ライブラリ ライブラリ
検索

Kurdipediaはクルド情報の最大の源です!


Search Options





詳細検索      キーボード


検索
詳細検索
ライブラリ
クルド名
出来事の年表
ソース
履歴
ユーザーコレクション
活動
検索ヘルプ?
出版
Video
分類
ランダムアイテム!
送信
送信記事
画像を送信
Survey
あなたのフィードバック
お問い合わせ
我々は情報をどのような必要はない!
規格
利用規約
アイテムの品質
ツール
について
Kurdipedia Archivists
私達についての記事!
あなたのウェブサイトにKurdipediaを追加
/追加メールを削除
訪問者統計
アイテムの統計
フォントコンバータ
カレンダーコンバータ
言語やページの方言
キーボード
ハンディリンク
Kurdipedia extension for Google Chrome
Cookies
言語
کوردیی ناوەڕاست
کرمانجی - کوردیی سەروو
Kurmancî - Kurdîy Serû
هەورامی
Zazakî
English
Française
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
Nederlands
Svenska
Español
Italiano
עברית
Pусский
Norsk
日本人
中国的
Հայերեն
Ελληνική
لەکی
Azərbaycanca
マイアカウント
サインイン
メンバー!
パスワードを忘れました!
検索 送信 ツール 言語 マイアカウント
詳細検索
ライブラリ
クルド名
出来事の年表
ソース
履歴
ユーザーコレクション
活動
検索ヘルプ?
出版
Video
分類
ランダムアイテム!
送信記事
画像を送信
Survey
あなたのフィードバック
お問い合わせ
我々は情報をどのような必要はない!
規格
利用規約
アイテムの品質
について
Kurdipedia Archivists
私達についての記事!
あなたのウェブサイトにKurdipediaを追加
/追加メールを削除
訪問者統計
アイテムの統計
フォントコンバータ
カレンダーコンバータ
言語やページの方言
キーボード
ハンディリンク
Kurdipedia extension for Google Chrome
Cookies
کوردیی ناوەڕاست
کرمانجی - کوردیی سەروو
Kurmancî - Kurdîy Serû
هەورامی
Zazakî
English
Française
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
Nederlands
Svenska
Español
Italiano
עברית
Pусский
Norsk
日本人
中国的
Հայերեն
Ελληνική
لەکی
Azərbaycanca
サインイン
メンバー!
パスワードを忘れました!
        
 kurdipedia.org 2008 - 2024
 について
 ランダムアイテム!
 利用規約
 Kurdipedia Archivists
 あなたのフィードバック
 ユーザーコレクション
 出来事の年表
 活動 - Kurdipedia
 ヘルプ
新しいアイテム
統計
記事 518,457
画像 105,476
書籍 19,422
関連ファイル 97,432
Video 1,396
ライブラリ
カワと7にんのむすこたち クルドのおはなし
伝記
レイラ・ザーナ
ライブラリ
クルディスタンを訪ねて―トルコに暮らす国なき民
ライブラリ
クルディスタン=多国間植民地
Çomanî: Bi 'Seher'a soranî Demîrtaş li Başûr zêdetir populer bû
グループ: 記事 | 記事言語: Kurmancî - Kurdîy Serû
Share
Facebook0
Twitter0
Telegram0
LinkedIn0
WhatsApp0
Viber0
SMS0
Facebook Messenger0
E-Mail0
Copy Link0
ランキングアイテム
優秀
非常に良い
平均
悪い
悪い
は、私のコレクションに追加
は、この項目についてのあなたのコメントを書く!
アイテム履歴
Metadata
RSS
選択した項目に関連する画像は、Googleで検索!
選択した項目は、Googleで検索!
کوردیی ناوەڕاست0
English0
عربي0
فارسی0
Türkçe0
עברית0
Deutsch0
Español0
Française0
Italiano0
Nederlands0
Svenska0
Ελληνική0
Azərbaycanca0
Fins0
Norsk0
Pусский0
Հայերեն0
中国的0
日本人0

