Bibliotek Bibliotek
Søk

Kurdipedia er de største kildene for kurdisk informasjon!


Search Options





Avansert søk      Keyboard


Søk
Avansert søk
Bibliotek
Kurdiske navn
Kronologi av hendelser
Kilder
History
Bruker samlinger
Aktiviteter
Søk Hjelp?
Publication
Video
Classifications
Tilfeldig element!
Send
Send artikkel
Send bilde
Survey
Dine tilbakemeldinger
Kontakt
Hva slags informasjon trenger vi!
Standards
Vilkår for bruk
Element Kvalitet
Verktøy
Om
Kurdipedia Archivists
Artikler om oss!
Legg Kurdipedia til ditt nettsted
Legg til / Slett e-post
Besøkende statistikk
Element statistikk
Fonts Converter
Kalendere Converter
Språk og dialekter av sidene
Keyboard
Hendige lenker
Kurdipedia extension for Google Chrome
Cookies
Språk
کوردیی ناوەڕاست
کرمانجی - کوردیی سەروو
Kurmancî - Kurdîy Serû
هەورامی
Zazakî
English
Française
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
Nederlands
Svenska
Español
Italiano
עברית
Pусский
Norsk
日本人
中国的
Հայերեն
Ελληνική
لەکی
Azərbaycanca
Min konto
Logg inn
Medlemskap!
Glemt passordet ditt!
Søk Send Verktøy Språk Min konto
Avansert søk
Bibliotek
Kurdiske navn
Kronologi av hendelser
Kilder
History
Bruker samlinger
Aktiviteter
Søk Hjelp?
Publication
Video
Classifications
Tilfeldig element!
Send artikkel
Send bilde
Survey
Dine tilbakemeldinger
Kontakt
Hva slags informasjon trenger vi!
Standards
Vilkår for bruk
Element Kvalitet
Om
Kurdipedia Archivists
Artikler om oss!
Legg Kurdipedia til ditt nettsted
Legg til / Slett e-post
Besøkende statistikk
Element statistikk
Fonts Converter
Kalendere Converter
Språk og dialekter av sidene
Keyboard
Hendige lenker
Kurdipedia extension for Google Chrome
Cookies
کوردیی ناوەڕاست
کرمانجی - کوردیی سەروو
Kurmancî - Kurdîy Serû
هەورامی
Zazakî
English
Française
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
Nederlands
Svenska
Español
Italiano
עברית
Pусский
Norsk
日本人
中国的
Հայերեն
Ελληνική
لەکی
Azərbaycanca
Logg inn
Medlemskap!
Glemt passordet ditt!
        
 kurdipedia.org 2008 - 2024
 Om
 Tilfeldig element!
 Vilkår for bruk
 Kurdipedia Archivists
 Dine tilbakemeldinger
 Bruker samlinger
 Kronologi av hendelser
 Aktiviteter - Kurdipedia
 Hjelp
Nytt element
Biografi
Azad Karimi
13-01-2023
شادی ئاکۆیی
Statistikk
Artikler 518,328
Bilder 105,505
Bøker 19,418
Relaterte filer 97,443
Video 1,395
Bibliotek
Norsk-kurdisk (kurmanjî) il...
Bibliotek
Ny i Norge; ordliste norsk-...
Bibliotek
Norsk nå!; ordliste norsk-k...
Bibliotek
Det som var vanskelig å lev...
Biografi
Gelawesh Waledkhani
Rastiya Farvaharê ya jibîrbûyî
Gruppe: Artikler | Artikler språk: Kurmancî - Kurdîy Serû
Share
Facebook0
Twitter0
Telegram0
LinkedIn0
WhatsApp0
Viber0
SMS0
Facebook Messenger0
E-Mail0
Copy Link0
Ranking element
Utmerket
Veldig bra
Gjennomsnittlig
Dårlig
Dårlig
Legg til i mine samlinger
Skriv din kommentar om dette elementet!
Elementer historie
Metadata
RSS
Søk i Google etter bilder relatert til det valgte elementet!
Søk i Google for valgt element!
کوردیی ناوەڕاست0
English0
عربي0
فارسی0
Türkçe0
עברית0
Deutsch0
Español0
Française0
Italiano0
Nederlands0
Svenska0
Ελληνική0
Azərbaycanca0
Fins0
Norsk0
Pусский0
Հայերեն0
中国的0
日本人0

