Kurd bi xemilandina kemalîzmê naxapin
İkram Oguz
Sîyasetwan wek mêrê du jinan du rû ne. Li ba dewletê an jî li ba partî û serokên xwe bi awayekî, li ba gel jî bi awayekî din diaxifin. Wek pirsa Tirkan, gor rajênê (nabiz) şerbetê belav dikin.
Ji kîjan partîyê dibin bila bibin, hata ku ji destên wan were, rûyê xwe yên rast vedişêrin. Li hember çapemenîyê, an jî li ba hilbijêrên xwe, gotinên xwe ji berê da dipîvin û gor wan diaxifin.
Carcaran jî tiştek diqewime, ew jî bê pîvan û bê amadeyî mecbur dimînin û diaxifin. Wê demê, perda ber rûyên wan dikeve erdê û durûtîya wan û nîyeta wan, wek rut û tazî tê xuyakirin…
Ji bo vê yekê ez dixwazim çend mînakan bidim.
Îdrîs Naîm Şahîn dibêje; „ez ji Kirklareliyê me, jina min jî ji Şirnexê ye. Nuha zarokên me Tirk in, yan Kurd in? Hun kê jî kê diqetînin.“
Devlet Bahçelî jî dibêje; „heger em dabeşker (bölücü) bin, damezrînerê vî welatî Mistefa Kemal Ataturk jî dabeşker e.“
Nur Sertel jî ji wan namîne û ew jî wuha dibêje; „Mistefa Kemal û mezinbûna kiryarên wî yên dîrokî nişan da û hê jî dide. Ew mucîzeyek mezin e û bê mirin e. Ew di warê netewîbûnê da stuna me ya esasî ye.“
Hûnê nuha bêjin di van gotinên Îdrîs Naîm Şahîn, Devlet Bahçelî û Nur Sertel da yên kû neyên zanîn çi ne?
Ew bi salane van gotinên xwe dubare dikin û gor van gotinên xwe jî dimeşin. Tu teze bi wan û gotinên wan hesîyayî?
Bi rastî ez jî wek we difikirim.
Ne ku tenê Dewlet Bahçelî, îdris Naim Şahîn û Nur Sertel, kîjan Tirk di mesela Kurdî da têkeve tengasîyê, kêm an jî zêde, van gotinên jor, yekoyek an jî bi awayekî din tîne ziman.
Heger gotarvan, wek van kesan Tirk be, di van gotinan da ez jî tu şaşîyek nabînim.
Lê mixabin şaşîya ku di van gotinên jor da he ne, ew jî, gotarvanên van gotinan sîyasetwanên Tirk nînin. Ew, sîyasetwanên Kurd in, ji sibê hata êvarê li ser navê gelê Kurd sîyasetê dikin û xwe rêvebir û berpirsîyarê gelê Kurd îlan dikin…
Ji ber vê yekê ye ku min jî destpêka nivîsê da bi zanayî navê xwedîyê van gotinan guhart, di şûna wan da navê sê sîyasetwanên Tirk nivîsand.
Ji wan her yekî jî ji partîyek Tirk hilbijart.
Hûn jî dizanin Dewlet Bahçelî serokê MHP’ê ye û nijadperest û dabeşkerekî bi nav û deng e.
Îdrîs Naîm Şahîn wezîrê hundir yê Tirkîyê ye û ji şaredarîya Erdoxan ya Îstenbolê vir da hemrazê wî ye.
Nur Sertel jî gelwekîla CHP’ê û kemalîstekî bêhempa ye.
Heger ev gotinên jorê yên wan ba, di wan da min jî tu şaşîyek nedidît û li ser wan gotinan ne disekinîm, ne jî şiroveya wan dikir.
Lê mixabin xwedîyê van gotinan hem Kurd in, hem jî Kurdên sereke û berpirs û rêvebirên partîyek Kurd in.
Ji wan yek Hasîp Kaplan, yek Selehaddîn Demirtaş, yê din jî Aysel Tuxluk e.
Ji ber vê yekê ye ku ew gotinên wan ên tewşo mewşo, ji bo hinek Kurdan nebin jî, ji bo min gotinên balkêş û kirêtin..
Gelo Kurd, bi taybetî jî Kurdên derdora BDP’ê di navbera xwe û van gotinan da tu şirîgtayîyek dibînin, heger ku şirîgtayîyek wan heye, bila ji min ra jî bêjin.
Mirov dema ku li kiryar û gotinên hinek rêvebir û wekîlên BDP’ê dinêre, ji kurdbûna wan jî dikeve şikê.
Careke din mirov fêm dike ku cîhê bîla bê sebep kesên wek Ertuxrul Kurkçu û Lewend Tuzel nebûne wekîlên gelê Kurd. Qe nebe ew xwe herdem Tirk dibînin û gor wê jî mîsyona xwe dileyîzin.
Leyla Zana jî cîhê bîla bê sebep nedigot, „Kurdên di nav BDP’ê da ji bo gelê Kurd dixebitin û ji bo destxistina mafên Kurdan tekoşînê dikin, lê mixabin di hestên xwe da Kurd nînin.“
Bi rastî jî heger di hestên mirovan da Kurd û Kurdayetî tunebe, mirov berpirs û rêvebirê partîyek Kurd be jî, carcaran bi peyvek, carcaran jî bi kiryareke xwe yê piçuk xwe dide dest.
Ez bi xwe jî ji Kurdbûna Hasîp Kaplan, Selehaddîn Demirtaş û Aysel Tuxluk tu car nakevim şikê. Her sê kes jî Kurd in û bi salan vir da endam û rêvebirên BDP’ê ne.
Lê tiştek din jî dizanim ku, ew jî, ji bo xwedîbûna hestên kurdayetîyê, ne kurdbûn ne jî rêvebirtîya partîyek kurd têrê dike…
Heger ji bo hestên kurdayetîyê kurdbûn tenê besbûya, îro ne kurdek li pê AKP’ê, ne jî li pê CHP’ê diçû.
Sedem vê yekê ye ku li dijberî veqetandina Kurd û Tirkan derketin û di bin hemwelatîya deweleta Tirk da, wekhevîya wan xwestin tiştekî dine, wî daxwazê bi kemalîzmê va xemilandin jî tiştekî dine…
Hinek rêvebir û wekîlên BDP’ê jî îro li ser navê Kurdan, bihemdî an jî bêhemdî kemalîzmê dixemlînin…
Ji dest tişt nayê, ez çi bêm!..
Bila Xwedê, me ji wan û xwedîyên wan xilas bike…[1]