Bibliotek Bibliotek
Søk

Kurdipedia er de største kildene for kurdisk informasjon!


Search Options





Avansert søk      Keyboard


Søk
Avansert søk
Bibliotek
Kurdiske navn
Kronologi av hendelser
Kilder
History
Bruker samlinger
Aktiviteter
Søk Hjelp?
Publication
Video
Classifications
Tilfeldig element!
Send
Send artikkel
Send bilde
Survey
Dine tilbakemeldinger
Kontakt
Hva slags informasjon trenger vi!
Standards
Vilkår for bruk
Element Kvalitet
Verktøy
Om
Kurdipedia Archivists
Artikler om oss!
Legg Kurdipedia til ditt nettsted
Legg til / Slett e-post
Besøkende statistikk
Element statistikk
Fonts Converter
Kalendere Converter
Språk og dialekter av sidene
Keyboard
Hendige lenker
Kurdipedia extension for Google Chrome
Cookies
Språk
کوردیی ناوەڕاست
کرمانجی - کوردیی سەروو
Kurmancî - Kurdîy Serû
هەورامی
Zazakî
English
Française
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
Nederlands
Svenska
Español
Italiano
עברית
Pусский
Norsk
日本人
中国的
Հայերեն
Ελληνική
لەکی
Azərbaycanca
Min konto
Logg inn
Medlemskap!
Glemt passordet ditt!
Søk Send Verktøy Språk Min konto
Avansert søk
Bibliotek
Kurdiske navn
Kronologi av hendelser
Kilder
History
Bruker samlinger
Aktiviteter
Søk Hjelp?
Publication
Video
Classifications
Tilfeldig element!
Send artikkel
Send bilde
Survey
Dine tilbakemeldinger
Kontakt
Hva slags informasjon trenger vi!
Standards
Vilkår for bruk
Element Kvalitet
Om
Kurdipedia Archivists
Artikler om oss!
Legg Kurdipedia til ditt nettsted
Legg til / Slett e-post
Besøkende statistikk
Element statistikk
Fonts Converter
Kalendere Converter
Språk og dialekter av sidene
Keyboard
Hendige lenker
Kurdipedia extension for Google Chrome
Cookies
کوردیی ناوەڕاست
کرمانجی - کوردیی سەروو
Kurmancî - Kurdîy Serû
هەورامی
Zazakî
English
Française
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
Nederlands
Svenska
Español
Italiano
עברית
Pусский
Norsk
日本人
中国的
Հայերեն
Ελληνική
لەکی
Azərbaycanca
Logg inn
Medlemskap!
Glemt passordet ditt!
        
 kurdipedia.org 2008 - 2024
 Om
 Tilfeldig element!
 Vilkår for bruk
 Kurdipedia Archivists
 Dine tilbakemeldinger
 Bruker samlinger
 Kronologi av hendelser
 Aktiviteter - Kurdipedia
 Hjelp
Nytt element
Biografi
Azad Karimi
13-01-2023
شادی ئاکۆیی
Statistikk
Artikler 518,797
Bilder 106,048
Bøker 19,350
Relaterte filer 97,415
Video 1,397
Bibliotek
Norsk-kurdisk (kurmanjî) il...
Bibliotek
Ny i Norge; ordliste norsk-...
Bibliotek
Norsk nå!; ordliste norsk-k...
Bibliotek
Det som var vanskelig å lev...
Biografi
Gelawesh Waledkhani
ÇEKA VERŞATÎ YA DESTHILADARAN DIJÎ CIVAKAN: MADEYÊN HIŞBIR-4
Gruppe: Artikler | Artikler språk: Kurmancî - Kurdîy Serû
Share
Facebook0
Twitter0
Telegram0
LinkedIn0
WhatsApp0
Viber0
SMS0
Facebook Messenger0
E-Mail0
Copy Link0
Ranking element
Utmerket
Veldig bra
Gjennomsnittlig
Dårlig
Dårlig
Legg til i mine samlinger
Skriv din kommentar om dette elementet!
Elementer historie
Metadata
RSS
Søk i Google etter bilder relatert til det valgte elementet!
Søk i Google for valgt element!
کوردیی ناوەڕاست1
English0
عربي0
فارسی0
Türkçe0
עברית0
Deutsch0
Español0
Française0
Italiano0
Nederlands0
Svenska0
Ελληνική0
Azərbaycanca0
Fins0
Norsk0
Pусский0
Հայերեն0
中国的0
日本人0

ÇEKA VERŞATÎ YA DESTHILADARAN DIJÎ CIVAKAN: MADEYÊN HIŞBIR-4

ÇEKA VERŞATÎ YA DESTHILADARAN DIJÎ CIVAKAN: MADEYÊN HIŞBIR-4
ÇEKA VERŞATÎ YA DESTHILADARAN DIJÎ CIVAKAN: MADEYÊN HIŞBIR-4
ÎTÎRAFÊN TORA HIŞBIR: ME BELGEYÊN DESTÛRA SAZIYAN BI KAR ANÎN
#07-06-2023#
$EHMED SEMÎR-CÎHAN BÎLGÎN$

