Bibliotek Bibliotek
Søk

Kurdipedia er de største kildene for kurdisk informasjon!


Search Options





Avansert søk      Keyboard


Søk
Avansert søk
Bibliotek
Kurdiske navn
Kronologi av hendelser
Kilder
History
Bruker samlinger
Aktiviteter
Søk Hjelp?
Publication
Video
Classifications
Tilfeldig element!
Send
Send artikkel
Send bilde
Survey
Dine tilbakemeldinger
Kontakt
Hva slags informasjon trenger vi!
Standards
Vilkår for bruk
Element Kvalitet
Verktøy
Om
Kurdipedia Archivists
Artikler om oss!
Legg Kurdipedia til ditt nettsted
Legg til / Slett e-post
Besøkende statistikk
Element statistikk
Fonts Converter
Kalendere Converter
Språk og dialekter av sidene
Keyboard
Hendige lenker
Kurdipedia extension for Google Chrome
Cookies
Språk
کوردیی ناوەڕاست
کرمانجی - کوردیی سەروو
Kurmancî - Kurdîy Serû
هەورامی
Zazakî
English
Française
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
Nederlands
Svenska
Español
Italiano
עברית
Pусский
Norsk
日本人
中国的
Հայերեն
Ελληνική
لەکی
Azərbaycanca
Min konto
Logg inn
Medlemskap!
Glemt passordet ditt!
Søk Send Verktøy Språk Min konto
Avansert søk
Bibliotek
Kurdiske navn
Kronologi av hendelser
Kilder
History
Bruker samlinger
Aktiviteter
Søk Hjelp?
Publication
Video
Classifications
Tilfeldig element!
Send artikkel
Send bilde
Survey
Dine tilbakemeldinger
Kontakt
Hva slags informasjon trenger vi!
Standards
Vilkår for bruk
Element Kvalitet
Om
Kurdipedia Archivists
Artikler om oss!
Legg Kurdipedia til ditt nettsted
Legg til / Slett e-post
Besøkende statistikk
Element statistikk
Fonts Converter
Kalendere Converter
Språk og dialekter av sidene
Keyboard
Hendige lenker
Kurdipedia extension for Google Chrome
Cookies
کوردیی ناوەڕاست
کرمانجی - کوردیی سەروو
Kurmancî - Kurdîy Serû
هەورامی
Zazakî
English
Française
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
Nederlands
Svenska
Español
Italiano
עברית
Pусский
Norsk
日本人
中国的
Հայերեն
Ελληνική
لەکی
Azərbaycanca
Logg inn
Medlemskap!
Glemt passordet ditt!
        
 kurdipedia.org 2008 - 2024
 Om
 Tilfeldig element!
 Vilkår for bruk
 Kurdipedia Archivists
 Dine tilbakemeldinger
 Bruker samlinger
 Kronologi av hendelser
 Aktiviteter - Kurdipedia
 Hjelp
Nytt element
Biografi
Azad Karimi
13-01-2023
شادی ئاکۆیی
Statistikk
Artikler 519,058
Bilder 106,717
Bøker 19,304
Relaterte filer 97,341
Video 1,392
Bibliotek
Norsk-kurdisk (kurmanjî) il...
Bibliotek
Ny i Norge; ordliste norsk-...
Bibliotek
Norsk nå!; ordliste norsk-k...
Bibliotek
Det som var vanskelig å lev...
Biografi
Gelawesh Waledkhani
Dİ PÊVAJOYA 25 ÎLONÊ Û 16 COTMEHÊ DE ŞERÊ DÊRÛNÎ! (2)
Gruppe: Artikler | Artikler språk: Kurmancî - Kurdîy Serû
Share
Facebook0
Twitter0
Telegram0
LinkedIn0
WhatsApp0
Viber0
SMS0
Facebook Messenger0
E-Mail0
Copy Link0
Ranking element
Utmerket
Veldig bra
Gjennomsnittlig
Dårlig
Dårlig
Legg til i mine samlinger
Skriv din kommentar om dette elementet!
Elementer historie
Metadata
RSS
Søk i Google etter bilder relatert til det valgte elementet!
Søk i Google for valgt element!
کوردیی ناوەڕاست0
English0
عربي0
فارسی0
Türkçe0
עברית0
Deutsch0
Español0
Française0
Italiano0
Nederlands0
Svenska0
Ελληνική0
Azərbaycanca0
Fins0
Norsk0
Pусский0
Հայերեն0
中国的0
日本人0

