ライブラリ ライブラリ
検索

Kurdipediaはクルド情報の最大の源です!


Search Options





詳細検索      キーボード


検索
詳細検索
ライブラリ
クルド名
出来事の年表
ソース
履歴
ユーザーコレクション
活動
検索ヘルプ?
出版
Video
分類
ランダムアイテム!
送信
送信記事
画像を送信
Survey
あなたのフィードバック
お問い合わせ
我々は情報をどのような必要はない!
規格
利用規約
アイテムの品質
ツール
について
Kurdipedia Archivists
私達についての記事!
あなたのウェブサイトにKurdipediaを追加
/追加メールを削除
訪問者統計
アイテムの統計
フォントコンバータ
カレンダーコンバータ
言語やページの方言
キーボード
ハンディリンク
Kurdipedia extension for Google Chrome
Cookies
言語
کوردیی ناوەڕاست
کرمانجی - کوردیی سەروو
Kurmancî - Kurdîy Serû
هەورامی
Zazakî
English
Française
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
Nederlands
Svenska
Español
Italiano
עברית
Pусский
Norsk
日本人
中国的
Հայերեն
Ελληνική
لەکی
Azərbaycanca
マイアカウント
サインイン
メンバー!
パスワードを忘れました!
検索 送信 ツール 言語 マイアカウント
詳細検索
ライブラリ
クルド名
出来事の年表
ソース
履歴
ユーザーコレクション
活動
検索ヘルプ?
出版
Video
分類
ランダムアイテム!
送信記事
画像を送信
Survey
あなたのフィードバック
お問い合わせ
我々は情報をどのような必要はない!
規格
利用規約
アイテムの品質
について
Kurdipedia Archivists
私達についての記事!
あなたのウェブサイトにKurdipediaを追加
/追加メールを削除
訪問者統計
アイテムの統計
フォントコンバータ
カレンダーコンバータ
言語やページの方言
キーボード
ハンディリンク
Kurdipedia extension for Google Chrome
Cookies
کوردیی ناوەڕاست
کرمانجی - کوردیی سەروو
Kurmancî - Kurdîy Serû
هەورامی
Zazakî
English
Française
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
Nederlands
Svenska
Español
Italiano
עברית
Pусский
Norsk
日本人
中国的
Հայերեն
Ελληνική
لەکی
Azərbaycanca
サインイン
メンバー!
パスワードを忘れました!
        
 kurdipedia.org 2008 - 2024
 について
 ランダムアイテム!
 利用規約
 Kurdipedia Archivists
 あなたのフィードバック
 ユーザーコレクション
 出来事の年表
 活動 - Kurdipedia
 ヘルプ
新しいアイテム
統計
記事 518,986
画像 106,356
書籍 19,330
関連ファイル 97,306
Video 1,399
ライブラリ
カワと7にんのむすこたち クルドのおはなし
伝記
レイラ・ザーナ
ライブラリ
クルディスタンを訪ねて―トルコに暮らす国なき民
ライブラリ
クルディスタン=多国間植民地
KJK: Xwedîderketina Li Çand Û Ziman Erkekî Niştimanî Ye
グループ: 記事 | 記事言語: Kurmancî - Kurdîy Serû
Share
Facebook0
Twitter0
Telegram0
LinkedIn0
WhatsApp0
Viber0
SMS0
Facebook Messenger0
E-Mail0
Copy Link0
ランキングアイテム
優秀
非常に良い
平均
悪い
悪い
は、私のコレクションに追加
は、この項目についてのあなたのコメントを書く!
アイテム履歴
Metadata
RSS
選択した項目に関連する画像は、Googleで検索!
選択した項目は、Googleで検索!
کوردیی ناوەڕاست0
English0
عربي0
فارسی0
Türkçe0
עברית0
Deutsch0
Español0
Française0
Italiano0
Nederlands0
Svenska0
Ελληνική0
Azərbaycanca0
Fins0
Norsk0
Pусский0
Հայերեն0
中国的0
日本人0

