Bibliotek Bibliotek
Søk

Kurdipedia er de største kildene for kurdisk informasjon!


Search Options





Avansert søk      Keyboard


Søk
Avansert søk
Bibliotek
Kurdiske navn
Kronologi av hendelser
Kilder
History
Bruker samlinger
Aktiviteter
Søk Hjelp?
Publication
Video
Classifications
Tilfeldig element!
Send
Send artikkel
Send bilde
Survey
Dine tilbakemeldinger
Kontakt
Hva slags informasjon trenger vi!
Standards
Vilkår for bruk
Element Kvalitet
Verktøy
Om
Kurdipedia Archivists
Artikler om oss!
Legg Kurdipedia til ditt nettsted
Legg til / Slett e-post
Besøkende statistikk
Element statistikk
Fonts Converter
Kalendere Converter
Språk og dialekter av sidene
Keyboard
Hendige lenker
Kurdipedia extension for Google Chrome
Cookies
Språk
کوردیی ناوەڕاست
کرمانجی - کوردیی سەروو
Kurmancî - Kurdîy Serû
هەورامی
Zazakî
English
Française
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
Nederlands
Svenska
Español
Italiano
עברית
Pусский
Norsk
日本人
中国的
Հայերեն
Ελληνική
لەکی
Azərbaycanca
Min konto
Logg inn
Medlemskap!
Glemt passordet ditt!
Søk Send Verktøy Språk Min konto
Avansert søk
Bibliotek
Kurdiske navn
Kronologi av hendelser
Kilder
History
Bruker samlinger
Aktiviteter
Søk Hjelp?
Publication
Video
Classifications
Tilfeldig element!
Send artikkel
Send bilde
Survey
Dine tilbakemeldinger
Kontakt
Hva slags informasjon trenger vi!
Standards
Vilkår for bruk
Element Kvalitet
Om
Kurdipedia Archivists
Artikler om oss!
Legg Kurdipedia til ditt nettsted
Legg til / Slett e-post
Besøkende statistikk
Element statistikk
Fonts Converter
Kalendere Converter
Språk og dialekter av sidene
Keyboard
Hendige lenker
Kurdipedia extension for Google Chrome
Cookies
کوردیی ناوەڕاست
کرمانجی - کوردیی سەروو
Kurmancî - Kurdîy Serû
هەورامی
Zazakî
English
Française
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
Nederlands
Svenska
Español
Italiano
עברית
Pусский
Norsk
日本人
中国的
Հայերեն
Ελληνική
لەکی
Azərbaycanca
Logg inn
Medlemskap!
Glemt passordet ditt!
        
 kurdipedia.org 2008 - 2024
 Om
 Tilfeldig element!
 Vilkår for bruk
 Kurdipedia Archivists
 Dine tilbakemeldinger
 Bruker samlinger
 Kronologi av hendelser
 Aktiviteter - Kurdipedia
 Hjelp
Nytt element
Biografi
Azad Karimi
13-01-2023
شادی ئاکۆیی
Statistikk
Artikler 518,513
Bilder 105,504
Bøker 19,430
Relaterte filer 97,455
Video 1,394
Bibliotek
Norsk-kurdisk (kurmanjî) il...
Bibliotek
Ny i Norge; ordliste norsk-...
Bibliotek
Norsk nå!; ordliste norsk-k...
Bibliotek
Det som var vanskelig å lev...
Biografi
Gelawesh Waledkhani
Wezîrê Nadirî û (Berevok)a Wî
Gruppe: Artikler | Artikler språk: Kurmancî - Kurdîy Serû
Share
Facebook0
Twitter0
Telegram0
LinkedIn0
WhatsApp0
Viber0
SMS0
Facebook Messenger0
E-Mail0
Copy Link0
Ranking element
Utmerket
Veldig bra
Gjennomsnittlig
Dårlig
Dårlig
Legg til i mine samlinger
Skriv din kommentar om dette elementet!
Elementer historie
Metadata
RSS
Søk i Google etter bilder relatert til det valgte elementet!
Søk i Google for valgt element!
کوردیی ناوەڕاست0
English0
عربي0
فارسی0
Türkçe0
עברית0
Deutsch0
Español0
Française0
Italiano0
Nederlands0
Svenska0
Ελληνική0
Azərbaycanca0
Fins0
Norsk0
Pусский0
Հայերեն0
中国的0
日本人0

Wezîrê Nadirî û (Berevok)a Wî

Wezîrê Nadirî û (Berevok)a Wî
#Wezîrê Nadirî# û (Berevok)a Wî.
SALİHÊ KEVİRBİRÎ.
05-08-2013

