ライブラリ ライブラリ
検索

Kurdipediaはクルド情報の最大の源です!


Search Options





詳細検索      キーボード


検索
詳細検索
ライブラリ
クルド名
出来事の年表
ソース
履歴
ユーザーコレクション
活動
検索ヘルプ?
出版
Video
分類
ランダムアイテム!
送信
送信記事
画像を送信
Survey
あなたのフィードバック
お問い合わせ
我々は情報をどのような必要はない!
規格
利用規約
アイテムの品質
ツール
について
Kurdipedia Archivists
私達についての記事!
あなたのウェブサイトにKurdipediaを追加
/追加メールを削除
訪問者統計
アイテムの統計
フォントコンバータ
カレンダーコンバータ
言語やページの方言
キーボード
ハンディリンク
Kurdipedia extension for Google Chrome
Cookies
言語
کوردیی ناوەڕاست
کرمانجی - کوردیی سەروو
Kurmancî - Kurdîy Serû
هەورامی
Zazakî
English
Française
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
Nederlands
Svenska
Español
Italiano
עברית
Pусский
Norsk
日本人
中国的
Հայերեն
Ελληνική
لەکی
Azərbaycanca
マイアカウント
サインイン
メンバー!
パスワードを忘れました!
検索 送信 ツール 言語 マイアカウント
詳細検索
ライブラリ
クルド名
出来事の年表
ソース
履歴
ユーザーコレクション
活動
検索ヘルプ?
出版
Video
分類
ランダムアイテム!
送信記事
画像を送信
Survey
あなたのフィードバック
お問い合わせ
我々は情報をどのような必要はない!
規格
利用規約
アイテムの品質
について
Kurdipedia Archivists
私達についての記事!
あなたのウェブサイトにKurdipediaを追加
/追加メールを削除
訪問者統計
アイテムの統計
フォントコンバータ
カレンダーコンバータ
言語やページの方言
キーボード
ハンディリンク
Kurdipedia extension for Google Chrome
Cookies
کوردیی ناوەڕاست
کرمانجی - کوردیی سەروو
Kurmancî - Kurdîy Serû
هەورامی
Zazakî
English
Française
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
Nederlands
Svenska
Español
Italiano
עברית
Pусский
Norsk
日本人
中国的
Հայերեն
Ελληνική
لەکی
Azərbaycanca
サインイン
メンバー!
パスワードを忘れました!
        
 kurdipedia.org 2008 - 2024
 について
 ランダムアイテム!
 利用規約
 Kurdipedia Archivists
 あなたのフィードバック
 ユーザーコレクション
 出来事の年表
 活動 - Kurdipedia
 ヘルプ
新しいアイテム
統計
記事 519,018
画像 106,460
書籍 19,312
関連ファイル 97,293
Video 1,395
ライブラリ
カワと7にんのむすこたち クルドのおはなし
伝記
レイラ・ザーナ
ライブラリ
クルディスタンを訪ねて―トルコに暮らす国なき民
ライブラリ
クルディスタン=多国間植民地
Çiyayê Agirî
グループ: 場所 | 記事言語: Kurmancî - Kurdîy Serû
Share
Facebook0
Twitter0
Telegram0
LinkedIn0
WhatsApp0
Viber0
SMS0
Facebook Messenger0
E-Mail0
Copy Link0
ランキングアイテム
優秀
非常に良い
平均
悪い
悪い
は、私のコレクションに追加
は、この項目についてのあなたのコメントを書く!
アイテム履歴
Metadata
RSS
選択した項目に関連する画像は、Googleで検索!
選択した項目は、Googleで検索!
کوردیی ناوەڕاست0
English0
عربي0
فارسی0
Türkçe0
עברית0
Deutsch0
Español0
Française0
Italiano0
Nederlands0
Svenska0
Ελληνική0
Azərbaycanca0
Fins0
Norsk0
Pусский0
Հայերեն0
中国的0
日本人0

Çiyayê Agirî

Çiyayê Agirî
Çiyayê Agirî an Grîdax an Glîdax berê bi Koşaxî an Çiyayê Şaxî jî hatiye binavkirin, bi ermenî, Մասիս Masîs an Արարատ Ararat), çiyayeke ku bi navên Agirîya Mezin û Agiriya Piçûk ku ji du konên volkanîkî pêk tên. Çiyayê Agirî, çiyayê herî bilind ê Kurdistanê ye ku dikeve nava sinorê Bakurê Kurdistanê. Bilindiya wî 5.137 m ye û bi vê yekê bilindtirîn çiyayê Kurdistanê ye.

Serê wî jî hertim bi berf, qeşa û mij e. Li ser wî kovikên volkanîk hene. Çiyayê Agiriyê Biçûk ku nêzîkê Agiriyê Mezin e, 3.896 m bilind e. Çiyayê Agirî, di navbera Bakurê Kurdistanê, Ermenistan, Rojhilata Kurdistanê û dorhêla Nexçivan a Azerbaycanê de ji çar çarqereka pêk tê. Ji lûtkeya wê, 16 km dikeve rojavayê Rojhilata Kurdistanê, 32 km [1]dikeve başûrê Naxçivana Azerbaycan û Ermenistanê.

