Bibliotek Bibliotek
Søk

Kurdipedia er de største kildene for kurdisk informasjon!


Search Options





Avansert søk      Keyboard


Søk
Avansert søk
Bibliotek
Kurdiske navn
Kronologi av hendelser
Kilder
History
Bruker samlinger
Aktiviteter
Søk Hjelp?
Publication
Video
Classifications
Tilfeldig element!
Send
Send artikkel
Send bilde
Survey
Dine tilbakemeldinger
Kontakt
Hva slags informasjon trenger vi!
Standards
Vilkår for bruk
Element Kvalitet
Verktøy
Om
Kurdipedia Archivists
Artikler om oss!
Legg Kurdipedia til ditt nettsted
Legg til / Slett e-post
Besøkende statistikk
Element statistikk
Fonts Converter
Kalendere Converter
Språk og dialekter av sidene
Keyboard
Hendige lenker
Kurdipedia extension for Google Chrome
Cookies
Språk
کوردیی ناوەڕاست
کرمانجی - کوردیی سەروو
Kurmancî - Kurdîy Serû
هەورامی
Zazakî
English
Française
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
Nederlands
Svenska
Español
Italiano
עברית
Pусский
Norsk
日本人
中国的
Հայերեն
Ελληνική
لەکی
Azərbaycanca
Min konto
Logg inn
Medlemskap!
Glemt passordet ditt!
Søk Send Verktøy Språk Min konto
Avansert søk
Bibliotek
Kurdiske navn
Kronologi av hendelser
Kilder
History
Bruker samlinger
Aktiviteter
Søk Hjelp?
Publication
Video
Classifications
Tilfeldig element!
Send artikkel
Send bilde
Survey
Dine tilbakemeldinger
Kontakt
Hva slags informasjon trenger vi!
Standards
Vilkår for bruk
Element Kvalitet
Om
Kurdipedia Archivists
Artikler om oss!
Legg Kurdipedia til ditt nettsted
Legg til / Slett e-post
Besøkende statistikk
Element statistikk
Fonts Converter
Kalendere Converter
Språk og dialekter av sidene
Keyboard
Hendige lenker
Kurdipedia extension for Google Chrome
Cookies
کوردیی ناوەڕاست
کرمانجی - کوردیی سەروو
Kurmancî - Kurdîy Serû
هەورامی
Zazakî
English
Française
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
Nederlands
Svenska
Español
Italiano
עברית
Pусский
Norsk
日本人
中国的
Հայերեն
Ελληνική
لەکی
Azərbaycanca
Logg inn
Medlemskap!
Glemt passordet ditt!
        
 kurdipedia.org 2008 - 2024
 Om
 Tilfeldig element!
 Vilkår for bruk
 Kurdipedia Archivists
 Dine tilbakemeldinger
 Bruker samlinger
 Kronologi av hendelser
 Aktiviteter - Kurdipedia
 Hjelp
Nytt element
Biografi
Azad Karimi
13-01-2023
شادی ئاکۆیی
Statistikk
Artikler 518,864
Bilder 106,275
Bøker 19,333
Relaterte filer 97,324
Video 1,398
Bibliotek
Norsk-kurdisk (kurmanjî) il...
Bibliotek
Ny i Norge; ordliste norsk-...
Bibliotek
Norsk nå!; ordliste norsk-k...
Bibliotek
Det som var vanskelig å lev...
Biografi
Gelawesh Waledkhani
Efrîn di bin dagîrkeriyê de (183): Gundê “Qêsim” – guhertineke demografî û qurbaniyine pakrewan, girtinine bêsûcane
Gruppe: Dokumenter | Artikler språk: Kurmancî - Kurdîy Serû
Share
Facebook0
Twitter0
Telegram0
LinkedIn0
WhatsApp0
Viber0
SMS0
Facebook Messenger0
E-Mail0
Copy Link0
Ranking element
Utmerket
Veldig bra
Gjennomsnittlig
Dårlig
Dårlig
Legg til i mine samlinger
Skriv din kommentar om dette elementet!
Elementer historie
Metadata
RSS
Søk i Google etter bilder relatert til det valgte elementet!
Søk i Google for valgt element!
کوردیی ناوەڕاست0
English0
عربي0
فارسی0
Türkçe0
עברית0
Deutsch0
Español0
Française0
Italiano0
Nederlands0
Svenska0
Ελληνική0
Azərbaycanca0
Fins0
Norsk0
Pусский0
Հայերեն0
中国的0
日本人0

Efrîn di bin dagîrkeriyê de (183): Gundê “Qêsim” – guhertineke demografî û ...

