Bibliotek Bibliotek
Søk

Kurdipedia er de største kildene for kurdisk informasjon!


Search Options





Avansert søk      Keyboard


Søk
Avansert søk
Bibliotek
Kurdiske navn
Kronologi av hendelser
Kilder
History
Bruker samlinger
Aktiviteter
Søk Hjelp?
Publication
Video
Classifications
Tilfeldig element!
Send
Send artikkel
Send bilde
Survey
Dine tilbakemeldinger
Kontakt
Hva slags informasjon trenger vi!
Standards
Vilkår for bruk
Element Kvalitet
Verktøy
Om
Kurdipedia Archivists
Artikler om oss!
Legg Kurdipedia til ditt nettsted
Legg til / Slett e-post
Besøkende statistikk
Element statistikk
Fonts Converter
Kalendere Converter
Språk og dialekter av sidene
Keyboard
Hendige lenker
Kurdipedia extension for Google Chrome
Cookies
Språk
کوردیی ناوەڕاست
کرمانجی - کوردیی سەروو
Kurmancî - Kurdîy Serû
هەورامی
Zazakî
English
Française
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
Nederlands
Svenska
Español
Italiano
עברית
Pусский
Norsk
日本人
中国的
Հայերեն
Ελληνική
لەکی
Azərbaycanca
Min konto
Logg inn
Medlemskap!
Glemt passordet ditt!
Søk Send Verktøy Språk Min konto
Avansert søk
Bibliotek
Kurdiske navn
Kronologi av hendelser
Kilder
History
Bruker samlinger
Aktiviteter
Søk Hjelp?
Publication
Video
Classifications
Tilfeldig element!
Send artikkel
Send bilde
Survey
Dine tilbakemeldinger
Kontakt
Hva slags informasjon trenger vi!
Standards
Vilkår for bruk
Element Kvalitet
Om
Kurdipedia Archivists
Artikler om oss!
Legg Kurdipedia til ditt nettsted
Legg til / Slett e-post
Besøkende statistikk
Element statistikk
Fonts Converter
Kalendere Converter
Språk og dialekter av sidene
Keyboard
Hendige lenker
Kurdipedia extension for Google Chrome
Cookies
کوردیی ناوەڕاست
کرمانجی - کوردیی سەروو
Kurmancî - Kurdîy Serû
هەورامی
Zazakî
English
Française
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
Nederlands
Svenska
Español
Italiano
עברית
Pусский
Norsk
日本人
中国的
Հայերեն
Ελληνική
لەکی
Azərbaycanca
Logg inn
Medlemskap!
Glemt passordet ditt!
        
 kurdipedia.org 2008 - 2024
 Om
 Tilfeldig element!
 Vilkår for bruk
 Kurdipedia Archivists
 Dine tilbakemeldinger
 Bruker samlinger
 Kronologi av hendelser
 Aktiviteter - Kurdipedia
 Hjelp
Nytt element
Biografi
Azad Karimi
13-01-2023
شادی ئاکۆیی
Statistikk
Artikler 518,798
Bilder 106,048
Bøker 19,350
Relaterte filer 97,416
Video 1,397
Bibliotek
Norsk-kurdisk (kurmanjî) il...
Bibliotek
Ny i Norge; ordliste norsk-...
Bibliotek
Norsk nå!; ordliste norsk-k...
Bibliotek
Det som var vanskelig å lev...
Biografi
Gelawesh Waledkhani
Husên Mihemed Elî
Gruppe: Biografi | Artikler språk: Kurmancî - Kurdîy Serû
Share
Facebook0
Twitter0
Telegram0
LinkedIn0
WhatsApp0
Viber0
SMS0
Facebook Messenger0
E-Mail0
Copy Link0
Ranking element
Utmerket
Veldig bra
Gjennomsnittlig
Dårlig
Dårlig
Legg til i mine samlinger
Skriv din kommentar om dette elementet!
Elementer historie
Metadata
RSS
Søk i Google etter bilder relatert til det valgte elementet!
Søk i Google for valgt element!
کوردیی ناوەڕاست0
English0
عربي0
فارسی0
Türkçe0
עברית0
Deutsch0
Español0
Française0
Italiano0
Nederlands0
Svenska0
Ελληνική0
Azərbaycanca0
Fins0
Norsk0
Pусский0
Հայերեն0
中国的0
日本人0

