Bibliotek Bibliotek
Søk

Kurdipedia er de største kildene for kurdisk informasjon!


Search Options





Avansert søk      Keyboard


Søk
Avansert søk
Bibliotek
Kurdiske navn
Kronologi av hendelser
Kilder
History
Bruker samlinger
Aktiviteter
Søk Hjelp?
Publication
Video
Classifications
Tilfeldig element!
Send
Send artikkel
Send bilde
Survey
Dine tilbakemeldinger
Kontakt
Hva slags informasjon trenger vi!
Standards
Vilkår for bruk
Element Kvalitet
Verktøy
Om
Kurdipedia Archivists
Artikler om oss!
Legg Kurdipedia til ditt nettsted
Legg til / Slett e-post
Besøkende statistikk
Element statistikk
Fonts Converter
Kalendere Converter
Språk og dialekter av sidene
Keyboard
Hendige lenker
Kurdipedia extension for Google Chrome
Cookies
Språk
کوردیی ناوەڕاست
کرمانجی - کوردیی سەروو
Kurmancî - Kurdîy Serû
هەورامی
Zazakî
English
Française
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
Nederlands
Svenska
Español
Italiano
עברית
Pусский
Norsk
日本人
中国的
Հայերեն
Ελληνική
لەکی
Azərbaycanca
Min konto
Logg inn
Medlemskap!
Glemt passordet ditt!
Søk Send Verktøy Språk Min konto
Avansert søk
Bibliotek
Kurdiske navn
Kronologi av hendelser
Kilder
History
Bruker samlinger
Aktiviteter
Søk Hjelp?
Publication
Video
Classifications
Tilfeldig element!
Send artikkel
Send bilde
Survey
Dine tilbakemeldinger
Kontakt
Hva slags informasjon trenger vi!
Standards
Vilkår for bruk
Element Kvalitet
Om
Kurdipedia Archivists
Artikler om oss!
Legg Kurdipedia til ditt nettsted
Legg til / Slett e-post
Besøkende statistikk
Element statistikk
Fonts Converter
Kalendere Converter
Språk og dialekter av sidene
Keyboard
Hendige lenker
Kurdipedia extension for Google Chrome
Cookies
کوردیی ناوەڕاست
کرمانجی - کوردیی سەروو
Kurmancî - Kurdîy Serû
هەورامی
Zazakî
English
Française
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
Nederlands
Svenska
Español
Italiano
עברית
Pусский
Norsk
日本人
中国的
Հայերեն
Ελληνική
لەکی
Azərbaycanca
Logg inn
Medlemskap!
Glemt passordet ditt!
        
 kurdipedia.org 2008 - 2024
 Om
 Tilfeldig element!
 Vilkår for bruk
 Kurdipedia Archivists
 Dine tilbakemeldinger
 Bruker samlinger
 Kronologi av hendelser
 Aktiviteter - Kurdipedia
 Hjelp
Nytt element
Biografi
Azad Karimi
13-01-2023
شادی ئاکۆیی
Statistikk
Artikler 518,987
Bilder 106,356
Bøker 19,330
Relaterte filer 97,306
Video 1,399
Bibliotek
Norsk-kurdisk (kurmanjî) il...
Bibliotek
Ny i Norge; ordliste norsk-...
Bibliotek
Norsk nå!; ordliste norsk-k...
Bibliotek
Det som var vanskelig å lev...
Biografi
Gelawesh Waledkhani
Efrîn di bin dagîrkeriyê de (177): Gundên”Hesendêra, Şingêl” – guhertineke demografî fere û desteserkirina malmewalan
Gruppe: Dokumenter | Artikler språk: Kurmancî - Kurdîy Serû
Share
Facebook0
Twitter0
Telegram0
LinkedIn0
WhatsApp0
Viber0
SMS0
Facebook Messenger0
E-Mail0
Copy Link0
Ranking element
Utmerket
Veldig bra
Gjennomsnittlig
Dårlig
Dårlig
Legg til i mine samlinger
Skriv din kommentar om dette elementet!
Elementer historie
Metadata
RSS
Søk i Google etter bilder relatert til det valgte elementet!
Søk i Google for valgt element!
کوردیی ناوەڕاست0
English0
عربي0
فارسی0
Türkçe0
עברית0
Deutsch0
Español0
Française0
Italiano0
Nederlands0
Svenska0
Ελληνική0
Azərbaycanca0
Fins0
Norsk0
Pусский0
Հայերեն0
中国的0
日本人0

