Bibliotek Bibliotek
Søk

Kurdipedia er de største kildene for kurdisk informasjon!


Search Options





Avansert søk      Keyboard


Søk
Avansert søk
Bibliotek
Kurdiske navn
Kronologi av hendelser
Kilder
History
Bruker samlinger
Aktiviteter
Søk Hjelp?
Publication
Video
Classifications
Tilfeldig element!
Send
Send artikkel
Send bilde
Survey
Dine tilbakemeldinger
Kontakt
Hva slags informasjon trenger vi!
Standards
Vilkår for bruk
Element Kvalitet
Verktøy
Om
Kurdipedia Archivists
Artikler om oss!
Legg Kurdipedia til ditt nettsted
Legg til / Slett e-post
Besøkende statistikk
Element statistikk
Fonts Converter
Kalendere Converter
Språk og dialekter av sidene
Keyboard
Hendige lenker
Kurdipedia extension for Google Chrome
Cookies
Språk
کوردیی ناوەڕاست
کرمانجی - کوردیی سەروو
Kurmancî - Kurdîy Serû
هەورامی
Zazakî
English
Française
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
Nederlands
Svenska
Español
Italiano
עברית
Pусский
Norsk
日本人
中国的
Հայերեն
Ελληνική
لەکی
Azərbaycanca
Min konto
Logg inn
Medlemskap!
Glemt passordet ditt!
Søk Send Verktøy Språk Min konto
Avansert søk
Bibliotek
Kurdiske navn
Kronologi av hendelser
Kilder
History
Bruker samlinger
Aktiviteter
Søk Hjelp?
Publication
Video
Classifications
Tilfeldig element!
Send artikkel
Send bilde
Survey
Dine tilbakemeldinger
Kontakt
Hva slags informasjon trenger vi!
Standards
Vilkår for bruk
Element Kvalitet
Om
Kurdipedia Archivists
Artikler om oss!
Legg Kurdipedia til ditt nettsted
Legg til / Slett e-post
Besøkende statistikk
Element statistikk
Fonts Converter
Kalendere Converter
Språk og dialekter av sidene
Keyboard
Hendige lenker
Kurdipedia extension for Google Chrome
Cookies
کوردیی ناوەڕاست
کرمانجی - کوردیی سەروو
Kurmancî - Kurdîy Serû
هەورامی
Zazakî
English
Française
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
Nederlands
Svenska
Español
Italiano
עברית
Pусский
Norsk
日本人
中国的
Հայերեն
Ελληνική
لەکی
Azərbaycanca
Logg inn
Medlemskap!
Glemt passordet ditt!
        
 kurdipedia.org 2008 - 2024
 Om
 Tilfeldig element!
 Vilkår for bruk
 Kurdipedia Archivists
 Dine tilbakemeldinger
 Bruker samlinger
 Kronologi av hendelser
 Aktiviteter - Kurdipedia
 Hjelp
Nytt element
Biografi
Azad Karimi
13-01-2023
شادی ئاکۆیی
Statistikk
Artikler 518,790
Bilder 106,249
Bøker 19,333
Relaterte filer 97,276
Video 1,397
Bibliotek
Norsk-kurdisk (kurmanjî) il...
Bibliotek
Ny i Norge; ordliste norsk-...
Bibliotek
Norsk nå!; ordliste norsk-k...
Bibliotek
Det som var vanskelig å lev...
Biografi
Gelawesh Waledkhani
Roja Girîng 21ê Sibatê û Neteweya Kurd
Gruppe: Artikler | Artikler språk: Kurmancî - Kurdîy Serû
Share
Facebook0
Twitter0
Telegram0
LinkedIn0
WhatsApp0
Viber0
SMS0
Facebook Messenger0
E-Mail0
Copy Link0
Ranking element
Utmerket
Veldig bra
Gjennomsnittlig
Dårlig
Dårlig
Legg til i mine samlinger
Skriv din kommentar om dette elementet!
Elementer historie
Metadata
RSS
Søk i Google etter bilder relatert til det valgte elementet!
Søk i Google for valgt element!
کوردیی ناوەڕاست0
English0
عربي0
فارسی0
Türkçe0
עברית0
Deutsch0
Español0
Française0
Italiano0
Nederlands0
Svenska0
Ελληνική0
Azərbaycanca0
Fins0
Norsk0
Pусский0
Հայերեն0
中国的0
日本人0