Husên Mihemed Elî

Husên Mihemed Elî
Her bajarek bi dewlemedniya xwe, her bajarek bi xêr û bereketa xwe, her bajarek bi av û hewaya xwe û her bajarek bi mirov û pêşengên xwe di bîrdanka zarokên vî bajarî de dimîne. Husên Mihemed Elî û Kobanî, her du nav bêyî hev nabin, dema ku yek ji wan were gotin divê ilehî navê yê din xwe lê bigire. Ne tenê Husên Mihemed Elî kesayetên mîna Reşîd Sofî, Miço Kendeş, Bozan Ehmed, Baqî Xido û gelek kesên din navê Kobanî bi wan xweşik û geş bûye. Lê dema ku navê M.mamoste Husên Mihemed Elî tê gotin, xwediyê qelema ku bi hibra bîrnînan mişt bûye mirovan li li ser kaşê miştenûrê radiwestîne û paçikekê bi wê dara qederê de dike ku qedera me kurdan û kobaniyan di koka wê darê de veşartî ye. Bi qelema M.Husên nifşên ku xwe di ava golê û kaniyan de neşûştine, xwe dişon. Bi qelema M.Husên nifşên ku ew dar û berên xweşikahiya kobaniyê nedîtine, dibînin. Lewma di wê qelemê de em rastî bîranîneke gelekî xweş û geş tên, em dibin heyraniyê gelek çîrok û çîrovanokên ku di dawa pîrikan de veşartî mane.
Werin em bi hev re qala jiyan, kar, xebat û bîranînên mamosteyê mamosteyan Husên Mihemed Elî bikin. Teqez kî ji we li kolanekê rastî mamoste Husên re were, ew ê ji ber qedr, hurmet û heybeta wî xwe di kolaneke din re bavêje. Bi sedan mamoste û xwendekar derçûyê xibret û mamostetiya wî ne. lewma wekî mamosteyê yekemîn yê kobaniyan jî tê naskirin.
M.Husên Mihemed Elî di sala 1950'î de li gundê Şehînkê ya bajarê Kobanî ji dayîk bûye, ew ji eşîra Mîran e. ji ber ku dayîka M.Husên zarok jê re nediman ew di nav malbatê de tenê sê bira û xwîşkekê ne; M.Husên, Bozan, Miço û Meqbûle. Ew wekî her kurdekî din di nav malbateke kurd-perwer, hejar û dilhezên xwendin û pêşxistinê de rabûye. Ew di nav serdemeke ku şerê cîhanê yê duyemîn bû, mezin bûye. bi zarokên cîranan ên wekî ermeniyan re mezin bûye. ew xwedî malbateke ku her dem bi fikir û siyasetê ve mijûl bûne. Her wiha ew yek ji endamê partiya Komînîst bû.
Di sala 1956'an de dest bi xwendina seretayî ya Rêfiyê dike. Ew dibistana ku di sala 1949'an de hate avakirin ku niha navê wê dibistanê (Ş.Azad) e. Her wiha piştre xwendina navîn li dibistana Reş ku nave wê (Ş.Dijle û Firat e) dixwîne. Dema ku xwendina ya Navîn li kobanî bi dawî dike. Ji ber nebûna xwendina Amadehî li kobaniyê, tevî rewşa xwe ya xizanî û perîşaniyê mecbûr dimîne berê xwe bide Helebê da ku xwendina xwe berdewam bike. Di salên 1968-69'an berê xwe dide Helebê û refa 10'an li dibistana Kewakibî dixwîne. Li wir heta Bekeloriya dixwîne û xwendina xwe di sala 1970'î de Bekeloriya bi dawî dike.
M.Husên Mihemed Elî gelekî ji xwendinê hez dikir, her tim di nav hewildanên xwepêşxistinê de bû. Ji ber ku Heleb bajarekî mezin û hemû çand, dewlemendî û xwepêşxistin lê hebû. Ji bo wî Heleb tecrubeyeke pir zengîn derbas bû. Yekî wekî mamoste Husên ji deverek kurd û gundî li bajarekî mezin ê wekî Helebê bixwîne, jê re wextek pêwîst bû heta ku bi bajarê mezin û miletê cîran re li hev were.
Piştî ku xwendina Amadehî jî bi dawî dike, di zanîngehê de fakulteya Wêjeya Erebî dixwîne. Di biçûkaniyê de du mamosteyan gelekî bandor li wî kirin. Yek jê Ebdilqadir Hafiz mamosteyê wî yê refa 7-8'an bû û yê din Mihemed Hemoyî bû. Van mamosteyan hîştin ku vê beşa Wêjeya Erebî hilbijêre û her tim tê de serkeftî bimîne, çiku wan bi şêwazên pir ecêb ders didan xwendekaran û xwedî bandor bûn.
Di sala 1975'an de xwendina zanîngehê bi dawî dike. ji wê salê ta 2010'an de 25 salên bê navber bi perwedehiya bi zimanê Erebî re mijûl dibe. Ew pir ji mamostetiyê hez dike û kesayetiya xwe ya hudirîn tê de dibîne. Êdî di karê mamostetiyê û wêjeya Erebî de dighêje asta behremendî û xuliqkariyeke paqij û xwedî berhem.
Di bajarê kobanî mamosteyên kurd ji aliyê rêjîma Sûrî ve pir-pir kêm dihatin erkdarkirin, mamosteyên Ereb ji deran û deverên dûr dianîn û di dibistanên bajêr de erkdar dikirin. Lê M.Husên wekî mirovekî kobanî û xwedî hîsekî welatperwerî, xwe tenê nedihesiband wekî mamosteyekî normal ku tenê şagirtan fêrî ziman bike. Her wiha bi sekn û enerjiya xwe di aliyê perwerdehiyê de bandor li tevahî şagirt, xwendekar û miletê bajêr dikir û dihîşt ku ew ber bi geşedanên pêşketinê ve bi serkevin. Di van milan de ew xwedî nameyeke wijdanî bû.
M.Husên Mihemed Elî her dem vê gotinê dike''Ez bi zarokên xwe serbilind nabim, ji ber ku min ew hilnebijartine. Lê hilbijartina herî girîng û balkêş ji bo min xwendekarên min in. ji ber ku ew berhemdariya min in''.
Ji ber pişgirîya mamoste Husên Mihemed Elî ji çanda xwendin û pêşketinê re, bi xêra wî xwendekarên Kobanî nivîskarên navdar ên mîna Ezîz Nîsîn, Dosotofêsk, Gorkî, Şêrgo Bêkes, Selîm Berekat û bi dehan nivîskarên din nas kirin.
