ライブラリ ライブラリ
検索

Kurdipediaはクルド情報の最大の源です!


Search Options





詳細検索      キーボード


検索
詳細検索
ライブラリ
クルド名
出来事の年表
ソース
履歴
ユーザーコレクション
活動
検索ヘルプ?
出版
Video
分類
ランダムアイテム!
送信
送信記事
画像を送信
Survey
あなたのフィードバック
お問い合わせ
我々は情報をどのような必要はない!
規格
利用規約
アイテムの品質
ツール
について
Kurdipedia Archivists
私達についての記事!
あなたのウェブサイトにKurdipediaを追加
/追加メールを削除
訪問者統計
アイテムの統計
フォントコンバータ
カレンダーコンバータ
言語やページの方言
キーボード
ハンディリンク
Kurdipedia extension for Google Chrome
Cookies
言語
کوردیی ناوەڕاست
کرمانجی - کوردیی سەروو
Kurmancî - Kurdîy Serû
هەورامی
Zazakî
English
Française
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
Nederlands
Svenska
Español
Italiano
עברית
Pусский
Norsk
日本人
中国的
Հայերեն
Ελληνική
لەکی
Azərbaycanca
マイアカウント
サインイン
メンバー!
パスワードを忘れました!
検索 送信 ツール 言語 マイアカウント
詳細検索
ライブラリ
クルド名
出来事の年表
ソース
履歴
ユーザーコレクション
活動
検索ヘルプ?
出版
Video
分類
ランダムアイテム!
送信記事
画像を送信
Survey
あなたのフィードバック
お問い合わせ
我々は情報をどのような必要はない!
規格
利用規約
アイテムの品質
について
Kurdipedia Archivists
私達についての記事!
あなたのウェブサイトにKurdipediaを追加
/追加メールを削除
訪問者統計
アイテムの統計
フォントコンバータ
カレンダーコンバータ
言語やページの方言
キーボード
ハンディリンク
Kurdipedia extension for Google Chrome
Cookies
کوردیی ناوەڕاست
کرمانجی - کوردیی سەروو
Kurmancî - Kurdîy Serû
هەورامی
Zazakî
English
Française
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
Nederlands
Svenska
Español
Italiano
עברית
Pусский
Norsk
日本人
中国的
Հայերեն
Ελληνική
لەکی
Azərbaycanca
サインイン
メンバー!
パスワードを忘れました!
        
 kurdipedia.org 2008 - 2024
 について
 ランダムアイテム!
 利用規約
 Kurdipedia Archivists
 あなたのフィードバック
 ユーザーコレクション
 出来事の年表
 活動 - Kurdipedia
 ヘルプ
新しいアイテム
統計
記事 518,423
画像 105,313
書籍 19,453
関連ファイル 97,497
Video 1,395
ライブラリ
カワと7にんのむすこたち クルドのおはなし
伝記
レイラ・ザーナ
ライブラリ
クルディスタンを訪ねて―トルコに暮らす国なき民
ライブラリ
クルディスタン=多国間植民地
Peymana Sîver, piştî sed salan
グループ: 記事 | 記事言語: Kurmancî - Kurdîy Serû
Share
Facebook0
Twitter0
Telegram0
LinkedIn0
WhatsApp0
Viber0
SMS0
Facebook Messenger0
E-Mail0
Copy Link0
ランキングアイテム
優秀
非常に良い
平均
悪い
悪い
は、私のコレクションに追加
は、この項目についてのあなたのコメントを書く!
アイテム履歴
Metadata
RSS
選択した項目に関連する画像は、Googleで検索!
選択した項目は、Googleで検索!
کوردیی ناوەڕاست0
English0
عربي0
فارسی0
Türkçe0
עברית0
Deutsch0
Español0
Française0
Italiano0
Nederlands0
Svenska0
Ελληνική0
Azərbaycanca0
Fins0
Norsk0
Pусский0
Հայերեն0
中国的0
日本人0

