Bibliotek Bibliotek
Søk

Kurdipedia er de største kildene for kurdisk informasjon!


Search Options





Avansert søk      Keyboard


Søk
Avansert søk
Bibliotek
Kurdiske navn
Kronologi av hendelser
Kilder
History
Bruker samlinger
Aktiviteter
Søk Hjelp?
Publication
Video
Classifications
Tilfeldig element!
Send
Send artikkel
Send bilde
Survey
Dine tilbakemeldinger
Kontakt
Hva slags informasjon trenger vi!
Standards
Vilkår for bruk
Element Kvalitet
Verktøy
Om
Kurdipedia Archivists
Artikler om oss!
Legg Kurdipedia til ditt nettsted
Legg til / Slett e-post
Besøkende statistikk
Element statistikk
Fonts Converter
Kalendere Converter
Språk og dialekter av sidene
Keyboard
Hendige lenker
Kurdipedia extension for Google Chrome
Cookies
Språk
کوردیی ناوەڕاست
کرمانجی - کوردیی سەروو
Kurmancî - Kurdîy Serû
هەورامی
Zazakî
English
Française
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
Nederlands
Svenska
Español
Italiano
עברית
Pусский
Norsk
日本人
中国的
Հայերեն
Ελληνική
لەکی
Azərbaycanca
Min konto
Logg inn
Medlemskap!
Glemt passordet ditt!
Søk Send Verktøy Språk Min konto
Avansert søk
Bibliotek
Kurdiske navn
Kronologi av hendelser
Kilder
History
Bruker samlinger
Aktiviteter
Søk Hjelp?
Publication
Video
Classifications
Tilfeldig element!
Send artikkel
Send bilde
Survey
Dine tilbakemeldinger
Kontakt
Hva slags informasjon trenger vi!
Standards
Vilkår for bruk
Element Kvalitet
Om
Kurdipedia Archivists
Artikler om oss!
Legg Kurdipedia til ditt nettsted
Legg til / Slett e-post
Besøkende statistikk
Element statistikk
Fonts Converter
Kalendere Converter
Språk og dialekter av sidene
Keyboard
Hendige lenker
Kurdipedia extension for Google Chrome
Cookies
کوردیی ناوەڕاست
کرمانجی - کوردیی سەروو
Kurmancî - Kurdîy Serû
هەورامی
Zazakî
English
Française
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
Nederlands
Svenska
Español
Italiano
עברית
Pусский
Norsk
日本人
中国的
Հայերեն
Ελληνική
لەکی
Azərbaycanca
Logg inn
Medlemskap!
Glemt passordet ditt!
        
 kurdipedia.org 2008 - 2024
 Om
 Tilfeldig element!
 Vilkår for bruk
 Kurdipedia Archivists
 Dine tilbakemeldinger
 Bruker samlinger
 Kronologi av hendelser
 Aktiviteter - Kurdipedia
 Hjelp
Nytt element
Biografi
Azad Karimi
13-01-2023
شادی ئاکۆیی
Statistikk
Artikler 518,565
Bilder 105,230
Bøker 19,487
Relaterte filer 97,515
Video 1,394
Bibliotek
Norsk-kurdisk (kurmanjî) il...
Bibliotek
Ny i Norge; ordliste norsk-...
Bibliotek
Norsk nå!; ordliste norsk-k...
Bibliotek
Det som var vanskelig å lev...
Biografi
Gelawesh Waledkhani
Medya Gok - Sara Hêvî
Gruppe: Martyrer | Artikler språk: Kurmancî - Kurdîy Serû
Share
Facebook0
Twitter0
Telegram0
LinkedIn0
WhatsApp0
Viber0
SMS0
Facebook Messenger0
E-Mail0
Copy Link0
Ranking element
Utmerket
Veldig bra
Gjennomsnittlig
Dårlig
Dårlig
Legg til i mine samlinger
Skriv din kommentar om dette elementet!
Elementer historie
Metadata
RSS
Søk i Google etter bilder relatert til det valgte elementet!
Søk i Google for valgt element!
کوردیی ناوەڕاست0
English0
عربي0
فارسی0
Türkçe0
עברית0
Deutsch0
Español0
Française0
Italiano0
Nederlands0
Svenska0
Ελληνική0
Azərbaycanca0
Fins0
Norsk0
Pусский0
Հայերեն0
中国的0
日本人0

