Bibliotek Bibliotek
Søk

Kurdipedia er de største kildene for kurdisk informasjon!


Search Options





Avansert søk      Keyboard


Søk
Avansert søk
Bibliotek
Kurdiske navn
Kronologi av hendelser
Kilder
History
Bruker samlinger
Aktiviteter
Søk Hjelp?
Publication
Video
Classifications
Tilfeldig element!
Send
Send artikkel
Send bilde
Survey
Dine tilbakemeldinger
Kontakt
Hva slags informasjon trenger vi!
Standards
Vilkår for bruk
Element Kvalitet
Verktøy
Om
Kurdipedia Archivists
Artikler om oss!
Legg Kurdipedia til ditt nettsted
Legg til / Slett e-post
Besøkende statistikk
Element statistikk
Fonts Converter
Kalendere Converter
Språk og dialekter av sidene
Keyboard
Hendige lenker
Kurdipedia extension for Google Chrome
Cookies
Språk
کوردیی ناوەڕاست
کرمانجی - کوردیی سەروو
Kurmancî - Kurdîy Serû
هەورامی
Zazakî
English
Française
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
Nederlands
Svenska
Español
Italiano
עברית
Pусский
Norsk
日本人
中国的
Հայերեն
Ελληνική
لەکی
Azərbaycanca
Min konto
Logg inn
Medlemskap!
Glemt passordet ditt!
Søk Send Verktøy Språk Min konto
Avansert søk
Bibliotek
Kurdiske navn
Kronologi av hendelser
Kilder
History
Bruker samlinger
Aktiviteter
Søk Hjelp?
Publication
Video
Classifications
Tilfeldig element!
Send artikkel
Send bilde
Survey
Dine tilbakemeldinger
Kontakt
Hva slags informasjon trenger vi!
Standards
Vilkår for bruk
Element Kvalitet
Om
Kurdipedia Archivists
Artikler om oss!
Legg Kurdipedia til ditt nettsted
Legg til / Slett e-post
Besøkende statistikk
Element statistikk
Fonts Converter
Kalendere Converter
Språk og dialekter av sidene
Keyboard
Hendige lenker
Kurdipedia extension for Google Chrome
Cookies
کوردیی ناوەڕاست
کرمانجی - کوردیی سەروو
Kurmancî - Kurdîy Serû
هەورامی
Zazakî
English
Française
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
Nederlands
Svenska
Español
Italiano
עברית
Pусский
Norsk
日本人
中国的
Հայերեն
Ελληνική
لەکی
Azərbaycanca
Logg inn
Medlemskap!
Glemt passordet ditt!
        
 kurdipedia.org 2008 - 2024
 Om
 Tilfeldig element!
 Vilkår for bruk
 Kurdipedia Archivists
 Dine tilbakemeldinger
 Bruker samlinger
 Kronologi av hendelser
 Aktiviteter - Kurdipedia
 Hjelp
Nytt element
Biografi
Azad Karimi
13-01-2023
شادی ئاکۆیی
Statistikk
Artikler 518,902
Bilder 106,237
Bøker 19,341
Relaterte filer 97,356
Video 1,397
Bibliotek
Norsk-kurdisk (kurmanjî) il...
Bibliotek
Ny i Norge; ordliste norsk-...
Bibliotek
Norsk nå!; ordliste norsk-k...
Bibliotek
Det som var vanskelig å lev...
Biografi
Gelawesh Waledkhani
Bihara Kurd Pir Geş e
Gruppe: Artikler | Artikler språk: Kurmancî - Kurdîy Serû
Share
Facebook0
Twitter0
Telegram0
LinkedIn0
WhatsApp0
Viber0
SMS0
Facebook Messenger0
E-Mail0
Copy Link0
Ranking element
Utmerket
Veldig bra
Gjennomsnittlig
Dårlig
Dårlig
Legg til i mine samlinger
Skriv din kommentar om dette elementet!
Elementer historie
Metadata
RSS
Søk i Google etter bilder relatert til det valgte elementet!
Søk i Google for valgt element!
کوردیی ناوەڕاست0
English0
عربي0
فارسی0
Türkçe0
עברית0
Deutsch0
Español0
Française0
Italiano0
Nederlands0
Svenska0
Ελληνική0
Azərbaycanca0
Fins0
Norsk0
Pусский0
Հայերեն0
中国的0
日本人0