Peymana Sîver, piştî sed salan

Peymana Sîver, piştî sed salan
Peymana Sîver, piştî sed salan
Suleiman Sulevani

“Şoreşa mezin a di dîroka mirovatiyê ya berê, niha û pêşerojê de,
şoreşa ew kesên ku biryar dane azad bibin.”
John F. Kennedy*, (35emîn serokê Amerika 1917-1963)
Pirtûkeke jêhatî bi soranî hatiye nivîsîn bi navê “Peymanî Sîversed sal dwatir” ku ji aliyê mamosteyê Universiteya Lundê profisorê yarîder Dr.Burhan Yasîn ve hatiye nivêsîn. Pêşî min dixwest nivêsînekê weke resensyon û nasandin ser binvîsim, wê binerxînim û dîtinên xwe ser bêjim, lê zû pê hesiyam ku ew ê pir dirêj be û ji ram û tîvilê gotarekê derkeve, loma ez ê bi çend gotinan neku wê bi firehî bidim nasîn, belku bi kurtî bînim bîranîn.
Pirtûk 133 rûpel in û agahdariyên pir giring derbarê Peymana Sîver hene, salên piştî wê peymanê û bi taybetî 1920-1930, rola dewleta Tirk û Mistefa Kemal di perçiqandina mafên kurd, terorkirin û kuştina hestê netewî yê kurdî, xebata serxwebûnxwazan û analizên ser wan di van sedsalên dawî de heya roja îro.
Gelek boçûn û têgehiştinên jêhatî di pirtûkê de hene lê hin dîtinên min yên cuda jî hene nemaze yên derbarê referandoma başûrê Kurdistanê 25 september 2017, xiyaneta 16 oktoberê û polîtîkahin partiyên desalata kurdî û opozisyon weke PDK, PUK, Goran, partiyên îslamî, Newey Nû û hwd.
Roja 10.08.2020 tam sed sal derbas bûn ser Peymana Sîver, hêvî dihat kirin ku hêzên siyasî yên Kurdistanî, komeleyên akademîk, rêxistinên civata sivîl (medenî) û bi taybetî ew navendên ku xwe netewî û serxwebûnxwaz li pênûs didin; çalakî û aktivîtetên zêde lidar bixistana. Pêwist bû hemû sala 2020 bikin sala bîranîna Peymana Sîver bi konferans, workshop, seminar û belavokên cuda cuda weke rengek ji zindîkirina hişê netewî û bilindkirina bîranîna sedsala wê peymanê.
Gereke vê bizanin ku Peymana Sîver yekem car û dawî car e behsa serxwebûna kurdî li ast û danpêdanên navdewletî hat kirin û ew ket ser nexşeya cihanê bi taybetî ew beşê peywendî bi doza kurd û xewna dirustkirina dewleta Kurdistanê ya serbixwe hebû. Beşê sêyem taybet bû bi Kurdistanê ku ji bendên 62, 63 û 64 pêk hatibûn. Mixabin ne tenê hemû sala2020 nebû sala Peymana Sîverê, belku roja 10.08.2020 jî ewqas nehat pîroz kirin û jibilî hine nivîs û hewlên takekesî ew roj bi bêdengî derbas bû.
Peymana Sîver weke serkevtineke mezin tê dîtin lê mixabin ew serkevtin temen kurt bû û zû şikest, sedema vê şikestinê jî nasyonalisma tirkên Kemalîst bû. Wan bi dirêjaya 100 salên derbasbûyî bi dijwarî dij kurd bûn, ne tenê li bakur belku li hemû beşên Kurdistanê derketin. Bingehên fikrî yên nasyonalisma tirk ku bi navê şeş (6) îsmên Mustefa Kemal tên nasîn, weke nasyonalism, populism, reformism, sekularism, statism (dewletkarî) û repuplikanism (komarkarî). Ev 6 îsm bûn beşek ji destura tirkî û siyaseta tirkan. Nasyonalistên tirk îro jî bi hêza agir û asin dij daxwazên kurd e li bakur, başûr, rojava û her dereke kurd lêhebin.
Miletek bê dewlet nikare bergirî li xwe bike, miletek bê dewlet li ser nexşeya şaristanî (sivîl) ya modern cihê rêz nîne, miletek bê dewlet ne tenê nikare xwe biparêze belku berdewam tirsa ji holê rakirinê ser heye û nemana wî weke milet, weke kurd!
Du rastîyên dij hev hene:
Di sed salên derbasbûyî de dewlet jibo kurdan problem bû. Netewên serdest xwedan dewlet bûn, wan ew dewlet bi kêfa xwe weke alav û instrumenteke stem û zulmê bikaranî û jibo nemana kurdan her tişt kir, weke kîmyabaran, jenosîd û kuştina bi komel, plan û programeke dilhişk jibo asîmîlasyon û helandina kurdan, guhastina bi darê zorê û bi komel ji warê bav û kalan. Netewên serdest politîkeke hişk û nemirovane dij kurdan bikar anî û hema bêje biçûktirîn mafê kurdan hat binpêkirin, mîna qedexekirina zimanê kurdî, çanda kurdî û windakirina dîroka kurdî, navê kurdî û her tiştê girêdayî kurd û Kurdistan be.
Rastiya duwem ew e, heya kurd nebe xwedî dewleta xwe, ew nabe xwedî wê navgînê ku arîkariyê dide jibo manînê û xweparistinê, ew nabe xwedî wê malê ku têde parastî be û bikare bi hêminî û aramî têde bijî û pê bihese.
Formula cuhuyan piştî şerê cihanê yê duwem (1939-1945) pir hêsan û sade bû û ji çend gotinên sade, lê pir wate pêkdihat: heya Cuhu nebe xwedî dewleta xwe, ew parastî nabe, ji wê jî wê xirabtir bibe, ji bêdewletiyê çaverê li Holokostên din jî dibe. Her ev daxwaz û formula sade cihan xist berpirsiyariya exlaqî ku nedîtina wê rastiyê nehêsan bû, bi taybetî li cihana Rojawa!
Partiyên siyasî li Kurdistanê û diaspora kurdî li derveyî welat gereke giringiyê û giraniyê bidin ser formula cuhuyan û vê rastiya sade û hêsan bibînin ku sedî sed derbasî gelê kurd dibe, erê heya kurd nebe xwedî dewleta xwe, ew tim di bin metirsîya ji holê rakirinê de ye, jixwe nuha beşekê mezin ji kurdan bûne tirk, ereb û faris. Ev helandin û malwêranî gereke bisekine, bila yên mayî jidest neçin.
Serxwebûna Kurdistanê pêdiviyeke haşalênekir e, kesê naxwaze bibîne yan dij derkeve cihê goman û jêr pirsyar e, her çend berjewendîperest hebin, neyar û bê jî xem hebin lê hêvî bilind dijî, kesên serbixwe û serxwebûnxwaz li meydan in, heval û dostên kurdan yên bihêz li herêmê û cihanê hene. Tenê maye rêberên kurdan, kesayetiyên kurd û intelektualên serbixwe xwedî wijdan bin û vê xwesteka gel bikin bingeha siyaseta xwe û ew bi hêz, jidil û bi wijdan daxwaza Serxwebûna Kurdistana xwe bikin. Bêyî vê daxwaza kurdan ya bihêz û jidil kes nikare Kurdistanê pêşkêşê kurdan bike û wan bike xwedî dewlet.
Bi hêviya bîranîna Peymana Sîver 10.08.1920 bibe paldanek jibo geşbûn û bilindkirina bîra serxwebûna Kurdistanê, dewleta kurdî take çare ye jibo kurdan, ger kurd bixwazin bimînin weke kurd, weke mirov!.[1]
この商品は(Kurmancî - Kurdîy Serû)言語で記述されてきた、元の言語でアイテムを開くには、アイコンをクリックして
Ev babet bi zimana (Kurmancî - Kurdîy Serû) hatiye nvîsandin, klîk li aykona bike ji bu vekirina vî babetî bi vî zimana ku pî hatiye nvîsandin!
このアイテムは1,667表示された回数
HashTag
ソース
[1] | Kurmancî - Kurdîy Serû | krd.riataza.com
関連ファイル: 1
リンクされたアイテム: 5
グループ: 記事
Publication date: 19-02-2022 (2 年)
ドキュメントの種類: 元の言語
プロヴァンス: 南クルディスタン
都市: Sulaimaniyah
Technical Metadata
アイテムの品質: 99%
99%
は、 ( ڕاپەر عوسمان عوزێری 16-03-2022上で追加しました
Denne artikkelen har blitt gjennomgått og utgitt av ( ئاراس ئیلنجاغی ) på 16-03-2022
最近の( ئاراس ئیلنجاغی )によって更新この商品: 16-03-2022
URL
この項目はKurdipediaのによると規格はまだ確定されていません!
このアイテムは1,667表示された回数
Kurdipediaはクルド情報の最大の源です!
イメージと説明
カズィ・ムハンマド大統領の処刑