Medya Gok - Sara Hêvî

Medya Gok - Sara Hêvî
$Agahiyên şehîd:$
Nav û paşnav: Medya Gok
Nasnav: Sara Hêvî
Cihê jidayikbûnê: Sêrt
Dayik-Bav: Gulhan-Îbrahîm
Dem û cihê şehadetê: 17'ê Kanûna 2022 / Cûdî

$Kurtejiyana şehîd:$
Hevrêya me Sara, ji malbateke welatparêz li Sêrtê çêbûye. Malbata hevrê Sara ji ber ku welatparêz bûye, li ser nirxên Kurdîtiyê israr kiriye û polîtîkayên qirkirinê yên dewletê qebûl nekirine, bi awayekê dijwar rû bi rûyê zextên dijmin bûye. Ji wê boneyê terka welêt kiriye lê tawîz ji sekina xwe ya rûmetyar nedaye û ji neçarî koçî Mêrsînê bûye. Hevrê Sara di nav malbat û derdoreke wiha de li Mêrsînê mezin bûye. Şehadeta xalê di nav refên Gerîlayên Azadiya Kurdistanê de, tevlêbûyîna kesên ji der û dora wê, kiriye ku hê ji piçûkiyê ve bala hevrê Sara bikişîne û hez ji gerîla bike. Bi taybetî gotina çîrokên qehremantiya xalê wê jê re, kiriye ku hevrê Sara gerîla bike qehreman, wisa fikiriye ku gava mezin bibe divê teqez tevlî refên gerîla bibe. Hevrê Sara, ji dîlgirtina Rêbertiya me bi komployeke navneteweyî û rabûna hêrsa gelê me pê, berteka gelê me li dijî vê komployê, çembera ji agir ku hevrêyên me li dora Rêbertiyê honandiye, gelek bi bandor bûye. Piştre her ku bibîranînên wê yên wê demê hatina bîra we, ev bibandorbûyîn bêhtir veguheriya lêpirsînan, ev lêpirsîn veguherîne lêgerînê. Hevrê Sara ku ji sala 2011’an ve bi awayekê çalak tevlî xebatên ciwanan bûye, di vê pêvajoyê de fersenda wê çêbûye ku PKK’ê ji nêz ve nas bike. Di van xebatan ciwanên ku çarênûsa wê û wan yek e, bi rêxistin kirine, kiriye ku ew jî bigihêjin refên azadiyê. Bi jêhatîbûyîn, kedkarî û dînamîzma ciwaniyê di her warî de pêşengî kiriye. Her çiqas di xebatên ciwanan de xwediya pratîkeke serkeftî be jî, sala 2013’an ji bo tola hevrê Sara ya kadroya pêşeng a PKK’ê, Rojbîn û Ronahiyê bi du hevalên xwe re biryar dide ku tevlî nava refên gerîla bibe.
Piştî tevlî nava refên gerîla dibe, ew navê Sara, her du hevalên wê jî navên Rojbîn û Ronahiyê li xwe dikin û têkoşînê ji Sarayan dewir digrin. Piştî dîtina perwerdehiya şervanên nû, derbasî herêma Qendîlê bûye, nêzîkê du salan li vê herêmê tevlî xebatê bûye. Dema ku li Qendîlê bûye, bi sekinandina li ser gerîlatîyê û bîrdoziya Rêbertiyê derbas kiriye. Di vê çarçoveye de li ser esasê vesazkirina gerîla tevlî xebatên leşkerî bûye. Di vê pêvajoya perwerdehiyê de bi taktîk û şêweya şer a gerîla de ketiye. Di vê demê de, ku wek xalek ji xalên werçerxê yên jiyana xwe dibîne, hevrê Şehîd Zehra Penaber nas dike. Bi taybetî ji qedrê ku Şehîd Zehra daye hevrêtiyê, bi bandor bûye û bûye xwediya jiyaneke hêjayê vî nirxî û pêvajoyê. Piştî pratîka bi du salan a Qendîlê, hevrê Sara bûye fermandara tîmê. Bi êrîşên dijmin ên bi ser gel û Tevgera me yên sala 2015’an hevrê Sara pir hêrs bûye. Wek mîlîtaneke Apoyî û gerîlaya YJA Star’ê xwediyê wê fam û ferasetê ye ku divê mirov teqez bersiva êrîşan bide. Ji wê boneyê, ji bo ku biçe qadên şer ên gur tim pêşniyaz kirine. Lê ji bo ku xwe di warê bîrdozî de yekcar bi pêş ve bibe û ji bo baş hînê awayê şer ê serdema nû bibe, tevlî perwerdehiya li Akademiya Hakî Karer bûye. Piştî ku perwerde bi awayekê sûdgir bi dawî kiriye, derbasê herêma Botanê bûye. Kêfxweş bû bi girtina cih li ba gelê xwe, di Berxwedana Rêveberiya Xweser de.
