Bibliotek Bibliotek
Søk

Kurdipedia er de største kildene for kurdisk informasjon!


Search Options





Avansert søk      Keyboard


Søk
Avansert søk
Bibliotek
Kurdiske navn
Kronologi av hendelser
Kilder
History
Bruker samlinger
Aktiviteter
Søk Hjelp?
Publication
Video
Classifications
Tilfeldig element!
Send
Send artikkel
Send bilde
Survey
Dine tilbakemeldinger
Kontakt
Hva slags informasjon trenger vi!
Standards
Vilkår for bruk
Element Kvalitet
Verktøy
Om
Kurdipedia Archivists
Artikler om oss!
Legg Kurdipedia til ditt nettsted
Legg til / Slett e-post
Besøkende statistikk
Element statistikk
Fonts Converter
Kalendere Converter
Språk og dialekter av sidene
Keyboard
Hendige lenker
Kurdipedia extension for Google Chrome
Cookies
Språk
کوردیی ناوەڕاست
کرمانجی - کوردیی سەروو
Kurmancî - Kurdîy Serû
هەورامی
Zazakî
English
Française
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
Nederlands
Svenska
Español
Italiano
עברית
Pусский
Norsk
日本人
中国的
Հայերեն
Ελληνική
لەکی
Azərbaycanca
Min konto
Logg inn
Medlemskap!
Glemt passordet ditt!
Søk Send Verktøy Språk Min konto
Avansert søk
Bibliotek
Kurdiske navn
Kronologi av hendelser
Kilder
History
Bruker samlinger
Aktiviteter
Søk Hjelp?
Publication
Video
Classifications
Tilfeldig element!
Send artikkel
Send bilde
Survey
Dine tilbakemeldinger
Kontakt
Hva slags informasjon trenger vi!
Standards
Vilkår for bruk
Element Kvalitet
Om
Kurdipedia Archivists
Artikler om oss!
Legg Kurdipedia til ditt nettsted
Legg til / Slett e-post
Besøkende statistikk
Element statistikk
Fonts Converter
Kalendere Converter
Språk og dialekter av sidene
Keyboard
Hendige lenker
Kurdipedia extension for Google Chrome
Cookies
کوردیی ناوەڕاست
کرمانجی - کوردیی سەروو
Kurmancî - Kurdîy Serû
هەورامی
Zazakî
English
Française
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
Nederlands
Svenska
Español
Italiano
עברית
Pусский
Norsk
日本人
中国的
Հայերեն
Ελληνική
لەکی
Azərbaycanca
Logg inn
Medlemskap!
Glemt passordet ditt!
        
 kurdipedia.org 2008 - 2024
 Om
 Tilfeldig element!
 Vilkår for bruk
 Kurdipedia Archivists
 Dine tilbakemeldinger
 Bruker samlinger
 Kronologi av hendelser
 Aktiviteter - Kurdipedia
 Hjelp
Nytt element
Biografi
Azad Karimi
13-01-2023
شادی ئاکۆیی
Statistikk
Artikler 518,810
Bilder 106,252
Bøker 19,333
Relaterte filer 97,294
Video 1,398
Bibliotek
Norsk-kurdisk (kurmanjî) il...
Bibliotek
Ny i Norge; ordliste norsk-...
Bibliotek
Norsk nå!; ordliste norsk-k...
Bibliotek
Det som var vanskelig å lev...
Biografi
Gelawesh Waledkhani
Efrîn di bin dagîrkeriyê de (176): Gundê “Gundê Mezin”, mirina yekî ji Hepsa “Çobanbegê – Elra’î” berdayî, li Bajaroka”Be’idîna”
Gruppe: Dokumenter | Artikler språk: Kurmancî - Kurdîy Serû
Share
Facebook0
Twitter0
Telegram0
LinkedIn0
WhatsApp0
Viber0
SMS0
Facebook Messenger0
E-Mail0
Copy Link0
Ranking element
Utmerket
Veldig bra
Gjennomsnittlig
Dårlig
Dårlig
Legg til i mine samlinger
Skriv din kommentar om dette elementet!
Elementer historie
Metadata
RSS
Søk i Google etter bilder relatert til det valgte elementet!
Søk i Google for valgt element!
کوردیی ناوەڕاست0
English0
عربي0
فارسی0
Türkçe0
עברית0
Deutsch0
Español0
Française0
Italiano0
Nederlands0
Svenska0
Ελληνική0
Azərbaycanca0
Fins0
Norsk0
Pусский0
Հայերեն0
中国的0
日本人0

Efrîn di bin dagîrkeriyê de (176): Gundê “Gundê Mezin”, mirina yekî ji Heps...

