Bibliotek Bibliotek
Søk

Kurdipedia er de største kildene for kurdisk informasjon!


Search Options





Avansert søk      Keyboard


Søk
Avansert søk
Bibliotek
Kurdiske navn
Kronologi av hendelser
Kilder
History
Bruker samlinger
Aktiviteter
Søk Hjelp?
Publication
Video
Classifications
Tilfeldig element!
Send
Send artikkel
Send bilde
Survey
Dine tilbakemeldinger
Kontakt
Hva slags informasjon trenger vi!
Standards
Vilkår for bruk
Element Kvalitet
Verktøy
Om
Kurdipedia Archivists
Artikler om oss!
Legg Kurdipedia til ditt nettsted
Legg til / Slett e-post
Besøkende statistikk
Element statistikk
Fonts Converter
Kalendere Converter
Språk og dialekter av sidene
Keyboard
Hendige lenker
Kurdipedia extension for Google Chrome
Cookies
Språk
کوردیی ناوەڕاست
کرمانجی - کوردیی سەروو
Kurmancî - Kurdîy Serû
هەورامی
Zazakî
English
Française
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
Nederlands
Svenska
Español
Italiano
עברית
Pусский
Norsk
日本人
中国的
Հայերեն
Ελληνική
لەکی
Azərbaycanca
Min konto
Logg inn
Medlemskap!
Glemt passordet ditt!
Søk Send Verktøy Språk Min konto
Avansert søk
Bibliotek
Kurdiske navn
Kronologi av hendelser
Kilder
History
Bruker samlinger
Aktiviteter
Søk Hjelp?
Publication
Video
Classifications
Tilfeldig element!
Send artikkel
Send bilde
Survey
Dine tilbakemeldinger
Kontakt
Hva slags informasjon trenger vi!
Standards
Vilkår for bruk
Element Kvalitet
Om
Kurdipedia Archivists
Artikler om oss!
Legg Kurdipedia til ditt nettsted
Legg til / Slett e-post
Besøkende statistikk
Element statistikk
Fonts Converter
Kalendere Converter
Språk og dialekter av sidene
Keyboard
Hendige lenker
Kurdipedia extension for Google Chrome
Cookies
کوردیی ناوەڕاست
کرمانجی - کوردیی سەروو
Kurmancî - Kurdîy Serû
هەورامی
Zazakî
English
Française
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
Nederlands
Svenska
Español
Italiano
עברית
Pусский
Norsk
日本人
中国的
Հայերեն
Ελληνική
لەکی
Azərbaycanca
Logg inn
Medlemskap!
Glemt passordet ditt!
        
 kurdipedia.org 2008 - 2024
 Om
 Tilfeldig element!
 Vilkår for bruk
 Kurdipedia Archivists
 Dine tilbakemeldinger
 Bruker samlinger
 Kronologi av hendelser
 Aktiviteter - Kurdipedia
 Hjelp
Nytt element
Biografi
Azad Karimi
13-01-2023
شادی ئاکۆیی
Statistikk
Artikler 519,027
Bilder 106,695
Bøker 19,303
Relaterte filer 97,313
Video 1,392
Bibliotek
Norsk-kurdisk (kurmanjî) il...
Bibliotek
Ny i Norge; ordliste norsk-...
Bibliotek
Norsk nå!; ordliste norsk-k...
Bibliotek
Det som var vanskelig å lev...
Biografi
Gelawesh Waledkhani
LI SER ÇÎROKA ZILAMÊ BI HÊZ Û QURNAZ
Gruppe: Artikler | Artikler språk: Kurmancî - Kurdîy Serû
Share
Facebook0
Twitter0
Telegram0
LinkedIn0
WhatsApp0
Viber0
SMS0
Facebook Messenger0
E-Mail0
Copy Link0
Ranking element
Utmerket
Veldig bra
Gjennomsnittlig
Dårlig
Dårlig
Legg til i mine samlinger
Skriv din kommentar om dette elementet!
Elementer historie
Metadata
RSS
Søk i Google etter bilder relatert til det valgte elementet!
Søk i Google for valgt element!
کوردیی ناوەڕاست0
English0
عربي0
فارسی0
Türkçe0
עברית0
Deutsch0
Español0
Française0
Italiano0
Nederlands0
Svenska0
Ελληνική0
Azərbaycanca0
Fins0
Norsk0
Pусский0
Հայերեն0
中国的0
日本人0

