Bibliotek Bibliotek
Søk

Kurdipedia er de største kildene for kurdisk informasjon!


Search Options





Avansert søk      Keyboard


Søk
Avansert søk
Bibliotek
Kurdiske navn
Kronologi av hendelser
Kilder
History
Bruker samlinger
Aktiviteter
Søk Hjelp?
Publication
Video
Classifications
Tilfeldig element!
Send
Send artikkel
Send bilde
Survey
Dine tilbakemeldinger
Kontakt
Hva slags informasjon trenger vi!
Standards
Vilkår for bruk
Element Kvalitet
Verktøy
Om
Kurdipedia Archivists
Artikler om oss!
Legg Kurdipedia til ditt nettsted
Legg til / Slett e-post
Besøkende statistikk
Element statistikk
Fonts Converter
Kalendere Converter
Språk og dialekter av sidene
Keyboard
Hendige lenker
Kurdipedia extension for Google Chrome
Cookies
Språk
کوردیی ناوەڕاست
کرمانجی - کوردیی سەروو
Kurmancî - Kurdîy Serû
هەورامی
Zazakî
English
Française
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
Nederlands
Svenska
Español
Italiano
עברית
Pусский
Norsk
日本人
中国的
Հայերեն
Ελληνική
لەکی
Azərbaycanca
Min konto
Logg inn
Medlemskap!
Glemt passordet ditt!
Søk Send Verktøy Språk Min konto
Avansert søk
Bibliotek
Kurdiske navn
Kronologi av hendelser
Kilder
History
Bruker samlinger
Aktiviteter
Søk Hjelp?
Publication
Video
Classifications
Tilfeldig element!
Send artikkel
Send bilde
Survey
Dine tilbakemeldinger
Kontakt
Hva slags informasjon trenger vi!
Standards
Vilkår for bruk
Element Kvalitet
Om
Kurdipedia Archivists
Artikler om oss!
Legg Kurdipedia til ditt nettsted
Legg til / Slett e-post
Besøkende statistikk
Element statistikk
Fonts Converter
Kalendere Converter
Språk og dialekter av sidene
Keyboard
Hendige lenker
Kurdipedia extension for Google Chrome
Cookies
کوردیی ناوەڕاست
کرمانجی - کوردیی سەروو
Kurmancî - Kurdîy Serû
هەورامی
Zazakî
English
Française
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
Nederlands
Svenska
Español
Italiano
עברית
Pусский
Norsk
日本人
中国的
Հայերեն
Ελληνική
لەکی
Azərbaycanca
Logg inn
Medlemskap!
Glemt passordet ditt!
        
 kurdipedia.org 2008 - 2024
 Om
 Tilfeldig element!
 Vilkår for bruk
 Kurdipedia Archivists
 Dine tilbakemeldinger
 Bruker samlinger
 Kronologi av hendelser
 Aktiviteter - Kurdipedia
 Hjelp
Nytt element
Biografi
Azad Karimi
13-01-2023
شادی ئاکۆیی
Statistikk
Artikler 518,258
Bilder 105,174
Bøker 19,474
Relaterte filer 97,350
Video 1,394
Bibliotek
Norsk-kurdisk (kurmanjî) il...
Bibliotek
Ny i Norge; ordliste norsk-...
Bibliotek
Norsk nå!; ordliste norsk-k...
Bibliotek
Det som var vanskelig å lev...
Biografi
Gelawesh Waledkhani
Eser Savaş - Cahîde Şahîn
Gruppe: Martyrer | Artikler språk: Kurmancî - Kurdîy Serû
Share
Facebook0
Twitter0
Telegram0
LinkedIn0
WhatsApp0
Viber0
SMS0
Facebook Messenger0
E-Mail0
Copy Link0
Ranking element
Utmerket
Veldig bra
Gjennomsnittlig
Dårlig
Dårlig
Legg til i mine samlinger
Skriv din kommentar om dette elementet!
Elementer historie
Metadata
RSS
Søk i Google etter bilder relatert til det valgte elementet!
Søk i Google for valgt element!
کوردیی ناوەڕاست0
English0
عربي0
فارسی0
Türkçe0
עברית0
Deutsch0
Español0
Française0
Italiano0
Nederlands0
Svenska0
Ελληνική0
Azərbaycanca0
Fins0
Norsk0
Pусский0
Հայերեն0
中国的0
日本人0

