ライブラリ ライブラリ
検索

Kurdipediaはクルド情報の最大の源です!


Search Options





詳細検索      キーボード


検索
詳細検索
ライブラリ
クルド名
出来事の年表
ソース
履歴
ユーザーコレクション
活動
検索ヘルプ?
出版
Video
分類
ランダムアイテム!
送信
送信記事
画像を送信
Survey
あなたのフィードバック
お問い合わせ
我々は情報をどのような必要はない!
規格
利用規約
アイテムの品質
ツール
について
Kurdipedia Archivists
私達についての記事!
あなたのウェブサイトにKurdipediaを追加
/追加メールを削除
訪問者統計
アイテムの統計
フォントコンバータ
カレンダーコンバータ
言語やページの方言
キーボード
ハンディリンク
Kurdipedia extension for Google Chrome
Cookies
言語
کوردیی ناوەڕاست
کرمانجی - کوردیی سەروو
Kurmancî - Kurdîy Serû
هەورامی
Zazakî
English
Française
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
Nederlands
Svenska
Español
Italiano
עברית
Pусский
Norsk
日本人
中国的
Հայերեն
Ελληνική
لەکی
Azərbaycanca
マイアカウント
サインイン
メンバー!
パスワードを忘れました!
検索 送信 ツール 言語 マイアカウント
詳細検索
ライブラリ
クルド名
出来事の年表
ソース
履歴
ユーザーコレクション
活動
検索ヘルプ?
出版
Video
分類
ランダムアイテム!
送信記事
画像を送信
Survey
あなたのフィードバック
お問い合わせ
我々は情報をどのような必要はない!
規格
利用規約
アイテムの品質
について
Kurdipedia Archivists
私達についての記事!
あなたのウェブサイトにKurdipediaを追加
/追加メールを削除
訪問者統計
アイテムの統計
フォントコンバータ
カレンダーコンバータ
言語やページの方言
キーボード
ハンディリンク
Kurdipedia extension for Google Chrome
Cookies
کوردیی ناوەڕاست
کرمانجی - کوردیی سەروو
Kurmancî - Kurdîy Serû
هەورامی
Zazakî
English
Française
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
Nederlands
Svenska
Español
Italiano
עברית
Pусский
Norsk
日本人
中国的
Հայերեն
Ελληνική
لەکی
Azərbaycanca
サインイン
メンバー!
パスワードを忘れました!
        
 kurdipedia.org 2008 - 2024
 について
 ランダムアイテム!
 利用規約
 Kurdipedia Archivists
 あなたのフィードバック
 ユーザーコレクション
 出来事の年表
 活動 - Kurdipedia
 ヘルプ
新しいアイテム
統計
記事 519,000
画像 106,687
書籍 19,299
関連ファイル 97,310
Video 1,392
ライブラリ
カワと7にんのむすこたち クルドのおはなし
伝記
レイラ・ザーナ
ライブラリ
クルディスタンを訪ねて―トルコに暮らす国なき民
ライブラリ
クルディスタン=多国間植民地
HELBEST ÇI YE?
グループ: 記事 | 記事言語: Kurmancî - Kurdîy Serû
Share
Facebook0
Twitter0
Telegram0
LinkedIn0
WhatsApp0
Viber0
SMS0
Facebook Messenger0
E-Mail0
Copy Link0
ランキングアイテム
優秀
非常に良い
平均
悪い
悪い
は、私のコレクションに追加
は、この項目についてのあなたのコメントを書く!
アイテム履歴
Metadata
RSS
選択した項目に関連する画像は、Googleで検索!
選択した項目は、Googleで検索!
کوردیی ناوەڕاست0
English0
عربي0
فارسی0
Türkçe0
עברית0
Deutsch0
Español0
Française0
Italiano0
Nederlands0
Svenska0
Ελληνική0
Azərbaycanca0
Fins0
Norsk0
Pусский0
Հայերեն0
中国的0
日本人0

HELBEST ÇI YE?