LI SER ÇÎROKA ZILAMÊ BI HÊZ Û QURNAZ

LI SER ÇÎROKA ZILAMÊ BI HÊZ Û QURNAZ
Di #zimanê Kurdî# de Jin tê wateya jiyanê. Ango jin, jiyan e. Di vê warê de taybetmendiya jin a ku jiyanê diafirîne, herî zêde zimanê Kurdî aniye ser ziman. Di serdemên destpêkê yên mirovahiyê de, pêşketinên civakî di pêşengtiya jin-dayîk de pêşketiye. Jin tê wateya bal kişandina jiyanî ji lewra jî hêza civakbûnê ye. Ev taybetmendiyên jin ên jiyanê avadike her tim hatiye bilindkirin û pîroz hatiye dîtin. Pîvanên azadî, rastî, başî û xweşikbûna dayîk-jin, demxa xwe li jiyana civakî xistiye. Ya ku rêgez û qûralên diyar dike otorîteya dayîk-jin e. Ev rastiya jinê heman demê hiştiye ku zilam jî şêwe bigre. Jin pêşenga jiyana civakî, hêmana navendî ye, lê rîsta zilam pir ne li diyar e. Ango ne diyarker e. Di jiyana klan de li ser bingehê nêçîrvanî û komkeriyê di navbera jin û zilam de karbeşiya xwezayî heye. Lê komkerî ya karê bingehîn a jinê, ya herî sereke ye. Derbasbûna civaka neolîtîk jî ji aliyê jinê bi pêngava kêdîkirina nebat û ajalan pêkhatiye. Neolîtîk weke pêşketina herî mezin a civakê şoreşek a jinê ye. Jiyan, ax, agir, av, nan, mal, gund, û hwd gelek tiştên destpêkê bi taybetmendiyên jin re bûye ye. Ji aliyê din ve ev çanda civakî ya di bingehê jin-dayîk de zilam jî perwerde kiriye û kişandiye jiyanê. Dîroka civakî giranî wisa li derdora jinê pêşketiye, di şexsê zilamê neçîrvan ê li benda firsendan e her ku çûye taybetmendiyên feraseta zilamê desthilatdar û ferasetek din ê ku bi civakê re nakokî jiyan dike jî pêşketiye. Dema em di dîrokê de şopên destpêkê yên çanda zilamê serwer digerin dê ‘zilamê neçîrvan’ derkeve pêşberî me. Zilamê neçîrvan bi gotina din ‘zilamê qurnaz û bi hêz e’. Rêber APO ev dîroka şaristaniyê yê bi xwîn û hovîtiyan tijî ye, wek ‘çîroka zilamê qurnaz û zordest’ nirxandinê her tim bi girîngî diyar kiriye. Bê guman ev zilamê qurnaz û zordest carna bi awayekî vekirî carna jî bi dilqên veşartî wê xwe nîşan bide. Li hemu cihên ku xwe lê vedişêre lêkolînkirina wî, deşîfrekirina pergala wî yê derew û sexte, pêdîviyeke rêzdayîna jiyana rast e.
Ji civaka klan a destpêka civaka însan, em bi çanda neçîrvaniyê re rû bi rû dimînin. Zilamê neçîrvan, ji serî de her tim li derdora civaka jin-dayîn çav li benda firsendan e. Destpêkê xwe têrkirina jiyana klanê de tevkariyekî wan a pir bi sînor heye. Ji bo vê neçîrvaniya ku berê tenê wek xebatê kemîn dayîna ber ajalên kovî û kuştina wan pêşket, di pêvajoyên piştre wê bigihije di serî de nêçîrkirina jin ber bi merheleya desteserkirina wê. Bê guman di civaka klanê de û civaka neolîtîkê de rîsta zilamê nêçîrvan pir kêm e. Ya sereke jin e. Jin a ku bi xebatên komkeriyê re mijûl dibe, her tim jiyanê ava dike, rih dide. Zilam jî wek xebatên kûştin û rih girtinê wê mêjiyê xwe yê pevxistî bi kemîn û komployan pêş bixe. Ji ber vê zilamê neçîrvan; wê wek zordest û qurnaz kesayet bidest bixe. Di civaka neolîtîkê de jî jin him tovan kêdî dike, çandiniyê pêş dixe û him jî bi kedîkirina ajalan di bingehê xwedîkirina ajalan de xebatên aboriyê pêşdixe. Lê zilamê neçîran wê kuştina ajalan berdewam bike. Di navbera çanda dayîk-jin û çanda neçîrvaniyê de bi vê rengê ferqekî kûr heye. Lê çanda neolîtîkê wek çandekî ku jiyanê diafirîne ewqas bihêz e ku zilamê neçîrvan hîna ne bi bandor e. Di teoriya Marksîzmê de dema behsa civaka komînal a seretayî tê kirin, tê gotin ku seferên nêçîrvaniyê yê zilam zanebûna zilam hîn bêhtir pêşxistiye, ji lewra jî