Bibliotek Bibliotek
Søk

Kurdipedia er de største kildene for kurdisk informasjon!


Search Options





Avansert søk      Keyboard


Søk
Avansert søk
Bibliotek
Kurdiske navn
Kronologi av hendelser
Kilder
History
Bruker samlinger
Aktiviteter
Søk Hjelp?
Publication
Video
Classifications
Tilfeldig element!
Send
Send artikkel
Send bilde
Survey
Dine tilbakemeldinger
Kontakt
Hva slags informasjon trenger vi!
Standards
Vilkår for bruk
Element Kvalitet
Verktøy
Om
Kurdipedia Archivists
Artikler om oss!
Legg Kurdipedia til ditt nettsted
Legg til / Slett e-post
Besøkende statistikk
Element statistikk
Fonts Converter
Kalendere Converter
Språk og dialekter av sidene
Keyboard
Hendige lenker
Kurdipedia extension for Google Chrome
Cookies
Språk
کوردیی ناوەڕاست
کرمانجی - کوردیی سەروو
Kurmancî - Kurdîy Serû
هەورامی
Zazakî
English
Française
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
Nederlands
Svenska
Español
Italiano
עברית
Pусский
Norsk
日本人
中国的
Հայերեն
Ελληνική
لەکی
Azərbaycanca
Min konto
Logg inn
Medlemskap!
Glemt passordet ditt!
Søk Send Verktøy Språk Min konto
Avansert søk
Bibliotek
Kurdiske navn
Kronologi av hendelser
Kilder
History
Bruker samlinger
Aktiviteter
Søk Hjelp?
Publication
Video
Classifications
Tilfeldig element!
Send artikkel
Send bilde
Survey
Dine tilbakemeldinger
Kontakt
Hva slags informasjon trenger vi!
Standards
Vilkår for bruk
Element Kvalitet
Om
Kurdipedia Archivists
Artikler om oss!
Legg Kurdipedia til ditt nettsted
Legg til / Slett e-post
Besøkende statistikk
Element statistikk
Fonts Converter
Kalendere Converter
Språk og dialekter av sidene
Keyboard
Hendige lenker
Kurdipedia extension for Google Chrome
Cookies
کوردیی ناوەڕاست
کرمانجی - کوردیی سەروو
Kurmancî - Kurdîy Serû
هەورامی
Zazakî
English
Française
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
Nederlands
Svenska
Español
Italiano
עברית
Pусский
Norsk
日本人
中国的
Հայերեն
Ελληνική
لەکی
Azərbaycanca
Logg inn
Medlemskap!
Glemt passordet ditt!
        
 kurdipedia.org 2008 - 2024
 Om
 Tilfeldig element!
 Vilkår for bruk
 Kurdipedia Archivists
 Dine tilbakemeldinger
 Bruker samlinger
 Kronologi av hendelser
 Aktiviteter - Kurdipedia
 Hjelp
Nytt element
Biografi
Azad Karimi
13-01-2023
شادی ئاکۆیی
Statistikk
Artikler 519,113
Bilder 106,522
Bøker 19,312
Relaterte filer 97,274
Video 1,393
Bibliotek
Norsk-kurdisk (kurmanjî) il...
Bibliotek
Ny i Norge; ordliste norsk-...
Bibliotek
Norsk nå!; ordliste norsk-k...
Bibliotek
Det som var vanskelig å lev...
Biografi
Gelawesh Waledkhani
Mihrecana yan jî Festîvala Helbesta kurdî li Diyasporayê (Jîna Emînî simbola Azadiyê)
Gruppe: Artikler | Artikler språk: Kurmancî - Kurdîy Serû
Share
Facebook0
Twitter0
Telegram0
LinkedIn0
WhatsApp0
Viber0
SMS0
Facebook Messenger0
E-Mail0
Copy Link0
Ranking element
Utmerket
Veldig bra
Gjennomsnittlig
Dårlig
Dårlig
Legg til i mine samlinger
Skriv din kommentar om dette elementet!
Elementer historie
Metadata
RSS
Søk i Google etter bilder relatert til det valgte elementet!
Søk i Google for valgt element!
کوردیی ناوەڕاست0
English0
عربي0
فارسی0
Türkçe0
עברית0
Deutsch0
Español0
Française0
Italiano0
Nederlands0
Svenska0
Ελληνική0
Azərbaycanca0
Fins0
Norsk0
Pусский0
Հայերեն0
中国的0
日本人0

