Bibliotek Bibliotek
Søk

Kurdipedia er de største kildene for kurdisk informasjon!


Search Options





Avansert søk      Keyboard


Søk
Avansert søk
Bibliotek
Kurdiske navn
Kronologi av hendelser
Kilder
History
Bruker samlinger
Aktiviteter
Søk Hjelp?
Publication
Video
Classifications
Tilfeldig element!
Send
Send artikkel
Send bilde
Survey
Dine tilbakemeldinger
Kontakt
Hva slags informasjon trenger vi!
Standards
Vilkår for bruk
Element Kvalitet
Verktøy
Om
Kurdipedia Archivists
Artikler om oss!
Legg Kurdipedia til ditt nettsted
Legg til / Slett e-post
Besøkende statistikk
Element statistikk
Fonts Converter
Kalendere Converter
Språk og dialekter av sidene
Keyboard
Hendige lenker
Kurdipedia extension for Google Chrome
Cookies
Språk
کوردیی ناوەڕاست
کرمانجی - کوردیی سەروو
Kurmancî - Kurdîy Serû
هەورامی
Zazakî
English
Française
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
Nederlands
Svenska
Español
Italiano
עברית
Pусский
Norsk
日本人
中国的
Հայերեն
Ελληνική
لەکی
Azərbaycanca
Min konto
Logg inn
Medlemskap!
Glemt passordet ditt!
Søk Send Verktøy Språk Min konto
Avansert søk
Bibliotek
Kurdiske navn
Kronologi av hendelser
Kilder
History
Bruker samlinger
Aktiviteter
Søk Hjelp?
Publication
Video
Classifications
Tilfeldig element!
Send artikkel
Send bilde
Survey
Dine tilbakemeldinger
Kontakt
Hva slags informasjon trenger vi!
Standards
Vilkår for bruk
Element Kvalitet
Om
Kurdipedia Archivists
Artikler om oss!
Legg Kurdipedia til ditt nettsted
Legg til / Slett e-post
Besøkende statistikk
Element statistikk
Fonts Converter
Kalendere Converter
Språk og dialekter av sidene
Keyboard
Hendige lenker
Kurdipedia extension for Google Chrome
Cookies
کوردیی ناوەڕاست
کرمانجی - کوردیی سەروو
Kurmancî - Kurdîy Serû
هەورامی
Zazakî
English
Française
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
Nederlands
Svenska
Español
Italiano
עברית
Pусский
Norsk
日本人
中国的
Հայերեն
Ελληνική
لەکی
Azərbaycanca
Logg inn
Medlemskap!
Glemt passordet ditt!
        
 kurdipedia.org 2008 - 2024
 Om
 Tilfeldig element!
 Vilkår for bruk
 Kurdipedia Archivists
 Dine tilbakemeldinger
 Bruker samlinger
 Kronologi av hendelser
 Aktiviteter - Kurdipedia
 Hjelp
Nytt element
Biografi
Azad Karimi
13-01-2023
شادی ئاکۆیی
Statistikk
Artikler 518,987
Bilder 106,356
Bøker 19,330
Relaterte filer 97,306
Video 1,399
Bibliotek
Norsk-kurdisk (kurmanjî) il...
Bibliotek
Ny i Norge; ordliste norsk-...
Bibliotek
Norsk nå!; ordliste norsk-k...
Bibliotek
Det som var vanskelig å lev...
Biografi
Gelawesh Waledkhani
Bajarê Zaxîko, yek ji navendên herî giring ên şaristaniya mîtaniyan
Gruppe: Artikler | Artikler språk: Kurmancî - Kurdîy Serû
Share
Facebook0
Twitter0
Telegram0
LinkedIn0
WhatsApp0
Viber0
SMS0
Facebook Messenger0
E-Mail0
Copy Link0
Ranking element
Utmerket
Veldig bra
Gjennomsnittlig
Dårlig
Dårlig
Legg til i mine samlinger
Skriv din kommentar om dette elementet!
Elementer historie
Metadata
RSS
Søk i Google etter bilder relatert til det valgte elementet!
Søk i Google for valgt element!
کوردیی ناوەڕاست0
English0
عربي0
فارسی0
Türkçe0
עברית0
Deutsch0
Español0
Française0
Italiano0
Nederlands0
Svenska0
Ελληνική0
Azərbaycanca0
Fins0
Norsk0
Pусский0
Հայերեն0
中国的0
日本人0

Bajarê Zaxîko, yek ji navendên herî giring ên şaristaniya mîtaniyan

Bajarê Zaxîko, yek ji navendên herî giring ên şaristaniya mîtaniyan
=KTML_Bold=Bajarê Zaxîko, yek ji navendên herî giring ên şaristaniya mîtaniyan=KTML_End=
Hanî Murteza