Efrîn di bin dagîrkeriyê de (183): Gundê “Qêsim” – guhertineke demografî û ...
#Efrîn# di bin dagîrkeriyê de (183): Gundê “Qêsim” – guhertineke demografî û qurbaniyine pakrewan, girtinine bêsûcane, qirkirina daristanine ihracê.

Milîseyên ku di nav “Artêşa Niştîmanî ya Sûrî” ya girêdayî Hemahengiya Sûrî – Ixwanî de, di cîbicîkirina siyasetên dijayetiyê yên ku Hikometa Dadê û Geşepêdanê (Eledalê we Eltenmiyê) bi serokatiya Erdoxan li dijî Kurdan û herêma wan dimeşîne de hevpişk in; Û ew binpêkirin û tewanan pêk tînin, û gendeliyê li ser erdê dikin, û bi ser de jî tevliheviya serwerkirî di nav wan de, û nakokdariya li ser çorçeveya bandoriyê, desteserkirina malmewalan û parvekirina tiştmiştên dizînê.
Vaye li jêr emê hinek ji binpêkirin û tewanên têne kirin belge bikin:
= G. “Qêsim”:
Bi Navça Reco ve girêdayî ye, /9/KM ji navenda wê dûr e, ji dora/100/malî pêkhatî ye, dora/600/nişte ji nişteciyên Kurd ên resen tê de bûn, jê /40malbat=175nişte/ man û yên din jî bi zorê hatin koçberkirin, û dora/40malbatî= 250nişte/ ji anîndeyan tê de hatin niştecîkirin, bi ser de jî deh kon ên malbatên perwerdekirina pêz (60nişte), li ser erdekî malbata “Silêman Dîko” li Başûrê gund venendayî ne.
Bi sedema şer du mal ên “Nûrî Sebrî Bîlal, Osman Mistefa Bîlal” bi tevahî û /15/mal jî bi piçekî hatin roxandin, û piştî ku gund desteser kirin, Milîseyên “Ehrar Elşerqiyê” hemî kelûpelên malên ku dest danîne ser, û pir tişt jî ji malên malbatên ku mane dizîn, mîna raxistok, xwarinvexwarin, cerên gazê, amûrên elektirîkê û hin tiştên din, û weha jî giropeke zayendkirina elektirîkê ye ji bo avkişandinê ye “Mihyedîn Mistefa Bîlal”, amûrên /5/ bîrên din ên xelkê gund, hemî amûr û deriya oda stasyûna hilkişandina ava vexwarinê ya di navêna hersê gundên “Qêsim, Şêx, Dîkê” de.
“Hin malên roxandî li G. “Qêsim” – N.Reco.”
Guheztok (tirans) û beşek ji keblên toreya elektirîkê ya giştî, keblên toreya telîfûna zemînî, jimarokên avê ji malan û matorên duloqî, û bi ser de jî /5/otombîl û /5/tirektorên çandiniyê – yên ku piştî dandina vêrgiyên diravî ji aliyê xwediyan ve hatin vegerandin, û herweha jî Cîpa “Tahêr Silêman” li B.Efrînê.
Û wan dest danîn ser avahiya guvêşgeha zeytûna ya li çateriya gund, û 40% vêrgî danîn ser berhema werzên (mûsimên) zeytûnên xelkê yên ne li wir û hin din cûrbecûr jî li ser malmewalên ên mane; Cîgehên kevneşopî (Xirabê Êhko li Başûrê gund, Doderê li Rojhilatê gund), ji bo lêgerîna li kevneşop û kinzên binerd û dizîna wan, bi alavên giran kolandin û tevdan; Herweha piraniya daristanên ihracê yên sinoberê yên xwezayî û darên sindiyanê yên temenmezin li dor gund, li çiyayên di navêna hersên gundan de”Qêsim, Şêx, Dîkê” û li goristanê qut kirin, û bi ser de jî agir berdanê; Û weha jî bi dehan darên zeytûnê ji kokê ve, û bi sedan jî bêwijdan û hovane qut kirin. Û çêrandineke bêwijdan ji keriyên pêz û dewêr di nav zeviyên zeytûna û erdên çandiniyê de heye, bê ku yek ji xelkê wêribe wê qedexe bike.
Û xelkê mane jî rastî cûrbecûr binpêkirinan hatin, jê revandin, girtinên bêsûc, rûmetnizimkirin û birina şênber û peran; Û di vê warî de bidehan -di nav de jin- bi tewanbariya têkeliyê bi Rêvebiriya Xweser a berê re hatin girtin, û piştî ferzkirina baceyên diravî li ser wan hatin berdan.
Û bi sedema teqîna bombeyên zemînî yên bermayên şer li nav gund û erdên çandiniyê, ev kes ji xelkê bûn qurban û şehîd ketin:
– Ehmed Mihemed Şêxo /36/sal, li 27.3.2018an Z.
– Cemal Şêxo kurê Hec Hemîd/58/sal, li 18.5.2018an Z.
– Esmet Hebeş Henan Dîko/46/sal, li 15.9.2018an Z.
– Emîne Hisên Me’imo/60/sal, li 30.9.2020an Z.
= Girtinên bêsûcane:
Destlatên Dagîrkeriyê ev girtin:
– Ji du heyvan ve, Temenmezin “Ezet Ehmed Hemo/75/sal” ji xelkê Gundê “Dumiliya” – Navça Reco, ji aliyê Istîxbaratên Turkiyê û Asayêşa Reco ve, bi tewanbariya têkeliyê bi R.X a berê re, paşê birin B. Efrînê û li ba “Beşê Rêzaniyê – Siyasiyê” di bin darê zorê de bendkirî hîştin.