MihrecanaHelbesta kurdî li Diyasporayê

MihrecanaHelbesta kurdî li Diyasporayê
Bavê Zozanê
Li hola Sîwana kurdan(Hêlîn) li bajêrê Essen-Elmanya , di roja şemiyê de 22 ê Cotmeha 2022an de festîvala helbesta kurdî di bin navnîşana (#Jîna Emînî# simbola Azadiyê)hate li darxistin.
Ku ji xwe festîval hersal di hevdema koçkirina helbesvanê gewre de Cegerxwîn tê girêdan ku îsal buye 38 saliya wê bûyera xemgîn e.
Festîval wek hersal bi serperiştiya Yekîtiya Giştî ya Nivîskar û Rojnamevanên Kurd li Suriyê hate bi rêvebirin.
Festîval bi seknandina xulek bê deng li ser canê hemî nemirên Kurdistanê ji wan jî Jîna Emînî hate vekirin û bi alîkariya helbestvan Elwan Şivan û nivîskar Merwan bavê Zozanê bi rengekî hesan û xweş festîval hate bi rêvebirin.
Bi rastî hêjaye gotinê ye ku cemawerekî qeşeng ,bedew,hêja û delal amede bûbû ji hemî milên civatê ve hatibûn, renge reng bûn wekî bihara kurdistanê bûn, Nivîskar , Siyasetmedar,Rexnevan, Hozanvan, Romanivîs, rewşenbîr û hemî heskirê helbest û wêje û edebyata kurdî li festivalê civiyabûn, helbet pir ji wan jî wek mêvan yan jî wek helbestvan ji ber sedemên cuda , nikarîbûn amede bibin her wisa jî lêbûrîna xwe ji me xwestin.
Wekî din jî me xwe amede kiribû ku kurte filimekî li ser jiyan û berhemên helbestvanên xwe yên beşdar, bigrin ta ku em ji temeşevanan re li ser pêşendanê nîşandan bidin, mixabin piroje bi mere ne çû serî hem ji aliyê helbestvanan ve ku pirê wan xwesteka me rênekirin û hem jî pirsgirêkin teknîkî, astengî ji mere çêkirin.
Niviskar Hefiz Ebdulrehman gotina Yekîtiya Giştî ya Nivîskar û Rojnamevanên Kurd li Suriyê xwend ku di serîde xweşbûn û hatin û dilgeşbûna cemawer kir, piştre li ser çêbûn û destpêka mihrecanê di salên notî de axivî ku ji bajrê Efrina delal ev raman hate vejandin.
Wisa jî rola wa kesên nivîskar û rewşenbîrên ku bingeha vê mihrecanê danîbûn ber bi çav kir wek nivîskar Elî Cafer,D.r Ebdulmecîd Şêxo,Rûxweşê Zîvar,Heyder Omer.
Piştî çend sala ji temenê mihrecanê, nivîskar Elî Cafer,D.r Ebdulmecîd Şêxo,,Heyder Omer mecbûr bûn ku dev ji welêt berdin û li dewleta Elmanî bi cih bibin û ji bajarê Bochum sala 2000an û bi sponseriya yekîtiya dîmuqratî kurdî li suriya û bi serperiştiya navên jorîn û bi keda komîta amedekar nivîskar Heyder omer,Jan Dost ,Mehmûd bavê Narîn, Mihrecan helbesta Kurdî wek xola yekem li dervî welêt hate vejandin.
Xola diwemîn ya Mihrecanê sala 2007 an li Bonê çêbû bi sponseriya kombenda Rewşenbîrên kurd û bi serperştiya Selîm Piçûk serokê kombendê û Ferhad Ehmê ,Elî Cafer.
Xola sisyan ya Mihrecanê sala 2008 an dîsa li Bonê hat li darxistin di bin siya komîta amedekar Arşev oskan,keça Kurd , Xebat Şakir ,Xonav Elî, Elî Cafer.
Di sala 2009 carke din li Bon ê xola çaremîn ya mihrecanê li dar ket di bin siya komîta amedekar Arşev Oskan,Keça Kurd ,Qado Şêrîn ,Xonav Elî, Elî Cafer.
Xola pêncan ya mehrecanê di sala 2010 an de li bajarê Bottrop ê hate avakirin- komela dostaniya Kurdî,Elemanî- bi serpereştiya Keça Kurd,Helîm Yûsif,Elî Cafer.
Xola şeşan ji mehrecanê di sala 2011an de li komela Hêlîn li bajarê Essen a Elemanî pêk hat. Bi serpereştiya Keça Kurd,Helîm Yûsif,Elî Cafer.
Di destpêka şoreşa sûrî de 2011an de û bi hatina birek nivîskar û rewşenbîrên kurd ji sûriyayê bal welatê Elmanî ve, Yekîtiya Giştî ya Nivîskar û Rojnamevanên Kurd li Sûriyê ji sala 2012dan ve rahişta vî barê giran bi yardemiya herdû nivîskarên hêja: Qado Şêrin û Inayet Dîko û di bin navê kombenda Nivîskar û Rojnamevanav de, bi alîkariya komela Nûbihar xola heftan ya Mihrecanê hate li darxistin.
Wisa û ji hinganê de Yekîtiya Giştî ya Nivîskar û Rojnamevanên Kurd li Sûriyê bi barê festîvala Helbesta Kurdî radibe vêce bi rolek giring radibe di parastina zimanê kurdîde nemaze di civata Europî ya nuh de.
Piştî gotina YNRKS, nivîskar Elî cafer ku ew yek ji