Vedîtina bajarê Zaxîko li Herêma Kurdistanê
Kurdistan xwedî dîrok, çand, şaristanî û bi sedan #şûnwar# ên kevnar e û roj bo rojê şûnwar û deverên dîrokî yên bêhtir tên vedîtin û eşkerekirin.
Rêveberiya şûnwarên #Dihok# ê bi hevkariya Zanîngeha Tobingînî ya almanî bajarekî kevnar li peravên rûbarê Dîcleyê dîtiye. Ji ber daketina asta ava rûbarê Dîcleyê li qezaya Sêmêlê ya parêzgeha Duhokê, bajarekî dîrokî ji bin avê derketiye ku dîroka wê vedigere bo nêzî 3400 salan berî niha.
Bêkes Birîfkanî, rêveberê şûnwarên dîrokî yên Duhokê got: Eger heye ev bajarê ku hatiye dîtin her ew bajar be ku di nava tekstên babiliyan de behsa wê hatiye kirin, navê wî bajarî Zaxîko ye ji bilî dîwarekî mezin, koşk û çend avahî û ode lê hene. Herweha çend nivîsên bi xetê bizmarî (miyonîfor) li wî bajarê dîrokî hatine dîtin.
Dîroka avakirina Zaxîko
Dîroka bajar vedigere bo sala 1378 ya berî mîladê û hevdem e li gel desthilatdariya Paşa Tuşrata an jî Daşrata ku ji sala 1390î ya berî mîladê desthilat girte destê xwe. Di dema wî paşayî de sînorê desthilata mîtaniyan gelek berfireh bû û gihaye ser sînorên welatê Misrê. Peywendiyeke bihêz a siyasî û aborî li gel şaristaniya wê demê ya Misrê çêkir. Ew peywendî gihaye astekê ku jin û jinxwazî di navbera împaratoriya mîtanî û misriyên kevin de hebû. Xwişka Paşa Tuşrata hevjîna Amûn Hutebê Sêyem bû û keça wî jî hevjîna Axnatûn bû.
Her wê demê peywendiya navbera împaratoriya mîtanî û hîtiyan jî heta astekê baş bû, ew jî bû sedema çêkirina rewşeke aram û dûr ji şer. Ji ber wê, derfeta avakirina bajarên bi wî awayî li ber destê mîtaniyan hebû ku bikarin wî bajarî ava bikin û welatê xwe bi pêş ve bibin.
Împaratoriya mîtanî, împaratoriyeke kurdî bû ku ji 1600 salan berî mîladê heta 1260ê berî mîladê desthilata wê hebû, hemû navçeya bakurê Mezopotamyayê û welatên di navbera du rûbaran de bi rojava, başûr û beşek ji bakurê Kurdistanê di bin destê wan de bû. Di sala 1260ê berî mîladê de bi êrîşa împaratoriya hîtiyan li milê bakur û îmapratoriya aşûriyan li milê başûr hate rûxandin û wan du împratoriyan axa mîtaniyan di navbera xwe de dabeş kirin.
Dîroknivîs di vê baweriyê de ne ku mîtanî tevî gotî û loloyî û hwd bi hev re weke bav û kalên medan (Medya) tên hesibandin.
Kelûpel û şûnwarên dîrokî yên herî giring ku li bajarê dîrokî yê Zaxîko hatine dîtin ev in:
Kûpik – Goze
Dîwarê Kevin
Kevirên ku hatine perçe perçe kirin (perçeyên biçûk ên keviran)
Hestî (Êskepeyker)
Deh nivîsên bi xetê bizmarî
Avahiya Koşkê
Hilkolîn û lêkolînên li bajarê dîrokî yê Zaxîko
Arkelog di vê baweriyê de ne ku bajarê Zaxîko ku yek ji bajarên herî sereke yên şaristaniya mîtanî bû, ji sala 1350yî ya berî mîladê ji ber erdhejê wêran bûye. Paşmayên bajar ji sala 1980yî ve û piştî çêkirina bendava Mûsilê kete bin avê. Her ji ber wê yekê, arkelogên ku di lêkolînên sala 2022yan de beşdar bûn, têkneçûna wan şûnwaran û bi taybet nivîsên bizmarî û avahiyan piştî ku 40 salan di bin avê de mane weke mûcîzeyekê dibînin.
Sala 2018an û piştî daketina asta ava Dîcleyê li vê navçeyê, koçka bajarê Zaxîko hat dîtin. Bo duyemîn car piştî ku di sala 2022yan de asta avê daket, tîmeke mezin a arkeologan karî li ser karê xwe berdewam bin, berî ku careke din ev bajar bikeve bin avê, nexşeya giştî ya bajar, cade, kolan û avahî û koşk û dîwarên kelha derdora bajar û kogeyan diyar bikin. Wê tîmê karî ji koma 10 odeyên koşkê 8 odeyan bi temamî diyar bikin. Herweha kevirên bi xiştên sorkirî hatine çêkirin û dîwarê ku bi rengên sor û şîn hatine nexşandin vedîtin.
Dr. Îvana Polçîz, arkeolog û mamostaya zanîngeha Freiburg a Almanyayê ku di wan lêkolînên arkeolojiyê de beşdar e û wisa dibîne ku ev kogeh dîrokî ne ku li wê deverê hatine dîtin û gelek kelûpelên dîrokî tê de bûn, diyar dike ku ew bajar çiqas giring e. Ji ber ku paşmayên li wê kogehê hatine dîtin nîşan didin ku ew tişt û kelûpelên li deverên cuda anîne û li wê kogehê kom kirine.
Berî ku ew şûnwar careke din bikeve di bin avê de, tîma hilkolîn û lêgerînê, ew şûnwar bi lîm û plastîka şîn nuximandine ku nehêlin ew şûnwar têk biçe. Hêvî dikin ku di siberojeke nediyar de careke din asta ava Dîcleyê dakeve. Careke din li wan cihan dest bi lêkolînan bikin.
[1]
Dette produktet har blitt skrevet på et språk (Kurmancî - Kurdîy Serû), klikk på ikonet for å åpne elementet på originalspråket!
Ev babet bi zimana (Kurmancî - Kurdîy Serû) hatiye nvîsandin, klîk li aykona bike ji bu vekirina vî babetî bi vî zimana ku pî hatiye nvîsandin!
Dette produktet har blitt sett 152 ganger
HashTag
Kilder
[1] | Kurmancî - Kurdîy Serû | https://kurdshop.net/ - 12-01-2024
Koblede elementer: 1
Datoer & Events
Gruppe: Artikler
Artikler språk: Kurmancî - Kurdîy Serû
Publication date: 10-09-2023 (1 År)
Bok: History
Byer: Zakho
Dokumenttype: Originalspråket
Provinsen: Sør- Kurdistan
Publication Type: Born-digital
Technical Metadata
Element Kvalitet: 99%
99%
Lagt inn av ( ئاراس حسۆ ) på 12-01-2024
Denne artikkelen har blitt gjennomgått og utgitt av ( زریان سەرچناری ) på 13-01-2024
Dette elementet nylig oppdatert av ( ئاراس حسۆ ) på : 08-02-2024
URL
Dette elementet i henhold til Kurdipedia er Standards ikke er ferdig ennå!
Dette produktet har blitt sett 152 ganger
Attached files - Version
Type Version Redaktørnavn
Photo fil 1.0.120 KB 12-01-2024 ئاراس حسۆئـ.ح.
Kurdipedia er de største kildene for kurdisk informasjon!
Biografi
Gelawesh Waledkhani
Bibliotek
Min drøm om Kurdistan – Værd at kæmpe for?
Bibliotek
Et nettverk av førstehjelpere i det minelagte Nord-Irak - Et spørsmål om liv eller død