Efrîn di bin dagîrkeriyê de (176): Gundê “Gundê Mezin”, mirina yekî ji Heps...
#Efrîn# di bin dagîrkeriyê de (176): Gundê “Gundê Mezin”, mirina yekî ji Hepsa “Çobanbegê – Elra’î” berdayî, li Bajaroka”Be’idîna” vêrgîlêxistin ji ber salên çûne ve, girtinên zordarane û qutkirina daran.

Ji bo wergirtina vêrgiyan ji Kurdên ku li Herêma Efrînê mane, milîs bi behane û sedemên rengereng û riyên xarûmaro, cûrbecûr şêweyên gef û tirsandinê bi kar tînin; Weke nimûne: Piştî ku hin rapor li ser ferzkirina Milîseyên “Feyleq Elmecid” tibabin mezin ji zeyta zêtûna li ser gundên “Kêla, Zerka, Çobana, Heyama, Su’iriya, Bêxçe, Elîbegê û hin din” û diyarkirina xelkê ji nerazîbûna xwe re, hin hevkarên xwe ji her gundekî agahdar kirin, ku divê vêrgiyan kom bikin, û veguhêsin derveyî gundan, da ku dûrî çavan radest bikin.
Vaye li jêr emê binpêkirin û tewanên rengereng belge bikin:
= Gundê “Gundê Mezin”:
Ji gundên kevnar e, tê de kevneşop û şikeftên dîrokî hene, bi /9/ KM an ji Bajarê Efrînê dûr e, ji/40/malî pêkhatî ye, dora/225/nişte ji nişteciyên Kurd ên resen tê de bûn, jê/27malbat=100nişte/man, û /10malbat=75nişte/ ji anîndeyan tê de hatin niştecîkirin.
Milîseyên “Lîwa’i Elxab – Firqit Elhemzat” gund desteser kirin, dest danîn ser /6/malan tevî kelûpelên tê de, û ji malên din xwarinvexwarin, firaxên baqirî, alav û amûrên elektirîkê û hin tiştên din dizîn, û herweha jî guheztok (tirans) û keblên toreya elektirîkê ya giştî, û keblên toreya telîfonê ya zemînî.
Û li B.Efrînê milîseyan piştî penaberbûnê, tirektoreke çandiniyê ye “Ehmed Osman” tevî dûmahîkên wê, û /4/ matorên duloqî yên hemwelatiyên gund dizîn.
Weha jî Milîseyên “Elxab” avahiya dibistana gund kirin ciyê perwerdekirina çêlan, li ser xelkê gund (/500/teneke zêta zeytûna – /16/KG sade li ser werza sala 2019an Z, /250/teneke jî li ser werza 2020an Z) vêrgî ferz kirin, îsal jî werz tinebû ta ku tiştekî ferz bikin, û di navboriya herçar salên borî de jî, berhemên zeytûn, behîv, simaq, çiloyê reza, hejîr û gûzan dizîn.
Herweha jî wan ji bo êzingkirin û bazirganiyê, daristanên “Gûza Amê û li hemberê hirşê Çiyayê biçûk, Çiyayê Ristem” û darine sindîganê yên temenmezin qut kirin.
“Daristana “Gûza Amê” – “Gundê Mezin” – Efrîn ji berî qutkirinê.”
Û wan ji zû ve vêla “Ebid Elrehîm Henan (Rehîm)” kiribûn biryargeheke leşkerî, ta ku giropa “Lîwa’i Elxab – Mu’itez Elebdela” li Tebaxa 2021an, ji aliyê Firqê ve ji gund hate qewtandin, û xwediyê wê radest kir. Lê di dû re, li Berbanga 22.8.2021an Z, lawê xwediyê vêlê “Ridwan/50/sal”, li nav zeviyeke wî ye zeytûna ye li ser riya ku dighêje Gundê “Dargirê” yê hevcîwar, li dema ku çûye bi tirektorê bajo, hate kuştin; Û hemî şopandinan nîşan dan ku “Mu’itez” ew tewana kiriye, ji ber ku pakrewanê vêguneh li hember dizîna wî ji kelûpelên malê re sekinî.
“Pakrewan “Ridwan Ebid Elrehîm Henan”.”
Divê were bîranîn jî ku hêzên Dagîrkeriya Turkiyê jî, li B.Efrînê dest danîn ser tevaya “Dibistana Ezhar Efrîn Elxase – Dibistana çîçekên Efrînê ya taybet” a Malbata “Rehîm” û ji xwe re kirin biryargeheke leşkerî.
Xelkê gund ên mane jî rastî cûrbecûr binpêkirin û tewanan hatin, jê girtinên bêsûcane, işkencekirin, kêmrûmetkirin, perestandin û hinên dî; Û ta niha çarenûsa Hemwelatî “Besam Ehmed Henan/35/sal” yê ji Avdara 2018an Z ve zorane veşartî, ne diyar e.
“Girtiyê ku çarenûsa wî ne diyar “Besam Ehmed Henan”.”
= Mirina kesekî ji Hepsa “Elra’î” berdayî:
“Dilovanber “Mihemed Minle Elî kurê Ednên” ê ku ji Hepsa Elra’î hatiye berdan.”