Bihara Kurd Pir Geş e

Bihara Kurd Pir Geş e
=KTML_Bold=Bihara Kurd Pir Geş e=KTML_End=
Rêzan Tovjîn

Do 13'ê pûşperê (hezîran) bû û li #Amed# ê baran dibariya. #Zimanê Kurdî# Îsal bi her awayî biharek xweş, hênik, nerm û bi adan heye.Roja 12'ê mehê BDP'a ku bi 22 parlamenteran ketibû parlamentoyê, ji hilbijartinê %63 li xwe zêde kir û bi 36 parlamenteran koma xwe firehtir kir. Şerafettin Elçi, Altan Tan, Erol Dora, Ertugrul Kurkçu û Sirri Sureyya Onder 4 kesên nû ne ku ketine nav vê komê û bi serê xwe nîşana firehbûneke din, mezinbûneke din û ronahiyeke din in. Hak-Par, Kadep û BDP bi vê yekbûnê Bloka Netewî, Ertugrul Kurkçu, Levent Tuzel, Sirri Sureyya Onder û Erol Dora jî Bloka Yekîtiya Gelan derdixin holê û li bin parlamentoyê her du kom yekîtiyek pir mezin ava dikin ku tu hêz nikare wan tune bihesibîne û wan nas neke.Tu hêz bî tu heyî.Kes nikare te înkar bike, tune bihesibîne.Lê riya serkeftinê bi hêzê nabe. Yên herî hêzdar û xurt û zexm jî dikarin hilweşin û di dîrokê de bi hezaran car hilweşiyane jî. Tişta ku riya serkeftinê vedike guhertin e, mejiyê guhertinê, biryara guhertinê, îradeya guhertinê û jêhatîbûna te ya di guhertinê de ye.Binihêrin gelek nezanan pirî caran birêz Ocalan di vî warî de rexne kirin. Çima ku her ji demekê carekê guhertinek kiriye. Lê di dawiya 11 salan de em dinihêrin ku bi van guhertinan tu tiştek li xwe kêm nekiriye. Berevajî vê, ka li îro binihêrin û li 15'ê reşemiyê (sibat 1999) binihêrin.Di sala 1999'an de li Amedê ji bilî IHD'ê tu sazî nemabûn. NÇM jî girtî bû. Yanî navendek çandî jî qedexe bû. Rojnameya Welat bi tirs dihat xwendin. Partiya Siyasî vekirîbû, lê mirov bi tirs diçûnê. Û di hilbijartina 1999'an de berendamên şaredariyan bi tirs û xof bûn berendam. Dema qezenc kirin jî mirov meraq dikir bê gelo dê bikaribin li ser wan qoltixan rûnin an na. Rûniştin. Me meraq kir ku dê di demek kin de wan hemûyan bigirin an na. Girtin. Lê Amed rabû ser lingan û di demildest de hatin berdan hemû. Îro ji wan rojan tu tişt nemaye.Wê demê birêz Ocalan parêznameyên xwe nû dinivîsî. Beş bi beş di rojnameyan de dihatin weşandin. Hinekan ji me digot şer nema, qediya, hinekan jî digot ev demek e, belkî pênc sal, belkî deh sal, lê rojekê dê şer dîsa derkeve. Hinek kurdan jî gotin her tişt herimî, armanca me ya pîroz jî, îxanet bi armanca Kurdistana Serbixwe hatiye kirin. Di encamê de tişta girîng ew e ku kî çi dike. Piştî 11 salan Kurdistan azadtir e û îro di vê bihara xweş û geş de Kurdistan ji bo xwe û gelên cîran hemûyan bigihîne azadiyê sura bayê xerbî ji bilûra Celadet Elî Bedirxan berdide nav pelên daran û strana azadî û serbestiyê dinihurîne. Û ew pêjna lingên mêrxasan ku guhên Celadet dikir, îro li ber çavên we hemûyan girseyek herikbar e ku ji milyonan pêk tê ye.Roja 12'ê mehê ku hilbijartin hebû, ez û malbata xwe li Ofîsa Amedê bûn. Saet di 18'ê êvarê de, ku hênikahiyek xweş hebû, encamên sindoqan hêdî hêdî belî dibûn. Lê di encaman de çenekî jî şika kesî tunebû. Ew Ofîs a ku serhildan herî pir li wir zehmet e û dewlet hemû tê de ye, ji nişka ve bû gorepan. Her kesên ku ji malên xwe û dikanên xwe derdiketin, diherikîn ser rê û berê xwe didan rojava û dimeşiyan. Nedisekinîn. Bi silogan. Her kesî tiştekî kesk û sor û zer dîtibû. Yên tune jî, her du pêçiyên serkeftinê bilind dikirin. Keçik û xortên hezkirî ku destên hev digirtin sloganên herî tûj berz dikirin. Di hembêza min de kurê min ê du salî bi coş destên xwe bilind dikir û dikir birbir, qaşo wekî wan dikir û hewl dida xwe ji hembêza min bavêje û bi wan re here.Ofîs vala dibû. Yên peya û yên bi siwareyên xwe, her kesî berê xwe dida rojava û diçûn. Yekî yextiyar got gelo me çend heb derxist?. Bersiva wî zelal bû, xalo bi bin 34'an nakeve, ev tenê bes e, êdî tu tişt dê ne wekî berê be! Yê yextîyar dîsa pirsî ev milet dihere ku? Gel ber bi avahiya navendî ya partiyê ve diherikî. Bersiv ji xortekî din hat Meşa Azadiyê ye. Keçik û xortên ku derbas dibûn destên xwe ji yê yektiyar re li ba dikirin û ew meraqa li ser çavên wî belav dikirin. Li çavên min nihêrî. Ez amade hatibûm jixwe. Min ji bêrîka xwe bizmarek derxist û nîşanî wî da. Got: Çi ye? Min bi tirkmancî got bizmarê dewletê ji cî derketiye, ev ew e. Çavên wî biriqîn, bi şewq got: Tu dibê îcar em ê bikaribin bizmarê xwe bikutin.Hela em binihêrin...
[1]
Dette produktet har blitt skrevet på et språk (Kurmancî - Kurdîy Serû), klikk på ikonet for å åpne elementet på originalspråket!
Ev babet bi zimana (Kurmancî - Kurdîy Serû) hatiye nvîsandin, klîk li aykona bike ji bu vekirina vî babetî bi vî zimana ku pî hatiye nvîsandin!
Dette produktet har blitt sett 179 ganger
HashTag
Kilder
[1] | Kurmancî - Kurdîy Serû | https://www.amidakurd.net/ - 18-11-2023
Koblede elementer: 8
Gruppe: Artikler
Artikler språk: Kurmancî - Kurdîy Serû
Publication date: 14-06-2011 (13 År)
Bok: Sosial
Dokumenttype: Originalspråket
Provinsen: Kurdistan
Publication Type: Born-digital
Technical Metadata
Element Kvalitet: 99%
99%
Lagt inn av ( ئاراس حسۆ ) på 18-11-2023
Denne artikkelen har blitt gjennomgått og utgitt av ( سارا ک ) på 26-11-2023
Dette elementet nylig oppdatert av ( سارا ک ) på : 25-11-2023
URL
Dette elementet i henhold til Kurdipedia er Standards ikke er ferdig ennå!
Dette produktet har blitt sett 179 ganger
Kurdipedia er de største kildene for kurdisk informasjon!
Biografi
Gelawesh Waledkhani
Bibliotek
Et nettverk av førstehjelpere i det minelagte Nord-Irak - Et spørsmål om liv eller død
Bibliotek
Min drøm om Kurdistan – Værd at kæmpe for?