Rehmetî Omer Elûş û gelek kesên din jî her tim ji mamoste Husên re digotin '' Ku tu kes di jiyana xwe de bi saxî jê re qedr û qîmetek nehat dayîn ji bilî M.Husên Mihemed Elî''.
Ji ber vê çendê ji xemxuriya wî ji pêşketinê re îro bi sedan nivîskar, bijîşk, rêveber, mamoste û heta general Mezlûm Ebdî jî, ji xezîne û berhemên wî şewq dane.
M.Husên hîna xwendekarê refa 8'an bû, di sala 1968'an de ew tevlî partiya komînîst(Şûî) ya Sûrî dibe. Di vê partiyê de bi mebesta ku karibin fikir û çandê di nava milet de belav bikin, bû. Her wiha ji ber çalakiyên xwe yên çandî û wêjeyî karibû banoreke bêhema li ser hevalên xwe yên xwendekar û milet bike. Her wiha di wê navberê de gelek nakokiyên çandî û fikrî derdiketin û pê re jî vê fikirê pêlên xwe pelav dikir û bixwe re dewreke îcabî dianî. Endamtiya wî ya di nava partiyê de ta salên 2001'ê berdewam dike. Li gorî ku ew dibêje ''Mesela partîbûnê bo min meseleyeke çandî û pêşketinê ye. Her wiha heqîqet nisbî û vekirî ye. Min dixwest hîn bêhtir ber bi heqîqetê ve biçim''.
Di sala 2016'an de pirtûka bi navê ''Memleket Mea wel Xeranîq'' ango (Warê av û Hec Leglegan) ku ji weşanên Yekîtîya rewşenbîrên kantona kobanî ye, hate çapkirin. Ji ber pişgiriyên derdorê yên wekî M.Omer Elûş, M.Xişman Walî, M.Mihemed Şêxo, dest bi nivîsandina vê pirtûkê beş bi beş kir. Ji encama bûyerên ku di dîroka kobanî de rûdane, jiyan û rûdanên ku pê re derbasbûyî û bîranînên ku di bîra wî de mîna hilmekê mane, bûn sedema ku vê berhemê di sala 2012'an de dest bi nivîsandina wê bike. Ev herhemeke wisa ye ku di navbera dîrok û serpêhatiyan de ye. vê pirtûkê bêhtir pala xwe dide ser bîranînên wî yên ku pê re derbas bûne an jî bi hevtemenên wî û yên berî wî re derbas bûne.
Di amadekirina vê berhemê de M.Xelîl Hesan destxeta berhemê derbasî wordê dike û m.Şadî Îsamîl pêşgotina wê dinivîse û m.Mihemed Şêxo jî dibe alîkar.
Her wiha navê pirtûkê jî, ''Memleket Mea wel Xeranîq'' (Warê av û Hev Leglegan). Li gor ku m.Husên dibêje: ''Ji ber ku berê av li kobanî pir bû, bi av û kaniyên mîna Kaniya Mişidê û Ereban dewlemedniyeke mezin didan rûyê bajêr û ev bajar xweşiktir dikir. Û xeranîq jî; ji ber ku li van deverên me yên têr av û kanî ''Hec Legleg'' pir bûn, ew teyrekî pir wefedar e û ji aliyê milet ve pir tê hezkirin. Hem di edebiyeta Qafqasiya de xeranîq şehîd in, ew sembola şehîdan in, ruhê şehîdan dibe yê Hec Legleg û her tim bi ser serê meran re difirin û li derdora me dibe xwedî rihekî veşartî. Ji ber vê yekê min xwest girêdanekê di navber kobaniya kevnare ya bi bi av û bi kobaniya niha ya şehîdan ve girê bidim''.
M.Husên Mihemed Elî xwediyê dilê pak û zelal hîna jî hêvî û hewildan li cem wî hene ku bîranînên şerê kobanî ji destpêka şer, koçber û ta bi vegera wî, yên ku bi wî re rûdane binivîse. Dixwaze di wan mijaran de çîrokên tracîdî yên ku ji nêz ve bûne şahidên wê mîna taployekê raxe ber çavan û binivîse.
M.Husên Mihemed Elî xwedî dilekî henûn û zelal e, xwedî wîjdaneke rast û durist e. Ji kobaniyan re war û xelat e. xwedî taceke zêrîn e ku her tim bi ser serê zarokên nifşên nû de dibiriqe. Xwedî bîreke bi av û hibreke tenik e.
Aras Hiso
Ji hevpeyvîna bi mamoste Husên Mihemed Elî re. [1]
Dette produktet har blitt skrevet på et språk (Kurmancî - Kurdîy Serû), klikk på ikonet for å åpne elementet på originalspråket!
Ev babet bi zimana (Kurmancî - Kurdîy Serû) hatiye nvîsandin, klîk li aykona bike ji bu vekirina vî babetî bi vî zimana ku pî hatiye nvîsandin!
Dette produktet har blitt sett 270 ganger
HashTag
Kilder
Koblede elementer: 1
Gruppe: Biografi
Artikler språk: Kurmancî - Kurdîy Serû
Dialekt: Arabic
Education level: No specified T4 553
Kjønn: Mann
Nasjon: Kurd
No specified T3 20: Yes
No specified T3 85: West Kurdistan
Person type: Writer
Person type: Kjent
Person type: Figur
Person type: Poet
Place of Residence: Kurdistan
Technical Metadata
Opphavsretten til denne meldingen har blitt utstedt til Kurdipedia av varens eier!
Exclusive to Kurdipedia!
Element Kvalitet: 99%
99%
Lagt inn av ( ئاراس حسۆ ) på 22-01-2023
Denne artikkelen har blitt gjennomgått og utgitt av ( سارا ک ) på 23-01-2023
Dette elementet nylig oppdatert av ( سارا ک ) på : 23-01-2023
URL
Dette elementet i henhold til Kurdipedia er Standards ikke er ferdig ennå!
Dette produktet har blitt sett 270 ganger
Attached files - Version
Type Version Redaktørnavn
Photo fil 1.0.116 KB 22-01-2023 ئاراس حسۆئـ.ح.
Kurdipedia er de største kildene for kurdisk informasjon!
Bibliotek
Et nettverk av førstehjelpere i det minelagte Nord-Irak - Et spørsmål om liv eller død
Biografi
Gelawesh Waledkhani
Bibliotek
Min drøm om Kurdistan – Værd at kæmpe for?

