Bibliotek Bibliotek
Søk

Kurdipedia er de største kildene for kurdisk informasjon!


Search Options





Avansert søk      Keyboard


Søk
Avansert søk
Bibliotek
Kurdiske navn
Kronologi av hendelser
Kilder
History
Bruker samlinger
Aktiviteter
Søk Hjelp?
Publication
Video
Classifications
Tilfeldig element!
Send
Send artikkel
Send bilde
Survey
Dine tilbakemeldinger
Kontakt
Hva slags informasjon trenger vi!
Standards
Vilkår for bruk
Element Kvalitet
Verktøy
Om
Kurdipedia Archivists
Artikler om oss!
Legg Kurdipedia til ditt nettsted
Legg til / Slett e-post
Besøkende statistikk
Element statistikk
Fonts Converter
Kalendere Converter
Språk og dialekter av sidene
Keyboard
Hendige lenker
Kurdipedia extension for Google Chrome
Cookies
Språk
کوردیی ناوەڕاست
کرمانجی - کوردیی سەروو
Kurmancî - Kurdîy Serû
هەورامی
Zazakî
English
Française
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
Nederlands
Svenska
Español
Italiano
עברית
Pусский
Norsk
日本人
中国的
Հայերեն
Ελληνική
لەکی
Azərbaycanca
Min konto
Logg inn
Medlemskap!
Glemt passordet ditt!
Søk Send Verktøy Språk Min konto
Avansert søk
Bibliotek
Kurdiske navn
Kronologi av hendelser
Kilder
History
Bruker samlinger
Aktiviteter
Søk Hjelp?
Publication
Video
Classifications
Tilfeldig element!
Send artikkel
Send bilde
Survey
Dine tilbakemeldinger
Kontakt
Hva slags informasjon trenger vi!
Standards
Vilkår for bruk
Element Kvalitet
Om
Kurdipedia Archivists
Artikler om oss!
Legg Kurdipedia til ditt nettsted
Legg til / Slett e-post
Besøkende statistikk
Element statistikk
Fonts Converter
Kalendere Converter
Språk og dialekter av sidene
Keyboard
Hendige lenker
Kurdipedia extension for Google Chrome
Cookies
کوردیی ناوەڕاست
کرمانجی - کوردیی سەروو
Kurmancî - Kurdîy Serû
هەورامی
Zazakî
English
Française
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
Nederlands
Svenska
Español
Italiano
עברית
Pусский
Norsk
日本人
中国的
Հայերեն
Ελληνική
لەکی
Azərbaycanca
Logg inn
Medlemskap!
Glemt passordet ditt!
        
 kurdipedia.org 2008 - 2024
 Om
 Tilfeldig element!
 Vilkår for bruk
 Kurdipedia Archivists
 Dine tilbakemeldinger
 Bruker samlinger
 Kronologi av hendelser
 Aktiviteter - Kurdipedia
 Hjelp
Nytt element
Biografi
Azad Karimi
13-01-2023
شادی ئاکۆیی
Statistikk
Artikler 518,902
Bilder 106,237
Bøker 19,341
Relaterte filer 97,356
Video 1,397
Bibliotek
Norsk-kurdisk (kurmanjî) il...
Bibliotek
Ny i Norge; ordliste norsk-...
Bibliotek
Norsk nå!; ordliste norsk-k...
Bibliotek
Det som var vanskelig å lev...
Biografi
Gelawesh Waledkhani
Çima Grevên Birçîbûnê -II-
Gruppe: Artikler | Artikler språk: Kurmancî - Kurdîy Serû
Share
Facebook0
Twitter0
Telegram0
LinkedIn0
WhatsApp0
Viber0
SMS0
Facebook Messenger0
E-Mail0
Copy Link0
Ranking element
Utmerket
Veldig bra
Gjennomsnittlig
Dårlig
Dårlig
Legg til i mine samlinger
Skriv din kommentar om dette elementet!
Elementer historie
Metadata
RSS
Søk i Google etter bilder relatert til det valgte elementet!
Søk i Google for valgt element!
کوردیی ناوەڕاست0
English0
عربي0
فارسی0
Türkçe0
עברית0
Deutsch0
Español0
Française0
Italiano0
Nederlands0
Svenska0
Ελληνική0
Azərbaycanca0
Fins0
Norsk0
Pусский0
Հայերեն0
中国的0
日本人0

Çima Grevên Birçîbûnê -II-

Çima Grevên Birçîbûnê -II-
=KTML_Bold=Çima Grevên Birçîbûnê -II-=KTML_End=
Rêzan Tovjîn

