Nav û paşnav: Ixlas Elî
Navê tevgerî: Gulistan Elî
Dîrok û cihê ji dayik bûnê: 02.03.2001- Gundê keprekê-#Kobanî#
Dîroka tevlêbûnê: 27.07.2013
Navê bav:Elî
Navê dayîkê: xedîce
Dîrok û cihê şehadetê: 16.09.2014 - gundê serezorî
Gulistan Elî gîn gava ku nûciwan bû ê di temenê 13 saliya xwe de bû kete nava kar û tevgerên di ber xizmeta welat de. Ji ber vê çendê ew bi çalakbûna xwe dihat naskirin û ji aliyç hawirdorê dihat hezkirin.
Wê gelek ji xwendin û zanînê hez dikir. Ji ber şert û mercên jiyana zehmet wê jî nekarî mîna kesên dîtir xwendina xwe berdewam bike.
Bi şoreşa Rojavayê Kurdistanê re, gelek xebatên şoreşgerî ya ku di berdêla azadiya welêt tê dayîn bandor bê û di sala 2013'an de tevlî nava refên hevalan bû. Piştî ku perdewerdeya xwe ya leşkerî, bîdrozî û jiyanî qedand, di sala 2014'an de gava ku şerê Kobanê de ya komên çeteyên Daişê dest pê kir. Wê hingê di wê berxwedaniyê de şehîd Gulistan cihê xwe li gundê serzorî ya ku dikeve Rojavayê Kobanê girt. Gava ku êdî çeteyên Daişê hêdî hêdî bi pêş ve dihatin, wê bi 11 healên xwe re, xwe di dibistana serzorî de kom, kirin xwe kirin, gilok da ku çete bi pêş ve neyên. Gava ew hatin dorpêçkirin û nekarîn xwe xelas bikin û ne jî alîkariya xelaskirinê gihane wan, wê bi hevalê xwe re got, em ê nekevin destê dijmin û em ê xwe di rûçikê wan de biteqînin. Wê û koma hevalên wê bi tevahî 12 kesan xwe tevî, bome, rext û tifingên xwe xwe di dibistana serzorî de teqandin.
Piştî wê hingê ew şehîdên dibistana serzoriyê, mîna destanekê di berxwedana şerê kobanê de di nava rûyê dunyayê de hate xêzkirin û bû xwedê nav û dengekî mezin. Ew dibistana ku bû qubletgeha şehîdan ji nîşana serkeftin û serbilindiyê ji cîhanê re.[1]