Remza baweriya Zerdeştî

Remza baweriya Zerdeştî
#Fêrgîn Melîk Aykoç#
Hima bigire di destpêka her nivîsê de mijara belovajîkirin û rastiyên xwe wek rastiyên me bin, bi me dane ezberkirinê, ez tînim rojevê. Mixabin ku rastî ev e, lema serê we xwînêran bi van gotinan diêşînim. Ev belovajîkirin di mijara faravaharê de hê bi awayekî konetir hatiye bikaranîn. Em îro hinek vê mijarê ravekin.
Faravahar îro remza baweriya #Zerdeştî# ya herî girîng û bi wate ye. Hemû rêbaz û bingehên baweriya Zerdeştî sembolîze dike. Faravahar bi awayê Farohar, Forouhar, Firavarti, Fravahar û Farvahar jî tê zanîn. Lê rastiya wê “Fira – vartî” ye. “fara/fira” tê wateya firînê, yan jî yê difire. “Vahar /Vartî” jî tê wateya hilbijartina başiyê û giyana azad.
Zedeştiyên îro Faravaharê wiha şirove dikin: Li ser perê Faravaharê sê rêz hene, ev rêzana ramana baş, gotina baş û karê baş sembolîze dikin. Perên jêr yên boçikê jî sê rêz in, ew jî remzên ramana xirab, gotina xirab û karê xirab in. Herdu kulabeyên li aliyê rast û çepê çembara rojê hene jî; yek Spenta Manyû (giyana baş) yê din jî Ankara Manyû (giyana xirab) vedinivîsine. Kulabê li aliyê pêşiyê dinêre başî ye, yê li aliyê paşiyê dinêre xirabiyê destnîşan dike. Ew koveya gilover jî bêdawîbûn û di nava çerx û felekê de gerîna giyanê, yanê kirasguhertina zindiyan vedinivisîne.
Di dîrokê de Faravahar
Em di dîrokê de cara yekem li ser mohra padîşahê Mîtaniyan Şuttarna I Sembola roja bi per û bask dibînin, ango ev sembola li ser mohrê, forma faravaharê ya herî kevn e. Li gor daneyan Şuttarna I, yekem kes e ku zimanê hemû ajalên cihanê dizanî. Di nav wê çembera sîmbola roja bi per de; remzên roj û stêrkan hene. Di bin vê dara roja bi per de jî; du şêr û li ser pişta wan çivîkên dişibin eyloyan hene. Eylo li ezman çivîka herî bi hêz û şêr jî li erdê ajala herî bi hêz tê zanîn. Ev remza li ser mohrê xwedawendiya hemû ajal û çivîkan vedinivîsîne. Ango di vê mohrê de roj û stêrkên bi per hêza xwedawendî temsîl dikin.
Nehsed sal piştî Şuttarna I. qiralê Assur Shalmaneser I jî vê roja bi per wekî sîmbola Xwedawendî di navbera salên 859 – 824 Berê Mîladê de li perestgeha Nabu bi kar tîne. Li ser perên vê roja bi per jî şeş rêz hene. Li ser boçikê jî berejêr şeş xal li gel hev in. Her rêz û her xal jî xwedanê hin wateyan e. Lê wateyên wan hê baş nehatine zelalkirin.
Li gor nivîsên Herodot li ti derê wêneyê #Ahûra Mazda# ya bi sîlueta mêrekî hatî venivîsandin, tine. Zerdeştiyan ew tenê wek tîrêj, wek roj û agir sîmbolîze kirine. Her wiha agirê di Hurmizganan de tê dadan jî sîmbola Ahûra Mazda ye ku vê nêrînê bi zelalî piştrast dike. Faravahar tenê wek remza ji bo destnîşankirina hêzên li dij hev ên ku bandorê li hev dikin, hatiye amadekirin û ev remz pêvajoya kemilandina gîyana mirov vedinivîsîne.
Li ser gelek kêlikên gorên dema Medan, roj hene. Hê îro jî li ser gorên Kurdên Êzdî roj tê kolan, her wiha piraniya sondên #gelê kurd# jî li ser roj û agir e. Wek: “Bi roja xwedê! Wîî, jixwe destên min li ber rojê vekirî bûn!” Û her wiha bi agir jî ev sond hene. Mînak, “Bi wê gurya Agir!” Yanê roj wekî remza baweriyê hê îro jî di baweriya me Kurdan de serdest e.
Bi xebata rêzdar Ezîzê Cewo, ya bi navê “Zerdeşt Pêxember” (Rupelên dîroka wendabûyî) êdî baş tê zanîn ku baweriya Zerdeştî di nava Medan de derdikeve, yê di belavbûna vê baweriya pîroz û bi wate de rola bingehîn dilîze jî, keyê Medan Keyaxares (Kavî Vîştaspa) bi xwe ye. Em di ti çavkaniyên vê dema Medan de rastê Faravahara bi wêneyên mirovekî nayên. Ti dîrokzan jî behsa mijareyeke wiha nake.
Di nava serwerên Axamenişan de hetanî tê digîhîje Kambîs II jî em rastê formeke faravaharê yan jî Faravahara bi wêneyên mêrekî nayên. Mînak; di qesra li Pasar Gedehê de ti nîşaneyên ku remz yan sîmboleke bişibe Faravaharê tine. Ev jî baş tê zanîn ku hetanê dema Darios Persan hê baweriya Zerdeştî wernegirtibûn. Xwedan baweriyên xwe yên berê bûn. Cara yekem Darios I (Dara Yawuş Arşama) baweriya Zerdeştî bi fermî wek baweriya şahînşahiya Persan dipejirîne. Bi pejirandina wê re Darios I Berê li ser rolyefê Behistûnê (Bestûn) di cihê rojê de wêneyê xwe di nava Faravaharê de dide kolan. Piştê wê jî li ser dîwarê Qesra li Persepolîsê dide lêkirin û wek sembola şahînşahiya Pers wê faravahare bi wêneyê xwe dide teraştin. Ew gustîl û şiva di destê vî kesî de ku dû re li Faravaharê hatî zêdekirin, yanê di destê Darios de serwerî, hêz û giyana serdestiyê destnîşan dike ku ev têgîhîştineke dij felsefa baweriya Zerdeştî ya dema Medan e. Ev gustîl û şiv di rolyefan de di destê giyanên xirab de jî hene. Mînak di destê Lîlith de. Kurt û Kurmancî, Darios I di pêvajoya salan de wê sîmbola şahînşahiya Pers wekî sîmbola Zerdeştî be, di nava Zerdeştiyê Rojhilatê Zagrosan de yên bi xwe ve girêdayî, dide pejirandin. Lê Zerdeştiyên Zagrosan û Rojavayê Zagrosan vê napejirînin. Ev wek parçebûnekê di nava Zerdeştiyan de xuya dike. Rastiya vê nepejirandin û parçebûnê, hê îro jî di nava Yarsaniyên bakur (#Elewiyên Kurd#), Yarsanî û Êzdiyan de heye. Remzên baweriyên wan roj, agir û tirîjên roja pîroz in, her wiha rêya gihîştina warê Aşa destnîşan dikin. Temsîla xwedê ya di şeklên mirov de nayê pejirandin û guneh e.[1]
Dette produktet har blitt skrevet på et språk (Kurmancî - Kurdîy Serû), klikk på ikonet for å åpne elementet på originalspråket!
Ev babet bi zimana (Kurmancî - Kurdîy Serû) hatiye nvîsandin, klîk li aykona bike ji bu vekirina vî babetî bi vî zimana ku pî hatiye nvîsandin!
Dette produktet har blitt sett 546 ganger
HashTag
Kilder
[1] | کوردیی ناوەڕاست | موقع http://pydrojava.org/- 11-12-2022
Koblede elementer: 4
Technical Metadata
Element Kvalitet: 97%
97%
Lagt inn av ( ئاراس حسۆ ) på 11-12-2022
Denne artikkelen har blitt gjennomgått og utgitt av ( سارا ک ) på 11-12-2022
Dette elementet nylig oppdatert av ( سارا ک ) på : 11-12-2022
URL
Dette elementet i henhold til Kurdipedia er Standards ikke er ferdig ennå!
Dette produktet har blitt sett 546 ganger
Attached files - Version
Type Version Redaktørnavn
Photo fil 1.0.29 KB 11-12-2022 ئاراس حسۆئـ.ح.
Photo fil 1.0.13 KB 11-12-2022 ئاراس حسۆئـ.ح.
Kurdipedia er de største kildene for kurdisk informasjon!
Bibliotek
Et nettverk av førstehjelpere i det minelagte Nord-Irak - Et spørsmål om liv eller død
Bibliotek
Min drøm om Kurdistan – Værd at kæmpe for?
Biografi
Gelawesh Waledkhani