Piştî ku li destpêka Avdara 2021an Z, ji Hepsa “Elra’î – Çobanbegê” ya navûdengbed a ku Milîseyên “Firqit Elsultan Mûrad” bi serpereştiya Istîxbaratên Turkiyê bi rêve dibin hate berdan, û sê salan di ser girtin û veşartina wî ya zorane re derbas bûn, ji Avdara 2018an Z ve, bi tuhmeta têkeliyê bi Rêvebiriya Xwser a berê re; Hemwelatî “Mihemed Minle Elî kurê Ednên/28/sal – bavê zarokekî û ji xelkê Bajaroka Reco”, ji ber işkencekirin û danûstandina sert a ku di hepsê de dîtiye – bê têkelî bi cîhana derve re, bi nexweşiyeke giran ket; Û li Roja Pêncşemê 16.12.2021an Z, piştî ku nexweşxaneyê Turkiyê hêvî ji çêbûna wî hate birîn, li malê hate vegerandin, bi şev jiyana xwe ji dest da, û li roja din jî termê wî hate binaxkirin.
= Li Bajaroka “Be’idîna” hin vêrgîlêxistin ji ber salên borî ve:
Piştî dawîkirina werza zeytûna ya îsal, “Ebsî Elhemed (Ebas) ji Gundê Sercê – Çiyayê Elzawiyê, Ebû Xalêd Elcebelî ji Gundê Cûzêf – Çiyayê Elzawiyê” ji serkêşên Milîseyën “Lîwa’i 112” li Bajaroka “Be’idîna”, hin hemwelatî -bi behaneya ku ew endam in di PYD de, peyên rijîmê ne û li Heleb û Şehba’i rûdinin- neçar kirin ku vêrgiyan ji ber werzên îsal û salên borî ve (150 teneke zêt – her tenekak /16/KG sade) bidin wan, û hin ji wan jî Ev in: (Hesen Ebdo Mistefa ji ber Ebdîn Kekec Fata Sînê ve, Ristem Mistefa Fata Sînê ji ber Malbata Xelîl Kekec Fata Sînê ve, Mistefa Hec Hesen ji ber Malbata Dilovanber Mihemed Hemqaflo ve, Hesen Şe’iban ji ber birayê wî Reşîd ve, Hecî Hesen Bêrem ji ber xwîşka wî ve, Hisên Arêf Elo ji ber birayê wî Kemal ve, Ehmed Mûrad Hebeş ji ber birayê wî Hisên ve, Cemîl Elî Gurpe ji ber bavê hevjîna wî ve); Divê were zanîn ku ew koçberên zorane ne, û malmewalên hinekan jî hîn bi hev de ne û nehatine parvekirin, bi ser de jî pereyên ku li xizmetguzariyê dane xerckirin; Û wan milîseyan piştî du salan ji xizmet û xerciyan, berhemên /250/darên zeytûnê yên weresên “Menan Hişîno Hecî” yên ne li wir -di nav de jî sêwî- û hemwelatî “Mihemed Osman” ji ber xwe ve dînane ku malmewalên wan hilîne û dîne, û /100/ dar jî yên “Hesen Heyder Hebeş” ê ku li bajarokê ye.
“”Ebsî Elhemed(Ebas), Ebû Xalêd Elcebelî” ji serkêşên Milîseyên “Elîwa’i 112” li Bajaroka “Be’idîna”.”
Herweha yê ku bi “Ebas” tê navdan li hemwelatî “Hisên Arêf Ebdo” xist, ji ber ku wî nerazîbûna xwe ji dandina vêrgiyê re da nîşandan, û weha jî dest danî ser herdu makînên “Hesen Şe’iban û Mistefa Hesen Şe’iban”, ta ku vêrgiyên xwe radest dikin.
Weha jî serkêşê Lîwa’ê “Ebid Elkerîm Cemal Qesûm” xwediyên herçar guvêşgehên zeytûna yên bajarokê neçar kirin, ku bêrîna zeytûna ya dora/1000/tonî radestî nûnerê wî bikin, û paşê ewê nirxê wê li dawiya mûsimê – buhayê her tonekê kêmtirî buhayê ku kargehên bêrînê li herêmê dikirin bi/10/dolaran- bide wan, da ku ew li dawiyê dora /10/hezar dolarî wek qezenc werbigre.
Û berê jî ji çar salan ve wan milîseyan dest danîbûn ser /200/darên zeytûnê yên Dilovanber “Elî Reşîd Elî”, /150/dar ên “Hisên Mûrad Hebeş”, /90/dar ên “Mihemed Hebeş Hebeş”, /100/dar ên “Xelîl Ebdela”, /80/dar ên Dilovanber “Hisên Osman Hecî”, /225/jî yên “Mihemed Ehmed Şe’iban”; Û li vê dawiyê jî wan hin şûngirên hemwelatiyên ku ne li bajarokê qedexekirin ku malmewalên wan bi rêve bibin, û kokên/250/ darên zeytûnê yên “Rukin Eldîn Bekir Mihemed” jî -weke nîşanekê ji destdanîna ser re- boyax kirin.
Û bi şopandin û hûrgilîkirina ji malmewdanên hemwelatiyên ne li bajarokê re û ferzkirina vêrgiyên nû li ser wan, Milîseyên “Elîwa’i” û serkêşê wê “Qesûm” dil hene ku dest dînin ser tevahiya wan malmewalan.