Actual
ライブラリ
カワと7にんのむすこたち クルドのおはなし
01-06-2015
هاوڕێ باخەوان
カワと7にんのむすこたち クルドのおはなし
伝記
レイラ・ザーナ
18-10-2013
هاوڕێ باخەوان
レイラ・ザーナ
ライブラリ
クルディスタンを訪ねて―トルコに暮らす国なき民
17-10-2013
هاوڕێ باخەوان
クルディスタンを訪ねて―トルコに暮らす国なき民
ライブラリ
クルディスタン=多国間植民地
18-10-2013
هاوڕێ باخەوان
クルディスタン=多国間植民地
新しいアイテム
統計
記事 518,423
画像 105,313
書籍 19,453
関連ファイル 97,497
Video 1,395
Kurdipediaはクルド情報の最大の源です!
イメージと説明
カズィ・ムハンマド大統領の処刑
Folders
ライブラリ - プロヴァンス - 外 ライブラリ - ブック - クルド発行 ライブラリ - 方言 - 日本人 ライブラリ - Publication Type - ライブラリ - PDF - 記事 - ドキュメントの種類 - 元の言語 記事 - 方言 - 日本人 記事 - ブック - クルド発行 地図 - プロヴァンス - Kurdistan ライブラリ - ブック - ストーリー

Kurdipedia.org (2008 - 2024) version: 15.58
| お問い合わせ | CSS3 | HTML5

| ページ生成時間:0.656 秒(秒) !