ライブラリ ライブラリ
検索

Kurdipediaはクルド情報の最大の源です!


Search Options





詳細検索      キーボード


検索
詳細検索
ライブラリ
クルド名
出来事の年表
ソース
履歴
ユーザーコレクション
活動
検索ヘルプ?
出版
Video
分類
ランダムアイテム!
送信
送信記事
画像を送信
Survey
あなたのフィードバック
お問い合わせ
我々は情報をどのような必要はない!
規格
利用規約
アイテムの品質
ツール
について
Kurdipedia Archivists
私達についての記事!
あなたのウェブサイトにKurdipediaを追加
/追加メールを削除
訪問者統計
アイテムの統計
フォントコンバータ
カレンダーコンバータ
言語やページの方言
キーボード
ハンディリンク
Kurdipedia extension for Google Chrome
Cookies
言語
کوردیی ناوەڕاست
کرمانجی - کوردیی سەروو
Kurmancî - Kurdîy Serû
هەورامی
Zazakî
English
Française
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
Nederlands
Svenska
Español
Italiano
עברית
Pусский
Norsk
日本人
中国的
Հայերեն
Ελληνική
لەکی
Azərbaycanca
マイアカウント
サインイン
メンバー!
パスワードを忘れました!
検索 送信 ツール 言語 マイアカウント
詳細検索
ライブラリ
クルド名
出来事の年表
ソース
履歴
ユーザーコレクション
活動
検索ヘルプ?
出版
Video
分類
ランダムアイテム!
送信記事
画像を送信
Survey
あなたのフィードバック
お問い合わせ
我々は情報をどのような必要はない!
規格
利用規約
アイテムの品質
について
Kurdipedia Archivists
私達についての記事!
あなたのウェブサイトにKurdipediaを追加
/追加メールを削除
訪問者統計
アイテムの統計
フォントコンバータ
カレンダーコンバータ
言語やページの方言
キーボード
ハンディリンク
Kurdipedia extension for Google Chrome
Cookies
کوردیی ناوەڕاست
کرمانجی - کوردیی سەروو
Kurmancî - Kurdîy Serû
هەورامی
Zazakî
English
Française
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
Nederlands
Svenska
Español
Italiano
עברית
Pусский
Norsk
日本人
中国的
Հայերեն
Ελληνική
لەکی
Azərbaycanca
サインイン
メンバー!
パスワードを忘れました!
        
 kurdipedia.org 2008 - 2024
 について
 ランダムアイテム!
 利用規約
 Kurdipedia Archivists
 あなたのフィードバック
 ユーザーコレクション
 出来事の年表
 活動 - Kurdipedia
 ヘルプ
新しいアイテム
統計
記事 518,548
画像 105,226
書籍 19,487
関連ファイル 97,515
Video 1,394
ライブラリ
カワと7にんのむすこたち クルドのおはなし
伝記
レイラ・ザーナ
ライブラリ
クルディスタンを訪ねて―トルコに暮らす国なき民
ライブラリ
クルディスタン=多国間植民地
Kemal Burkay
グループ: 伝記 | 記事言語: Kurmancî - Kurdîy Serû
Share
Facebook0
Twitter0
Telegram0
LinkedIn0
WhatsApp0
Viber0
SMS0
Facebook Messenger0
E-Mail0
Copy Link0
ランキングアイテム
優秀
非常に良い
平均
悪い
悪い
は、私のコレクションに追加
は、この項目についてのあなたのコメントを書く!
アイテム履歴
Metadata
RSS
選択した項目に関連する画像は、Googleで検索!
選択した項目は、Googleで検索!
کوردیی ناوەڕاست0
English0
عربي0
فارسی0
Türkçe0
עברית0
Deutsch0
Español0
Française0
Italiano0
Nederlands0
Svenska0
Ελληνική0
Azərbaycanca0
Fins0
Norsk0
Pусский0
Հայերեն0
中国的0
日本人0

