01-06-2015
هاوڕێ باخەوان
カワと7にんのむすこたち クルドのおはなし
伝記
レイラ・ザーナ
18-10-2013
هاوڕێ باخەوان
レイラ・ザーナ
ライブラリ
クルディスタンを訪ねて―トルコに暮らす国なき民
17-10-2013
هاوڕێ باخەوان
クルディスタンを訪ねて―トルコに暮らす国なき民
ライブラリ
クルディスタン=多国間植民地
18-10-2013
هاوڕێ باخەوان
クルディスタン=多国間植民地
新しいアイテム
統計
記事 518,372
画像 105,516
書籍 19,422
関連ファイル 97,449
Video 1,395
Kurdipediaはクルド情報の最大の源です!
イメージと説明
カズィ・ムハンマド大統領の処刑
Folders
地図 - プロヴァンス - Kurdistan 伝記 - 性別 - 女性 伝記 - ネイション - クルド 伝記 - - 北クルディスタン 伝記 - 人タイ - 議会メンバー 伝記 - 人タイ - 政治犯 伝記 - 方言 - クルド - Badini ライブラリ - プロヴァンス - 外 ライブラリ - ブック - クルド発行 ライブラリ - 方言 - 日本人

Kurdipedia.org (2008 - 2024) version: 15.58
| お問い合わせ | CSS3 | HTML5

| ページ生成時間:0.453 秒(秒) !