Actual
Bibliotek
Norsk-kurdisk (kurmanjî) illustrert ordbok
24-10-2013
هاوڕێ باخەوان
Norsk-kurdisk (kurmanjî) illustrert ordbok
Bibliotek
Ny i Norge; ordliste norsk-kurdisk sorani
23-10-2013
هاوڕێ باخەوان
Ny i Norge; ordliste norsk-kurdisk sorani
Bibliotek
Norsk nå!; ordliste norsk-kurdisk sorani
23-10-2013
هاوڕێ باخەوان
Norsk nå!; ordliste norsk-kurdisk sorani
Bibliotek
Det som var vanskelig å leve med
21-03-2020
ڕێکخراوی کوردیپێدیا
Det som var vanskelig å leve med
Biografi
Gelawesh Waledkhani
03-04-2022
شەرارە شەمامی
Gelawesh Waledkhani
Nytt element
Biografi
Azad Karimi
13-01-2023
شادی ئاکۆیی
Statistikk
Artikler 518,987
Bilder 106,356
Bøker 19,330
Relaterte filer 97,306
Video 1,399
Kurdipedia er de største kildene for kurdisk informasjon!
Biografi
Gelawesh Waledkhani
Bibliotek
Min drøm om Kurdistan – Værd at kæmpe for?
Bibliotek
Et nettverk av førstehjelpere i det minelagte Nord-Irak - Et spørsmål om liv eller død

Kurdipedia.org (2008 - 2024) version: 15.5
| Kontakt | CSS3 | HTML5

| Page generasjonstid : 0.266 andre!