Efrîn di bin dagîrkeriyê de (177): Gundên”Hesendêra, Şingêl” – guhertineke ...

Efrîn di bin dagîrkeriyê de (177): Gundên”Hesendêra, Şingêl” – guhertineke ...
#Efrîn# di bin dagîrkeriyê de (177): Gundên”Hesendêra, Şingêl” – guhertineke demografî fere û desteserkirina malmewalan, mirina jinekê bi şewtandinê, revandin û hin girtinê bêsûcane.

Dema ku pêyên “Mihemed Elcasêm – Ebû Emşe” û nandozên din pêle Xaka Efrînê kirine, û dest bi gendeliyê û tewanan li dijî herêmê û xelkê wê kirin û ta niha; Qîretiya mirovahiyê nehat Şêx û rewakarên -Xwedêgiravî-“Şoreş û Cîhadê” , û nejî wê hîngê doza Pakrewan “Ehmed Şêxo” ji Navça Şiyê (yê ku di encama îşkencekirineke mekin de miriye) bû qisaweta wan; Lê, piştî ku dîtin “Ebû Emşe” namûsa endamên xwe dişkîne, gewrî li xwe dirandin û ketin amedebaşiyê; Vaye niha jî “Şêx Ehmed Elhelewî – Ebû Elî” endamê “Komîta Redkirina Zordariyan” li ser tewan û pêdiviya kuştina wî dipeyive. Û em bi bîrtînin ku hemî milîse û serkêşên wan bi rêvebirina Dagîrkeriya Turkiyê, ji aliyê gendeliyê û tewanan ve, ji “Elcasêm” û firqa wî “Elsultan Silêman Şah ” ne kêmtir in, û evên jêrin jî beşek ji wan tewanan in:
= Gundê “Hesendêra”:
“G.”Hesendêra” – N.Bilbilê.”
Bi Navça Bilbilê ve girêdayî ye, bi aliyê Başûr ve /18/KM ji navenda wê dûr e, ji dora/140/ malî û du çandingehan (Gazê/5/mal, Baxweşê/10/mal) pêkhatî ye, dora/800/nişte ji nişteciyên Kurd ên resen tê de bûn, jê/35malbat=125nişte/lê man, yên din zorane hatin koçberkirin, û dora/105malbat=650nişte/ji anîndeyan tê de hatin niştecîkirin, ji bilî wê jî hin çadirên ku li dor gund hatine vegirtin. Û sê mal li Çandingeha “Gazê” bi topebaranê û yek jî bi teqîna bombeyeke zemînî bi piçekî hatin roxandin.
Li destpêka dagîrkirina gund -navîna Avdara 2018an Z- milîseyan rê nedan xelkê ku vegerinê, ji ber wê xelk neçar bûn ku dora du heftan li Gundê “Şorbe” yê hevcîwar bimînin, û di wê karnavê de wan milîseyan tiştê xwestin dizîn. Û di wê wextê de giropeke çekdar ji wan, bi pêlan hemwelatî “S.Ş” tevî cîpa wî ya nûjen birin derveyî gund, da wî neçar bikin ku dev ji makîna xwe berde, lê wî li ber xwe da û tûşî avêtina qurşînan bû, lê kanî bi makîna xwe vegeriya nav xisimên xwe, û girop jî ji neçarî reviya.
Artêşa Turkiyê dest danî ser Çandingeha “Gazê” ya “Esmet Şêxo û birayên wî û Mihemed Hesen Şêxo” , û kirin xaleke leşkerî.
Û Milîseyên “Ehfad Elresûl- Neviyên Pêxember” ya ku “Ebû Cum’a” serkêşiya wê dike, dest danîn ser dora/110/malan tevî kelûpelên tê de, û dor /15/dîkanên bazirganî û dirûtinê, jê yên “Enwer Şêxo, Mihemed Reşîd Şêxo, Şe’iban Sîdo” ne, û herweha jî, ser guvêşgeha zeytûna ya “Esmet Şêxo” û du tîmargehên mirîşkan (ferûc) yên “Mihemed Hesen Şêxo, Menan Osman Elo”, û avahiyên wan tîmargehan niha tê de pêz perwerde dikin.
Û 75% ji kelûpelên malên din (mîna xwarin vexwarin, firaxên baqirî, cerên gazê û alav û amûrên elektirîkê), matorên li ser mazot û benzînê, zayendokên biçûk û giropeke zeyendkirina elektirîkê ye Ampêran dizîn, û herweha du giropên mezin ên zayendkirina elektirîkê ji bo bikarnîna stasyona – rawestgeha hilkişandina ava vexwarinê, herweha jî du tirektorên çandiniyê, pîkabek, makînak teksî û du matorên duloqî.