Li Silopiyayê tevlî berxwedanê bû, li vir derbeyên giran li dijmin xistibin jî, ji ber ku berxwedan têr çênebû xwe ji gelê xwe re her tim deyndar dît. Bi şehadeta hevrê Ronahî û gelek hevrêyên din di vê pêvajoya berxwedanê de, li dijî dijmin yekcar bi hêrs bû. Soz da ku ew ê teqez heyfa mirovên me bistîne ku li kuçeyan hatin qetilkirin. Hevrê Sara ku dawiya sala 2016’an vegeriya Herêmên Parastinê yên Medyayê, nirxandina pratîka xwe bi hûrgilî kir, ji xwe re kir ders û ket hewila geşkirina têkoşînê. Di şer de ferqa giringiya bikaranîna taktîkên gerîla bi awayên cur bi cur, dît, ji wê boneyê xwe di taktîka sabotajê de pi pêş ve bir. Ji berê behtir bû serwera hûrguliyên awayê şerê gerîla. Hevrêya me Sara ku piştî xwe nûkirina di warê leşkerî û bîrdozî de, xwest ku biçe qada Cûdiyê ku bedelên giran dane, ev daxwaza xwe bi cih anî. Wek fermandareke YJA Star’ê sala 2018’an careke din derbasê qada Cûdiyê bû ku ji bo gelek watedar bû. Piştî ku derbasê qada Cûdiyê bû, bi dersên ku ji pratîka xwe ya berê girtine, yekcar bi profesyonelî tevgeriyaye. Bi hest û hêrsa tolhildanê ji bo êrîşê dijmin bike bi awayekê baş li ser xwe sekiniye. Hema bibêje her kêliya jiyana xwe bi hûrbûyîna li ser derbeyên ku wê li dijmin bixe, jiyaye. Bi sebreke zêde û inyad, gav bi gav çalakî li dijî dijmin bi rêxistin kirine, ev çalakî bi awayekê serkeftî li dar xistine. Xwestiye bibe bersiv ji vê pêvajoya dîroki re ku em tê de ne û heyfa hevrêyên xwe bistîne. Hevrêya me Sara bi kesayeta xwe bi coş û kelecan her tim reng daye cihê lê bûye û bi pratîka xwe ya serkeftî, wek fermandareke YJA Star’ê erka pêşengiyê ku jê hatiye payîn bi awayekê serkeftî bi cih aniye. Ji sekina xwe ya jiyanê heta bi jidiliya xwe ya di hevrêtiye de, hevrê Sara bi hostatiya xwe ya di şer de û bi çalakiyên bi awayekê serkeftî pêk anîne, ji hemû hevrêyên xwe re bûye hêz û moral. Bi hevaleke wiha hêja re têkoşîna ji bo heman dozê, ji bo pir bi rûmet e û şans e. Em soz didin ku em ê teqez xeyalên azadiyê yên hevrêya xwe Sarayê pêk bînin.[1]
Dette produktet har blitt skrevet på et språk (Kurmancî - Kurdîy Serû), klikk på ikonet for å åpne elementet på originalspråket!
Ev babet bi zimana (Kurmancî - Kurdîy Serû) hatiye nvîsandin, klîk li aykona bike ji bu vekirina vî babetî bi vî zimana ku pî hatiye nvîsandin!
Dette produktet har blitt sett 457 ganger
HashTag
Kilder
[1] | Kurmancî - Kurdîy Serû | موقع https://anfkurdi.com/ - 20-01-2023
Koblede elementer: 2
Datoer & Events
Martyrer
Gruppe: Martyrer
Artikler språk: Kurmancî - Kurdîy Serû
Cause of death: No specified T4 645
Kjønn: Kvinne
Military rank: No specified T4 708
Nasjon: Kurd
No specified T3 81: Nord Kurdistan
No specified T3 82: Sêrt
No specified T3 85: Nord Kurdistan
Person type: Military
Technical Metadata
Element Kvalitet: 99%
99%
Lagt inn av ( ئەڤین تەیفوور ) på 20-01-2023
Denne artikkelen har blitt gjennomgått og utgitt av ( سارا ک ) på 21-01-2023
Dette elementet nylig oppdatert av ( سارا ک ) på : 20-01-2023
URL
Dette elementet i henhold til Kurdipedia er Standards ikke er ferdig ennå!
Dette produktet har blitt sett 457 ganger
Attached files - Version
Type Version Redaktørnavn
Photo fil 1.0.140 KB 20-01-2023 ئەڤین تەیفوورئـ.ت.
Kurdipedia er de største kildene for kurdisk informasjon!
Bibliotek
Et nettverk av førstehjelpere i det minelagte Nord-Irak - Et spørsmål om liv eller død
Biografi
Gelawesh Waledkhani
Bibliotek
Min drøm om Kurdistan – Værd at kæmpe for?