Ev du salên dawî ne ku çendîn car derfet û mecale dibînim ku serdana kurdên me yên Sovyeta Berê, nexasim serdana kurdên me yên Asya Navîn bikim. Bi rastî jî cihê şanazî û serbilindiyê ye ku kurdên me yên Kazakistan û Kirgizîstanê, tevî ku 77 sal in ji Serhed û Kafkasyayê dûr in; dîsa jî çand, ziman, hûner û edebiyata me parastine, geş kirine û gihandine nifşên me yên îro.
Di van serdanên xwe de gelek caran kitêb û berhemên kurdî ku li Alma Ataya Kazakistanê û Bîşkeka Kirgizîstanê ronahiyê dîtine û dibinin ligel xwe tînim û bi dilxweşiyeke mezin li kitêbxaneya xwe zede dikim. Şayanê gotinê ye ku bibêjim îro li her du welatan, piştî hilweşîna Sovyetistanê bi dehan kitêbên kurdî hatine nivîsandin û weşandin. Di vî warî de divê mirov keda kesên wekî Kinyazê Îbrahîm, Nadir Nadirov, Hejarê Şamil, Hesenê Hecîsilêman û Ezîzê Ziyo Bedirxan ji bîr neke. Di van karen wêjeyî-lêkolînî û edebî de cihê Weşanxaneya Zengezûrê hêjayî pesindan û serbilindiyê ye. Rojnameger û Nivîskarê kurd Hejarê Şamil –Kurê Şamil Askerov- kar û barên giran ên vê weşanxaneya kurdewar hildane ser milên xwe. Zengezûrê heta niha mohra xwe li piraniya berhemên vê herêmê daye û hê jî hewla gotina kurdî/kurmancî; carcaran jî bi zimanê rûsî û azerîkî dide.
‘Berevok’a Wezîrê Nadirî yek ji wan berheman e ku sala 2009ê li Alma Atayê hatiye weşandin û belavkirin. Di kitêba navborî de sê berhemên kesayetiyê ‘pirhêl’ Wezîrê Nadirî cih digirin. Dibêjim ‘pirhêl’, ji ber ku Wezîrê Nadirî hem helbestvan e, hem nivîskar e, hem dîrokzan e, hem zimanzan e, hem jî rewşenbîr, kedkar û xebatkarekî civaka kurdên me yên Kafkasyayê ye. Heke em navê her sê berhemên wî yên di kitêba bi navê ‘Berevok’ê de bidin, ew jî ev in: ‘Nûbar’, ‘Reva Jinê’ û ‘Welat û Hezkirin’ e. Her sê berhem jî di salên cuda cuda de hatine weşandin. Her wiha em ji kitêbê hîn dibin ku kitêbeke din a Wezîrê Nadirî heye, lê di Berevokê de cih negirtiye. Ew kitêba giranbûha jî ‘Zimannama Kurmancî’ ye ku sala 1947ê li Yerevanê bi kurmanciya kîrîlî hatiye çapkirin. Tîpguhêziya vê berhemê ji hela Serokê Kurdên Kazakistanê û Perwerdekarê Zanîngeha Abaya Alma Atayê Prof. Dr. Kinyazê Îbrahîm ve hatiye kirin û li gorî agahdariya wî, ewê di demeke nêz de bê çapkirin.
Wezîrê Nadirî dema li Yerevanê dixwîne, teza xwe li ser Mele Ehmedê Cizîrî dike. Tevî wê teze, çend helbestên neçapbûyî yên Nadirî jî hene ku ewê jî di demeke nêz de çap bibin û bikevin deste edebiyathezên kurdî.
Di ‘Berevok’a Wezîrê Nadirî de, ji bilî her sê berhemên wî; derbarê jiyan, kar û xebatên wî yên edebî û welatperweriyê agahdariyên berfireh hatine dayîn. Di destpêka kitêbê de du pêşek hene ku yek jê bi kurdî ye, yek jê jî bi rûsî ye. Her du pêşek jî ji hela Akademîsyen û Profesor Kinyazê Îbrahîm ve hatine nivîsandin.
Wezîrê Nadirî ango Wezîrê Cebarê Nadirî 10ê gulana 1911ê li gundê Boralana Serhedê ji dayîk dibe. Hê dema sê salî ye, bavê wî Cebar rehma Xwedê dike. Piştî mirina bav, rewşa malbatê giran û çetin dibe. Nûrê ya diya Wezîr berdestiya malen dewlemendan dike. Her du birayên wî Salih û Ûsiv şivantiya gund dikin. Birayê wan ê biçûk jî Şero ye.
Wezîrê Nadirî di xwendina xwe de gelek şareza ye. Ji bo kurê wê bixwîne, çi ji deste dayîka Nûrê tê dike. Ji destpêka xwendinê, heta dawiyê di nava şagirtan de xwendina xwe her bi dereceyên bilind temam dike. Di zarokatiya xwe de dest bi nivîsandina helbestan dike.
Malbata Wezîrê Nadirî sala 1926ê, tevî 1700 malên ji eşîrên Birûkî, Şewlikî û Beşkî ji ber zilma Roma Reş çemê Erez û sînor derbas dikin û derbasî nav axa Sovyetistanê dibin. Nadirî dersxaneya koma 10an li gundê Sêderekê temam dike. Ew gund li herêma Nexçiwanê ye. Pêşî dibe mamosteyê zimanê kurdî, paşê heta sala 1933ê dibe serwerê heman dibistanê. Payîza heman salê li Yerevanê dibe mamosteyê zimanê kurdî. Sala 1935ê dikeve Enstîtuya Pedagojiya Ermenkî û Rûsî, 4 sal paşê xwendina xwe temam dike. Paşê li Zanîngeha Yerevanê dibe dersdarê zimanê farisî. Bi serkarî û alîkariya zimanzanê mezin ê ermenî Hraçya Açaryan xwendina bilind dibe serî. Lê 26ê Sermaweza 1946ê, di bûyereke dilêş de jiyana xwe ji dest dide. Bûyera mirina wî hê jî tarî ye. Hin kes dibêjin hatiye revandin û paşê hatiye kuştin. Gumanên li ser kuştina wî mijara nivîsareke din e. Gora wî li Yerevanê ye.
Wezîrê Nadirî bi tevahî 35 sal jiya, lê wî di nav van salên kurt de gelek xebatên hêja kirin. Her sê berhemên xwe yên di berevokê de –ku me navê wan di destpê de dane- bi kurdiya latînî nivîsandin û çap kirin. Ji ber ku wan salan kurdên Ermenistanê, bi tîpên latînî dinivîsandin. Çend sal paşê derbasî alfabeya kîrîlî bûn. Sala 1935ê berhema wî ya bi navê ‘Nûbar’ ji hela Weşanxaneya Dewleta Ermenistanê ve hate çapkirin. Paşê piyesa wî ya bi navê ‘Reva Jinê’ tê çapkirin.
Sala 1937ê li Ermenistanê di nava şevekê de kurdan li trênên bar û heywanan siwar dikin, di bin kontrola leşkeran de nefî dikin. Kes nizane bi ku ve jî dibin. Du mehên dirêj di riyan de ‘dê weledê xwe davêje!’ Gava dibînin ku li Kazakistan û li ser hidûdên Kirgizîstanê ne. Sar, seqem, çol, best. Ne ew der bi zimanên wan dizanin, ne ew bi zimanên wan deran! Kinyazê Îbrahîm di gotûbêjeke kum in 2 sal beriya niha pê re kiribû de bi van gotinan behsa wê deme dikir.
“Malbata me jî di nav wan de ne. Dê, bav, xwişk-bira, kal-pîr, qewim û pismam. Malbata me li Kirgizîstanê wîlayeta Qizilqeyayê peya dikin. Ew der nêzîkî Oşê ye. Oş li ser sînorê Ozbekistanê ye! Kurdên Ermenistanê tînin Kirgizîstanê. Kurdên Azerbaycan û Nexçîvanê tînin Kazakistanê. Malbata me sê salan li Qizilqeyayê dimîne. Heta sala 1940’î.”
Sê sal paşê destpêka Şerê Cîhanê yê Duyem e. Camêrek heye, ji wan re dibe dergeh û star! Stara vegera Erîvanê. Ew camêr rewşenbîr, şaîr û nivîskarê mezin Wezîrê Cebarê Nadirî ye. Kinyazê Îbrahîm di heman gotûbêjê gava behsa nefîkirinê dike gotinê tîne ser ‘mêrxasekî civaka kurdan.’ Ew kes Wezîrê Nadirî ye:
“Di nav nefîkiriyan de malbata Wezîrê Nadirî jî hebûye. Ew jî hatine sirgunkirin. Wezîrê Nadirî tê malbata xwe dibe. Dewletê ji bo malbata me digot; ‘Ev kesên biguman in. Dikarin ajantiyê bikin.’ Lê Wezîrê Nadirî ketibû karê dewletê. Di îstîxbarata dewletê de nav û dengê wî hebû. Rê jê re vekirî bû. Digot; ‘Ez kefîlê vê malbatê me.’ Hat û malbata xwe bir. Mala me jî tevî mala wan, 1940’î zivirî Yerevanê.
Şayanê gotinê ye ku ‘Berevok’a wezîrê Nadirî ji 272 rûpelan pêk tê û bi kurdî ye. Di amadekariya kitêbê de ked û emega Prof. Dr. Kinyazê Îbrahîm gelek zede ye. Ji ber ku ji bilî nivîsandina her du pêşekên kurdî û rûsî; amadekarî û redaktoriya kitêbê jî ji hela wî ve hatiye kirin.
Çar kesên din hene ku li ser heman kitêbê kar kirine: Bariyê Mecîd (Redaktorê Teknîkê), Hesenê Hecîsilêman (Redaktorê Bedewetiyê), Hesenê Evdoyê Elî (Karrektor) û Medîna Êlî (Nivîsar û Rêzkirin.)