Eser Savaş

Eser Savaş
$Agahiyên şehîd:$
Nasnav: Eser Savaş
Nav paşnav: Cahîde Şahîn
Cihê jidayikbûnê: Mêrdîn
Dayik-Bav: Şîrîn-Huseyîn
Dem û cihê şehadetê: 2021 / Herêmên Parastinê yên Medyayê
$Kurtejiyana şehîd:$
Hevrêya me Eser li navçeya Kerboran a Mêrdînê li nava malbateke welatparêz ji dayik bû, ku vê herêma me gelek ewladên xwe yên leheng tevlî têkoşîna me ya azadiyê kir û bi vî rengî derbasî nava dîroka gelê me bû. Ji ber ku ji xizmên xwe yên nêz tevlîbûn û şehadet hebû, her wiha ji ber welatparêziya herêma Kerboranê, hevrêya me Eser hîn biçûkanî partiya me PKK nas kir. Weke jineke Kurd a ciwan zext û êrîşên qirkirinê yên dijmin ên li ser gelê me ji kûrahî ve hîs kir û gihîşt wê baweriyê ku divê teqez li hemberî van êrîşan helwestê nîşan bide. Her wiha li hemberî statuya koletiyê ya li nava civakê li jinan tê ferzkirin, bû xwedî hêrseke mezin. Hevrêya me baş zanîbû ku rêya herî rast a li hemberî êrîşên dijmin û statuya koletiyê ya li jinê tê ferzkirin, bi têkoşînê dibe û di mijara şêweyê têkoşînê de demeke dirêj kûr bû û tevlîbûna li nava refên gerîla ji bo xwe weke pêwîstiyekê destnîşan kir. Hevrêya me ku tevlîbûna li nava gerîla bi zanebûn tercîh kir, di sala 2014'an de ji herêma Botanê tevlî nava refên me bû.
Piştî ku demeke kurt li herêma Botanê gerîlatî kir, derbasî Herêmên Parastinê yên Medyayê bû, li vê derê perwerdeya xwe ya destpêkê wergirt û zû hînî jiyana li çiyê û gerîla bû. Li ser rê û rêbazên meşa xwe ya şoreşê kûr bû, meşeke ji rêzê ti carî li xwe neanî. Hevrêya me jiyan û kesayetiya xwe li pêşberî rastiya Rêbertî nirxand, ji xwe re ev rêbaz timî kir esas, tempoya xwe jî li gorî rastiya Rêbertî û şehîdan diyar kir. Ji ber vê yekê ti carî xwe têr nedît, her tim xwest ku hîn bêhtir tevlî bibe. Piştî ku tevlî nava refên gerîla bû, li hemberî êrîşên li ser gelê me yên bi destê çeteyên DAÎŞ'ê dihatin kirin, derbasî Kobanê bû û li vê derê beşdarî nava Berxwedana Kobanê ya dîrokî bû. Hevrêya me beşdarî pêngavên ji bo avêtina çeteyên DAÎŞ'ê ji Kobanê û gundên derdorê bû, di şer de bi wêrekî û fedakariya xwe li pêş bû û bû mînak ji hevrêyên xwe re. Bêfikar tevlî pêvajoya şer bû û carekê ji lingê xwe birîdar bû. Lê belê di demeke kurt de xwe komî ser hev kir, cihê xwe ji nû ve di nava têkoşînê de girt û beşdarî nava karên perwerdeya şervanên nû bû. Di vî karî de bi perwerdeya hevrêyên me yên nû tevlî nava refên me yên partiyê bûn, mijûl bû û kedeke mezin da wan ji bo hînî têkoşîna gerîla bibin û bibin milîtanên Apoyî. Hevrêya me Eser di vî karî de ku weke 'çalakiya min a destpêkê' pênase dikir, hevrêyên nû tevlî nava refên gerîla bû perwerde kir û bi rengekî serketî tecrûbeyên xwe da wan. Di heman demê de weke karekî ku divê her tim bi wijdan be nirxand, baweriya xwe bi wê anî ku kesayet divê tiştên hînî hevrêyên xwe dike bi xwe jî pêk bîne û teorî û pratîk weke hev bin. Ji ber vê yekê jî dema ku hevrêyên xwe perwerde dikir, di heman demê de xwe jî perwerde dikir. Pêvajoya dîrokî, berpirsyariyên milîtanên Apoyî b kûrahî nirxand, bi rastiya Rêbertî re anî ber hev û weke gerîlayeke YJA Starê gihîşt wê encamê ku kêm maye. Hevrêya me ku di lêpirsîna xwe û asta xwe ya tevlîbûnê de gelekî dilnizm bû, bawaeriya xwe pê anî ku divê têkoşîna xwe meizntir bike, lewma jî beşdarî nava Hêzên Taybet bû. Di nava Hêzên Taybet de bi kesayetiya xwe ya xwezayî, kedkarî, fedakarî û durustiya xwe li pêş bû, cihê xwe di dilê hevrêyên xwe hemûyan de girt. Hevrêya me Eser ku reng û moral da qada lê dima, bi van taybetmendiyên xwe rola pêşengiyê ya gerîlaya YJA Starê bi cih anî. Hevrêya me Eser bi van taybetmendiyên xwe fedaîtî weke şêweyekî jiyanê nirxand, her kêliya xwe li gorî vê yekê derbas kir. Di Mijdara 2021'ê de li herêma Zapê dema bi erka xwe radibû, di êrîşeke dijmin de şehîd bû. Em careke din soz didin hevrêya xwe Eser ku armanca wê ya misogerkirina azadiya Rêbertî teqez pêk bînin.[1]
Dette produktet har blitt skrevet på et språk (Kurmancî - Kurdîy Serû), klikk på ikonet for å åpne elementet på originalspråket!
Ev babet bi zimana (Kurmancî - Kurdîy Serû) hatiye nvîsandin, klîk li aykona bike ji bu vekirina vî babetî bi vî zimana ku pî hatiye nvîsandin!
Dette produktet har blitt sett 373 ganger
HashTag
Kilder
[1] | Kurmancî - Kurdîy Serû | موقع https://anfarabic.com/ - 07-03-2023
Koblede elementer: 2
Datoer & Events
Martyrer
Gruppe: Martyrer
Artikler språk: Kurmancî - Kurdîy Serû
Cause of death: No specified T4 645
Kjønn: Kvinne
Military rank: No specified T4 708
Nasjon: Kurd
No specified T3 81: Nord Kurdistan
No specified T3 82: Mardin
No specified T3 85: Nord Kurdistan
Person type: Military
Technical Metadata
Element Kvalitet: 99%
99%
Lagt inn av ( ئەڤین تەیفوور ) på 07-03-2023
Denne artikkelen har blitt gjennomgått og utgitt av ( سارا ک ) på 07-03-2023
Dette elementet nylig oppdatert av ( سارا ک ) på : 07-03-2023
URL
Dette elementet i henhold til Kurdipedia er Standards ikke er ferdig ennå!
Dette produktet har blitt sett 373 ganger
Kurdipedia er de største kildene for kurdisk informasjon!
Bibliotek
Min drøm om Kurdistan – Værd at kæmpe for?
Biografi
Gelawesh Waledkhani
Bibliotek
Et nettverk av førstehjelpere i det minelagte Nord-Irak - Et spørsmål om liv eller død