Roja Girîng 21ê Sibatê û Neteweya Kurd

Roja Girîng 21ê Sibatê û Neteweya Kurd
Roja Girîng 21ê Sibatê û Neteweya Kurd
=KTML_Underline=Îbrahîm GUÇLU=KTML_End=
(ibrahimguclu21@gmail.com)
21 Sibatê, du biryarên dîrokî û girîng tîne bîra mirov. Biryara yekemîn ya dîrokî, “Roja Navneteweyî ya Têkoşîna li Dijî Kolonyalîzmê” ye û biryara duyemîn ya dîrokî, “Roja Zamanê Dayikê Ya Neveneteweyî” ye
Ev du biryarên dîrokî di demên cûda de ji aliyê du dezgehên navneteweyî ve hat pejirandin. Gelek diyar e ku herdu mijar jî bi hev re girêdane. Lewra tê zanîn ku heger kolonyalîzm nebe, zimanên neteweyan, kêmneteweyan qedexe nabe, tune nayê qebûl kirin, zimanê neteweyan nayê helandin û asîmîle kirin.
Di derbarê ziman û kolonyalîzmê de biryarên hatine girtin, raste rast neteweya kurd û Kurdistanê eleqeder dike. Heta dema ku em li rastiya dinyayê dinêrin ji derveyî Kurdistanê welatekî kolonî tune ye. Li tu welatan wek li Kurdistanê zimanê qedexekirî jî tune ye.
Loma ji divê ev herdu rojan em ji aliyê neteweya kurd û Kurdistanê de şirove bikin, bigihîjin encamê.
$NETEWEYÊN YEKGIRTÎ (NY), NETEWEYAN TEMSÎL NAKE. NETEWEYA KURD HÎÇ TEMSÎL NAKE. LÊ DÎSA JÎ DI TEORİYÊ DE AZADÎ Û SERWERIYA NETEWEYAN DIPARÊZE Û LI DIJÎ KOLONYALÎZMÊ XWEDIYÊ BIRYAREKÊ YE…$
NY, her çiqas dibêje ku ez yekîtiya neteweyan im jî, hezar mixabin NY, yekîtiya dewletan e. Berjewendiya dewletan diparêze û dewletan temsîl dike. Neteweyan temsîl nake û berjewendiya neteweyan naparêze.
Lê dîsa jî di Peymana NY de hatiye pejirandin ku 1- Her neteweyek xwediyê maf e ku qedere xwe bi îradeya xwe tespît bike, Li welatê xwe desthilatdar û serwer be.
2- Divê her neteweyek, azadî û serweriya xwe bi her wateyê bi kar bîne. Dewleta xwe ava bike.
3- Ji bona ku neteweyên bindest û kolonî, bi emperyalîzm û kolonyalîzmê ve girêdayî ne, divê ji sîstema kolonyalîst rizgar û azad bin. Têkoşîna wan ya li dijî kolonyalîzmê rewa ye.
Her çiqas di Peymana NYê de ji bona neteweyan azadî, rizgarî, dewletnbûn hebe jî, dawî li kolonyalîzmê nehat.
Loma jî NY girêdayî peymana xwe di 1960 î de, 21 Sibatê, “Roja Navneteweyî ya Têkoşîna Li Dijî Kolonyalîzmê” îlan kir.
Ev biryara NYê ji bona neteweyên bindest û kolonî qezenceke mezin bû.
Lewra NY bi vê biryara xwe qebûl dikir ku kolonyalîzm li serê gelan û neteweyan belek a mezin e. Di heman de zirarê dide aramiya dinyayê û sîstema demokratîk jî. Loma jî li dijî kolonyalîzmê şer meşandin, wek wezîfeyekê dixe pêşiya xwe û hemû dewletan. Di şerê neteweyên bindest û kolonî de şerê wan yên li dijî kolonyalîzmê re piştgiriyê wek erk diyar dike.
Lê NY, ev wezîfeya xwe û biryara xwe pêk neanî. Piştî ev biryara xwe jî li dijî kolonyalîzmê şer nekir. Ji neteweyên bindest û kolonî re piştgirî nekir ku ew ji sîstemên kolonyalîst azad û rizgar bibin, dewletên xwe ava bikin.
Endamên xwe yên ku welatên neteweyan dagirkirine û kolonîze kirine, siza nekir.
Ew ji endametiyê dernexist.
Bi taybetî jî mafên neteweya kurd re xwedî derneket, têkoşîna neteweya kurd ya li dijî kolonyalîzma Tirkan, Farisan, Ereban re piştgirî nekir.
Neteweya kurd piştî ku Neteweyên Yekgirtî ava bû ji bona azadî û rizgariya xwe têkoşînekê dimeşîne. Hezar mixabin dewletên endamên NY ne, bi qetlîaman pêşiya têkoşîna wan werdigrin. NY, li hemberî Dewletên Ereban, Tirkan, Farisan qet mueyyîdeyekê pêk naîne.
Loma jî NYê, neteweya kurd û berjewendiya wan temsîl nake.
Li dinyayê bes neteweya kurd xwediyê dewlet nîne. Divê kurd ji bona Peymana NYê û biryara wê ya di derbarê kolonyalîzmê de zorê bide NYê..
=KTML_Bold=QEDEXEKIRIN Û TUNEKIRINA ZIMANAN JÎ ENCAMA SIYASETA KOLONYALÎST E. BIRYARA UNESCOYÊ DI DERBARÊ ZIMANÊ ZIKMAKÎ DE ENCAMA PEYMANA NY-Ê Û PEYMANÊN NAVNETEWEYÎ NE…=KTML_End=
Qedexe û tunekirina zimanan encama siyasetên kolonyalîst e. Kolomnyalîstan di van mişjaran de xwediyê du helwestan e.