- Di rojnameya “Le Monde Diplomatique Kurdî” (Hejmara 44’ê, Tîrmeh) de hatiye weşandin ku bi awayeke mehane li Berlîna Almanyayê tê weşandin. (S.K)
[1]
Dette produktet har blitt skrevet på et språk (Kurmancî - Kurdîy Serû), klikk på ikonet for å åpne elementet på originalspråket!
Ev babet bi zimana (Kurmancî - Kurdîy Serû) hatiye nvîsandin, klîk li aykona bike ji bu vekirina vî babetî bi vî zimana ku pî hatiye nvîsandin!
Dette produktet har blitt sett 359 ganger
HashTag
Kilder
[1] | Kurmancî - Kurdîy Serû | rudaw.net 05-08-2013
Relaterte filer: 1
Koblede elementer: 2
Gruppe: Artikler
Artikler språk: Kurmancî - Kurdîy Serû
Dokumenttype: Originalspråket
Provinsen: Kurdistan
Publication Type: Born-digital
Technical Metadata
Element Kvalitet: 99%
99%
Lagt inn av ( ڕاپەر عوسمان عوزێری ) på 09-05-2023
Denne artikkelen har blitt gjennomgått og utgitt av ( سارا ک ) på 09-05-2023
Dette elementet nylig oppdatert av ( ڕۆژگار کەرکووکی ) på : 07-06-2024
URL
Dette elementet i henhold til Kurdipedia er Standards ikke er ferdig ennå!
Dette produktet har blitt sett 359 ganger
Kurdipedia er de største kildene for kurdisk informasjon!
Biografi
Gelawesh Waledkhani
Bibliotek
Min drøm om Kurdistan – Værd at kæmpe for?
Bibliotek
Et nettverk av førstehjelpere i det minelagte Nord-Irak - Et spørsmål om liv eller død