– Ji deh rojan ve, Hemwelatî “Ednan Ehmed (Gulkê) xwediyê guvêşgeha zeytûna, ji xelkê Gundê “Mistika” – N.Şiyê, û piştî heftakê berdan.
– Li 19.1.2022an Z, ev hemwelatî “Mistefa Ebid Erehman Emare/40/sal, Mistefa Mistefa Emare/35/sal, Ehmed Emîn Elxedo/42/sal, Selam Emîn Elxedo/28/sal” ji xelkê Gundê “Coqê” – B.Efrînê.
– Li 18.1.2022an Z, herdu bira “Elî û Ebid Elrehman Reşo” ji xelkê G.”Mistka” – N.Şiyê, ji aliyê rêbendeke çekdar ve li ser Riya Efrînê – Reco.
– Li 19.1.2022an Z, herdu hevjîn “Adêl Oso/43/sal, Xedîce Oso” ji xelkê Gundê “Qitmê” – N.Şera, ji aliyê Rêbenda “Kevanê (Elqos)” ve – Rojhilatê B.Efrînê.
– Li 27.1.2022an Z, Ev hemwelatî “Ebid Elqadêr Reşîd Hesen, Ziyad Arêf Miho, Ridwan Reşîd Miho, Şêrhat Ze’îm Hiso – temenê hemiyan di navêna /25-30/salî de ye” ji xelkê Gundê “Hêkiçê” – Navça Cindirêsê, ji aliyê Milîseyên “Asayêşa Leşkerî” ve, û bi alîkariya “Lîwa’i Elweqas”, bi tewanbariya têkeliyê bi R.X a berê re.
= Qutkirina daristanan:
Ji beramberkirina di navêna hin Wêneyên “Gogêl Êrs” de, qirkirina ku piştî dagîrkirinê gihîştiye daristanan -yên ku di heyştiyî sedsala borî de hatine çandin de- û qutkirina fere jê re diyar dibe:
– Du wêne (Berfenbara 2017an Z – berî dagîrkirinê, Rezbera 2019an Z piştî qutkirinê) ji du daristanan re (ya yekê/8/hiktar, ya dudiyê/12/hiktar), Bakur û Bakur Rojavayê Gundê “Qeretepe” – N.Şera, qutkirineke bi tevahî.
“Du wêneyên du daristanan (Berfenbara 2017an Z – berî dagîrkeriyê, Rezbera 2019an Z piştî qutkirinê), li Bakur û Bakur Rojavayê G.”Qeretepe” – N.Şera, Gogêl Êrs.”
– Du wêne (Tîrmeha 2017an Z – berî dagîrkirinê, Rezbera 2019an Z piştî qutkirinê) ji daristaneke bi rûberiya/28/hiktaran re, li Rojhilatê Gundê “Keferomê” – N.Şera, qutkirinek bi rêjeya 70%.
“Du wêneyên daristaneke (Tîrmeha 2017an Z – berî dagîrkeriyê, Rezbera 2019 an Z piştî qutkirinê) li Rojhilatê G.”Keferomê” – N.Şera, Gogêl Êrs.”
Û di navboriya du salên piştî wegirtina wêneyên Rezbera 2019an de jî, qutkirineke berdewam ji wan daristanan û yên derdorê re heye.
Xelkên Efînê baş têgihîştine meremên qirêj ên Dagîrkeriya Turkiyê û nandozên wê yên Sûrî, û niha piraniya xebatên wan ji bo cersandina kiryar û siyasetên wan ên dijayetî, dawîkirina hebûna dagîrkeriyê û milîseyan, û vegera herêmê bo serweriya Sûriyê û rêveberiya xelkê wê ne.
Nivîsgeha ragihandinê- Efrîn
Partiya Yekîtî ya Demokrat a Kurd li Sûriyê[1]
Dette produktet har blitt skrevet på et språk (Kurmancî - Kurdîy Serû), klikk på ikonet for å åpne elementet på originalspråket!
Ev babet bi zimana (Kurmancî - Kurdîy Serû) hatiye nvîsandin, klîk li aykona bike ji bu vekirina vî babetî bi vî zimana ku pî hatiye nvîsandin!
Dette produktet har blitt sett 420 ganger
HashTag
Kilder
[1] | Kurmancî - Kurdîy Serû | https://yek-dem.net/ - 03-02-2024
Koblede elementer: 70
Artikler
Datoer & Events
Dokumenter
Gruppe: Dokumenter
Artikler språk: Kurmancî - Kurdîy Serû
Publication date: 30-01-2022 (2 År)
Byer: Afreen
Document style: No specified T4 1573
Dokumenttype: Oversettelse
No specified T3 57: No specified T4 1443
No specified T3 58: No specified T4 1445
Original Language: Arabic
Provinsen: West Kurdistan
Technical Metadata
Element Kvalitet: 99%
99%
Lagt inn av ( ئاراس حسۆ ) på 03-02-2024
Denne artikkelen har blitt gjennomgått og utgitt av ( سارا ک ) på 10-02-2024
Dette elementet nylig oppdatert av ( سارا ک ) på : 10-02-2024
URL
Dette elementet i henhold til Kurdipedia er Standards ikke er ferdig ennå!
Dette produktet har blitt sett 420 ganger
Kurdipedia er de største kildene for kurdisk informasjon!
Biografi
Gelawesh Waledkhani
Bibliotek
Et nettverk av førstehjelpere i det minelagte Nord-Irak - Et spørsmål om liv eller død
Bibliotek
Min drøm om Kurdistan – Værd at kæmpe for?