Beşek kolonyalîst, ji bona xwe rêvebirina welatê kolonyalîst bes dibînin. Bi xwe raste rast wan welatan birêve nabin. Li wan welatan ji bona xwe hevalbandan çê dikin û bi wan hevalbendan wan welatan birêve dibin. Lê ziman û çanda neteweyên li wan welatan qedexe nakin. Li wan welatan ji bo ku kêm derfet hene, bes pêşketina ziman û çand, perwerde ya wî neteweyan gelek hêdî pêş dikevin.
Lê beşek kolonyalîst bi metodeke din li welatên kolonî dibin desthilatdar. Kolonyalîst bi xwe raste rast wan welatan îdare dikin. Hewcedarî bi desthilatdariyeke girêdayî ne, bi metodeke din li welatên kolonî dibin desthilatdar. Ew di heman diheman de ziman, dîrok, çand, hemû hêjayiyên neteweyî yên wan welatan qedexe dikin, tune qebûl dikin, ji bona ku ew hêjaiyiyên wan yên neteweyî ji holê rakin, stratejiyan dimeşînin.
Li hemû beşên Kurdistanê demên berê ve, bi vê metodê ji aliyê dewletên kolomyalîst ya Tirk, Ereban, Fars de tên birêvebirin. Li Kurdistanê kolonyalîzma klasîk jî tune ye. Statuya Kurdistanê gelek xirab e. Bes di van salên dawî de li Başûrê Kurdistanê neteweya kurd xwediyê hêjayiyên xwe yên neteweyî ye, wan pêş dixin û wan bi kar tînin.
UNESCO’ya girêdayî tevgera ciwanên li Bengaldeşê biryar dan ku rojekê ji bona ku ji zimanê neteweyan û kêmneteweyan re xwedî derkeve. Loma rojeke navneteweyî Îlan kir. Di sala 17. 11. 199 an de 21 ê Sibatê wek Roja Navneteweyî ya Tevgera Zimanê Zikmakî îlan kir.
Ev biryara UNESCOyê biryareke gelek girîng e. Piştî sala 1999 an li hemû dewletan ev roja hat pîroz kirin. Wê rojê xeteriyên li ser zimanan hatin ser zimên. Ji bona kuz iman ji holê ranebin pêşniyar hatin kirin.
Bi vê biryarê pêvajoya parastina zimanên zikmakî dest pê kir. Ji hemû endamên UNESCO’yê hat xwestin ku zimanên li waletênn xwe heyî biparêzin, ji bona ku ew zimanan pêş bikevin derfet çê bikin.
Hezar mixabin ev yeka ji aliyê dewletan de pêk nehat.
UNESCO diyar dike ku li Tirkiyeyê 18 ziman, li dinyyayê 2473 ziman li ber qedandinê ne.
Li Dewleta Tirk xeteriya mezin li ser zimanê kurdî heye. Lewra 100 sale ku zimanê kurdî qedexe ye. Bi kurdî qise kirin qedexe ye. Kurdî, zimanê perwerde yê nîne. Ji bona ku zimanê kurdî ji holê rabe, Dewleta Tirk gelek bir sîstematîk û stratejîk û bi plan xebat meşand û hîn jî dimeşîne.
Divê di ev roja pîroz de, em bang li hemû dinyayê bikin ku ji zimanê kurdî re xwedî derkevin. Zor bidin Dewleta Tirk ku ew siyaseta xwe ya xeter li ser zimanê kurdî dev berde.
Lê em baş dizanin ku li dinyayê bes Kurdistan welatekî kolonî ye. Heta ku sîstema kolonyalîst ji holê ranebe, li Kurdistanê dewlet ava nebe, zimanê kurdî û hemû hêjayiyên neteweyî yên kurdî dê dibin xeteriya tune bûn û helandinên de bin.
Diyarbekîr, 21-02-2020[1]
Dette produktet har blitt skrevet på et språk (Kurmancî - Kurdîy Serû), klikk på ikonet for å åpne elementet på originalspråket!
Ev babet bi zimana (Kurmancî - Kurdîy Serû) hatiye nvîsandin, klîk li aykona bike ji bu vekirina vî babetî bi vî zimana ku pî hatiye nvîsandin!
Dette produktet har blitt sett 1,386 ganger
HashTag
Kilder
[1] | Kurmancî - Kurdîy Serû | https://portal.netewe.com/ - 15-06-2023
Koblede elementer: 53
Artikler
Bibliotek
Datoer & Events
Dokumenter
ord og setninger
7. netew
8. netewa
9. netewe
10. netewê
Gruppe: Artikler
Artikler språk: Kurmancî - Kurdîy Serû
Publication date: 20-01-2020 (4 År)
Bok: Sosial
Dokumenttype: Originalspråket
Provinsen: Kurdistan
Publication Type: Born-digital
Technical Metadata
Element Kvalitet: 99%
99%
Lagt inn av ( ئاراس حسۆ ) på 15-06-2023
Denne artikkelen har blitt gjennomgått og utgitt av ( سارا ک ) på 16-06-2023
Dette elementet nylig oppdatert av ( سارا ک ) på : 16-06-2023
URL
Dette elementet i henhold til Kurdipedia er Standards ikke er ferdig ennå!
Dette produktet har blitt sett 1,386 ganger
Kurdipedia er de største kildene for kurdisk informasjon!
Biografi
Gelawesh Waledkhani
Bibliotek
Min drøm om Kurdistan – Værd at kæmpe for?
Bibliotek
Et nettverk av førstehjelpere i det minelagte Nord-Irak - Et spørsmål om liv eller død

