Bibliotek Bibliotek
Søk

Kurdipedia er de største kildene for kurdisk informasjon!


Search Options





Avansert søk      Keyboard


Søk
Avansert søk
Bibliotek
Kurdiske navn
Kronologi av hendelser
Kilder
History
Bruker samlinger
Aktiviteter
Søk Hjelp?
Publication
Video
Classifications
Tilfeldig element!
Send
Send artikkel
Send bilde
Survey
Dine tilbakemeldinger
Kontakt
Hva slags informasjon trenger vi!
Standards
Vilkår for bruk
Element Kvalitet
Verktøy
Om
Kurdipedia Archivists
Artikler om oss!
Legg Kurdipedia til ditt nettsted
Legg til / Slett e-post
Besøkende statistikk
Element statistikk
Fonts Converter
Kalendere Converter
Språk og dialekter av sidene
Keyboard
Hendige lenker
Kurdipedia extension for Google Chrome
Cookies
Språk
کوردیی ناوەڕاست
کرمانجی - کوردیی سەروو
Kurmancî - Kurdîy Serû
هەورامی
Zazakî
English
Française
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
Nederlands
Svenska
Español
Italiano
עברית
Pусский
Norsk
日本人
中国的
Հայերեն
Ελληνική
لەکی
Azərbaycanca
Min konto
Logg inn
Medlemskap!
Glemt passordet ditt!
Søk Send Verktøy Språk Min konto
Avansert søk
Bibliotek
Kurdiske navn
Kronologi av hendelser
Kilder
History
Bruker samlinger
Aktiviteter
Søk Hjelp?
Publication
Video
Classifications
Tilfeldig element!
Send artikkel
Send bilde
Survey
Dine tilbakemeldinger
Kontakt
Hva slags informasjon trenger vi!
Standards
Vilkår for bruk
Element Kvalitet
Om
Kurdipedia Archivists
Artikler om oss!
Legg Kurdipedia til ditt nettsted
Legg til / Slett e-post
Besøkende statistikk
Element statistikk
Fonts Converter
Kalendere Converter
Språk og dialekter av sidene
Keyboard
Hendige lenker
Kurdipedia extension for Google Chrome
Cookies
کوردیی ناوەڕاست
کرمانجی - کوردیی سەروو
Kurmancî - Kurdîy Serû
هەورامی
Zazakî
English
Française
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
Nederlands
Svenska
Español
Italiano
עברית
Pусский
Norsk
日本人
中国的
Հայերեն
Ελληνική
لەکی
Azərbaycanca
Logg inn
Medlemskap!
Glemt passordet ditt!
        
 kurdipedia.org 2008 - 2024
 Om
 Tilfeldig element!
 Vilkår for bruk
 Kurdipedia Archivists
 Dine tilbakemeldinger
 Bruker samlinger
 Kronologi av hendelser
 Aktiviteter - Kurdipedia
 Hjelp
Nytt element
Biografi
Azad Karimi
13-01-2023
شادی ئاکۆیی
Statistikk
Artikler 518,411
Bilder 104,866
Bøker 19,372
Relaterte filer 97,508
Video 1,398
Bibliotek
Norsk-kurdisk (kurmanjî) il...
Bibliotek
Ny i Norge; ordliste norsk-...
Bibliotek
Norsk nå!; ordliste norsk-k...
Bibliotek
Det som var vanskelig å lev...
Biografi
Gelawesh Waledkhani
Bext û bêbextî
Gruppe: Artikler | Artikler språk: Kurmancî - Kurdîy Serû
Share
Facebook0
Twitter0
Telegram0
LinkedIn0
WhatsApp0
Viber0
SMS0
Facebook Messenger0
E-Mail0
Copy Link0
Ranking element
Utmerket
Veldig bra
Gjennomsnittlig
Dårlig
Dårlig
Legg til i mine samlinger
Skriv din kommentar om dette elementet!
Elementer historie
Metadata
RSS
Søk i Google etter bilder relatert til det valgte elementet!
Søk i Google for valgt element!
کوردیی ناوەڕاست0
English0
عربي0
فارسی0
Türkçe0
עברית0
Deutsch0
Español0
Française0
Italiano0
Nederlands0
Svenska0
Ελληνική0
Azərbaycanca0
Fins0
Norsk0
Pусский0
Հայերեն0
中国的0
日本人0