Di dema dagirkeriya Osmaniyan de lûtkeya Araratê ya Mezin û quntarên bakur, li gel quntarên rojhilatê Araratê Biçûk ji hêla Persiya ve dihata kontrol kirin. Piştî şerê Rûsî-Farisî ya sala 1826–28 de bi Peymana Tirkmençayê herêma ku Îranê kontrol dikir, radestî Împaratoriya Rûsyayê hate kirin. Agiriya Biçûk bû xala sinorê emperyal ên Tirk, Faris û Rûsyayê.
Çiyayê Agirî, ji sala 2004an ve çiya tenê bi destûra fermî ji çiyager re vekirî ye.
Etîmolojî
Ji serdema navîn a dawî ve navên Çiyayê Agirî tê bikaranîn. Navê çiyayê di kevneşopiya kurdî de bi navê Koşaxî an jî Çiyayê Şaxî hatiye bi navkirin[çavkanî hewce ye]. Navê çiyê di kurdî ya îro de Çiyayê Agirî ye. Ev nav tê wateya çiyayê bi agir yan jî çiyayê agrîn. Navê kevneşopî ya farisiyê de navê Çiyayê Agirî bi farsî کوه نوح Kūh-e Nuh hatiye binavkirin. Ev nav di farisî de tê wateya Çiyayê Nûh.

Navê Ararat guherînek Yewnanî ya peyva אֲרָרָט ('RRṬ) e, ku di zimanê Îbranî de ji bo Urartiyan ku di demên kevnar de li zozanê ku Ermenî lê hebûn dihat bikar anîn. Her çend çiya li cîhanê bi gelemperî bi vî navî tê nas kirin jî, tu mirovên herêmî ev nav ji bo çiya bikar neanîne. Di Kevnariya Klasîk de, di xebata Geographica ya Strabo de, lûtkeyên Çiyayê Agirî wekî βος (Abos) û Νίβαρος (Nibaros) di Grekiya Kevn de hatiye bikaranîn.

Çiyayê Agirî bi di kevneşopî ya zimanê ermenî de Masis Մասիս Masis be jî lê navên Ararat û Masis li Ermenîstana îro wekhev tên bikaranîn. Tê fikirîn ku ev nav ji peyva farisî ya navîn masist (mezintirîn) an ji mns ku di Proto-Hindo-Ewropî de tê wateya çiya. Li gorî arkeologê ermenî Petrosyan, navê Çiyayê Māšu, di Destana Gilgamêş de derbas dibe, navê çiyayê Māšu ji wir de maye.

Taybetmendiya erdnîgarî
Simulasyona Çiyayê Agirî
Çiyayê agiriyê, lûtkeya herî bilind a Kurdistanê û Ewropayê ye. Heya 4000 metre bazalt taybetmendiyên çiyayek volkanî ku ji Lavên Andezîtê pêk tê û taybetmendiyên çiyayê volkanîk girtiye. Li serê çiyê rûerdeke qeşagirtî heye. Li rûyê rojhilat bi bilindahiya 3896 mîtroya Çiyayê Agirî ya Piçûk cîwarbûye. Di bilindahiya çiyayê agiriyê de xuyangên cihêreng heye. Mêrgên ku heya sînorê berfê tê, mêrgên kulîlkên cihêreng û rengîn û bi mêrgên çiyayî ve xwedanê dîmenek balkêş e.

Bi tevahî 11 şaxên qeşagirtî yên ji serma qeşayê daliqandiye hene. Ev şaxên qeşayê di navbera 1 û 2.5 km de diguhezin. Daliqandina qeşayê li kêlekên başûrê çiya heta 3900 mîtro, li kêlekên bakur heta 4200 mîtro, berjêr bûye. Ji van şaxên qeşayê ya herî mezin li geliyê bakurê rojhilatê kraterê tê dîtin. Ji ber şepola zêde, qeşayên ku car bi car berjêr ve şiqitîne bû sedema çêbûna qeşagirtek mirî (qeşaya nûvekirî) di bilindahiya 2370 mîtro ya de li deverên jêrîn ên geliyê pêçaye.


Dîmenek ji Çiyayê Agirî di demsala payîzê de
Di wêjeya olî de
Çiyayê herî mezin ê Kurdistanê Çiyayê Agiriyê li gor Încîlê pîştî tofanê , keştiya Hz. Nûh li serê Çiyayê Agirî daniye û ji ber vê yekê Çiyayê Agirî weke çiyayekî pîroz tê dîtin.

