Navê pirtûkê: Lêkolînên wêjeyî û rexneyî
Navê nivîskar: Heyder Omer
Cihê çapkirina pirtûkê: Almaniya
Navê çapxaneyê: Sersera
Ev pirtûk ji gotarên rexneyî û şîroveyî yên nivîskarê kurd Heyder Omer pêk tên. Gotar di demên cuda de belavbûne û li ser mijarên cihê hatine nivîsandin. Piraniya gotaran li ser helbestê ne, bi helbestvaniya Cegerxwîn destpêdike û bi ya Vejîna Kurd, Nezîr Palo, M. Hemo, Hêmen Kurdaxî û Xelat Ehmed berdewam dike. Ji bilî mijara helbestê gotarek li ser mijara koçberiyê di çîrokên #Helîm Yûsiv# de heye, herwisa pirtûk bi gotarên şîroveyî li ser Kovara hêviya welêt û Hawar û xwediyê wê, diqede.
Pirtûkên lêkolîn û rexneyan di kurmancî de pir kêm in, ji ber vê berhevkirina gotarên rexneyî û lêkolînî weku pirtûk, gaveke dirust û di cihê xwe de tê dîtin.
Pirtûk ji nav weşanên SerSera nû derketiye û ji 183 rûpelan pêktê.
Balkêş e, nivîskar li ser rûpelê xwe nivîsandibû, ku her kesê bixwaze wê ev pirtûk bê pere û tenê bi dana buhayê postê ji wan re bê şandin.[1]