Û wan dest danîn ser dora/6/hezar darên zeytûnê û /400/darên sêvê û tirî, jê yên “Esmet Şêxo, Ebdîn Horo, Hec Henan Hemze, Se’îd Henan û Menan Elo” ne.
Herweha milîseyan li ser werzên zeytûna yên hemwelatiyên ne li gund û rê dane merivên xwe ku ji wan re hilînin dînin, rêjeya/20-25%/ vêrgî sepandin, û rêjeyek jî ji karê guvêşgehan.
Û wan ji bo êzingkirin, çêkirina komirê û bazirganiyê, /140/darên zeytûnê yên “Mihemed Hesen Şêxo” û /20/dar yên Dilovanber “Remzî Şêxo” bi şêwakî hovene, herweha tevaya darên merxê yên li dor guvêşgeha zeytûna ya li ser çateriya gund, û weha jî bi rengekî pir li daristanên Çiyayê Hawarê yê li hafa gund ji aliyê Rojava ve, qut kirin.
Û çêrandineke bêrehmet ji keriyên pêz û dewêr re, di nav zeviyên zeytûn û erdên çandiniyê de heye, bê ku yek wêribe li hember wan derkeve.
Û li 16.3.2018an, di Komkujiya Mehmûdiyê de, çar hemwelatî (du mêr û du zarok) rengereng birîndar ketin, û ji ber wê hemwelatî “Reşîd Menan Osman” ji lingan ve seqet bû. Û li 12.4.2018an jî, hemwelatî “Zekiye Mihemed Bekir – zayend 1962 Z” ji xelkê gund, li ser riya di navbera bajarokên “Niblê û Zehra’i” û Bajarê Helebê de, hate kuştin, û pere, zêr û xilyewî jê hatin dizîn, û terma wê jî di goristana Gundê “Ehrezê de – Bakurê Heleb” hate veşartin.
“Pakrewan”Zekiye Mihemed Bekir”.”
Û xelkê gund ên mane jî rastî rengereng binpêkirinan (revandin, girtinên bêsûcane, rûmetdaxistin, işkencekirin û peresitandin û hinên din)hatin; Di vê warî de, hemwelatî “Ferat Mehmûd Ibrahîm – zayend 1993 Z” hate girtin, ji 28.3.2018an ve di Hepsa “Elra’î – Çobanbegê” de zorane hate veşartin, û piştî dora sê salan bo Hepsa”Maratê” li Bajarê Efrînê hate guhestin û hate berdan.
= G.”Şingêlê”:
“G.”Şingêlê” – N.Bilbilê.”
Bi Navça Bilbilê ve girêdayî ye, bi aliyê Rojava ve /15/KM ji Bajroka Bilbilê û /500/ M jî ji sînor ve dûr dikeve, /160malbat=700nişte/ji nişteciyên Kurd ên resen tê de bûn, dema êrişkeriya Turkiyê li ser herêmê tev penaber bûn, jê /16malbat=300nişte/ tenê vegerîn, û /12malbat=70nişte/ ji anîndeyan tê de hatin niştecîkirin.
Li destpêkê Milîseyên “Firqit Elsultan Silêman Şah” gund desteser kirin, lê paşê ji bo Milîseyên “Firqit Elhemzat” (a ku mala Hemwelatî “Cemîl Eteş” ji xwe re kiriye biryargeheke leşkerî û mala “Luqman Mihemed kurê Ewnî” jî hepseke taybet) jê vekşîn, û di desteserkirina gund de, Milîseyên “Feyleq Elmecid” vê re hevpar e; Û ev in malên ku dest danîne ser: Elî Hesen Hesen, Şêxmûs Mihemed kurê Ibrahîm, Hesen Kerşod, Îmad Hesen, Adêl Eteş, Nîhad Mehmûd kurê Dawod, Ehmed Goçer Mehmûd, Selah Eteş kurê Mihemed, Ukaş Hesen Hesen, Şewket Reşîd Eteş, Ehmed Çîlo Mihemed.
Û herweha jî mala Hemwelat “Xelîl Ebid Elrehman Eteş” di encama topebaraneke mûşekekê de, bi rengekî nêzetevahî hate roxandin.