Pirtûka Seher

Pirtûka Seher
Hevpeyvîn: #Zekî Ozmen#
Pirtûka #Seher# a #Selahattin Demirtaş# bi weşandinê re dengekî mezin veda. Çîrokên di pirtûkê de hemû bi zimanê tirkî ne. Wergera pirtûkê ya kurmancî ku ji aliyê #Rêdûr Dîjle# ve hatiye kirin, vê hefteyê derket û wê jî di medyaya Bakur de dengekî mezin veda. Lê belê berî çar mehan wergera pirtûkê li Başûr ji Weşanxaneya Xezelnûs bi soranî derketibû. Wergera soranî li Başûr deng veda lê di medyaya Bakur de cihekî zêde negirt. Em derbarê eleqeya Seher a bi soranî û rexneyên li şêweyê weşandina wê de bi wergerê pirtûkê #Ferhad Çomanî# re axivîn. Çomanî li Başûr ji bilî karê rojnamegeriyê, wekî nivîskar û wergerê pirtûkan jî ji nêz ve tê naskirin. Me pirsên meraq dikirin jê pirs kirin û wî jî ya dilê xwe ji me re anî zimên:
Wergera kurmancî ya Seherê ku ji aliyê Rêdûr Dîjle ve hatiye kirin vê hefteyê çap bû. Medyaya Bakur eleqeyeke mezin nîşanî wergera kurmancî da. Çar meh jî di ser çapa wergera te ya ji bo soranî derbas bûn. Eleqeya ji bo soraniya pirtûkê heta niha li Başûr çawa ye?
Di serî de lazim e ez vê bêjim, berî ku Seher bi soranî derkeve xwendevanan ewqasî meraq dikir, wisa kirin ku weşanger hinek karên xwe bide alî û bi lez Seherê çap bike. Seher navê birêz Selahattin Demirtaş li ser bû, ji aliyê wî ve di hucreyeke girtîgehê de hatibû nivîsandin. Nivîsandina van çîrokan di zindanê de bi xwe bû çîrokeke mereqkirî. Lewma jî hem ji aliyê xwandevanan û hem jî ji aliyê hinek dezgehên medyayî yên Başûr ve eleqeyeke baş jê re hat nîşandan. Niha di pirtûkxaneyan de bi dest nakeve û em ji bo çapa duyem wê amade dikin.
Gelo li Başûr tişteke ji rêzê ye ku çapa yekem a pirtûkekî di nava çend mehan de biqede û çapa duyem were weşandin?
Rastî ne tişteke ji rêzê ye. Pirtûkên ku çend caran jî hatine çapkirin nadir in. Lê eleqeya mezin li hember Seher wisa kir ku bibe pirtûka salê li Başûr. Li rojhilatê Kurdistanê jî di pêşegeha pirtûkan a bajêrê Sine de jî Seher bû pirtûka ku herî zêde di nav hezaran pirtûkên din ên kurdî de hate firotin. Hetanî niha jî mesaj ji min re tên û daxwaza Seherê dikin.
Selahattin Demirtaş li Başûr wekî siyasetvanekî gelek tê hezkirin. Çapa pirtûka wî ya li Başûr çiqasî bandor li popûlerbûna wî ya heyî kir?
Bandoreke mezin kir. Wiha kir ku hema bêje hemû xwendevanên Seherê ji birêz Demirtaşê siyasetmedar û niha jî ji Demirtaşê nivîskar û vebêjê êş û zehmetiyên wan jî hez dikin. Ez çima vê dibêjim? Ji ber ku ew karvedanên nivîskî ku ji min re hatine îmaje bi wê yekê didinê wekî ku Selo can çîroka wan nivîsandibe. Gelek kes bi kelecaneke mezin sûretê nîvê rûyê xwe digel Sehera nîvrû a li ser pirtûkê parve dikirin. Ev bi xwe bes î wê çendê ye ku xelk çiqas wan çîrokan wekî parçeyekî jiyana xwe bibînin.
Li Bakur wergera çapa kurmancî ji wergera te ya soranî zêde deng veneda. Sedemê vê yekê jî wekî helwesta çapemeniya Bakur a li dijî ku te pirtûk bêyî destûra Selahattin Demirtaş wergerandiye û weşandiye hate nîşandan. Sedema weşandina pirtûkê ya bêyî destûra nivîskarê pirtûkê Demirtaş çi bû?
Rastî ev şaşîtiyeke mezin e bibêjin bêyî ku destûr bistîne wergerand û çap kir. Ez dikarim hemû email û axaftinan nîşanî wan bidim, ên vê yekê dibêjin. Ez zêdetirî du mehan bi weşanxaneya Seher a tirkî re ketim têkiliyê. Min digel sê camêrên ku di DipNot de dişuxilin qise kir û wan di serî de got ji me re reşnivîska wergera xwe bişîne. Paşê gotin lazim e parêzerên birêz Demirtaş herin cem wî, ji bo destûra çapa soranî bide. Bersiv li min vegerandin û gotin birêz Demirtaş erê kiriye lê gotiye bila digel weşanxana DipNot'ê têkeve têkiliyê. Êdî min çend email ji wan re şandin lê di dawî de êdî bersiva min jî nedidan. Dîsa jî em mehekî li benda bersiva wan man lê tu bersiv nedan. Digel wan hemî rastiyan ez ê tiştekî bêjim; heke ked û westiyana min bi şev û roj ji bo wergerandina pirtûka Seherê ya birêz Demirtaş, bêyî ku min pere sitandibe, sûç û xeta be, ev ked ji bo zimanê kurdî ye. Heke danasîna birêz Demirtaş wekî nivîskarek bi xwendevanên Başûr û bêparnekirina wan ji pirtûka wî tawan be, ez amade me herime wir û bi her cezayî razî me. Lê bi hêvî me ceza ne ew be ku bişînin zindana F Tîpê ya Edirne. Ji ber ku baweriya min sedî sed ew e ku hişmendiya wan ji eqiliyet û siyaseta ku birêz Demirtaş girtine sedî sed cuda ye.
Haya te jê heye ka Demirtaş ser wergera soranî çi bertek da, yan jî te hewl da bi rêya parêzerên wî xwe bigihîniyê?
Wekî min di bersiva pirsa te ya gava din de jî got, erê ew hevalên DipNotê çend caran gotin em ê xwesteka te bigihînin birêz Demîrtaş. Carekê gotin roja îna were wê parêzerên wî herin. Piştî heftekê gotin çênebû, wê hefteya pêş herin. Paşê gotin rûniştina dadgehê destpêkiriye û vê hefteyê jî nikarin. Piştî wan hefteyan min çend email jî şandin lê êdî tu kesî bersiva min neda.