KJK: Xwedîderketina Li Çand Û Ziman Erkekî Niştimanî Ye

KJK: Xwedîderketina Li Çand Û Ziman Erkekî Niştimanî Ye
Navenda Nûçeyan
Komîteya Perwerdeyê ya KJK’ê diyar kir ku siyaseta qirkirin û pişaftina çandî kûrtir dibe û got, divê jin, dayîk û civaka me tev li hemberî vê êrişa qirker raweste. Li ziman û çanda xwe xwedî derkeve.
KJK`ê bang li her kesî kir ku heta mafê perwerdeya bi zimanê zikmakî were bidestxistin û astengî rabin divê li ziman û çanda xwe xwedî derkevin.
Derbarê siyaseta inkarker û qirker ya li ser xwendekar, sazî, kedkar û mamosteyên Kurdî yên li Tirkiyê û bakurê Kurdistanê, Komîteya Perwerdeyê ya KJK’ê daxuyaniyek da.
KJK’ê di despêka daxuyaniya xwe de diyar kir ku li Tirkiye û bakurê Kurdistanê tevayiya hewldanên mamoste û kedkarên Kurdî, li hişmendiya qirker ya hukûmeta AKP-MHP’ê diqelibin û wiha got: “Di vê sezona havînê de ku li hemû welatan tevahî perwerdekar ji bo sala perwerdê ya 2022-2023’yê li ser rê û rêbazên perwerdeyeke zanistî û pêşketî gotûbêj dikin, amadekarî dikin; mixabin li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê hemû hewldanên mamoste û kedkarên Kurdî, li hişmendiya asîmîlasyonîst, qirker a hukûmeta AKP-MHP’ê diqelibin.”
’Ziman nîşana çand, hebûn û nasnameya însan e’
KJK’ê da xuyakirin ku i Tirkiye û Bakurê Kurdistanê mamoste û xwendekarên Kurd yên bi xeyal û hêviyek mezin di beşên Kurdî de xwendin, niha amade ne zarokên Kurd bi zimanê Kurdî perwerde bikin û wiha got: “Ji bo civaka me nifşek zana û pêşketî ava bikin, divê tu caran neyê jibîrkirin ku, însan bi zimanê xwe jiyan dike, bi peyvên xwe diponije. Ji ber ziman, nîşana çand, hebûn û nasnameya însan e.”
KJK’ê da zanîn ku li Tirkiye, li gorî dane û agahiyên van rojên dawiyê hatine eşkerekirin, îsal 20.000 xwendekaran bi awayek fermî ji bo perwerdeya zimanê Kurdî serlêdan kirine û wiha got: “Ji bo perwerdeya van xwendekaran pêwîst e Wezareta Perwerdê ya Tirkiyeyê herî kêm 200 mamosteyan erkdar bike. Lê belê niha ji nav sedan mamosteyên Kurdî, tenê 3 kadro destnîşan kirine. Di vê mijarê de rewşeke nakok û trajîk heye.”
’Siyaseta bişaftina çandî bi dijwarî dewam dike ’
KJK’ê da xuyakirin ku 26’ê Çileya 2011’ê Lijneya Fêrkirina Bilind ya Tirkiyê (YOK) bi xwe Beşa Ziman û Wêjeya Kurdî erê kiribû û wiha got: “Di hinek zanîngehên Bakurê Kurdistanê de beşên Kurdolojiyê hatibûn vekirin û ji van fakulteyan her sal bi sedan berendamên mamostehiya zimanê Kurdî derdiçin, lê heta niha ji nav van sedan berendamên mamostehiyê tenê 82 mamoste hatine erkdarkirin, yên din di rewşeke bêhêvî û bêçare de tên hiştin. Dîsa sazî û komalayên perwerdehiyê yên îsal, meha Sibatê ji bo ‘Roja Zimanê Dayîkê ya Navnetewî’ der barê girîngiya zimanê dayikê de çalakî kirine, ji aliyê Dadgeha Makeqanûnê ve ceza li wan kedkar û mamosteyên Kurdî hatiye birîn. Ev nêzîkatiya dewleta Tirk eşkere nîşan dide ku, siyaseta qirkirin û bişaftina çandî ya li ser gelê me û saziyên demokratîk bi dijwarî didome, heta roj bi roj tê kûrkirin.”
