Bibliotek Bibliotek
Søk

Kurdipedia er de største kildene for kurdisk informasjon!


Search Options





Avansert søk      Keyboard


Søk
Avansert søk
Bibliotek
Kurdiske navn
Kronologi av hendelser
Kilder
History
Bruker samlinger
Aktiviteter
Søk Hjelp?
Publication
Video
Classifications
Tilfeldig element!
Send
Send artikkel
Send bilde
Survey
Dine tilbakemeldinger
Kontakt
Hva slags informasjon trenger vi!
Standards
Vilkår for bruk
Element Kvalitet
Verktøy
Om
Kurdipedia Archivists
Artikler om oss!
Legg Kurdipedia til ditt nettsted
Legg til / Slett e-post
Besøkende statistikk
Element statistikk
Fonts Converter
Kalendere Converter
Språk og dialekter av sidene
Keyboard
Hendige lenker
Kurdipedia extension for Google Chrome
Cookies
Språk
کوردیی ناوەڕاست
کرمانجی - کوردیی سەروو
Kurmancî - Kurdîy Serû
هەورامی
Zazakî
English
Française
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
Nederlands
Svenska
Español
Italiano
עברית
Pусский
Norsk
日本人
中国的
Հայերեն
Ελληνική
لەکی
Azərbaycanca
Min konto
Logg inn
Medlemskap!
Glemt passordet ditt!
Søk Send Verktøy Språk Min konto
Avansert søk
Bibliotek
Kurdiske navn
Kronologi av hendelser
Kilder
History
Bruker samlinger
Aktiviteter
Søk Hjelp?
Publication
Video
Classifications
Tilfeldig element!
Send artikkel
Send bilde
Survey
Dine tilbakemeldinger
Kontakt
Hva slags informasjon trenger vi!
Standards
Vilkår for bruk
Element Kvalitet
Om
Kurdipedia Archivists
Artikler om oss!
Legg Kurdipedia til ditt nettsted
Legg til / Slett e-post
Besøkende statistikk
Element statistikk
Fonts Converter
Kalendere Converter
Språk og dialekter av sidene
Keyboard
Hendige lenker
Kurdipedia extension for Google Chrome
Cookies
کوردیی ناوەڕاست
کرمانجی - کوردیی سەروو
Kurmancî - Kurdîy Serû
هەورامی
Zazakî
English
Française
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
Nederlands
Svenska
Español
Italiano
עברית
Pусский
Norsk
日本人
中国的
Հայերեն
Ελληνική
لەکی
Azərbaycanca
Logg inn
Medlemskap!
Glemt passordet ditt!
        
 kurdipedia.org 2008 - 2024
 Om
 Tilfeldig element!
 Vilkår for bruk
 Kurdipedia Archivists
 Dine tilbakemeldinger
 Bruker samlinger
 Kronologi av hendelser
 Aktiviteter - Kurdipedia
 Hjelp
Nytt element
Biografi
Azad Karimi
13-01-2023
شادی ئاکۆیی
Statistikk
Artikler 518,902
Bilder 106,237
Bøker 19,341
Relaterte filer 97,356
Video 1,397
Bibliotek
Norsk-kurdisk (kurmanjî) il...
Bibliotek
Ny i Norge; ordliste norsk-...
Bibliotek
Norsk nå!; ordliste norsk-k...
Bibliotek
Det som var vanskelig å lev...
Biografi
Gelawesh Waledkhani
Enwer Muslim: 1'ê Mijdarê doza kurdî gihand asta navneteweyî
Gruppe: Artikler | Artikler språk: Kurmancî - Kurdîy Serû
Share
Facebook0
Twitter0
Telegram0
LinkedIn0
WhatsApp0
Viber0
SMS0
Facebook Messenger0
E-Mail0
Copy Link0
Ranking element
Utmerket
Veldig bra
Gjennomsnittlig
Dårlig
Dårlig
Legg til i mine samlinger
Skriv din kommentar om dette elementet!
Elementer historie
Metadata
RSS
Søk i Google etter bilder relatert til det valgte elementet!
Søk i Google for valgt element!
کوردیی ناوەڕاست0
English0
عربي0
فارسی0
Türkçe0
עברית0
Deutsch0
Español0
Française0
Italiano0
Nederlands0
Svenska0
Ελληνική0
Azərbaycanca0
Fins0
Norsk0
Pусский0
Հայերեն0
中国的0
日本人0