Piştî beşa yekemîn a Çima Grevên Birçîbûnê? ez gelekî ketim tasewasên ku şaş bêm famkirin, lê ez dibêjim qey dema derdê mirov aşkere be, tişt şaş nayên famkirin. Wê demê ez ji hinek şaşiyan ditirsiyam, niha xuya ye ku gelê kurd bi armanceke mezin bi biryar e ku vê grevê bi berfirehî bidomîne û ji niha ve her kesî xwe ji berdêlên giran re amade kiriye.Di vê gotarê de jî, em ê li ser hinek şaşiyên ku di demên wiha de derdikevin holê nirxandinan bikim.Di serî de hêjayî gotinê ye ku Facebook û Twitter di çalakiyên wiha de riya herî berfireh a agahdariyê ye û gelek caran ji ajansan bêhtir kîtekîtan dirêjî girseyan dike. Dîsa jî ji bo provakasyon û çêkirina tevliheviyan cihekî bi derfet e, lê kurd ji hemû gelên Rojhilata Navîn polîtîktir e û provakasyonên kesî niha çavan natirsîne.Di grevên birçîbûnê de yek ji xetereyên herî mezin bêdengî û bêxwedîtî be, ya din jî helwesta doktoran û dewletê ye. Dema girtî ji ser hişê xwe diçin, valahiyek çêdibe ku dewlet îdiaya ew êdî nikare biryaran bide pêşve bibe û mudaxaleya tibî bike. Di demên wiha de dewlet divê bi darê zorê girtiyan ji destê hevalên wan derxe. Hingê jî xetereyên dana canan çêdibe. Di roja 47'mîn de yek ji xetereyên girîng ku xuya dike jî ev e.Çi dibe bila bibe, tişta herî aşkere ev e; ku girtiyan ji bo armanca xwe berdêlên mezin dane ber xwe û dê bidin jî. Ev berdêl dê can bin û ev can dê bibin sedema pêxistina agirekî. Helbet girtî naxwazin ku tiliya kesî xwîn bibe, lê ji ber ku kirinên dewletê ji dana canan zêdetir wan diêşîne, ev rê dane ber xwe.Ji girtîgehan derketina tabûtan dê bibe sedem ku li Tirkiyeyê pêvajoyeke bê veger dest pê bike. Konjonktur ji vê yekê re pir musaîd e. Piştî Misir, Lîbya û Sûrî psîkolojiya hemû gelên Rojhilata Navîn ne wekî berê ye. Van serhildanan bawerî dan gelên Rojhilata Navîn ku ew dikarin bi destê xwe her tiştî biguherin. Li Misrê digel her tiştî serhildan bê serok û rêveberî bû. Li Lîbya û li Sûrî jî wisa bû. Ji ber wê, di encama van serhildanan de û piştî hilweşîna îqtîdara van welatan, şer ranewestiya û tevlihevî neqediya. Îro jî li wan welatan pêdiviya serhildanê neqediyaye, lê hîn serhildaneke nû jî nestewiyaye. Çima ku, tişta nû ji tişta kevin ne çêtir e.Îran, Tirkiye û heta Herêma Kurdistana Federal jî îro gumanan dikin ku dibe ew jî bi serhildanekê hilweşin. Ji ber vê sedemê ye ku li Bakurê Kurdistanê waliyên dewletê wekî cin ên ji hesin bitirsin ji konan ditirsin. Çima ku kon, li Misrê bû dawêr û nîşana navenda serhildanê. Îran û Tirkiye digel vê jî, ji bo çareserkirina pirsgirêkan tu reform û guhertinan çênakin. Berevajî wê, der barê kurdan de karaktera xwe ya qedexekar û astengkar didomînin. Tirkiye bi destpêka grevên birçîbûnê re îro hatiye asta herî krîtîk.Îro li kuçeyên Tirkiyeyê girseyên bê armanc digerin. Ji dikanekê derdikevin, dikevin dikanek din. Di pêvajoya cejnê de, wekî ku tu tiştek tune be, amadehiyên cejnê kirin û cejna xwe pîroz kirin. Vê girsa ku wekî avekê bêhay û bêxeber diherike, wekî ku guh nade tu pirsgirêkan û tu tişt ne li ser bala wê ye, tevdigere. Keç û xortên ku destên wan di dest hev de, ji kafeyekê derdikevin û dikevin kafeyekê, li kolanan hevdu hembêz dikin û bêyî ku derdora xwe bibînin tevdigerin ji bo Tirkiyeyê xetereya herî mezin e. Ev girse, digel hemû gazî û hawaran beşdarî çalakiyan nabe û danakeve kolanan. Îro dewlet jî, polîsên dewletê jî gelekî kêfxweş in ku ev çalakî wiha bi girseyên biçûk pêk tên. Heta kêfxweş in ku bi mudaxaleyên biçûk van girseyan belav dikin.Lê ev grevên birçîbûnê û berdêlên ku van girtiyan dane ber çavên xwe, dê wê girseya ku li tu tiştekî guhdar nake daxe kolanan. Ew girse wekî karaktera xwe, dema dakeve kolanan wekî niha bêrêxistin û wekî xwediyê cîhanê be tevdigere. Ew girse ji kesî re rihetiyê nahêle. Û dê hemû ruhê xwe yê maceraperest, hemû xweziyên xwe yên ji fîlmên Holywoodê girtine di kolanan de veberde. Ji hemû aliyên serhildanan bêhay û bêxeber e. Ya ku pir û têkiliyên her tiştî xera dike û tu riyên berê nahêle jî ew e.Wisa xuya dike, dema Tirkiye dest bi reform û guhertinan bike, dê pir dereng be.Hêvîdar im ez şaş bim.Nîşe: Gelek tişt, helwest û kirin hene ku divê mirov rexne bike, lê ji ber hesasiya rewşê û pêvajoyê, belkî dengnekirin bixêrtir be. Bi hêviya ku her kes bihîstyar, guhdar û hişyar be.Kaynak: Çima Grevên Birçîbûnê II - Amîda Kurd
[1]
Dette produktet har blitt skrevet på et språk (Kurmancî - Kurdîy Serû), klikk på ikonet for å åpne elementet på originalspråket!
Ev babet bi zimana (Kurmancî - Kurdîy Serû) hatiye nvîsandin, klîk li aykona bike ji bu vekirina vî babetî bi vî zimana ku pî hatiye nvîsandin!
Dette produktet har blitt sett 475 ganger
HashTag
Kilder
[1] | Kurmancî - Kurdîy Serû | https://www.amidakurd.net/- 18-11-2023
Koblede elementer: 6
Gruppe: Artikler
Artikler språk: Kurmancî - Kurdîy Serû
Publication date: 28-10-2012 (12 År)
Bok: Sosial
Dokumenttype: Originalspråket
Provinsen: Kurdistan
Publication Type: Born-digital
Technical Metadata
Element Kvalitet: 99%
99%
Lagt inn av ( ئاراس حسۆ ) på 18-11-2023
Denne artikkelen har blitt gjennomgått og utgitt av ( سارا ک ) på 18-11-2023
Dette elementet nylig oppdatert av ( سارا ک ) på : 18-11-2023
URL
Dette elementet i henhold til Kurdipedia er Standards ikke er ferdig ennå!
Dette produktet har blitt sett 475 ganger
Kurdipedia er de største kildene for kurdisk informasjon!
Biografi
Gelawesh Waledkhani
Bibliotek
Min drøm om Kurdistan – Værd at kæmpe for?
Bibliotek
Et nettverk av førstehjelpere i det minelagte Nord-Irak - Et spørsmål om liv eller død