Bext û bêbextî

Bext û bêbextî
Bext û bêbextî
Sıraç Oğuz

Serhildana Agirî di sala 1926 da dest pê kir û di sala 1932’an da bi dawî bû. Di nav wan salan da Dewleta Tirk komkujîyeke mezin li gelê Kurd kir. Bi hezaran jin û zarok, kal û pîr hatin kuştin, bi hezaran kes û malbat hatin nefîkirin, bi hezaran xort û mêr hatin zîndankirin û ew bi salan girtîgehan da man.
Li ser berxwedana serokên serhildana Agirî, Îhsan Nuri Paşa, Biro yê Heskê Tellî, Ferzende Beg û Reşo yê Silo û hevalên wanên şervan û peşmergeyên nemir, klam û stran hatin gotin, roman û çîrok hatin nivîsandin, ew hemû di dilê miletê Kurd da hejî dijîn.
Min di davîya salên 1990’î da li bajarê Agirî, şervanekî ji şervanên serhildana Agirî nas kir. Navê wî Şex Teto bû. Şêx Teto, wê demê miroveke heftê anjî heyştê sali û şexsîyeteki welatperver bû. Min ew kalê nûranî û dilşikestî bi hevaltîya nevî ye wî naskir û ez pirî caran li mala wan bûm mêvan. Her carê min min di derheqê bîranîn wî da pirs jê dipirsî, wî jî bê îtiraz bersivên pirsên min dida.
Di bîranînên xwe yên di dema serhildanê da behsa gelek tişten girîng dikir, lê mixabin wê demê ji ber nezantî û fikrên me yên çewtî, çave me rastî û gotinên mezinan nedît, an jî me wan gotinên wan ên balkeş bi feodalizmê va girêdida û kirinên wan wek kirinên netew nedidît.
Rojek disa bi mîvantî li mala wan bûm, dema ku me qala serhildanên Kurd kir, qirika wî tijî bû, hêsir ji çavên wî hat, rewşa wî bala me kişand.
Me jê ra got; „çi bû, kalo xêre, tu bo çi digrî?“
Girîyê xwe berda û dest bi axaftinê kir û ji me ra got; „Kurê min hun dijminê xwe baş nas nakin, hun bi vî avayî tû carî sernakevin, dijmin hergav bi pîlan û bi dek û dolaban tevdigere, di dema şerda me ji dijmin êsîr digirt, me çekên wan ji wan digirt û cardin wan azad dikir. Lê wan dema şervanên me, anjî sîvîl digirtin, berê li wan tade û îşkence dikirin, dû ra jî dikûştin.
Ew leşkerên ku me berdidan, ew jî demek şûnda bi dil û can dîsa li hinberî me, ji berê zêdetir bi kîn û dijwarî şer dikirin.
Em di nav şerda bi şert û şûrtên mirovahîyê tevdigeryan, wan hovîtîyên herî mezin li me dikirin, dîsa jî me bêbextî li wan nedikir. Ew wusa nebûn, bi bêbextî êriş li me dikirin. Bila bê sebeb nabêjin, bextê romê tune.
Pircaran li ser gunda da digirtin û bi sîtila av dikelandin, nav gunda xortên herî cîvan û bedew digirtin û bi ser serî dikirin nav ava kelî û wan dikuştin. An jî agir vêdixistin û hestîf sor dikirin û hestîfên sorkirî bi laşê mîrov û zarokan da dizeliqandin.
Rojekî şer pir giran bibû, leşkerê romê di zorê da mabûn, xeber ji me ra şandin û digotn, ‚emê heta çend roja şer rawestînin’, sedem daxwaziya wan, bi şert û qewl û bi bextê mirovatîyê ji bo sê rojan peymanek agirbest hate danîn.
Lê wan bi dek û dolap agirbesta ku di nav me da çêbibû, dan alîkî û roja dûyem da, di nîvê şevê da, bi hazirîyekî mezin û taybet ser meda girtin, heta em komî serhev bûn, dijmin fermana me anî û em ji hev belav bûn. Wan bi hovîtî û bi bêbextî êrişî me kirin, piranîya şervanên me kûştin û careke din dîsa biserketin. Ji para wan ra serkeftin, ji para me ra jî disa kûştin û bindestî ket.“
Ew tişten ku rahmetli Şex Teto ji mera gotibû, di ser wan da gelek wext û zeman derbas bû, ez ne şaşbim xatiratê Cemal Madanoğlu ku ew generalekî Tirkê teqawide û di serhildana Agirî da li dijberî Kurdan şer kiribû, pirtukek hatibû çapkirin, tişten ku di pirtukê da hatibûn nivîsandin, tiştên ku Şêx Teto ji me ra gotibûn, serrastdikirin.
Madanoğlu jî di pirtûka xwe da dibeje; „ di serhildana Agirî da bi peymanek me Kurd xapandin û bi wê xapandinê me qedera şer girt nav destê xwe û em biserketin.“
Dû ra dibêje ku; „mixabin Kurd şervan bûn, jihatî bûn, lê zû dahatin xapandin. Pir zu bawerîya xwe bi dijminên xwe dianîn, dek û dolap nizanîbûn, ji alî şervanî û mêranîyê da bê qisûrbûn, lê bê dek û dolab tevdigerîyan, loma bisernektin…“
Belê di ser serhildana Agirî da nêzikî 90 sal derbas bû, Kurd hejî bê pîlan û bê dek û dolab tevdigerin, bi sîyasetek çewt û bi ruheke bênetew, bi navê bratî û aşitî yê, bi gotinekî serhedê nizam ji bo çi kul û kuruderê, di şopa neyarê xwe da bêhiş û bêaqil dimeşin. [1]
Dette produktet har blitt skrevet på et språk (Kurmancî - Kurdîy Serû), klikk på ikonet for å åpne elementet på originalspråket!
Ev babet bi zimana (Kurmancî - Kurdîy Serû) hatiye nvîsandin, klîk li aykona bike ji bu vekirina vî babetî bi vî zimana ku pî hatiye nvîsandin!
Dette produktet har blitt sett 1,549 ganger
HashTag
Kilder
[1] | Kurmancî - Kurdîy Serû | https://navkurd.net/ - 08-07-2023
Koblede elementer: 4
Gruppe: Artikler
Artikler språk: Kurmancî - Kurdîy Serû
Publication date: 19-11-2015 (9 År)
Bok: Story
Byer: Agirî
Dokumenttype: Originalspråket
Provinsen: Nord Kurdistan
Publication Type: Born-digital
Technical Metadata
Element Kvalitet: 99%
99%
Lagt inn av ( ئاراس حسۆ ) på 08-07-2023
Denne artikkelen har blitt gjennomgått og utgitt av ( سارا ک ) på 11-07-2023
Dette elementet nylig oppdatert av ( سارا ک ) på : 11-07-2023
URL
Dette elementet i henhold til Kurdipedia er Standards ikke er ferdig ennå!
Dette produktet har blitt sett 1,549 ganger
Attached files - Version
Type Version Redaktørnavn
Photo fil 1.0.111 KB 08-07-2023 ئاراس حسۆئـ.ح.
Kurdipedia er de største kildene for kurdisk informasjon!
Bibliotek
Et nettverk av førstehjelpere i det minelagte Nord-Irak - Et spørsmål om liv eller død
Biografi
Gelawesh Waledkhani
Bibliotek
Min drøm om Kurdistan – Værd at kæmpe for?