Rêveberiya Giştî ya Dijî Hişbirê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê di çarçoveya têkoşîna dijî şebekeyên madeyên hişbir de, komeke ji 4 kesan pêk tê girt. Herçar kes piştî darizandina li dadgehê şandin girtîgeha Qamişlo.
Van kesan di îfadeyên xwe de rêxistinkirina tora madeyên hişbir û derbaskirin-belavkirina wan a li herêmê îtiraf kirin.
Li gorî îtirafan ev tora ku hatiye girtin, ji aliyê kesê bi navê Ebdulwehab Şerabatî ku ji xeta di navbera Tirkiye û Lubnanê de berpirsyar ve tê birêvebirin. Şerabatî li Tirkiyeyê dijî û pêwendiya wî bi çeteyên DAIŞ, dewleta Tirk û çeteyên wê yên bi navê Artêşa Azad a Suriyeyê re heye.
Me jî bi destûra rayedarên dadgeh, asayîş û girtîgehê bi kesên hatine girtin re hevdîtinek çêkir.

$‘ME DI NAVA ALÎKARIYAN DERBAS KIRIN’$
Endamên torê ku li ser daxwaza wan û rayedarên ewlekariyê em nikarin navên wan bidin, diyar kirin ku wan herêmên Rêveberiya Xweser kirin nuqeya bazirganiyê yên wergirtin û radestkirina madeyên hişbir. Her wiha bi rêya kamyonên barhilgir ên alîkariyên mirovî û bi nasnameyên fermî ku ji aliyê rêxistinên navneteweyî û herêmî ve dihatin dayîn bazirganiya madeyên hişbir kirine.
Ji kesên hatine girtin ê bi navê M.B. ji bajarê Helebê ye, zewicî ye û 4 zarokên wî hene. Beriya 20 salan dema li Erebistana Siûdî kar dikir, bi rêya hevalekî xwe dest bi karên madeyên hişbir kiriye.
Dema li Erebîstana Siûdî hebên hişbirê bi kar dianîn, li gel 300 hebên hişbirê hatiye girtin û cezayê 5 sal girtîgehê xwariye. Lê piştî du salan cezayê wî ketiye ber efûye û hatiye berdan. Piştî ji girtîgehê derket, vegeriyaye Helebê û tevlî tora madeyên hişbir bûye. Erka şandina hebên hişbir ji bo herêmên Rêveberiya Xweser dane wî.
M.B. li gorî erka jê re hatiye dayîn 2 bazirganên ku maddeyan derbasî herêmên xweser dikin, koordîne kirine. Li gorî gotinên M.B. van bazirganan bi kamyonên xwe madeyên alîkariyê dibirin herêmên xweser û paketên hişbir di nava van madeyan de dibirin.

$‘MIN HEBÊN HIŞBIR JI ŞAM Û HUMSÊ ANÎN’$
M.B. diyar kir ku wî bixwe jî li gel kamyonên alîkariyê madeyên hişbir derbasî herêmên xweser kirine û got: “Piştî min miqdarek madeyên hişbir ji Himisê wergirtin, ez ber bi herêmên Rêveberiya Xweser ve çûm. Me bi awayekî veşartî kar dikir. Em heta Til Koçerê ya li ser sînorê Iraqê çûn. Li wir me kesê bi navê Ebû Mehdî dît. Ebû Mehdî made birin û em jî vegeriyan.
M.B. got ku wî ji bajaroka Nebik ê girêdayî Şamê jî hebên captagonê wergirtine û derbasî herêmên Rêveberiya Xweser kirine. M.B. got: “Min hezar hebên hişbirê birin da ku derbasî Til Koçer bikim. Bi min re kesê bi navê H. hebû. Wî jî derbanê çêkirina heban ku ji kargeha dermanan a Asya ya li Helebê wergirtibû bi xwe re anî bû.”

$‘CIHÊ VEGUHESTINÊ TIL KOÇER E’$
M. B. destnîşan kir ku ji bo hêsankirina madeyên hişbir wan belgeyên destûrê yên saziyên alîkariyên mirovî û bazirganiyê bikar anîne û wiha dom kir: Me di kamyonên xwe de alîkariyên rêxistinên wekî UNICEF, Xaça Sor a Navneteweyî, Heyva Sor a Erebî ya Sûriyeyê dibirin. Wana jî belgeyên destûrê dabûn. Me di nava van alîkariyan de madeyên hişbir bicîh dikirin û dibirin. Bendên ewlehiyê yên rejîmê Suriyeyê kamyon baş kontrol nedkirin, lê li herêmên Rêveberiya Xweser kontrolkirin zêde bû. Li nêzî benzînxaneya Elî Axa ya li Til Koçerê cihekî radestkirina madeyên hişbirê heye. Li vir me made radestî kesê ku navê Ebû Hemze bikar tîne kirin.”
M.B. diyar kir ku piştî derbaskirina madeyên hişbir, wan bi rêya telefonê agahî dida Ebdulwehab Şerabatî, Şerabatî jî piştî piştrast dibû ku erk temam bûye, bi rêya nivîsgehên veguhestina pereyan ên Heleb û Qamişloyê pereyên wan şandine.