HELBEST ÇI YE?
#Helbest# ; hûner , ziman, deng û ritimeke birêkûpêk kiriye , hestyarî û hizirînekî ji rêzê dûr tîne ziman , mirov di riya wê de dikare hemû hestên xwe daberîn bike . Helbest, dermanê rih e û yek ji cûre nivîsînên wêjeyî yê herî girîng e. Li gor naveroka xwe jî cûrên nivîsînên wêjeyî yên din cuddtir e. Hêvî, aşop , evîndarî û hemû mijarên hest û ziman bi hûnandineke bedew tîne ziman û bandorê li kesayeta yê guhdar û helbestvan dike.
Helbest, cûreyek ji wêjeya herî kevn e. Di helbestê de beriya her tiştî, tişta girîng ne wateya peyvê lê belê raman û hestê wê ye , ji pexşanê cuda ye. Helbest bi pîvan û kêşe ( Kilasîk ) , her wiha bi awayê nûjen ( berdayî ) heye .
Bandora helbesta devokî ya Kurdî xwe di demê Avestayê de jî daye der. Beşa Avestayê ya bi navê “Gata yan Gatan” hemû bi awayê helbest û bi pîvana kitan hatiye nivîsandin. Ev dide diyar kirin ku beriya Avestayê jî bi heman rengî bi awayek devokî helbest hatine nivîsîn. Niha jî ew awayê helbest gotinê di nava Kurdan de heye û weke çandek kevnar di koçk û dîwanxanan de tê gotin.
Di helbestên devkî de, ji bilî yên qehremanî û dildariyê, aliyê wê yê olî jî roleke girîng di wêjeya devkî ya kurdî de lîstiye. Ji ber pirtûka Zerdeşt “Avesta” olî ye û bi awayê helbestî hatiye nivîsandin. Her wiha Pîrên Zerdeştî jî nirxandin û duayên xwe yên olî bi awayê helbestî hûnandine . Piştî hatina ola Îslamê jî dîsa bawermendên Misilmanên kurd , çi bi zimanê Erebî û çi bi Kurdî , dua û daxwazên xwe bi helbestî di teşeyên pesindayîn (medîhl , devavêtin , qesîde, xezel û beytên olî de diyar kirine.
Helbesta kilasîk :
Ew helbesta bi endîze , pîvan û kêşe ye . Li dîwanxane û serayên mîr û paşayan û ji bo wan dihatin gotin . Serkêşê vê serdemê di sedsala 10'an de Baba Tahirê Hemdanî ( Uryan ) bû . Her wiha gelek mînakên din jî ku di serdem û çerxên cûda cûda de derketine hene . Weke Elî Herîrî , Melayê Cizîrî , Ehmedê Xanî , Feqê Teyran , Siyapoş , Pertew Begê Hekarî , Mihrîban Xatûn , Mestûre Erdelan , Meyrem Xan , Dildar û hwd .
Helbesta nûjen :
Helbesta berdayî , bê kêşan û terazû ye . Ev helbest di navbera cenga cîhanî ya yekê û didiwan de xwe da der . Balê nade kêşanê lê dive ku bi pîver be û newaya mûzîka wê hebe , bi hay , hest û raman bê hûnandin .
Dibe ku helbestên Qedrî Can di Hawarê de mînaka herî zelal û berbiçav bin di vî warî de. Lê Cegerxwîn bi şêweyê helbesta xwe gelek nav di bin baskê xwe de hiştin û heta niha jî dom dike . Ji vê malbata hunerî helbestên Tîrêj , Keleş , Salihê Heydo û gelekên din hene ku di warê nivîsandina helbestê de mane girêdayî bi kêşesaziyê ve .
Lê pêla nûjenya ku helbestên hemû zimana dabû ber xwe weha helbesta Kurdî jî dabû ber xwe ku di van salên dawî de bi dehan, eger em nebêjin bi sedan nav derketin. Ji wan Ehmeêd Huseynî , Tengezarê Marînî, Fethulla Huseynî, Rizoyê Xerzî, Jan Dost, Hekîm Sefqan, Royarê Amedî, Diya Ciwan, Arşevê Oskan, Nezîr Palo, Rûxweşê Zîvar, Mihemed Hemo, Axîn Arif, Ferhadê Îcmo, Hoşeng Broka, Jana Seyda ...hwd.
Taybetmendiyên zimanê helbestê :
Di zimanê helbestê de bi awayekî giştî peyv, ne li gor wateya xwe ya rast tên bikaranîn.
Zimanê helbestê taybetmendiyê zimanê rojane weke hest û hay himbêz dike. Lê belê bikaranîna aşop û gotinên hûnerî zimanê rojane derbas dike .
Di zimanê helbestê de aşop heye lê di zimanê rojane de aşop nîne.
Di zimanê helbestê de bi peyvên kêm, wateyên zêde tên armanc girtin , lê di zimanê rojane de ev tişt nîne .