damezerê festîvala Helbesta Kurdî li welat bû, paşî jî li Elemanya ,ewî liser çêkirin û avakirina mihrecanê wek dîrok û dîdevan axivî ku komîtên amedekar di geleg astengên dijwar de derbas dibûn nemaze zor û setema deselata Sûrî ku wê demê karên wisa cezayê wê digihişta bi darvekirinê vêca peydakirna cih û alavên din ji bo festîvalê, tevahiya malbatê yan jî tevahiya gund pê dihate tewanbarkirin.
Nivîskar Elî Cafer di dawiya gotina xwe de spasiya komîta amedekar ya Yekîtiya Giştî ya Nivîskar û Rojnamevanên Kurd li Sûriyê kir ,ku bi vî karî hêja di deh salan û bi şûnde dikare rabe , bi ked û alîkariya gelek dezgeh û komelan ,wisa jî hêvî û omîda xwe diyar kir bi behsûd û serkeftina mihrecanê .
D.r Ibrahîm Mehmûd gotinek hindik û rindik diyar kir, spsiya komîta amedekar ya Yekîtiya Giştî ya Nivîskar û Rojnamevanên Kurd li Sûriyê kir ku bi barê vê Mihrecanê rabû ,û berdewam kir, ku sala 1984 an saleke reşbû di dîroka tore û çanda kurdî de ku di meha pêncan de di Gulanê de ji vê sala bedşîn zana û zimanas û niviskarê hêja Tewfîq Wehbî barkir.
Meha 9an-Rezber- ji eynê salê derhêner û ekterê nemir Yelmaz Gunayê ji nav me barkir,piştî bi hindikî di 22 meha 10 de helbestvanê bejin bilind Cegerxîn çû ser dilovaniya xwedê ku karekî bê hampa ji tore û çanda kurdî re pêşkêşkir.Ez şanaz û dilşadim ku we wek YNRKS ev derfet ji bo axaftinê da min .
Piştî gotina D.r Ibrahîm Mehmûd ,komîta amedekar porgramê xwe wek ku hatibû pilankirin bi rêve birin ku jimarek mezin ji helbestan li ser pakrewana hêja Jîna Emînî bûn ku canê xwe ji dest da ta ku serê xwe nedeynê ji nijadperestên xwînmijê Iranî re.
Dawî ji xwe dive navê helbestvanên beşdar em bêjin,
Ehmedê Xursî,Baranê Çûmê ,Fewaz Ebdê,Guhar Mamo, Gulistan Awaz,Hewar zahir,Hişyarê Lelê,Tengezar Marînî,Yisra Zubêr,D.rLewend Dalînî,Mehmûd Badîlî,D.r Midya şêxê,Mihemed Şêxo,Mihemed Fermano,Nezîr palo,Salih Cango, Serhan Isa,Selah Mihemed,Xunav a Xezîwê, Xweşnav Mûsa, mihrecan bi deng û awazê hunermend Zekeriya Şex Ehmed hate tewakirn.
Dive em ji bir nekin ku helbestek ji Efrina birîndar bi dengê D.r Ebdulmecîd Şêxo hate xwendin û ya din jî ji #Rojhilatê Kurdistanê# bi dengê Bihara Huseynî hate pêşkêşkirin.
Birûskên ku gihiştin destê me ji komele û dezgeh û partiyên kurdî hatin xwendin ku tevan ev roja biha pîroz dikirin wisa jî spasiya hebestvanên beşdar û Yekîtiya Giştî ya Nivîskar û Rojnamevanên Kurd li Suriyê dikirin.
Û wek hersal xwarinên Kurdî wek firavîn di atmosfêreke xweş û geşde ji mîvanan re hate pêşkêşkirin.[1]
Dette produktet har blitt skrevet på et språk (Kurmancî - Kurdîy Serû), klikk på ikonet for å åpne elementet på originalspråket!
Ev babet bi zimana (Kurmancî - Kurdîy Serû) hatiye nvîsandin, klîk li aykona bike ji bu vekirina vî babetî bi vî zimana ku pî hatiye nvîsandin!
Dette produktet har blitt sett 1,588 ganger
HashTag
Kilder
[1] | کوردیی ناوەڕاست | http://www.welateme.net/
Relaterte filer: 2
Koblede elementer: 21
Gruppe: Artikler
Artikler språk: Kurmancî - Kurdîy Serû
Publication date: 29-10-2022 (2 År)
Bok: Poetry
Dokumenttype: Originalspråket
Provinsen: Germany
Publication Type: Born-digital
Technical Metadata
Element Kvalitet: 99%
99%
Lagt inn av ( ئاراس حسۆ ) på 29-10-2022
Denne artikkelen har blitt gjennomgått og utgitt av ( سارا ک ) på 30-10-2022
Dette elementet nylig oppdatert av ( سارا ک ) på : 30-10-2022
URL
Dette elementet i henhold til Kurdipedia er Standards ikke er ferdig ennå!
Dette produktet har blitt sett 1,588 ganger
Attached files - Version
Type Version Redaktørnavn
Photo fil 1.0.344 KB 29-10-2022 ئاراس حسۆئـ.ح.
Photo fil 1.0.25 KB 29-10-2022 ئاراس حسۆئـ.ح.
Photo fil 1.0.133 KB 29-10-2022 ئاراس حسۆئـ.ح.
Kurdipedia er de største kildene for kurdisk informasjon!
Bibliotek
Min drøm om Kurdistan – Værd at kæmpe for?
Biografi
Gelawesh Waledkhani
Bibliotek
Et nettverk av førstehjelpere i det minelagte Nord-Irak - Et spørsmål om liv eller død

