Sûra #Amed#ê an Kela Diyarbekrê ku li cîhanê piştî Dîwarê Çînê dirêjtirîn beden e, bêguman ji bo dîtinê li Amedê pêştirîn cih e. Bi awayê avakirin û zexmiya xwe, bi nivîsên xwe, bi motîv û şeklên ku lu rûyê keviran hatin e niqartin re niha kîtbeyên 12 şaristaniyan têne xwendin.
Mêjûya avakirin sereta ya kelehê nayê zanîn jî lê di sala 349ê p.z. de ji aliyê împeratorê Romayî Konstantînê I ve yekemîn car hatiyê firehkirin û hin derên wê hatine nuhkirin. Çar deriyên kelehê hene û her deriyek bi hêleke bingehîn ve vedibe. Paşê, bi mezinbûna bajêr re di bedenê de hin deriyên din jî hatine vekirin. Beden, ji 5 km yan dirêjtir e û di şeklê masîmertalek de dor li bajêr dipêçe. Bilindiya dîwarên kelehê 12 m firehbûna dîwaren jî 3-5 m ye û 82 bircên xwe hene.[1]