Pirtûk weşiya û li gor min ser medyaya civakî şopand eleqeyeke baş jî jê re peyda bû. Di warê birêveçûna çapê û belavkirina pirtûkê tişteke tu bibêjî xwezî pêşiya pirtûk çap bibe min ev bikira û piştî çap bûyî min ev jî bikira heye gelo?
Erê heye, lê mixabin pêk nehat. Min ji xebatkarên DipNotê xwest ku heke mûmkûn be birêz Demîrtaş bi rêka vê wergerê pêşgotineke wekî peyama wî ji gelê Başûr re binvîse, lê mixabin ew jî pêk nehat. Ev xwesteka min jî bê bersiv ma.
Hatina pere ya Seher a tirkî û kurmancî wê ji bo projeyên civakî were terxankirin. Gelo hatina pereyan a Seher a soranî wê ji bo çi were xerckirin?
Min û birêz Rewez Hemesalih, rêveberê weşanxaneya Xezelnûs, biryar daye piştî çapa duyemîn beşek pereyê Seherê ji bo nexweşxaneya Hîwa a penceşêrê li Silêmaniyê were dayin.
Em vegerin ser naveroka pirtûkê... Tu hem wêjevan û hem jî wergerê wêjeyê yî. Rexneyên te yên derbarê çîrokên di Seherê de meraq dikim...
Rexneyên min nizanim çawa bînim zimên, rastî wekî te got tu hem wêjevan û hem jî wergerê wêjeyê yî bi vê pirsê tu min dikî lêkolînvan jî (dikene). Ez bawer dikim rexnekirin ne karê min e, lê heke ez nêrîna xwe bînim zimên dikarim vê bêjim; çend heb ji çîrokên Seher ji aliyê teknîkî û plot ve hinek lawaz bûn. Yanî xuya dibe ku Seher yekem pirtûka nivîskar e. Vê jî bêjim ku ev nêrîna min ne ji bo hemû çîrokên nava pirtûkê ye lê ji bo hinek ji wan derbas dibe.
Rexneyên wêjevanên başûrî ji naveroka pirtûkê re çawa bû?
Digel pesindana çîrokan rexne jî hebûn. Hinekan ji wan gotin ev pirtûk heke navê birêz Demirtaş jê rakî wê tu kes nexwînî. Bi ya wan gelek basît hatiye nivîsandin. Lê ez bawerim ev ne rexne ye. Ez ji bo roman û çîrokên xwe jî vê bersivê didim; gelo hûn çîrokên tevlîhev û zimanekî giran wekî çîrok û vebêjîna bi hêz dinirxînin? Na, ez bi xwe di wê baweriyê de me ku Seher lazim bû wekî ku birêz Demirtaş nivîsandiye bê nivîsandin.
Meraq dikim, tu Demirtaş wekî siyasetvanekî xwedî taybetmendiyên pirhêlî, dişibînî kîjan siyasetvanê başûrî û çima?
Em hatin ser pirsa herî zehmet! Çi bêjim kekê Zekî... Rastî heke ev pirs ji bo dema me ya niha be, tu kes naşibe wî. Ez niha ji xeynî pozeke bilind, şaşiyên mezin û bê veger, ne diyariya stratejîyeke siyasî, kîndariyeke kûr, hevrikiyeke bi dijmintî û kesên dûrî wêjeyê tu tiştan nabînim û tu kes naşibe wî. Di nava yên koça xwe ya dawî kirine dikarim bêjim ku dişibe birêz Newşîrwan Mistefa. Wekî wî bi rêwîtiya xwe ya siyasî qefên gulên wêjeyê ji me re çêdike. Pirtûka Bedem Rêgawe Gûlçinîn a Newşîrwan Mistefa tîne bîra min. Ji aliyê din ve hinekî dişibe birêz Mam Celalê rehmetî. Gelek taybetmendiyên hevbeş di navbera wan de hene.
Eger rojekî derfet çêbibe ku tu bi Demirtaş re rûnî, tu yê çi jê re bibêjî?
Rastî gelek gotin hene mirov bixwaze bibêje, helbet heke derfeteke wisa pêk were. Ez ê bêjimê berî Seherê me tu xwendî, serbûriya jiyan û mezinbûn û asîmîlebûna te. Ew neheqiyên li hember te hatin kirin ji me re hem çîrok û hem jî mînakeke mezin bû ji bo em jî di jiyana xwe de, ji bo sitandina maf û heqê xwe, ji bo ku em hîn bibin çawa ji xwelîbûnê vegerin ser rehên xwe û biryara vejîn û serhildanê.
Bila edet were cihê xwe û tiştek di dawiyê de di dilê te de mabe, fermo...
Ez ji dil û can sipasiya te dikim û ji dil û can silavên xwe dişînim ji bo xebatkarên Diyarnameyê. Silavên ji dil ji bo birêz Selahattin demirtaş.
Her wisa tiştek di dilê min de mabe ez dixwazim rasterast bêjim; xwezî ji bilî ku ez werim rexnekirin li ser wê yekê, min Seher wergerandiye ser vî zimanê ku diviyabû zimanê yekem ê pirtûkê bûya, ez nehatibama rexnekirin. Min tenê xwest pirekê çêbikim. Pira ku di siberoja dîroka gelê me de hetanî îro dijminên me dixwazin têk bibin û ferheng û kultûra her parçekî Kurdistanê ji yên din cuda bikin.
Ji bo fotoyên li Başûr ligel 'Seher'a soranî hatine kişandin:
GALERÎ-SEHER-SORANÎ
***
Hevpeyvîna bi wergerê kurmancî re:
- Dîjle: 'Seher'a bi kurdî ji bo wêjeya kurdî dê livek erênî bide der
[1]
この商品は(Kurmancî - Kurdîy Serû)言語で記述されてきた、元の言語でアイテムを開くには、アイコンをクリックして
Ev babet bi zimana (Kurmancî - Kurdîy Serû) hatiye nvîsandin, klîk li aykona bike ji bu vekirina vî babetî bi vî zimana ku pî hatiye nvîsandin!
このアイテムは645表示された回数
HashTag
ソース
[1] | Kurmancî - Kurdîy Serû | https://diyarname.com/
リンクされたアイテム: 3
グループ: 記事
Publication date: 07-06-2018 (6 年)
Original Language: トルコ
Publication Type: No specified T4 1434
ドキュメントの種類: 元の言語
プロヴァンス: 北クルディスタン
Technical Metadata
アイテムの品質: 99%
99%
は、 ( ئاراس حسۆ 08-09-2022上で追加しました
Denne artikkelen har blitt gjennomgått og utgitt av ( سارا ک ) på 08-09-2022
最近の( سارا ک )によって更新この商品: 08-09-2022
URL
この項目はKurdipediaのによると規格はまだ確定されていません!
このアイテムは645表示された回数
Kurdipediaはクルド情報の最大の源です!
イメージと説明
カズィ・ムハンマド大統領の処刑