Kemal Burkay

Kemal Burkay
Kemal Burkay helbestvan û siyasetmedarekî kurd e. Di sala 1937'an da li #Dêrsim#ê, qeza Mêzgirê, gundê Dirban ji dayîk bûye.
Jînenîgarî
Bavê wî li dibistanê dersdar bû. Dibistana pêşîn a pênc salî li gundên dorê û li gundê xwe xwend û xilas kir. Piştî wê, di sala 1949'an da çû mekteva mamostetiyê bi navê enstîtûyê li Akçedaxê, bajarê Meletiyê. Li wir û li Enstîtûya Dîclê (li Erxenî) xwand û di sala 1955'an da xilas kir.
Di sala 1956'an da îmtihanên lîsê jî da û li fakulta Huqûqê, li Enqerê qeyd bû. Him li gundan mamostetî kir (du sal li Kurdistanê, gundekî Wanê, salekî jî li gundekî Enqerê) him jî kete îmtihanên huqûqê. Huqûq jî di sala 1960 da xilas kir.
Di sala 1964'an da li Xarpêtê (Elezîz) dest bi awûqatiyê kir. Li wir, her usa jî bi navê Çira û bi zimanê tirkî kovareke çandeyî derxist. Ev kovar şeş hejmar derket.
Du sal şûnda buroya xwe bir Dêrsimê. Li wir jî bi navê Ezilenler (Kesên Bindest) rojnameyeke piçûk ya panzdeh rojî derxist. Ew jî 25 hejmar derket.
Di sala 1965'an da bû endamê Partiya Karkerên Tirkiyeyê (TİP). Bo avakirina rêxistinên TİP ê li hin bajarên Kurdistanê -Elezîz, Bîngol, Dêrsim û Erzingan- gelek xebat nîşan da. Di sala 1968 bû endamê Komîta Rêvebirinê a Giştî.
Ji ber nivêseke wî li ser pirsa Kurdî, ku di sala 1966'an da li Kovara Yeni Akış derket, di sala 1966 da hate girtin û çar mehe di hepsê da ma.
Dîsa ji ber kar û barên sîyasî di derheqa wî da gelek dawe vebûn û di navbera salên 1969'an û 1971'ê da sê caran hat girtin, salekî zêdetir di hepsê da ma. Pişt ra, mecbûr ma ji welat derket; berê çû Libnanê, piştî wê jî çû Ewrûpa. Li der welat du sal ma.
Di sala 1974'an da li Tirkiyeyê hikûmat guharî û efû derket, Burkay vegeriya Tirkiyeyê. Tevî hin hevalên xwe Partiya Sosyalîst a Kurdistan (PSK) sazkir û bû sekriterê partiyê. Partî veşartî bû.
Partiyê di Hezirana sala 1975'an de bi navê Özgürlük Yolu (Riya Azadî) dest bi weşana kovareke mehane kir. Ew bi mezinahî di navbera 80-100 rûpel bû. Di destpêkê da her hejmarê wê 5000 heb dihate çapkirin. Piştra zêde bû, giha 10-12 hezarî. Tê da bi xurtî li ser pirsa Kurdî dihate sekinandin. Berê tenê tirkî bû. Piştî hejmara 6'an tê da kurdî jî cî girt. Burkay di vê kovarê da bi navê xwe û bi navên din ê nivêsand. Riya Azadî li welat 44 hejmar derket.
Di sala 1977'an da Partiyê Roja Welat derxist. Rojnameyeke panzdeh rojî bû, nîv nîvê bi kurdî û tirkî bû. Hejmara pêşîn 20 hezar çap bû. Yên din ê her yek 30 hezar bûn. Yek - du hejmarên wê jî 40 hezar çap bûn. Roja Welat, heya ku bi destê hikma leşkerî hate girtin 12 hejmar derket.
Partiyê di van salan da, her usa jî, Weşanxana Riya Azadî vekir û dest bi weşanên kitêban kir. Ew kitêb hinek bi kurdî, hinek bi tirkî bûn; lê li ser dîrok, ziman, çande û civaka kurd bûn.
Lê zilm û zordariyeke giran li ser kovar, rojname û kitêban hebû. Hemû dihatine komkirin û di derheqa nivêskar û berpirsiyarên weşanan da dawe vedibûn. Li dawiyê jî, di sala 1979'an da hikma leşkerî (gerandina awarte) ew weşan bi temamî sekinandin. Ji ber êrîşên giran, Burkay û hin hevalên xwe, di sala 1980'yî da mecbûr man derketin der welat. Piştî wê jî partiya wan li welat kar û xebata xwe ajot. Lê ji bo wî êdî rê venebû ku cardin vegere welat. Wî jî karê xwe yê sîyasî û çandeyî li der welat bi rêva bir.