Berî vegera xelkê bo gund, milîseyan tevahiya kelûpelên hindir malan, ji cerên gazê, firaxên baqirî û qizêzî, xwarinvexwarin û amûrên taqeta elektirîkê ya Royê (di piraniya malên gund de hebûn, û nirxa wan a tevahî bi milyonan pereyên Sûrî dihate pîvandin) dizîn, û bi ser de jî dizîna giropeke zayendkirina elektirîkê (ampêrat) û toreya wê ya Hemwelatî “Nîdal Ehmed Qasêm” ji Bajaroka “Meydan Ekbezê”, dora/5/hezar teneke zêta zeytûna (16KG sade) di malan de hatibûn hilînandin, û dora/1000/seriyên mî, çêl û bizinan. Ji bilî wê jî şerjêkorina dora /100/seriyên pêz bi qurşînê, li pêş çavên xwediyê wan hemwelatî “Ehmed Henan Hesen”.
Û herweha milîseyan bi dehan acet û alet ji gund dizîn, û ji wan ev hatin nasîn:
Pîkabeke “Fortî” ye “Elî Rida Mihemed Eteş”, Pîkabeke “Nîsan” ye “Şe’iban Eteş”, tirektoreke çandiniyê ye “Cemîl Eteş”, tirektoreke çandiniyê ye “Selah Eteş” û heft matorên dutekerî.
Û çekdarina dest danîn ser tevahiya avahiyeke pirqatî ye “Malbata Eteş” li Bajarê Efrînê, li nêzîk Nexweşxana “Avrîn”.
Mûsimên zeytûn, behîv û simaqê li dû hev û li pêş çavên xwediyan tûşî dizînan bû, û zeviyeke zeytûna ye Malbata”Mihemed Eteş” û ye ji /800/darî yên xelo pêkhatî ye, û li nêzîk Bajarok “Meydan Ekbezê”, bi tevahî rastî qutkirin, şewtandin û çêrandina hovane bû, ta ku hate qirkirin, û herweha /100/darî zeytûnê din yên temenmezin ên heman man malbatê û li nêzîk Bajaroka Bilbilê, û hejmareke darên kezwan û sindiyanê yên temenmezin li dor gund hatin qutkirin.
Weha jî milîseyan dest danîn ser bihezaran darên zeytûn û behîvê yên koçberên zorane, û ji wan ev hatin naskirin: /500/darên zeytûnê “Cum’a Kerşod”, /600/ darên zeytûnê yên zariyên “Silêman Kerşod”, /200/ darên zeytûnê + /100/ darên behîvê yên “Nîhad Mehmûd”, /500/darên zeytûnê yên zariyên “Elî Kerşod”, û /150/ darên zeyrûnê jî yên “Ehmed Kerşod”.
Û xelkên ku li gund mane jî, rastî rengereng binpêkirinan hatin, jê girtinên bêsûcane, kêmrûmetkirin, peresitandin û hin kiryarên din hatin, û gelek zext û fişar li ser hatin kirin, da ku koçber bibin; Û di vê warî de, Destlatên Dagîrker Hemwelatî “Şêxmûs Mihemed Mehmûd/39/sal” girtin û ji Avdara 2018an ve zorane veşartin, û ta niha çarenûsa wî ne xuya ye, bê ku merivên wî ta niha tiştekî li ser zanibin.
= Jinek ji girtinê ta mirina bi şewtandinê:
Ew li Gundê “Rûta”- N.Mabeta, di maleke gundiyane ye kevin de, di rewşeke nexweş pir xerab de dijiya. Lê piştî ku bêtirî /24/katan liva wê di mal de nema, li Siba 23.12.2021an cîran derbas malê bûn, û dîn ku li pêş pixarê bi şewtandinê miriye.
“Vêguneh “Zêneb Ebdo”.”
Ew jina jiyanjidestdayî “Zêneb Ebdo/61/sal” ye, ya ku bi hevjînê xwe “Osman Mecîd Ne’isan” û sê law û du hevjînên dudiyan ji wan û tevî herdu zarokên wan ên keç re, ji aliyê “Asayêşa Leşkerî”li Efrînê û Istîxbaratên Turkiyê ve bi tuhmetên çêkirî, li 7.6.2020an hatibû girtin, û li navîna Heyva Tîrmeha borî, ji Hepsa “Maratê” – B Efrînê, bi sedema nexweşiyê hatibû berdan, lê yên mane jî -ji bilî “Zelîxe Welîd Umer yek ji herdu bûkan” a ku hiş wenda kiriye, û li navîna Tîrmeha borî hatiye berdan- ta niha çarenûsa wan ne diyar e.