Hevserokê Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) Enwer Muslim

Hevserokê Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) Enwer Muslim
Enwer Muslim Roja Piştgiriya #Kobanê# ya Cîhanê bi xaleke girîng bi nav kir û got: Êdî gelên cîhanê nema rehînên biryarên hikumetên xwe ne, lê yekser biryara piştgiriya Kobanê dan. Piştî berxwedana Kobanê #doza Kurd# bû dozeke cîhanî.
Gelên cîhanê 1'ê Mijdara 2014'an Roja Piştgiriya Kobanê ya Cîhanê ya li hemberî çeteyên #DAIŞ#'ê ragihandin. Bi milyonan mirov li gelek dewletan bi hemû ol, netew, mezheb û etnîkan bi hildana alên YPG û YPJ'ê daketin qadan û dirûşmeyên silavkirina berxwedana kurdan û şermezarkirina êrişên DAIŞ'ê qîr kirin, her wiha bang li civaka navneteweyî kirin ku destwerdanê bikin û ji bo piştgiriya Kobanê tedbîran bigirin.
Li ser vê mijarê Hevserokê Partiya Yekitiya Demokratîk (#PYD#) Enwer Muslim bersiva pirsên ANHA'yê dan.
Hevpeyvîn wiha ye:
KOBANÊ BI MEHAN LI HEMBERÎ ÇETEYÊN DAIŞ'Ê BERXWEDANEKE MEZIN RABER KIR, GELÊN CÎHANÊ JI BO PIŞTGIRIYA VÊ BERXWEDANÊ DAKETIN QADAN Û 1'Ê MIJDARÊ WEKÎ ROJA PIŞTGIRIYA KOBANÊ YA CÎHANÊ RAGIHAND. GELO SEDEMA VÊ PIŞTGIRIYÊ ÇI YE?
Sedema vê piştgiriyê tirsa ku qetlîma li Şengalê ya li dijî gelê Kurd ê Êzidî, qetilkirin, revandin û koçberkirin dubare bibe. Ji ber vê yekê li gund û bajaran a li dijî DAIŞ'ê berxwedanî hate meşandin, vê yekê hişt ku alîgirên demokrasî û mirovahiyê li sedan bajaran piştgiriyê bidin berxwedana Kobanê.
PIŞTGIRIYA CÎHANÊ DI ALIYÊ SIYASÎ DE JI BO GELÊ KURD TÊ ÇI WATEYÊ?
Piştgiriya cîhanê ya di aliyê siyasî de wê dide nîşandan ku, gelên cîhanê êdî li benda hikumetên xwe neman ku biryara piştgiriyê bide, lê belê yekser helwesta xwe diyar kir. Mîna vê piştgiriyê nuqteyeke veguherînê di doza Kurd de li ser asta cîhanê ye, êdî doza Kurd nema rehînê berjewendiyên dewletên herêmê ye.
GELO EM DIKARIN ROJA 1'Ê MIJDARÊ WEKÎ XALEKE DÎROKÎ LI SER ASTA VEKIRINA CÎHANÎ LI SER DOZA KURDÎ BI NAV BIKIN?
Helbet, nuqteyeke veguherînê li ser asta cîhanê ye, tevî azarên ku gelê Kurd di serdeman de, bi taybet di sedsala 20'an de ji aliyê pergalên serwer ve çi li Sûriyê be, an Iraq an jî Tirkiyê be kişandine, lê doza Kurd di nava serdeman de dûrî qadên navnetewî bû. Ji ber wê berxwedana Kobanê û piştgiriya navneteweyî roleke mezin di rakirina tarîtiya li ser doza kurdî lîst.
DEWLETA TIRK PÎROZKIRINA VÊ ROJÊ WEKÎ SÛC DIBÎNE, LI SER VÊ LI DIJÎ ENDAMÊN PARTIYA DEMOKRATÎK A GELAN (HDP) OPERASYONÊN QIRKIRINA SIYASÎ PÊK TÎNE. ÇIMA VÊ YEKÊ DIKE?
Mixabin dewleta Tirk ne tenê pîrozkirina vê munasebeta cîhanî naxwaze, heman demê kesên ku vê munasebetê bi bîr tîne digire, heta rojnameyên tirkî ditirsin ku qala vê rojê bikin.
AKP'ê ji piştgiriya navnetewî ya bi herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê re ditirse, ji ber ku li van herêmên, di serî de Kobanê û dawî li Baxozê DAIŞ'ê ya terorîst hate têkbirin. Ji wê zêdetir ew e ku armanc ji hemû hewldanên Tirkiyê têkbirina jiyana hevbeş a di navbera pêkhateyên Sûriyê ye de ku tovên wê li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê hatin dîtin.
BERXWEDANA KOBANÊ ÇAWA HIŞT KU DAIŞ TUNE BIBE? DÎSA ÇAWA BERXWEDANA KOBANÊ BANDOR LI SIYASETÊN DEWLETÊN HERÊMÊ YÊN KU DESTEK DIDAN DAIŞ'Ê KIR?
Dema DAIŞ'ê dest danî ser bajarê Mûsil ê Iraqê, piştre jî bajarê Reqa yê Sûriyê texmîn kir ku biçe kîjan bajarî dê karibe dest deyne ser, lê li Kobanê rewş cûda bû. Ji ber neqebûna şêniyan DAIŞ'ê û berxwedana li hemberî wê destpêka bidawîbûna DAIŞ’ê li Kobanê bû.
Dewletên cîhanê yên digotin ku dê DAIŞ li Kobanê bi ser bikeve armancên wê bi bin ketin û kaxezên wê veşartî eşkere bûn, vê yekê bandoreke neyinî li wan û siyasetên wan ên herêmî û cîhanî kir.
HÛN ROLA JINAN DI BERXWEDANA KOBANÊ DE ÇAWA DINIRXÎNIN?
Rola YPJ'ê di berxwedana Kobanê de sereke û gelekî girîng bû. Nemaze nêrîna li jinan a di herêmê de şeklî bû, bêyî ku rola wê ya aktîv di civakê de hebe. Lê bi êrişên DAIŞ'ê yên li ser Kobanê re, ev nêrîna klasîkî hate guhertin. Êdî di berxwedana Kobanê de û piştî wê wekî şervan û fermandar hate naskirin, û jin beşdarî rêvebirina civakî bû. Ev bi xwe pêngaveke fikirî di civakê de ava kir.
JI BO PARASTINA PIŞTEVANIYA BI BERXWEDANA ROJAVAYÊ KURDISTANÊ Û BAKUR Û ROJHILATÊ SÛRIYÊ ÇI TÊ XWESTIN?
Ji bo parastina vê piştgiriyê têkoşîna fikirî û rêveberî ya hevpar tê xwestin da ku em bibin bingeha yekemîn a Sûriya pêşerojê. Li hemberî şerê taybet ku piraniya pergalên herêmî li ser herêmên me dimeşînin ji bo ku projeya Rêveberiya Xweser têk bibin û tevliheviyê di navbera pêkhateyan de çêbikin, divê ev têkoşîn were xurtkirin.
Divê em li kêleka Hêzên Sûriya Demokratîk bin ku sîwan û hembêzgeha hemû pêkhateyan e. Her wiha em destekê bibin saziyên Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê da ku destkeftiyên berxwedana Kobanê û piştevaniya navnetewî biparêzin.[1]
Dette produktet har blitt skrevet på et språk (Kurmancî - Kurdîy Serû), klikk på ikonet for å åpne elementet på originalspråket!
Ev babet bi zimana (Kurmancî - Kurdîy Serû) hatiye nvîsandin, klîk li aykona bike ji bu vekirina vî babetî bi vî zimana ku pî hatiye nvîsandin!
Dette produktet har blitt sett 972 ganger
HashTag
Kilder
[1] | کوردیی ناوەڕاست | https://www.amidakurd.net/
Koblede elementer: 5
Gruppe: Artikler
Artikler språk: Kurmancî - Kurdîy Serû
Publication date: 01-11-2020 (4 År)
Byer: Kubanê
Dokumenttype: Originalspråket
Provinsen: West Kurdistan
Publication Type: Born-digital
Technical Metadata
Element Kvalitet: 99%
99%
Lagt inn av ( ئاراس حسۆ ) på 01-11-2022
Denne artikkelen har blitt gjennomgått og utgitt av ( سارا ک ) på 02-11-2022
Dette elementet nylig oppdatert av ( سارا ک ) på : 01-11-2022
URL
Dette elementet i henhold til Kurdipedia er Standards ikke er ferdig ennå!
Dette produktet har blitt sett 972 ganger
Attached files - Version
Type Version Redaktørnavn
Photo fil 1.0.1163 KB 01-11-2022 ئاراس حسۆئـ.ح.
Kurdipedia er de største kildene for kurdisk informasjon!
Bibliotek
Min drøm om Kurdistan – Værd at kæmpe for?
Bibliotek
Et nettverk av førstehjelpere i det minelagte Nord-Irak - Et spørsmål om liv eller død
Biografi
Gelawesh Waledkhani

