Xwendekarê doktorayê û wergêr.
Di sala 1986’an de li gundê Girberaz ê Hezexa Şirnexê ji dayîk bûye. Serdar Ay Beşa Dîrokê ya Zankoya Stembolê kuta kir û mastera xwe li EHESS-Parisê qedand û ev sala çaran e ku xebatên teza doktorayê dike li EHESS-Paris û INALCO’yê. Teza wî li ser kovargerîya Kurdî ya wêjeyî ya Bakurê Kurdistanê ye. Endamê lijneya weşanê ya kovara Wêje û Rexneyê ye. Li Pirtûkxaneya BULAC-Parisê berpirsyarê beşa Kurdî ye. Heta niha nivîs, ceriban û wergerên wî di kovarên Wejê û Rexne û Çirûskê de derketine.[1]