Û divê were bîranîn ku li vê dawiyê “Ebas û Elcebelî” ji alîkariyên diravî yên ku ji xelkê bajarokê re, ji aliyê rêxistineke fîxaniyê ve têne dandin, bi behaneya peydakirina parên xwarinvexwarinê ji malbatên ku di belavkirinên berê de hatine bêparkirin re, rêjeyek qut kirin. Lê, wan beşê mezintirîn ji yê hatiye komkirin ji xwe re birin.
Û “Ebas” bi endamin din re, gelek cîgeh di nav zeviyên zeytûnan de, li dorahiya aliyê Başûr ji bajarokê re, ji bo lêgerîna li kevneşop û kinzên binerd û dizîna wan, kolan û tevadan û hîn jî berdewam in.
Ma “Komîta Vegerandina Mafan” li Efrînê û Hemahengiya Sûrî – Ixwanî dikanin lêpirsînê bi wan kesan re bikin, û tiştên hatine dizîn li xwediyan vegerînin!?
= Girtinên bêsûcane:
– Li 9.12.2021an Z, Milîseyên “Asayêşa Leşkerî” li Efrînê, Hemwelatî “Ferat Zaza/30/sal – ji du heyvan ve zewicî” ji xelkê Gundê “Alciya” – Navça Şera, li Gundê “Maratê” rûdine û xwediyê cîgeheke çêkirina solan e- girt, Piştî ku wî li dijî çekdarine ku di ciyê karê wî de êrişê kirine, li ber xwe da.
– Li 12.12.2021an Z, Istîxbaratên Turkiyê û Milîseyên Asayêşa Mabeta ev hemwelatî “Ferîd Ehmed Mistefa/47/sal – bi (Nîdal) tê naskirin û ji Gundê Emara, Bêrem Ico Mistefa/48/sal ji Gundê Şêxotka, Cîhad Mihemed Mensor/50/sal” bi tewanbariya têkeliyê bi R.X a berê re girtin, û li Roja Pêncşemê 16.12.2021an Z berdan, piştî ku her yekî /1200/PT da.
= Qutkirina daran:
Li ba çekdar û anîndeyên ji milîseyan ve palpişt, ji bo êzingkirin, çêkirina komirê û bazirganiyê, qutkirina daran bûye tiştekî asa û rêbazkirî; Hema li Gundê “Kîmarê” – Şêrewa, li vê dawiyê Milîseyên “Firqit Elhemzat” dora du hezar darên zeytûnê yên “Ezet Mamo Nebo, Michim Reşîd Elo Nebo, Eynat Mamo Nebo, Nîdal Cimo Nebo, Xazî Mamo Nebo, kurên Şahîn Nebo” qut kirin.
Heya ku Turkiya Dagîker a serperşt siyast û kiryarên dijmantiyê li dijî Herêma Efrînê û xelkê wê pilan dike û dide wênekirin, bi hin perspankirinên ji bo xweşikirinê û rakirina hin zordariyan, kêşeya wan a bi’êş û xembar çareser nabe. Çareserî tenê di dawîkirina hebûna dagîrkeriyê û milîseyên nandoz de, û di vegera Efrînê ji serweriya Sûriyê û rêvebiriya xelkê wê de ye.
Nivîsgeha ragihandinê- Efrîn
Partiya Yekîtî ya Demokrat a Kurd li Sûriyê[1]
Dette produktet har blitt skrevet på et språk (Kurmancî - Kurdîy Serû), klikk på ikonet for å åpne elementet på originalspråket!
Ev babet bi zimana (Kurmancî - Kurdîy Serû) hatiye nvîsandin, klîk li aykona bike ji bu vekirina vî babetî bi vî zimana ku pî hatiye nvîsandin!
Dette produktet har blitt sett 422 ganger
HashTag
Kilder
[1] | Kurmancî - Kurdîy Serû | https://yek-dem.net/ - 03-02-2024
Koblede elementer: 70
Artikler
Datoer & Events
Dokumenter
Gruppe: Dokumenter
Artikler språk: Kurmancî - Kurdîy Serû
Publication date: 19-12-2021 (3 År)
Byer: Afreen
Document style: No specified T4 1573
Dokumenttype: Oversettelse
No specified T3 57: No specified T4 1443
No specified T3 58: No specified T4 1445
Original Language: Arabic
Provinsen: West Kurdistan
Technical Metadata
Element Kvalitet: 99%
99%
Lagt inn av ( ئاراس حسۆ ) på 03-02-2024
Denne artikkelen har blitt gjennomgått og utgitt av ( سارا ک ) på 10-02-2024
Dette elementet nylig oppdatert av ( سارا ک ) på : 10-02-2024
URL
Dette elementet i henhold til Kurdipedia er Standards ikke er ferdig ennå!
Dette produktet har blitt sett 422 ganger
Kurdipedia er de største kildene for kurdisk informasjon!
Bibliotek
Et nettverk av førstehjelpere i det minelagte Nord-Irak - Et spørsmål om liv eller død
Bibliotek
Min drøm om Kurdistan – Værd at kæmpe for?
Biografi
Gelawesh Waledkhani