Actual
Bibliotek
Norsk-kurdisk (kurmanjî) illustrert ordbok
24-10-2013
هاوڕێ باخەوان
Norsk-kurdisk (kurmanjî) illustrert ordbok
Bibliotek
Ny i Norge; ordliste norsk-kurdisk sorani
23-10-2013
هاوڕێ باخەوان
Ny i Norge; ordliste norsk-kurdisk sorani
Bibliotek
Norsk nå!; ordliste norsk-kurdisk sorani
23-10-2013
هاوڕێ باخەوان
Norsk nå!; ordliste norsk-kurdisk sorani
Bibliotek
Det som var vanskelig å leve med
21-03-2020
ڕێکخراوی کوردیپێدیا
Det som var vanskelig å leve med
Biografi
Gelawesh Waledkhani
03-04-2022
شەرارە شەمامی
Gelawesh Waledkhani
Nytt element
Biografi
Azad Karimi
13-01-2023
شادی ئاکۆیی
Statistikk
Artikler 518,328
Bilder 105,505
Bøker 19,418
Relaterte filer 97,443
Video 1,395
Kurdipedia er de største kildene for kurdisk informasjon!
Bibliotek
Et nettverk av førstehjelpere i det minelagte Nord-Irak - Et spørsmål om liv eller død
Bibliotek
Min drøm om Kurdistan – Værd at kæmpe for?
Biografi
Gelawesh Waledkhani
Folders
Bibliotek - Provinsen - Utenfor Bibliotek - Bok - Diverse Bibliotek - Dialekt - Norsk Bibliotek - PDF - Biografi - - Khanaqeen Biografi - Nasjon - Kurd Biografi - Kjønn - Kvinne Biografi - Education level - Biografi - Education level - Master Biografi - Dialekt - Kurdisk - sorani

Kurdipedia.org (2008 - 2024) version: 15.58
| Kontakt | CSS3 | HTML5

| Page generasjonstid : 0.703 andre!