Dema ku “Zêneb” ji hepsê hatiye berdan, dît ku endamên Milîseyên Asayêşa Leşkerî dest danîne ser mala wê û malên lawan li Taxa Eşerefiyê li Efrînê, û tê de rûniştine, ji ber wê mişxte bû û çarenûseke bi’êş dît.
= Revandin û girtinên bêsûcane:
– Li 21.12.2021an Z, Istîxbaratên Turkiyê û Milîseyên “Asayêşê – Ewlehiya Siyasî” hemwelatî “Elî Mihemed Ibrahîm /26/sal, Mihemed Ehmed Eyûbî/27/sal, Hemyar Mihemed Qilîç/27/sal, Dilyar Betal Betal/27/sal” ji xelkê Gundê “Maratê” – Efrîn, bi tuhmeta têkeliyê bi Rêvebiriya Xweser a berê re girtin, û ta niha çarenûsa wan ne xuya ye, û berê jî ew carekê hatibûn girtin.
– Li 22.12.2021an, bi behaneya ku hin nivîs li ser rûpela gund a Fêsbokê hene, Milîseyên “Firqit Elsultan Mûrad” êriş kargeheke dirûtinê li Gundê “Qota” – N.Bilbilê -ye ku dora /50/kesî tê de kar dikirin – kirin, li wan xistin û sixêf ji wan re dan, û neh jê (yek ji Gundê”Zerka” û yekî din ji Gundê “Qêsim” û /7/jî ji “Qota”) revandin, û bi şev berdan, lê dudu ji”Qota” tevî du revandiyên berê yên ji heman gundî li cem xwe hîşton, da ku herçaran li Roja Înê li 24.12.2021an Z serbest berdin.
Roj li dû rojê, ji nav refên milîseyan çepkcî û dirbekciyên “siyasî, rewşenbîrî û şêx” û yên derdikevin, û ta radeyekê li ser binpêkirin û tewanên ku li Efrînê pêk tên dibin bîner, da ku bi zanebûn an bêzanebûn, asta rol û destêwerdana Turkiyê ya bigûman û neyênî di Rewşa Sûriyê bi giştî û ya li dijî Kurdan bi taybetî de tekez bikin.
Nivîsgeha ragihandinê- Efrîn
Partiya Yekîtî ya Demokrat a Kurd li Sûriyê[1]
Dette produktet har blitt skrevet på et språk (Kurmancî - Kurdîy Serû), klikk på ikonet for å åpne elementet på originalspråket!
Ev babet bi zimana (Kurmancî - Kurdîy Serû) hatiye nvîsandin, klîk li aykona bike ji bu vekirina vî babetî bi vî zimana ku pî hatiye nvîsandin!
Dette produktet har blitt sett 362 ganger
HashTag
Kilder
[1] | Kurmancî - Kurdîy Serû | https://yek-dem.net/ - 03-02-2024
Koblede elementer: 70
Artikler
Datoer & Events
Dokumenter
Gruppe: Dokumenter
Artikler språk: Kurmancî - Kurdîy Serû
Publication date: 29-12-2021 (3 År)
Byer: Afreen
Document style: No specified T4 1573
Dokumenttype: Oversettelse
No specified T3 57: No specified T4 1443
No specified T3 58: No specified T4 1445
Original Language: Arabic
Provinsen: West Kurdistan
Technical Metadata
Element Kvalitet: 99%
99%
Lagt inn av ( ئاراس حسۆ ) på 03-02-2024
Denne artikkelen har blitt gjennomgått og utgitt av ( سارا ک ) på 10-02-2024
Dette elementet nylig oppdatert av ( سارا ک ) på : 10-02-2024
URL
Dette elementet i henhold til Kurdipedia er Standards ikke er ferdig ennå!
Dette produktet har blitt sett 362 ganger
Kurdipedia er de største kildene for kurdisk informasjon!
Bibliotek
Min drøm om Kurdistan – Værd at kæmpe for?
Bibliotek
Et nettverk av førstehjelpere i det minelagte Nord-Irak - Et spørsmål om liv eller død
Biografi
Gelawesh Waledkhani