Actual
ライブラリ
カワと7にんのむすこたち クルドのおはなし
01-06-2015
هاوڕێ باخەوان
カワと7にんのむすこたち クルドのおはなし
伝記
レイラ・ザーナ
18-10-2013
هاوڕێ باخەوان
レイラ・ザーナ
ライブラリ
クルディスタンを訪ねて―トルコに暮らす国なき民
17-10-2013
هاوڕێ باخەوان
クルディスタンを訪ねて―トルコに暮らす国なき民
ライブラリ
クルディスタン=多国間植民地
18-10-2013
هاوڕێ باخەوان
クルディスタン=多国間植民地
新しいアイテム
統計
記事 518,457
画像 105,476
書籍 19,422
関連ファイル 97,432
Video 1,396
Kurdipediaはクルド情報の最大の源です!
イメージと説明
カズィ・ムハンマド大統領の処刑
Folders
ライブラリ - ブック - ストーリー ライブラリ - ドキュメントの種類 - 翻訳 ライブラリ - 方言 - 日本人 ライブラリ - プロヴァンス - 外 ライブラリ - Publication Type - ライブラリ - PDF - ライブラリ - ブック - その他 ライブラリ - ブック - クルド発行 地図 - プロヴァンス - Kurdistan

Kurdipedia.org (2008 - 2024) version: 15.58
| お問い合わせ | CSS3 | HTML5

| ページ生成時間:0.359 秒(秒) !