Actual
Bibliotek
Norsk-kurdisk (kurmanjî) illustrert ordbok
24-10-2013
هاوڕێ باخەوان
Norsk-kurdisk (kurmanjî) illustrert ordbok
Bibliotek
Ny i Norge; ordliste norsk-kurdisk sorani
23-10-2013
هاوڕێ باخەوان
Ny i Norge; ordliste norsk-kurdisk sorani
Bibliotek
Norsk nå!; ordliste norsk-kurdisk sorani
23-10-2013
هاوڕێ باخەوان
Norsk nå!; ordliste norsk-kurdisk sorani
Bibliotek
Det som var vanskelig å leve med
21-03-2020
ڕێکخراوی کوردیپێدیا
Det som var vanskelig å leve med
Biografi
Gelawesh Waledkhani
03-04-2022
شەرارە شەمامی
Gelawesh Waledkhani
Nytt element
Biografi
Azad Karimi
13-01-2023
شادی ئاکۆیی
Statistikk
Artikler 518,902
Bilder 106,237
Bøker 19,341
Relaterte filer 97,356
Video 1,397
Kurdipedia er de største kildene for kurdisk informasjon!
Biografi
Gelawesh Waledkhani
Bibliotek
Min drøm om Kurdistan – Værd at kæmpe for?
Bibliotek
Et nettverk av førstehjelpere i det minelagte Nord-Irak - Et spørsmål om liv eller død

Kurdipedia.org (2008 - 2024) version: 15.58
| Kontakt | CSS3 | HTML5

| Page generasjonstid : 0.344 andre!