Kurd û Komara Kemalîst!
Sıraç Oğuz
Hey malxirabino, komara Tirk û sîstema Mistoyê kor û Îsmete kerr, sed sal e zilm û zorê li Kurdan dike.
Neyên xapandinê, neyarên Kurd û Kurdîstanê, sazî û dezgehên Kemalist, Komara Tirkiyê bi xwe ye.
Radyoya bi navê WDR 5 Westdeutscher Rundfunk, roja 19ê gulanê saet dehê sibê li ser Atatürk û ji bo taybetîya Roja cîwanên Tirk programek peşkeş dikir. Tesadûfî bû, min jî wî programê guhdarî kir.
Di destpêkê da, pêşkêşkar, besnê Atatürk da û ji bo wî digot, “Atatirk mirovek demokrat û laîq bû.” Heta nexweşîya Atatirk bi demokratbûna wî gire dida. Digot, “wî ji araq û cixarê pir hez dikir. Loma ji ber wî sedemê jî şîroz bû. Atatürk û hevalên wî Împaratorîya Osmanî û Îslamî ji hevda xistin û welatek laîq û demokrat damezrandin.”
Pesnê Atatirk da û piştra, bi çend akademisyenê tirk ra li ser mijara 19ê gulanê axifîn.
Tiştê herî zêde bala min kişand, gotin û dîtinê akademisyenê tirk bû. Bi rastî gotinên wî rastîyek dîrokî dianî ziman. Kurd hê jî ji van bûyeran ders negirtine, ji ber ku, haya wan ji dîroka wan tune ye.
Akademîsyenê ji zanîngeha Kolnê, mirovek tirk bû, gotinê wî dîrokî û rast bûn. Wî digot, “dema damezrandina Komara Tirkîyê hemû gelên li tirkîyê bi dil û can piştgirîya Atatürk û hevalên wî kirin. Zêdetir jî miletê Kurd alîkar bû. Komara tirkîyê ne bi navê tirkan hat damezrandin, bi navê gelan hat damezrandin. Îro jî ew li ser wan esasa berdewam e. Wek mînak,” Ez kêfxweş in, ku ez tirk im.” Ew gotin ji bo hemû miletin li tirkîyê dijîn hatîye gotin. Ji ber ku di destpêkê da hemûyan, xwe wek bi nasnama sereke Tirk dîtine. Loma ew gotin heta roja îro hatiye, ne bi zor û zordarîyê, bi biratîya gelan hêjî berdewam e. Bala xwe bidine dîrokê, Kurdan li dijî Rusyayê şer kirin. Heta Çanakaleyê çûn û alîkarîya Artêşa tirkîyê kirin, di despêka meclîsa yekemin da heta peymana Lozanê, alîkarîya kurda ji bo komara nû pir girînge. Dema civînên Lozanê, Kurd li Stenbolê û li gelek dewerên tirkîyê ketin nava çalakîyan. Heta ji bo yekitîya komarê, gelek şexsîyetên pêşverû şêx, beg û agayên kurda îmze tomar kirin û gotin em bi her avayî piştgirên reveberin tirkîyê ne. Qerar û gotinê wan ya meye jî. Piştra kurda herdem di meclîsêda cîh girtin. Di damezrandina meclîsa yekemin da bi dehan parlamenterên bi navê kurdan cîh girtin. Heta roja îro jî, kurdan herdem di parlamentoya tirkîyê da bê problem miletê kurd temsil kirine û cîh girtine. Her çiqas bandora hinek rêxistina li ser HDPê û partîyên kurda hebe jî ew di parlamentoyê da kurdan û bi tevayî miletê tirkîyê temsil dikin. Tiştê herî balkêş, ji Ermen, Suryanî, Ereb, Tirk û Kurd bi her rengî di nav HDPê da cîh girtine. Bi sonda yekitîya bi navê tirkan jî sonxwarîne. Daxwaza wan jî ji bo demokratîzekirina tirkîyê ye. Dema damezrandina komarê, heta roja îro sonda parlamenterîyê bi navê miletê tirk tê xwendin û berdewam e. Ji bo wî jî tu îtîraz û an jî ji bo sondxwerinê parlamenterek kurd nîne. Ew jî tê wî wateyê ku, îro jî kurd bi yekitî û biratîya tirkan bawerin û bi navê miletê tirk û bi nasnama tirkatîyê razî ne. Jixwe daxwazên kurdan jî ne ji bo qetandinê, ji bo demokratîzekirina tirkîyê ye.”
Bi rastî bi akademisyenên tirk ra, divê akademisyen û şexsîyetên kurd jî tevayî axaftinê bibana. Ew jî, ji kêmasîya radyoyê zêdetir kêmasîya diaspora kurda ye.
Ji bo van rojên taybet, ji dîspora kurdan û ji rêxistinên kurdan dengk dernakeve. Ji tirka zêdetir divê di van rojan da kurd biaxifin û daxwazên miletê kurd bînin ziman. Mixabin, li dîasporayê jî, kurd xwedî yek dengîyê û yek rêzîyê nînin.
Dema avakirina komarê da, bi navê dijberîya emperyalizmê û bi navê dîn û îmanê milletê Kurd xapandin.
Îro jî tirkên Kemalîst, kirinên bav û kalên xweyên bênamûs, bê şert û şûrt yekoyek tînin cîh.
Ji bo daxwaza Komara Demoqratik a Tirk, xortên kurdên wek filînta tên kuştin.
Edi bese, belê edî bese, Kurd tu car heq nakin ku cewrikên Kemalîst rêvebirîya wan bikin.
Edî bese, ji bo nîfaqa ku hê di nav Kurdan da didome.
Eedî bese, Kurd hê bi cewrikên kemalîstan ra îtîfaqan saz dikin.
Edî bese, bi tevgerên xeletî û şaştî Kurd tên kuştin.
Tirkên Kemalist, di nav partîyên Kurd da bi rêvebirî û bi payebilindî cih girtine û li kêfa xwe mize dikin.
Divê şerê kurdan ne ji bo komareke tirk û demoqratik be.
Ne xêra çepên tirkan, ne jî ya îslamparêzên tirkan li kurdan dibe. Ew hemû wek hev in.
Kemalîstên tirk rêvebirîya kurdan dikin, kurd jî bêçare li ser internetê û di malperan da dinivîsin û siloganên vala davêjin.[1]