Partiyê li derveyî welat Riya Azadî bi kurdî û tirkî cardin derxist. Riya Azadî, tevî yên berê û tevî sê hejmarên taybet, giha 142 hejmarî.
Burkay, ta ji 17-18 salê xwe dest bi nivêsandinê kirîye. Berê tenê bi tirkî dinivêsand. Wê wextê kovar, rojname û pirtûkên kurdî di dest da tinebûn û wî jî xwandin û nivêsandina kurdî ne dizanibû. Di salên 1960 da li Tirkiyeyê di hin kovaran da -ew jî gelek kêm- nivêsên kurdî xwe nîşan dan û çend kitêbên Kurdî derketin. Burkay piştî sala 1972, ku derkete Ewrûpa dest bi nivêsandina kurdî kir û cara pêşîn di kovara Ronahî da nivêsand. Ew kovar li Almanya bi destê rêxistina Hevra derdiket. Ew jî bû endamê vê komelê.
Dema 1974'an da ku vegeriya welat û wî û hevalên xwe Riya Azadî û Roja Welat derxistin, wî jî di van weşanan da bi Kurdî jî nivêsand.
Heta niha ji 30 zêdetir kitêbên wî û bi dehan jî brûşûrên (kitêbik, yan jî kitêbên piçûk, bin sed rûpelî) wî çap bûne. Beşek ji wan sîyasî ne, teorîk in, li ser civaka kurd, li ser sosyalîzmê û li ser karê Partiyê ne. Beşekî wan jî (ji bîstî zêdetir) berhemên çandeyî ne.
Di 2003'an de ji serokatiya PSK îstîfa kir.
Berhem
Berhemên Burkay ên çandeyî ku heta niha çap bûne ev in:
Yasamanin ôtesînde (Li Wî Alî Jîyanê); roman, bi tirkî; di sala 1964 da di rojnama Vatan da derket. Wek kitêb çap nebûye.
Prangalar; siêr, bi Tirkî; di sala 1966 li Enqerê, di nav weşanên Memleket da çap bû.
Helbestên Kurdî; siêr, mars û fabl; bi Kurdî; di sala 1974, li Almanya, di nav Weşanên Ronahî da derket.
Dêrsîm; siêr, bi Tirkî, di sala 1975 li Enqerê, di nav weşanên Toplum da derket.
Dawiya Dehaq, pîyesê manzûm (lîstika teatir e, bi siêr); him bi Tirkî him bi Kurdî, berê di kovara Riya Azadî da derket, piştra di nav weşanên Riya Azadî da li der welat,, piştî wê jî di nav Weşanên Deng da li Stembolê çap bû.
Aliko û Baz; Kitêb bo zarokan; bi Kurdî, sala 1988, li Stokholmê, di nav Weşanên Roja Nû da çap bû. Piştra bi zimanê Almankî, di nav Weşanên Komkar da çap bû.
Dersên Zmanê Kurdî; bi navê Baran; sala 1988, di nav Weşanên Roja Nû da derket.
Azadî û Jiyan; Hin siêrên ku ji du kitêbên wî ên berê (ji Prangalar û Dêrsim) wî hilbijartîye û kirîye Kurdî û tevî Tirkiya wan çapkirîye. Di sala 1988 da, di nav Weşanên Roja Nû da çap bûn; piştra, sala 1993, li Stembolê, di nav Weşanên Deng da cara duwemîn çap bûn.
Çarîn (Rubaiyên Kurdî), sala 1992 di nav Weşanên Roja Nû da çap bûn. Cara duwem sala 1996, li Stembolê, di nav Weşanên Deng da, tevî Tirkiya wan çap bûn. 244 heb in û temamiya wan eslê xwe Kurdî ne û piştra bi destê Burkay bûne Tirkî.
Kürtler ve Kürdistan (Kurd û Kurdistan); li ser erdnîgarî, dîrok û edebîyata kurd e; 544 rûpel, bi Tirkî; sala 1992 li Stembolê, di nav Weşanên Deng da derket. Heta niha du çapên teze çêbûn. Ew kitêb li Bulgaristanê, bi zimanê Bulgarî, li Yewnanistanê jî bi zimanê Grêkî çap bû.
Yakilan sîîrîn Türküsü (Kilama Siêrê ku hat şewitandin); siêr, bi Tirkî, sala 1993, li Stembolê, di nav Weşanên Deng da derket.
Berf Fedî Dike; siêr, bi Kurdî, sala 1995, li Stembolê, di nav Weşanên Deng da derket.
Can Tasir Dîcle (Dîcle Can Dikisîne Dibe); siêr, bi Tirkî; di sala 1998, li Stembolê, di nav Weşanên Deng da çap bûye.
Wek Werger:
Hin kitêbên ku Burkay ji Kurdî wergerandine Tirkî; yan jî ji zimanên din kirine Kurdî ev in:
Şivanê Kurd, ji Erebê Şemo, roman; sala 1977 li Stembolê, di nav Weşanên Riya Azadî da, tevî Kurdiya wê çap bû.
Destana Memê Alan; Berevoka Lescot; sala 1978 li Stembolê, di nav Weşanên Riya Azadî da, tevî Kurdiya wê çap bû.
Kulîlkên Çiya; siêrên Eskerê Boyîk; li sala 1979, li Stembolê, di nav Weşanên Riya Azadî da, tevî Kurdiya wê çap bû.
Willîam Tell, ya Katharîna Scherman, ji Îngîlîzî wergerandîye Kurdî; di sala 1993, di nav Weşanên Roja Nû da derket.
Hin siêrên wî hatin wergerandin û bi zimanê Îngîlîzî, Almankî, Îtalyanî, Bulgarî, Yewnanî, Erebî û Farisî di kovarên beyanî da yan jî di berhevokan da çap bûn. Berhevokek ji siêrên wî bi navê Helîn bi zimanê Almankî di nav Weşanên KOMKAR da derket.
Kemal Burkay di 30-40 salê derbasbûyî da di gelek kovar û rojnamên Tirkî (wek Warlik, Dost, Papîrüs Yarina DoÎru, Yenî Toplum, Sesîmîz) û yên Kurdan derxistine (wek Çira, Yenî Akis, Ezîlenler, Ronahî, Riya Azadî, Roja Nu, Dengê Komkar, ôzgür Gelecek, Deng, Azadî, Ronahî, Hêvî, Roja Teze) yên edebî û sîyasî da û bi gelek navan nivêsandin. Yên heyî da hîn jî dinivêse. Bona vê yekê, bi zimanê Kurdî sê - çar kitêben wî ên din jî hene ku bi navên din hatine nivêsandin û niha naxwaze wan aşkere bike...
Çend berhemên wî jî, di demên rev û veşartinan da wenda bûn. Di nav wan da berhevoka sairên Tirk û gelek siêrên Lafonten hebûn, ku wî ew wergerandibûn Kurdî û ji bo çapê hazirkiribûn, her usa jî, du pîyesên wî...
Hin kitêbên wî ên teorîk û yên ku ji nivêsên sîyasî pêk tên jî ev in:
Türkîye Sartlarinda Kürt Halkinin Kurtulus Mücadelesî (Di mercên li Tirkiye têkoşîna ji bo rizgariya gelê Kurd); lêkolîn, bi Tirkî; Weşanên Ronahî, 1973, li Almanya, bi navê Xidir Murad.
Mîllî Demokratîk Devrîm (Şoreşa Netewî-Demokratîk); lêkolîn; bi Tirkî, Weşanên Ronahî, 1973, Li Almanya.
Sosyal Emperyalîzm Sorunu ve Türkîye de Maocu Akim (Pirsa Emperyaliya Civakî û Tevgera Maoîstî li Tirkiye); lêkolîn, bi Tirkî; Weşanxana Riya Azadî, 1976-Enqere.
Mîllî Mesele ve Kürdîstan da Feodalîte-Asîret (Pirsa Netewî û Feodalî-Eşîrî li Kurdistanê); lêkolîn, bi Tirkî, Weşanxana Riya Azadî, 1976-Enqere; bi navê C. Aladax.
Kürdistan in Sömürgelesmesî ve Kürt Ulusal Hareketlerî (Kurdistan çawa bû Kolonî û Tevgerên Neteweyî ya Kurd); lêkolîn, bi Tirkî, Weşanxana Riya Azadî, 1978-Enqere.
Devrîmcîlîk mî Terorîzm mî? (Şoreşgerî yan Terorîstî?); lêkolînek li ser PKK; bi Tirkî; Weşanxana Riya Azadî, 1984, li Ewrûpa.
Kürt Sorunu, Baris ve demokrasî (Pirsa Kurd, Haşitî û Demokrasî); hin nivêsên Tirkî ku di kovara Deng û Rojnama Azadî da derketibûn, Weşanxana Deng, Stembol; bi navê Alî Dîclelî.
Seçme Yazilar, Cîlt 1 (Nivêsên Bijarte, cild 1); bi Tirkî, Weşanxana Deng; 1995-Stembol.
Seçme Yazilar, Cîlt 2 (Nivêsên Bijarte, cild 2); bi tirkî, Weşanxana Deng, 1996-Stembol.
この商品は(Kurmancî - Kurdîy Serû)言語で記述されてきた、元の言語でアイテムを開くには、アイコンをクリックして
Ev babet bi zimana (Kurmancî - Kurdîy Serû) hatiye nvîsandin, klîk li aykona bike ji bu vekirina vî babetî bi vî zimana ku pî hatiye nvîsandin!
このアイテムは5,576表示された回数
HashTag
ソース
リンクされたアイテム: 2
グループ: 伝記
No specified T3 82: Dersim
No specified T3 85: 北クルディスタン
ネイション: クルド
人タイ: 政治活動家
人タイ: ライター
性別: 男性
Technical Metadata
アイテムの品質: 94%
94%
は、 ( هاوڕێ باخەوان 05-02-2015上で追加しました
最近の( ڕێکخراوی کوردیپێدیا )によって更新この商品: 06-01-2018
URL
このアイテムは5,576表示された回数
Kurdipediaはクルド情報の最大の源です!
イメージと説明
カズィ・ムハンマド大統領の処刑