’Divê rê ji bo azadiya çandî û fikrî vebe’
KJK’ê bal kişand ser nêzîkatiyên Wezareta Perwerdê û Dadgeha Makeqanûnê ya dewleta tirkî û wiha got: “Em wek Komîteya Perwerdê ya KJK’ê, bi navê tevahî jinên têkoşerên azadiyê van nêzîkatiyên Wezareta Perwerdê û Dadgeha Makeqanûnê ya dewleta tirkî wek qirkirina çandî ya li ser jin û dayîk û gelê xwe pênase dikin, lewre bi tundî şermezar dikin. Her wisa em bang dikin ku, di çarçoveya Mafê Sê Nifşan de nêzîkî hemû saziyên civakî, çandî yên li Tirkiyeyê bibe, rê li azadiya çandî û fikrî veke.”
’Divê gelê me li ziman û çanda xwe xwedî derkeve’
Komîteya Perwerdeyiyê ya KJK’ê diyar kir ku siyaseta onkarker û qirker ya li ser xwendekar, sazî, kedkar û mamosteyên Kurdî tê sepandin, heman demê êrîşeke li ser tevahî hebûn û nirxên civaka Kurd e û daxuyanî wiha hat qedandin: “Di serî de jin, dayîk, pêwîst e tevahî civaka me li hemberî vê êrîşa asîmîlasyonîst û qirker bêdeng nemîne. Bi zanebûna ‘cezakirina her sazî û mamosteyek Kurd, cezakirina tevahî civakê ye’, li tevahî mamoste, kedkar û saziyên xwe xweyî derkeve, ji bo mafê perwerdeya zimanê dayikê li Tirkiyê bê misogerkirin û dawî li hemû astengiyan bînin, wekî erkeke nîştimanî bênavber çalakiyên demokratîk xurt bikin, bi israr û biryardarî li ziman û çanda xwe xwedî derkevin.”[1]
この商品は(Kurmancî - Kurdîy Serû)言語で記述されてきた、元の言語でアイテムを開くには、アイコンをクリックして
Ev babet bi zimana (Kurmancî - Kurdîy Serû) hatiye nvîsandin, klîk li aykona bike ji bu vekirina vî babetî bi vî zimana ku pî hatiye nvîsandin!
このアイテムは1,620表示された回数
HashTag
ソース
[1] | Kurmancî - Kurdîy Serû | https://ronahi.net/
リンクされたアイテム: 10
グループ: 記事
Publication date: 07-08-2022 (2 年)
Publication Type: Born-digital
ドキュメントの種類: 元の言語
プロヴァンス: Kurdistan
Technical Metadata
アイテムの品質: 97%
97%
は、 ( ئاراس حسۆ 03-09-2022上で追加しました
Denne artikkelen har blitt gjennomgått og utgitt av ( سارا ک ) på 03-09-2022
最近の( سارا ک )によって更新この商品: 03-09-2022
URL
この項目はKurdipediaのによると規格はまだ確定されていません!
このアイテムは1,620表示された回数
Attached files - Version
タイプ Version エディタ名
写真ファイル 1.0.165 KB 03-09-2022 ئاراس حسۆئـ.ح.
Kurdipediaはクルド情報の最大の源です!
イメージと説明
カズィ・ムハンマド大統領の処刑

Actual
ライブラリ
カワと7にんのむすこたち クルドのおはなし
01-06-2015
هاوڕێ باخەوان
カワと7にんのむすこたち クルドのおはなし
伝記
レイラ・ザーナ
18-10-2013
هاوڕێ باخەوان
レイラ・ザーナ
ライブラリ
クルディスタンを訪ねて―トルコに暮らす国なき民
17-10-2013
هاوڕێ باخەوان
クルディスタンを訪ねて―トルコに暮らす国なき民
ライブラリ
クルディスタン=多国間植民地
18-10-2013
هاوڕێ باخەوان
クルディスタン=多国間植民地
新しいアイテム
統計
記事 518,986
画像 106,356
書籍 19,330
関連ファイル 97,306
Video 1,399
Kurdipediaはクルド情報の最大の源です!
イメージと説明
カズィ・ムハンマド大統領の処刑

Kurdipedia.org (2008 - 2024) version: 15.5
| お問い合わせ | CSS3 | HTML5

| ページ生成時間:0.25 秒(秒) !