ev yek wek îzahata di civakê de her ku diçe rîsta diyarker lîstina zilam hatiye berpêşkirin. Mêyzekirinekî erenî ji bo çanda neçîrvaniyê heye. Dîsa bi pêşxistina nêrîna ku jina komker ji bo xwedîkirin û jiyankirina zarokên xwe li malê mayê, komkeriyê kiriye û ji ber vê jî bi qasî zilaman neçûye cihên dûr û bi vê awayê hewil dane ku teoriya paşketina civaka dayîksalarî ya di bingehê jinê de îzah bikin. Lê li vê derê em dibînin ku civaka xwezayî kêm û şaş hatiye ser ziman. Bi rêxistiniya zilamê qurnaz û zordest civaka xwezayî çawa hatiye talakirin û berhemên civakî çawa hatine bindestkirin nehatine ser ziman. Komkerî û çandinî ya merheleya wê ya pêşdetir û kêdîkirina ajalan weke berhemên jin ku taybetmendiyên herî mezin ên ccivaka xwezayî pêşxistiye girîngiya ku heq dike nehatiye dayîn.
Lê weke haatiye diyarkirin jineolojî, zanista jinê, li Kurdistanê ya cihê ku şoreşa civakî ya herî mezin destpêkê lê pêşketiye yekbûna jin û jiyanê tîne ser ziman. Tevahî taybetmendiyên ku jiyanê diafirîne di bingehê jinê de ne. Ji ber vê jin wek çavkaniya jiyan, bereket, ronahî, başî, xweşikbûn, afirînerê, berhemdayînê her tim hatiye pîroz dîtin, bûye çavkaniyê hezkirin û rêzdayînê. Zilamê neçîrvan ê di serî de li hemberî çanda dayîk-jin a ku şoreşa neolîtîkê re di jiyana civakî de şoreşekî mezin aavakiriye, jiyanê bihêz kiriye û mîsoger kiriye di kemînê de ye, li benda firsendan e; vê carê ne tenê çav berdaye ajalan, heman demê çav berdana van nirxên civaka qebîle jî xistiye serê xwe. Weke Rêber APO jî diyar dike ‘ her ku civaka komunal a dayîksalarî berheman ava dike, pir ne zehmete mirov bibîne zilamê qurnaz û bihêz ku bi her seferê serkeftî her diçe hêz bidest dixe û li kêleka wê eware eware digere, li ser vê pergala civakî berê xwe dide lêgerînên desthilatdariya destpêkê… Zilamê qurnaz û bihêz, weke dizekî ketiye malê û aboriya jin diziye.’ Ji vê jî tê fêmkirin ku zilamê neçîrvan-zordest, her ku diçe çav berdaye civaka dayîk-jin. Têgîn û çalakiyên weke çavberdan û bidestxistin, wek çalakî û feraseta zilamê zordest di vê serdemê de wê dest bi kolandina bingehê civakê bike. Di vê serdemê de bi taybet di salên B.Z. 4 hezaran de xwe nîşan dide. Beriya wê teqez azadiya jinê mijarê gotinê ye. Zilamê neçîrvan her ku diçe wê dest bi mehandina civaka jinê bike.
Zilamê neçîrvan, zilamê ku ajalan û jinan nêçîr dike ye…
Ger taybetmendiyên kesayet û çanda zilamê neçîrvan were dahurandin, pergala şaristaniyê bi hovîtî û xwînê tijiye û bi taybet jî pergala kapîtalîst dê di bingeh de were dahûrandin. Di vê xalê de tespîta Rêbertî yê dibêje ‘zilamê qurnaz û bi hêz ku ji serdemên neolîtîkê ve pêşketiye bi werimandinê heya roja me hatiye û bi netew dewletê ve veguherî canewarekî’ hemu tiştên hatiye jiyîn bi zelalî radixe holê. Belê zilamê neçîrvan bi hegemonîkbûnê, wê veguhere zilamê canewar. Zilamê nêçîrvan, di rêxistinbûna leşkerî-artêşê de veguhere fermandarê, weke zilamê bazirgan, şaman-rahip-şêx, qral-împarator wê ji xwe re pîşeyên nû çêbike. Di vê zalê de ger taybetmendiyên zilamê nêçîrvan were dahûrandin, dê cewherê pergala şaristanî-dewlet-artêşê were dahûrandin.