Actual
Bibliotek
Norsk-kurdisk (kurmanjî) illustrert ordbok
24-10-2013
هاوڕێ باخەوان
Norsk-kurdisk (kurmanjî) illustrert ordbok
Bibliotek
Ny i Norge; ordliste norsk-kurdisk sorani
23-10-2013
هاوڕێ باخەوان
Ny i Norge; ordliste norsk-kurdisk sorani
Bibliotek
Norsk nå!; ordliste norsk-kurdisk sorani
23-10-2013
هاوڕێ باخەوان
Norsk nå!; ordliste norsk-kurdisk sorani
Bibliotek
Det som var vanskelig å leve med
21-03-2020
ڕێکخراوی کوردیپێدیا
Det som var vanskelig å leve med
Biografi
Gelawesh Waledkhani
03-04-2022
شەرارە شەمامی
Gelawesh Waledkhani
Nytt element
Biografi
Azad Karimi
13-01-2023
شادی ئاکۆیی
Statistikk
Artikler 518,258
Bilder 105,174
Bøker 19,474
Relaterte filer 97,350
Video 1,394
Kurdipedia er de største kildene for kurdisk informasjon!
Bibliotek
Min drøm om Kurdistan – Værd at kæmpe for?
Biografi
Gelawesh Waledkhani
Bibliotek
Et nettverk av førstehjelpere i det minelagte Nord-Irak - Et spørsmål om liv eller død
Folders
Bibliotek - Bok - History Bibliotek - Dokumenttype - Originalspråket Bibliotek - Dialekt - Kurdish - Kurmanji - Latin Bibliotek - Provinsen - Nord Kurdistan Bibliotek - Provinsen - Utenfor Bibliotek - Bok - Politic Bibliotek - PDF - Biografi - Kjønn - Mann Biografi - Nasjon - Kurd Bibliotek - Bok - Al- Anfal & Halabja

Kurdipedia.org (2008 - 2024) version: 15.58
| Kontakt | CSS3 | HTML5

| Page generasjonstid : 0.266 andre!