$H.K.: MIN 89 TORBEYÊN HEBÊN HIŞBIR DERBAS KIRIN$
Ji endamên torê H.K. jî ji Helebê ye û 5 zarokên wî hene. H.K. û M.B. bi hev re madeyên hişbir derbasî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dikirin. H.K. da zanîn ku wan madeyên hişbir ji Lubnanê derbasî Humsê û ji wir jî derbasî herêmên Rêveberiya Xweser dikirin.
H.K. diyar kir ku wî tenê di yek carê de ji Humsê 89 torbeyên hebên hişbir wergirtine û bi kamyonê heta Til Koçer birine, di rê de jî bendên kontrolê yên hikumeta Şamê kamyon kontrol nekiriye.
H.K. anî ziman ku wî mehekê bi Ebdulwehab Şerabatî re kar kiriye û got têkiliyên Şerabatî bi DAIŞ û çeteyên bi navê Artêşa Niştimanî ya Suriyeyê re heye.
M.B. û H.K. piştî ku derbasî herêmên Rêveberiya Xweser dibin, li ser gumanê ji aliyê Beşa Têkoşîna Dijî Madeyên Hişbir a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ve hatine şopandin û di encama lêkolînê de li otelek bajarê Qamişlo bi madeyên hişbir re hatine girtin.
Tora madeyên hişbir tenê made derbasî herêmên xweser nekiriye, di heman demê li nava bajarên xweseriyê jî hewl dane şebekeyan ava bikin û madeyan li nava gel belav bikin. Ev babet jî wê di beşa dosyaya me ya 5’an ku dê sibe were weşandin de bê vegotin.[1]
Dette produktet har blitt skrevet på et språk (Kurmancî - Kurdîy Serû), klikk på ikonet for å åpne elementet på originalspråket!
Ev babet bi zimana (Kurmancî - Kurdîy Serû) hatiye nvîsandin, klîk li aykona bike ji bu vekirina vî babetî bi vî zimana ku pî hatiye nvîsandin!
Dette produktet har blitt sett 801 ganger
HashTag
Kilder
[1] | Kurmancî - Kurdîy Serû | hawarnews.com
Relaterte filer: 3
Koblede elementer: 3
Gruppe: Artikler
Artikler språk: Kurmancî - Kurdîy Serû
Dokumenttype: Originalspråket
Provinsen: Tyrkia
Provinsen: Syria
Provinsen: West Kurdistan
Publication Type: Born-digital
Technical Metadata
Element Kvalitet: 99%
99%
Lagt inn av ( کاکۆ پیران ) på 07-06-2023
Denne artikkelen har blitt gjennomgått og utgitt av ( ڕاپەر عوسمان عوزێری ) på 07-06-2023
Dette elementet nylig oppdatert av ( هومام تاهیر ) på : 31-07-2023
URL
Dette elementet i henhold til Kurdipedia er Standards ikke er ferdig ennå!
Dette produktet har blitt sett 801 ganger
Attached files - Version
Type Version Redaktørnavn
Photo fil 1.0.1190 KB 07-06-2023 کاکۆ پیرانک.پ.
Kurdipedia er de største kildene for kurdisk informasjon!
Bibliotek
Min drøm om Kurdistan – Værd at kæmpe for?
Bibliotek
Et nettverk av førstehjelpere i det minelagte Nord-Irak - Et spørsmål om liv eller død
Biografi
Gelawesh Waledkhani

Actual
Bibliotek
Norsk-kurdisk (kurmanjî) illustrert ordbok
24-10-2013
هاوڕێ باخەوان
Norsk-kurdisk (kurmanjî) illustrert ordbok
Bibliotek
Ny i Norge; ordliste norsk-kurdisk sorani
23-10-2013
هاوڕێ باخەوان
Ny i Norge; ordliste norsk-kurdisk sorani
Bibliotek
Norsk nå!; ordliste norsk-kurdisk sorani
23-10-2013
هاوڕێ باخەوان
Norsk nå!; ordliste norsk-kurdisk sorani
Bibliotek
Det som var vanskelig å leve med
21-03-2020
ڕێکخراوی کوردیپێدیا
Det som var vanskelig å leve med
Biografi
Gelawesh Waledkhani
03-04-2022
شەرارە شەمامی
Gelawesh Waledkhani
Nytt element
Biografi
Azad Karimi
13-01-2023
شادی ئاکۆیی
Statistikk
Artikler 518,797
Bilder 106,048
Bøker 19,350
Relaterte filer 97,415
Video 1,397
Kurdipedia er de største kildene for kurdisk informasjon!
Bibliotek
Min drøm om Kurdistan – Værd at kæmpe for?
Bibliotek
Et nettverk av førstehjelpere i det minelagte Nord-Irak - Et spørsmål om liv eller død
Biografi
Gelawesh Waledkhani

Kurdipedia.org (2008 - 2024) version: 15.58
| Kontakt | CSS3 | HTML5

| Page generasjonstid : 0.484 andre!