Cano AMEDÎ

Cano AMEDÎ
$Dİ PÊVAJOYA 25 ÎLONÊ Û 16 COTMEHÊ DE ŞERÊ DÊRÛNÎ! (2)$
Cano AMEDÎ

Di dîroka gelê Kurdîstanê de cara yekem bû li başûrê Kurdîstanê bi pêşnîyara partî û rêxistinên sîyasî, bi biryara parlementoya Kurdîstanê, di 25 îlonê 2017 an de, referandûmek pêk hat. Gelê Kurdîstanê bi coşek mezin beşdar bû û encamên referandumê, bi beşdarîyek mezin, ji alîyê gelê Kurdîstanê ve, %93 an hat pesandin. Encama dengê BELÊ % 93 bû. Dengê Naxêr ji %7 bû. Lê belê xuyaye, li gor pîvanên “demokrasî û hûqûqa” dewletên dagîrker û welatên xwedî hêz û serdest %7 ji %93 ê mezintir tê zanîn(!)
Dewletên dagîrker di bin serpêştîya îranê de, bi piştgirîya Birîtanya û Emerîka, bi hevkarîya Goran û Komel, bi xançera grûba îxanetkar û xwefiroşan 16 cotmehê 2017 an de, rê li ber şikestinek demkî vekir û gelê Kurd darbeyek mezin xwar! Ev îxanet di dilê Kurdîstanê de birînek kûr vekir. Ew heremên bi xwîna şêhîdan hatibûn azadkirin, di şevekî de bi milyon dolaran hat firotin. Bavel, Ala, Cengo û Lahor xwefiroşên pêş perdê ne, lê yên pişt perdê hêjî pişta wan xayinan miz didin.
Gotinek bapîran heye dibêjin: “Kurmê şîrî heta pîrî!” Di dîroka gelê me de, weke gelek caran qewimîye, niha jî meydan ji gur, çekel, keftar û Beko Ewanan re vebûye. Xuyaye, hinek kes bi salan e li benda vê şikestinê bûne; kîn, nefret û dijmînatîya xwe direşînin. Hinek jê bi kodên salên borî birînên kevin dixurînin. Hinek jê, tu carî di nav şer û wargehên têkoşînê de cî negirtine, ne xwedî ked û xebatek berbiçavin. Her tim xwe û malbata xwe parastine, di demên tengsîyê de xwedî pênûsên bi jahr in, him dozger in, him hakim in. Tawanbar dikin, ceza didin û pişt re înfaz dikin! Ev mirovên hanê kar û barên wan xulamtîya dagîrkeran e!
Mafê her mirovî heye ku partî û rêxistina xwe biparêze, piştgirî bide û li gor sîyaseta xwe tevbigere. Lê mafê tu kesî, tu hêzî tuneye berjewendîyên xwe li ser berjewendîyên niştîmanî bigire! Mafê tu alîyekî tune bi gelê xwe re îxanet bike û dervayî pîvanên heq û huqûqê tevbigere. Ger hûn çavên xwe ji îxanetê re bigirin, wê demê hûn şirîkê hev in!
Çê dibê mirov endam, alîger an piştgirê alîyekî be, çêdibe mirov bi cîhekî ve girêdayî be, lê çênabe mirov bê ûjdan û bê pîvan be. Mafê rexnegerî û şîrovekirin mafekî rewa ye. Divê mirov bêdeng nebe û her tim bipirse, li pey bersîvan bigere, bi şik û şuphe goh bide gotinên tûj û dijayetî. Ji gotinan zêditir, divê mirov li kiryar û encamên pratîkî binihêre, li ser lêkolîn bike û li gor pîvanên giştî bi rêyek zanyarî tevbigere, rexnên xwe pêşkêş bike. Em hemû baş dizanin rexnên çêkir rê li ber çareserîya pirsgirêkan vedike. Rêxnên çêkir, her dem ji bo êşa birînên me re dibe derman. Lê belê rêxnên li ser hestên dijmînatî pêk tên rê li ber êş û birînê nû vedike û dibe sedemên pirsgirêkên nû!
Berîya em dest bi rexnan bikin, divê em baş bizanibin DO çi bû? Em ji ku hatine kîderê? Hêz û qeweta me çi bû? Çi ye? Wê çi be? Li gor şert û mercên demê, dive mirov bifikire û biryar bide. Di şert û mercên çewa de em gihîştin rewşa ÎROyin? Em bi kîjan metod û derfetan dikarin xwe bigihîjin SİBÊ? Pêvajoya em dijîn çi zirar da me, rê li ber çi vekir? Emê bi çi şêweyî vê pêvajoyê biguherînin û rê li ber derfetên nû vekin? Divê armanc û bingeha rexnên me li gor bersîva van pirsan bin! Rexnên bê armanc û bê naverok yek ji pergalên propagandeya reş e. Armanca propagandaya reş jî dijminatîya nav hêzên Kurdî ye! Di van rojan de, li ser medyaya tora civakî têra xwe xulam û sixûrên dagîrkeran li dijî xeta niştimanî tevdigerin…