Actual
Bibliotek
Norsk-kurdisk (kurmanjî) illustrert ordbok
24-10-2013
هاوڕێ باخەوان
Norsk-kurdisk (kurmanjî) illustrert ordbok
Bibliotek
Ny i Norge; ordliste norsk-kurdisk sorani
23-10-2013
هاوڕێ باخەوان
Ny i Norge; ordliste norsk-kurdisk sorani
Bibliotek
Norsk nå!; ordliste norsk-kurdisk sorani
23-10-2013
هاوڕێ باخەوان
Norsk nå!; ordliste norsk-kurdisk sorani
Bibliotek
Det som var vanskelig å leve med
21-03-2020
ڕێکخراوی کوردیپێدیا
Det som var vanskelig å leve med
Biografi
Gelawesh Waledkhani
03-04-2022
شەرارە شەمامی
Gelawesh Waledkhani
Nytt element
Biografi
Azad Karimi
13-01-2023
شادی ئاکۆیی
Statistikk
Artikler 518,411
Bilder 104,866
Bøker 19,372
Relaterte filer 97,508
Video 1,398
Kurdipedia er de største kildene for kurdisk informasjon!
Bibliotek
Et nettverk av førstehjelpere i det minelagte Nord-Irak - Et spørsmål om liv eller død
Biografi
Gelawesh Waledkhani
Bibliotek
Min drøm om Kurdistan – Værd at kæmpe for?
Folders
Bibliotek - Provinsen - Utenfor Bibliotek - Bok - Kurdish Issue Bibliotek - Dialekt - Norsk Bibliotek - PDF - Bibliotek - Bok - Ordbok Bibliotek - Publication Type - Bibliotek - PDF - Bibliotek - Bok - Al- Anfal & Halabja Bibliotek - Bok - Diverse Dokumenter - Document style -

Kurdipedia.org (2008 - 2024) version: 15.58
| Kontakt | CSS3 | HTML5

| Page generasjonstid : 0.36 andre!