Actual
Bibliotek
Norsk-kurdisk (kurmanjî) illustrert ordbok
24-10-2013
هاوڕێ باخەوان
Norsk-kurdisk (kurmanjî) illustrert ordbok
Bibliotek
Ny i Norge; ordliste norsk-kurdisk sorani
23-10-2013
هاوڕێ باخەوان
Ny i Norge; ordliste norsk-kurdisk sorani
Bibliotek
Norsk nå!; ordliste norsk-kurdisk sorani
23-10-2013
هاوڕێ باخەوان
Norsk nå!; ordliste norsk-kurdisk sorani
Bibliotek
Det som var vanskelig å leve med
21-03-2020
ڕێکخراوی کوردیپێدیا
Det som var vanskelig å leve med
Biografi
Gelawesh Waledkhani
03-04-2022
شەرارە شەمامی
Gelawesh Waledkhani
Nytt element
Biografi
Azad Karimi
13-01-2023
شادی ئاکۆیی
Statistikk
Artikler 518,864
Bilder 106,275
Bøker 19,333
Relaterte filer 97,324
Video 1,398
Kurdipedia er de største kildene for kurdisk informasjon!
Biografi
Gelawesh Waledkhani
Bibliotek
Et nettverk av førstehjelpere i det minelagte Nord-Irak - Et spørsmål om liv eller død
Bibliotek
Min drøm om Kurdistan – Værd at kæmpe for?

Kurdipedia.org (2008 - 2024) version: 15.5
| Kontakt | CSS3 | HTML5

| Page generasjonstid : 0.531 andre!