Li gorî baweriyek din ve jî, di Peyamana Kevin de, di nivîsa Tekvin hatiye nivîsandin ku Keştiya Nuh li çiyayê roniştiye. Lêbelê, di Quranê de tê gotin ku Keştiya Nûh li ser Çiyayê Cûdî rûniştiye. Di salên 1950an de, di wêneyên hewayî de şeklên mîna keştiyê wekî hebûna keştiya Nûh hate şîrove kirin, lê piştra derket ku ew bê bingeh in.
Çiyayê Agirî ku di pirtûkên pîroz de jî derbas dibe. Di zimanên cûda de gelek navên Çiyayê Agiriyê hene. Navên sereke ku zêde têne bikaranîn ev in; Ararat, Kuh-i Nuh, Cebel'ûl û Haris in.

Kronolojiya çalakbûnê
Kronolojiya çalakiya volkanîk ya Holocene ya ku bi Çiyayê Agiriyê ve têkildar e an ji aliyê vekolînên arkeolojîk, dîroka devkî, tomarên dîrokî, an jî kombînasyona van daneyan ve tê tomarkirin kirin, ku ev delîl dide teqînên volkanî yên Çiyayê Agiriyê di navbera salên 2500–2400an, Berê Zayîna Îsa de (BZ) di sala 550an de, Pîştî Zayîna Îsa de di salên 1450 û 1783an, û di 1840an de çalak bûye. Delîlên arkeolojîk destnîşan dikin ku teqînên teqîner û herikînên pîroklastîk ên ji milê bakurê rojavayê Çiyayê Araratê, herî kêm yek ji wargeha çandê ya Kura – Araxes rûxandiye û binax kiriye. Di salên 2500–2400 de bûye sedema gelek kuştina mirovan. Dîrokên devkî diyar kir ku teqînek girîng a mezinahiya nediyar di 550 Berî Zayînî de qewimiye û teqînên piçûk ên xwezaya nediyar dibe ku di 1450 û 1783an de pêk hatibin.

Li gorî şîrovekirina daneyên dîrokî û arkeolojîk, erdhejên bihêz ên ku bi teqînên volkanî re têkildar nabin jî di salên Berê Zayînê 139, 368, 851-893 û 1319an de çêbûye. Erdheja sala 139an û şimitoka ku di sala 1840an de ji lûtkeya Çiyayê Agiriyê herikî bû sedema qurbaniya gelek kes an.
Di 2ê tîrmeha 1840an de li Çiyayê Agiriyê teqînek avî ya binê erdê çêbû û ji şikestinên radyal ên li aliyê jorîn ê bakurê çiyê herikîna piroklastik pêk hat û di teqînê de erdhejek bi mezinahiya 7,4 pêkve qewimiye. Di vê erdhejê de 10 hezar kes mirin û ziyanek mezin çêbû.
この商品は(Kurmancî - Kurdîy Serû)言語で記述されてきた、元の言語でアイテムを開くには、アイコンをクリックして
Ev babet bi zimana (Kurmancî - Kurdîy Serû) hatiye nvîsandin, klîk li aykona bike ji bu vekirina vî babetî bi vî zimana ku pî hatiye nvîsandin!
このアイテムは830表示された回数
HashTag
ソース
[1] | کوردیی ناوەڕاست | Wikipedia
関連ファイル: 1
リンクされたアイテム: 11
グループ: 場所
Extermination and deportation: Yes
Part of the Anfal operations: Yes
プレイス: マウンテン
プロヴァンス: 北クルディスタン
都市: Agirî
Technical Metadata
アイテムの品質: 99%
99%
は、 ( سارا ک 06-06-2022上で追加しました
Denne artikkelen har blitt gjennomgått og utgitt av ( ئاراس ئیلنجاغی ) på 06-06-2022
最近の( ئاراس ئیلنجاغی )によって更新この商品: 06-06-2022
URL
この項目はKurdipediaのによると規格はまだ確定されていません!
このアイテムは830表示された回数
Attached files - Version
タイプ Version エディタ名
写真ファイル 1.0.134 KB 06-06-2022 سارا کس.ک.
Kurdipediaはクルド情報の最大の源です!
イメージと説明
カズィ・ムハンマド大統領の処刑

Actual
ライブラリ
カワと7にんのむすこたち クルドのおはなし
01-06-2015
هاوڕێ باخەوان
カワと7にんのむすこたち クルドのおはなし
伝記
レイラ・ザーナ
18-10-2013
هاوڕێ باخەوان
レイラ・ザーナ
ライブラリ
クルディスタンを訪ねて―トルコに暮らす国なき民
17-10-2013
هاوڕێ باخەوان
クルディスタンを訪ねて―トルコに暮らす国なき民
ライブラリ
クルディスタン=多国間植民地
18-10-2013
هاوڕێ باخەوان
クルディスタン=多国間植民地
新しいアイテム
統計
記事 519,018
画像 106,460
書籍 19,312
関連ファイル 97,293
Video 1,395
Kurdipediaはクルド情報の最大の源です!
イメージと説明
カズィ・ムハンマド大統領の処刑

Kurdipedia.org (2008 - 2024) version: 15.5
| お問い合わせ | CSS3 | HTML5

| ページ生成時間:0.375 秒(秒) !