Actual
Bibliotek
Norsk-kurdisk (kurmanjî) illustrert ordbok
24-10-2013
هاوڕێ باخەوان
Norsk-kurdisk (kurmanjî) illustrert ordbok
Bibliotek
Ny i Norge; ordliste norsk-kurdisk sorani
23-10-2013
هاوڕێ باخەوان
Ny i Norge; ordliste norsk-kurdisk sorani
Bibliotek
Norsk nå!; ordliste norsk-kurdisk sorani
23-10-2013
هاوڕێ باخەوان
Norsk nå!; ordliste norsk-kurdisk sorani
Bibliotek
Det som var vanskelig å leve med
21-03-2020
ڕێکخراوی کوردیپێدیا
Det som var vanskelig å leve med
Biografi
Gelawesh Waledkhani
03-04-2022
شەرارە شەمامی
Gelawesh Waledkhani
Nytt element
Biografi
Azad Karimi
13-01-2023
شادی ئاکۆیی
Statistikk
Artikler 518,902
Bilder 106,237
Bøker 19,341
Relaterte filer 97,356
Video 1,397
Kurdipedia er de største kildene for kurdisk informasjon!
Biografi
Gelawesh Waledkhani
Bibliotek
Et nettverk av førstehjelpere i det minelagte Nord-Irak - Et spørsmål om liv eller død
Bibliotek
Min drøm om Kurdistan – Værd at kæmpe for?

Kurdipedia.org (2008 - 2024) version: 15.58
| Kontakt | CSS3 | HTML5

| Page generasjonstid : 0.547 andre!