Actual
Bibliotek
Norsk-kurdisk (kurmanjî) illustrert ordbok
24-10-2013
هاوڕێ باخەوان
Norsk-kurdisk (kurmanjî) illustrert ordbok
Bibliotek
Ny i Norge; ordliste norsk-kurdisk sorani
23-10-2013
هاوڕێ باخەوان
Ny i Norge; ordliste norsk-kurdisk sorani
Bibliotek
Norsk nå!; ordliste norsk-kurdisk sorani
23-10-2013
هاوڕێ باخەوان
Norsk nå!; ordliste norsk-kurdisk sorani
Bibliotek
Det som var vanskelig å leve med
21-03-2020
ڕێکخراوی کوردیپێدیا
Det som var vanskelig å leve med
Biografi
Gelawesh Waledkhani
03-04-2022
شەرارە شەمامی
Gelawesh Waledkhani
Nytt element
Biografi
Azad Karimi
13-01-2023
شادی ئاکۆیی
Statistikk
Artikler 518,810
Bilder 106,252
Bøker 19,333
Relaterte filer 97,294
Video 1,398
Kurdipedia er de største kildene for kurdisk informasjon!
Bibliotek
Et nettverk av førstehjelpere i det minelagte Nord-Irak - Et spørsmål om liv eller død
Bibliotek
Min drøm om Kurdistan – Værd at kæmpe for?
Biografi
Gelawesh Waledkhani

Kurdipedia.org (2008 - 2024) version: 15.5
| Kontakt | CSS3 | HTML5

| Page generasjonstid : 0.953 andre!