Actual
Bibliotek
Norsk-kurdisk (kurmanjî) illustrert ordbok
24-10-2013
هاوڕێ باخەوان
Norsk-kurdisk (kurmanjî) illustrert ordbok
Bibliotek
Ny i Norge; ordliste norsk-kurdisk sorani
23-10-2013
هاوڕێ باخەوان
Ny i Norge; ordliste norsk-kurdisk sorani
Bibliotek
Norsk nå!; ordliste norsk-kurdisk sorani
23-10-2013
هاوڕێ باخەوان
Norsk nå!; ordliste norsk-kurdisk sorani
Bibliotek
Det som var vanskelig å leve med
21-03-2020
ڕێکخراوی کوردیپێدیا
Det som var vanskelig å leve med
Biografi
Gelawesh Waledkhani
03-04-2022
شەرارە شەمامی
Gelawesh Waledkhani
Nytt element
Biografi
Azad Karimi
13-01-2023
شادی ئاکۆیی
Statistikk
Artikler 518,513
Bilder 105,504
Bøker 19,430
Relaterte filer 97,455
Video 1,394
Kurdipedia er de største kildene for kurdisk informasjon!
Biografi
Gelawesh Waledkhani
Bibliotek
Min drøm om Kurdistan – Værd at kæmpe for?
Bibliotek
Et nettverk av førstehjelpere i det minelagte Nord-Irak - Et spørsmål om liv eller død
Folders
Biografi - Kjønn - Mann Biografi - Nasjon - Kurd Artikler - Bok - Artikler og intervjuer Artikler - Dokumenttype - Oversettelse Artikler - Publication Type - Bibliotek - Provinsen - Utenfor Bibliotek - Bok - Ordbok Bibliotek - Dialekt - Norsk Bibliotek - Publication Type - Bibliotek - PDF -

Kurdipedia.org (2008 - 2024) version: 15.58
| Kontakt | CSS3 | HTML5

| Page generasjonstid : 0.312 andre!