Actual
Bibliotek
Norsk-kurdisk (kurmanjî) illustrert ordbok
24-10-2013
هاوڕێ باخەوان
Norsk-kurdisk (kurmanjî) illustrert ordbok
Bibliotek
Ny i Norge; ordliste norsk-kurdisk sorani
23-10-2013
هاوڕێ باخەوان
Ny i Norge; ordliste norsk-kurdisk sorani
Bibliotek
Norsk nå!; ordliste norsk-kurdisk sorani
23-10-2013
هاوڕێ باخەوان
Norsk nå!; ordliste norsk-kurdisk sorani
Bibliotek
Det som var vanskelig å leve med
21-03-2020
ڕێکخراوی کوردیپێدیا
Det som var vanskelig å leve med
Biografi
Gelawesh Waledkhani
03-04-2022
شەرارە شەمامی
Gelawesh Waledkhani
Nytt element
Biografi
Azad Karimi
13-01-2023
شادی ئاکۆیی
Statistikk
Artikler 518,902
Bilder 106,237
Bøker 19,341
Relaterte filer 97,356
Video 1,397
Kurdipedia er de største kildene for kurdisk informasjon!
Bibliotek
Min drøm om Kurdistan – Værd at kæmpe for?
Bibliotek
Et nettverk av førstehjelpere i det minelagte Nord-Irak - Et spørsmål om liv eller død
Biografi
Gelawesh Waledkhani

Kurdipedia.org (2008 - 2024) version: 15.58
| Kontakt | CSS3 | HTML5

| Page generasjonstid : 0.547 andre!