Actual
Bibliotek
Norsk-kurdisk (kurmanjî) illustrert ordbok
24-10-2013
هاوڕێ باخەوان
Norsk-kurdisk (kurmanjî) illustrert ordbok
Bibliotek
Ny i Norge; ordliste norsk-kurdisk sorani
23-10-2013
هاوڕێ باخەوان
Ny i Norge; ordliste norsk-kurdisk sorani
Bibliotek
Norsk nå!; ordliste norsk-kurdisk sorani
23-10-2013
هاوڕێ باخەوان
Norsk nå!; ordliste norsk-kurdisk sorani
Bibliotek
Det som var vanskelig å leve med
21-03-2020
ڕێکخراوی کوردیپێدیا
Det som var vanskelig å leve med
Biografi
Gelawesh Waledkhani
03-04-2022
شەرارە شەمامی
Gelawesh Waledkhani
Nytt element
Biografi
Azad Karimi
13-01-2023
شادی ئاکۆیی
Statistikk
Artikler 518,798
Bilder 106,048
Bøker 19,350
Relaterte filer 97,416
Video 1,397
Kurdipedia er de største kildene for kurdisk informasjon!
Bibliotek
Et nettverk av førstehjelpere i det minelagte Nord-Irak - Et spørsmål om liv eller død
Biografi
Gelawesh Waledkhani
Bibliotek
Min drøm om Kurdistan – Værd at kæmpe for?

Kurdipedia.org (2008 - 2024) version: 15.58
| Kontakt | CSS3 | HTML5

| Page generasjonstid : 1.125 andre!