Actual
Bibliotek
Norsk-kurdisk (kurmanjî) illustrert ordbok
24-10-2013
هاوڕێ باخەوان
Norsk-kurdisk (kurmanjî) illustrert ordbok
Bibliotek
Ny i Norge; ordliste norsk-kurdisk sorani
23-10-2013
هاوڕێ باخەوان
Ny i Norge; ordliste norsk-kurdisk sorani
Bibliotek
Norsk nå!; ordliste norsk-kurdisk sorani
23-10-2013
هاوڕێ باخەوان
Norsk nå!; ordliste norsk-kurdisk sorani
Bibliotek
Det som var vanskelig å leve med
21-03-2020
ڕێکخراوی کوردیپێدیا
Det som var vanskelig å leve med
Biografi
Gelawesh Waledkhani
03-04-2022
شەرارە شەمامی
Gelawesh Waledkhani
Nytt element
Biografi
Azad Karimi
13-01-2023
شادی ئاکۆیی
Statistikk
Artikler 518,565
Bilder 105,230
Bøker 19,487
Relaterte filer 97,515
Video 1,394
Kurdipedia er de største kildene for kurdisk informasjon!
Bibliotek
Et nettverk av førstehjelpere i det minelagte Nord-Irak - Et spørsmål om liv eller død
Biografi
Gelawesh Waledkhani
Bibliotek
Min drøm om Kurdistan – Værd at kæmpe for?
Folders
Biografi - Kjønn - Mann Biografi - Nasjon - Kurd Bibliotek - Provinsen - Utenfor Bibliotek - Bok - Ordbok Bibliotek - Dialekt - Norsk Bibliotek - Publication Type - Bibliotek - PDF - Bibliotek - Bok - Kurdish Issue Artikler - Bok - Artikler og intervjuer Artikler - Dokumenttype - Oversettelse

Kurdipedia.org (2008 - 2024) version: 15.58
| Kontakt | CSS3 | HTML5

| Page generasjonstid : 0.359 andre!