Nêçîrvan wek koka pêyvê ji ‘çirandinê’ tê. Ango ji qûtkirin, koka tiştekî zûhakirin, rih girtinê tê. Jin bi jiyan-rihê wekehevî dibe, zilam jî weke bi jiyan-rih girtinê hatiye bi têgînkirin. Em dû çandên ji hev cûda dibînin. Zilamê canewar weke nav jî li ser e zilamtiyê zilimkar ê rih digre, dikûje, bi xwînê xwe têr dike tê pênasekirin. Têgînên weke qûtkirin, jêkirin, perçiqandin, tunekirin ji çanda nêçîrvaniyê tê. Dîsa bidestxistin, xespkirin, çav berdan jî hekeza wisa ye. Di vê warê de em dikarin destê zilamê nêçîrwan ê li hewayê bişibînin pençê ajalekî hov. Zilamê nêçîrvan di vê wateyê de hov e. Pençê wî û çekên wî yên tûnekêr û kûjer, hovîtî ye, zalimtî ye, zordestî ye. Mijar kûranî ye. Di serdema Til-Xelef a merheleya herî bi berhem û sazîbûna civaka neolîtîk e, weke çanda dijber li Başûrê Mezopotamya di salên B.Z. 5 hezaran de çanda El-Ubeyt weke hiyerarşiya desthilatdariya zilam ê destpêkê bisazîbûye wê derkeve ser dika dîrokê. Bi tifaqa şefê leşkerî-şaman-zimalê xwedî tecrube yê qal ve bingehên pergala xanedanî tê avêtin. Bi sazîbûna malbata fireh ê destpêkê yê baviksalarî ve, dîroka koletiya jinê jî destpê dike. Xanedanî; malbatekî hilbijêr ê xwe dispêre otorîteya zilam, milkiyet, xwe dispêre înkara qebîle û ji qebîleyê qut dibe ye. Xwe dispêre girtina hijmarekî zêde yê zarokên xort û jinan, pir zewacên bi jinan re. Zilamê desthilatdar; encax di xanedaniyê de cara yekemîn dikare bibe xwedî ewqas hêzekî bi bandor. Piştre di bajarê Urukê de, di zîguratan de, bi tifaqa rahip-fermandar û zilamê pîr wê rêxistinbûna destpêkê yê dewletê were îcatkirin. Piştî rêxistinbûna zehmet ê destpêkê yê zilamê nêçîrvan, li derdora mabedê bi rêxistinbûna dewletê wê sazîbûna baviksalarî pêngavekî mezin pêk bîne. Di vê serdemê de bi zilamê bazirgan re jî, wê bazirganiya bi sazî bûye derkeve holê.
An ajal hatine nêçîrkirin, kew ketiye qefesê, an jî jin hatiye neçîrkirin û li malan de hatiye hepiskirin çîrokên dişibe hev in. Milên wekhev ên kewa hatiye qefeskirin û jina hatiye qefeskirin ango li malê hatiye girtin hene. Ji ber wê divê çanda nêçîrvaniyê baş were fêmkirin. Girtina jinê, ji nasnameya wê ya civakî û ji jiyanê qûtkirina wê ye. Tenê weke hebûnekî biyolojîk a bikaribe berdewama ajarê zilam bîne, amûrê zarok anînê hatiye dîtin. Jina ku bûye pîrek, çîroka trajîk a jina ku ji nasname û kesayeta xwe ya civakî hatiye xistin e. Êdî jina ku hatiye desteserkirin, hatiye dîlgirtin, kolekirin û bûye mal-milk e. Jiyanekê ki mirinê xirabtir, bi qehr û azaran tijî ye.[1]
Dette produktet har blitt skrevet på et språk (Kurmancî - Kurdîy Serû), klikk på ikonet for å åpne elementet på originalspråket!
Ev babet bi zimana (Kurmancî - Kurdîy Serû) hatiye nvîsandin, klîk li aykona bike ji bu vekirina vî babetî bi vî zimana ku pî hatiye nvîsandin!
Dette produktet har blitt sett 1,320 ganger
HashTag
Kilder
[1] | کوردیی ناوەڕاست | pajk.org
Koblede elementer: 14
Gruppe: Artikler
Artikler språk: Kurmancî - Kurdîy Serû
Publication date: 29-03-2020 (4 År)
Bok: Kvinner
Dokumenttype: Originalspråket
Provinsen: Kurdistan
Publication Type: Born-digital
Technical Metadata
Element Kvalitet: 97%
97%
Lagt inn av ( سارا ک ) på 18-09-2022
Denne artikkelen har blitt gjennomgått og utgitt av ( ئاراس حسۆ ) på 20-09-2022
Dette elementet nylig oppdatert av ( سارا ک ) på : 18-09-2022
URL
Dette elementet i henhold til Kurdipedia er Standards ikke er ferdig ennå!
Dette produktet har blitt sett 1,320 ganger
Attached files - Version
Type Version Redaktørnavn
Photo fil 1.0.170 KB 18-09-2022 سارا کس.ک.
Kurdipedia er de største kildene for kurdisk informasjon!
Biografi
Gelawesh Waledkhani
Bibliotek
Et nettverk av førstehjelpere i det minelagte Nord-Irak - Et spørsmål om liv eller død
Bibliotek
Min drøm om Kurdistan – Værd at kæmpe for?