Hewce nake, em di nav rûpelên dîrokê de hevdû bigevizînin. Ji Salên 1990 an vir de, kê çi gotîye û çi kirîye weke kronolojîyeki em li pey hev rêz bikin, ez bawerim wê rûyê gelek alîyan derkeve holê. Ew derûdorên îro li dijî dewletbûn û mafê gelê Kurd derdikevin do jî derdiketin. Piştî li başûrê Kurdistanê, herema bi navê parelela 36 an, hat dîyarkirin hemû alîyên civatên Sûrî, Tirkîye, Iraq û Îranê û beşek Kurdên nevîyên suleyman Nazif û Zîya gökalp sond xwarin da ku wê rê nedin dewleta Kurd. Hinek jê hewldana dewleta Kurd, weke Îsraîla duyem bi nav kirin. Dijîtî, reşkirina rastîyan, propagandayên derewîn û hestên neyartîyê, rê li ber pêvajoya şerê navxwo vekir. Pişt re li ser daxwaz û fermana dagirkeran êrîşên li ser başûrê Kurdîstanê destpê kirin. Şerê navxwo, hewldanên îxanetê, helwest û îtîfaqa tasfîyekirina xeta netewî demek dirêje didome. Wêneyên em îro dibînin û pê re rûbirû dibin encamên pêvajoya îtîfaqên gemarîne. Aktor û lîstîkvanên wê pêvajoyê 16 Cotmehê 2017 an de, dilê Kurdistanê dan ber xençeran.
Îttîfaqa hevalbendên koma îxaneta 16 cotmehê, ji bo rolên xwe yên gemarî veşêrin û xwe paqij bikin, bi alîkarîya sazî û dezgehên dagirkeran, bi medyaya dengê fesadîyê dixwazin kirasê îxanetê bi gelê Kurdistanê bidin qebûl kirin. Li gor dîtin û ramanê wan kesên daxwaza serxwebûn û azadîya gelê Kurd bike, derûdorên doza dewletbûna Kurdî dike berpirsên têkçûnê ne. Rayedarê wan yên Tirk li Baxdayê daxuyanî dide û dibêje: “Em bi tu awayî rê nadin dewleta kurd çê bibe. Eger serxwebûn bê îlankirin, emê heremê bikin gola xwînê!”
Êrîş û dagîrkerîya artêşa Iraqê, çeteyên Heşda şabî, xwînmijên Pasdarên Îranê û hêzên Hizbullaha Lubnanê, bi çekên Amerîkî yên herî modern û di bin serpêştîya dewletên dagîrker de, bi hevkarîya xayînên xwefiroş, roj bi roj didome. Ji bo dêrûnîya gelê Kurd xirab bibe û bê moral bimîne, şev û roj li dijî xeta niştimanî propagandayên reş dikin. Dawîya derew û komployên wan tune ye. Weke êrîşek berfireh li Kurdistanê pêknehatîye xalîçên sor radixin bin lingê leşkerên dagîrker û “hevalên Haşdî şabî.” Di medyaya xwe de, pesnê Pavel Talabanî, Lahor Talabanî, Ala Talabanî û Şêx Cengî didin û wan beşdarî bernameyên xwe dikin. Lahor Talabanî fermandarê hêzên zanyarî (îstîxbaratê) yên ynk bû, Pavel Talabanî jî fermandarê hêzên dijî terorê yê ynk bû. Wan xayinan li dijî gelê Kurdistanê li dijî peşmerge û li dijî hukumeta Kurdistanê û li dijî serokatîya Kosret Resûl û ynk ê îxanet kirine. Îxaneta wan ji alî Mele Bextîyar û Kosret Resûl ve çendî car hatîye dîyarkirin. Lê belê piştevanên wan xayinan, naxwazin rastî derkeve holê. Li gor wan sedemên îxanetê, helwest û biryara referandûma serxwebûnê bûye(!?)
Wê bidome…[1]
Dette produktet har blitt skrevet på et språk (Kurmancî - Kurdîy Serû), klikk på ikonet for å åpne elementet på originalspråket!
Ev babet bi zimana (Kurmancî - Kurdîy Serû) hatiye nvîsandin, klîk li aykona bike ji bu vekirina vî babetî bi vî zimana ku pî hatiye nvîsandin!
Dette produktet har blitt sett 632 ganger
HashTag
Kilder
[1] | Kurmancî - Kurdîy Serû | https://portal.netewe.com/ - 16-07-2023
Koblede elementer: 15
Gruppe: Artikler
Artikler språk: Kurmancî - Kurdîy Serû
Publication date: 27-11-2017 (7 År)
Bok: Sosial
Dokumenttype: Originalspråket
Provinsen: Kurdistan
Publication Type: Born-digital
Technical Metadata
Element Kvalitet: 99%
99%
Lagt inn av ( ئاراس حسۆ ) på 16-07-2023
Denne artikkelen har blitt gjennomgått og utgitt av ( سارا ک ) på 17-07-2023
Dette elementet nylig oppdatert av ( سارا ک ) på : 17-07-2023
URL
Dette elementet i henhold til Kurdipedia er Standards ikke er ferdig ennå!
Dette produktet har blitt sett 632 ganger
Kurdipedia er de største kildene for kurdisk informasjon!
Biografi
Gelawesh Waledkhani
Bibliotek
Et nettverk av førstehjelpere i det minelagte Nord-Irak - Et spørsmål om liv eller død
Bibliotek
Min drøm om Kurdistan – Værd at kæmpe for?