Actual
ライブラリ
カワと7にんのむすこたち クルドのおはなし
01-06-2015
هاوڕێ باخەوان
カワと7にんのむすこたち クルドのおはなし
伝記
レイラ・ザーナ
18-10-2013
هاوڕێ باخەوان
レイラ・ザーナ
ライブラリ
クルディスタンを訪ねて―トルコに暮らす国なき民
17-10-2013
هاوڕێ باخەوان
クルディスタンを訪ねて―トルコに暮らす国なき民
ライブラリ
クルディスタン=多国間植民地
18-10-2013
هاوڕێ باخەوان
クルディスタン=多国間植民地
新しいアイテム
統計
記事 518,548
画像 105,226
書籍 19,487
関連ファイル 97,515
Video 1,394
Kurdipediaはクルド情報の最大の源です!
イメージと説明
カズィ・ムハンマド大統領の処刑
Folders
ライブラリ - プロヴァンス - 外 ライブラリ - ブック - その他 ライブラリ - 方言 - 日本人 ライブラリ - Publication Type - ライブラリ - PDF - 記事 - 方言 - 日本人 記事 - ブック - クルド発行 記事 - ドキュメントの種類 - 元の言語 ライブラリ - ブック - クルド発行 イメージと説明 - プロヴァンス - 東クルディスタン

Kurdipedia.org (2008 - 2024) version: 15.58
| お問い合わせ | CSS3 | HTML5

| ページ生成時間:0.859 秒(秒) !