Actual
Bibliotek
Norsk-kurdisk (kurmanjî) illustrert ordbok
24-10-2013
هاوڕێ باخەوان
Norsk-kurdisk (kurmanjî) illustrert ordbok
Bibliotek
Ny i Norge; ordliste norsk-kurdisk sorani
23-10-2013
هاوڕێ باخەوان
Ny i Norge; ordliste norsk-kurdisk sorani
Bibliotek
Norsk nå!; ordliste norsk-kurdisk sorani
23-10-2013
هاوڕێ باخەوان
Norsk nå!; ordliste norsk-kurdisk sorani
Bibliotek
Det som var vanskelig å leve med
21-03-2020
ڕێکخراوی کوردیپێدیا
Det som var vanskelig å leve med
Biografi
Gelawesh Waledkhani
03-04-2022
شەرارە شەمامی
Gelawesh Waledkhani
Nytt element
Biografi
Azad Karimi
13-01-2023
شادی ئاکۆیی
Statistikk
Artikler 518,790
Bilder 106,249
Bøker 19,333
Relaterte filer 97,276
Video 1,397
Kurdipedia er de største kildene for kurdisk informasjon!
Biografi
Gelawesh Waledkhani
Bibliotek
Min drøm om Kurdistan – Værd at kæmpe for?
Bibliotek
Et nettverk av førstehjelpere i det minelagte Nord-Irak - Et spørsmål om liv eller død

Kurdipedia.org (2008 - 2024) version: 15.5
| Kontakt | CSS3 | HTML5

| Page generasjonstid : 0.906 andre!