Actual
Bibliotek
Norsk-kurdisk (kurmanjî) illustrert ordbok
24-10-2013
هاوڕێ باخەوان
Norsk-kurdisk (kurmanjî) illustrert ordbok
Bibliotek
Ny i Norge; ordliste norsk-kurdisk sorani
23-10-2013
هاوڕێ باخەوان
Ny i Norge; ordliste norsk-kurdisk sorani
Bibliotek
Norsk nå!; ordliste norsk-kurdisk sorani
23-10-2013
هاوڕێ باخەوان
Norsk nå!; ordliste norsk-kurdisk sorani
Bibliotek
Det som var vanskelig å leve med
21-03-2020
ڕێکخراوی کوردیپێدیا
Det som var vanskelig å leve med
Biografi
Gelawesh Waledkhani
03-04-2022
شەرارە شەمامی
Gelawesh Waledkhani
Nytt element
Biografi
Azad Karimi
13-01-2023
شادی ئاکۆیی
Statistikk
Artikler 518,987
Bilder 106,356
Bøker 19,330
Relaterte filer 97,306
Video 1,399
Kurdipedia er de største kildene for kurdisk informasjon!
Bibliotek
Min drøm om Kurdistan – Værd at kæmpe for?
Bibliotek
Et nettverk av førstehjelpere i det minelagte Nord-Irak - Et spørsmål om liv eller død
Biografi
Gelawesh Waledkhani

Kurdipedia.org (2008 - 2024) version: 15.5
| Kontakt | CSS3 | HTML5

| Page generasjonstid : 0.484 andre!