Actual
Bibliotek
Norsk-kurdisk (kurmanjî) illustrert ordbok
24-10-2013
هاوڕێ باخەوان
Norsk-kurdisk (kurmanjî) illustrert ordbok
Bibliotek
Ny i Norge; ordliste norsk-kurdisk sorani
23-10-2013
هاوڕێ باخەوان
Ny i Norge; ordliste norsk-kurdisk sorani
Bibliotek
Norsk nå!; ordliste norsk-kurdisk sorani
23-10-2013
هاوڕێ باخەوان
Norsk nå!; ordliste norsk-kurdisk sorani
Bibliotek
Det som var vanskelig å leve med
21-03-2020
ڕێکخراوی کوردیپێدیا
Det som var vanskelig å leve med
Biografi
Gelawesh Waledkhani
03-04-2022
شەرارە شەمامی
Gelawesh Waledkhani
Nytt element
Biografi
Azad Karimi
13-01-2023
شادی ئاکۆیی
Statistikk
Artikler 519,027
Bilder 106,695
Bøker 19,303
Relaterte filer 97,313
Video 1,392
Kurdipedia er de største kildene for kurdisk informasjon!
Biografi
Gelawesh Waledkhani
Bibliotek
Et nettverk av førstehjelpere i det minelagte Nord-Irak - Et spørsmål om liv eller død
Bibliotek
Min drøm om Kurdistan – Værd at kæmpe for?

Kurdipedia.org (2008 - 2024) version: 15.5
| Kontakt | CSS3 | HTML5

| Page generasjonstid : 1.36 andre!