Actual
Bibliotek
Norsk-kurdisk (kurmanjî) illustrert ordbok
24-10-2013
هاوڕێ باخەوان
Norsk-kurdisk (kurmanjî) illustrert ordbok
Bibliotek
Ny i Norge; ordliste norsk-kurdisk sorani
23-10-2013
هاوڕێ باخەوان
Ny i Norge; ordliste norsk-kurdisk sorani
Bibliotek
Norsk nå!; ordliste norsk-kurdisk sorani
23-10-2013
هاوڕێ باخەوان
Norsk nå!; ordliste norsk-kurdisk sorani
Bibliotek
Det som var vanskelig å leve med
21-03-2020
ڕێکخراوی کوردیپێدیا
Det som var vanskelig å leve med
Biografi
Gelawesh Waledkhani
03-04-2022
شەرارە شەمامی
Gelawesh Waledkhani
Nytt element
Biografi
Azad Karimi
13-01-2023
شادی ئاکۆیی
Statistikk
Artikler 519,058
Bilder 106,717
Bøker 19,304
Relaterte filer 97,341
Video 1,392
Kurdipedia er de største kildene for kurdisk informasjon!
Biografi
Gelawesh Waledkhani
Bibliotek
Et nettverk av førstehjelpere i det minelagte Nord-Irak - Et spørsmål om liv eller død
Bibliotek
Min drøm om Kurdistan – Værd at kæmpe for?

Kurdipedia.org (2008 - 2024) version: 15.5
| Kontakt | CSS3 | HTML5

| Page generasjonstid : 0.344 andre!