Actual
Bibliotek
Norsk-kurdisk (kurmanjî) illustrert ordbok
24-10-2013
هاوڕێ باخەوان
Norsk-kurdisk (kurmanjî) illustrert ordbok
Bibliotek
Ny i Norge; ordliste norsk-kurdisk sorani
23-10-2013
هاوڕێ باخەوان
Ny i Norge; ordliste norsk-kurdisk sorani
Bibliotek
Norsk nå!; ordliste norsk-kurdisk sorani
23-10-2013
هاوڕێ باخەوان
Norsk nå!; ordliste norsk-kurdisk sorani
Bibliotek
Det som var vanskelig å leve med
21-03-2020
ڕێکخراوی کوردیپێدیا
Det som var vanskelig å leve med
Biografi
Gelawesh Waledkhani
03-04-2022
شەرارە شەمامی
Gelawesh Waledkhani
Nytt element
Biografi
Azad Karimi
13-01-2023
شادی ئاکۆیی
Statistikk
Artikler 519,113
Bilder 106,522
Bøker 19,312
Relaterte filer 97,274
Video 1,393
Kurdipedia er de største kildene for kurdisk informasjon!
Bibliotek
Min drøm om Kurdistan – Værd at kæmpe for?
Biografi
Gelawesh Waledkhani
Bibliotek
Et nettverk av førstehjelpere i det minelagte Nord-Irak - Et spørsmål om liv eller død

Kurdipedia.org (2008 - 2024) version: 15.5
| Kontakt | CSS3 | HTML5

| Page generasjonstid : 0.235 andre!