Di zimanê helbestê de gotinên hûnerî bi awayekî zêde û bi bandor tên bikaranîn.
Hêmanê helbestê :
Nest û dilsojî : xuyabûna hest û hay helbestvan di helbestê de .
Bîrok (Raman) : raman ku helbestvanbdixwaze bigihîne yê guhdar.
Hizir û sawîr : hizir , aşop û mînandina helbestvan di helbestê de .
Ristin û hûnandin : komkirin , rêzkirin û hûnandina van hêmanan di helbestê
de û ristina wan bi zimanekî xweş û bedew .
Cûreyên Helbestê :
Devokî : bi devokî ye , li ser devê şivan û gavanan tê gotin , dibe ku ketibe nivîsandinê de yan na .
Fermî : beşê sazkirî , fermî û bi rêziman , di hemû aliyan de tekûz e . Şaristanî ye .
Epîk ( destaneyî ) : Helbestên bi kêşe û dirêj in . Serpêhatî , qehremanî , şer û cengan bi awayekî helbestî tên vegotin û nivîsandin . Mînak : Destana Gilgamiş.
Lîrîk ( lorandin , xemgînî û kêf ) : helbestên dûrik , dîlok , bêrîkirin û şînê ne . Navê xwe ji lohirandin an jî ji amûra lîr ya Yûnaniya kevin girtiye . Mînak : Memê Ebasî .
Dîdaktîk ( hînkirinê ) : ev cûre ji hay û hestan dûr e , tenê ji bo şîretkirin û fêrkirinê tê gotin . Armanc jê ew e ku ramana zendekirinê bigihîne guhdar û di mejiyê wî de biçîne . Mînak : Nûbuhara Biçûkan a Ehmedê Xanî .
Drametîk ( pêkenîn û tinazî ) : ev helbest li şano û sînema bêtir tê bikaranîn .
Pastoral ( xwezayî ) : helbestên şivan û gavana ne . Ev cûre peyvên girêdayî bi xwezayê û bêrîkirina jê re di nav xwe de dihewîne . Ê helbestvan hezkirina xwe ji xwezayê re bi wan derdixe û çem , kanî , dar , çiya û deşt tîne zimên .
Satirîk ( felsefî ) : ev cûre cihê xwe di nav gelek helbestan de digire , ji ber piraniya helbestan û helbestvanan , mijar û ramanên felsefî di nav xwe de dihewînin . Serkêşê vê cûreyê Melayê Cizîrî ye .
Ayîrotîk ( pevşabûn ) : ev helbest hêrsa zayendî geş dike û derdixe pêş . Yenî yê helbeatvan bi peyvên vekirî , zayendî kela dilê xwe derdixe û xeyalê jinek / zilamek tezî tîne ber çavên xwe û davêje ser , jiyana xwe pê xweş dike û aramiyê dide laşê xwe . Di wêjeya kurdî de mînakên wê pirin , lê ya herî berçav; Pertew Begê Hekarî ye , her wiha Feqê Teyran di destana Zembîl Firoş , xwe ji vê cûreyê bê par nehişt .[1]
この商品は(Kurmancî - Kurdîy Serû)言語で記述されてきた、元の言語でアイテムを開くには、アイコンをクリックして
Ev babet bi zimana (Kurmancî - Kurdîy Serû) hatiye nvîsandin, klîk li aykona bike ji bu vekirina vî babetî bi vî zimana ku pî hatiye nvîsandin!
このアイテムは808表示された回数
HashTag
ソース
[1] | کوردیی ناوەڕاست | wejeyakurdi.site123.me
リンクされたアイテム: 5
グループ: 記事
Publication date: 12-01-2018 (6 年)
Publication Type: Born-digital
ドキュメントの種類: 元の言語
ブック: 文化
ブック:
プロヴァンス: Kurdistan
Technical Metadata
アイテムの品質: 99%
99%
は、 ( سارا ک 07-09-2022上で追加しました
Denne artikkelen har blitt gjennomgått og utgitt av ( ئاراس حسۆ ) på 08-09-2022
最近の( ئاراس حسۆ )によって更新この商品: 07-09-2022
URL
この項目はKurdipediaのによると規格はまだ確定されていません!
このアイテムは808表示された回数
Attached files - Version
タイプ Version エディタ名
写真ファイル 1.0.139 KB 07-09-2022 سارا کس.ک.
Kurdipediaはクルド情報の最大の源です!
イメージと説明
カズィ・ムハンマド大統領の処刑

Actual
ライブラリ
カワと7にんのむすこたち クルドのおはなし
01-06-2015
هاوڕێ باخەوان
カワと7にんのむすこたち クルドのおはなし
伝記
レイラ・ザーナ
18-10-2013
هاوڕێ باخەوان
レイラ・ザーナ
ライブラリ
クルディスタンを訪ねて―トルコに暮らす国なき民
17-10-2013
هاوڕێ باخەوان
クルディスタンを訪ねて―トルコに暮らす国なき民
ライブラリ
クルディスタン=多国間植民地
18-10-2013
هاوڕێ باخەوان
クルディスタン=多国間植民地
新しいアイテム
統計
記事 519,000
画像 106,687
書籍 19,299
関連ファイル 97,310
Video 1,392
Kurdipediaはクルド情報の最大の源です!
イメージと説明
カズィ・ムハンマド大統領の処刑

Kurdipedia.org (2008 - 2024) version: 15.5
| お問い合わせ | CSS3 | HTML5

| ページ生成時間:0.594 秒(秒) !