Bibliotek Bibliotek
Søk

Kurdipedia er de største kildene for kurdisk informasjon!


Search Options





Avansert søk      Keyboard


Søk
Avansert søk
Bibliotek
Kurdiske navn
Kronologi av hendelser
Kilder
History
Bruker samlinger
Aktiviteter
Søk Hjelp?
Publication
Video
Classifications
Tilfeldig element!
Send
Send artikkel
Send bilde
Survey
Dine tilbakemeldinger
Kontakt
Hva slags informasjon trenger vi!
Standards
Vilkår for bruk
Element Kvalitet
Verktøy
Om
Kurdipedia Archivists
Artikler om oss!
Legg Kurdipedia til ditt nettsted
Legg til / Slett e-post
Besøkende statistikk
Element statistikk
Fonts Converter
Kalendere Converter
Språk og dialekter av sidene
Keyboard
Hendige lenker
Kurdipedia extension for Google Chrome
Cookies
Språk
کوردیی ناوەڕاست
کرمانجی - کوردیی سەروو
Kurmancî - Kurdîy Serû
هەورامی
Zazakî
English
Française
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
Nederlands
Svenska
Español
Italiano
עברית
Pусский
Norsk
日本人
中国的
Հայերեն
Ελληνική
لەکی
Azərbaycanca
Min konto
Logg inn
Medlemskap!
Glemt passordet ditt!
Søk Send Verktøy Språk Min konto
Avansert søk
Bibliotek
Kurdiske navn
Kronologi av hendelser
Kilder
History
Bruker samlinger
Aktiviteter
Søk Hjelp?
Publication
Video
Classifications
Tilfeldig element!
Send artikkel
Send bilde
Survey
Dine tilbakemeldinger
Kontakt
Hva slags informasjon trenger vi!
Standards
Vilkår for bruk
Element Kvalitet
Om
Kurdipedia Archivists
Artikler om oss!
Legg Kurdipedia til ditt nettsted
Legg til / Slett e-post
Besøkende statistikk
Element statistikk
Fonts Converter
Kalendere Converter
Språk og dialekter av sidene
Keyboard
Hendige lenker
Kurdipedia extension for Google Chrome
Cookies
کوردیی ناوەڕاست
کرمانجی - کوردیی سەروو
Kurmancî - Kurdîy Serû
هەورامی
Zazakî
English
Française
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
Nederlands
Svenska
Español
Italiano
עברית
Pусский
Norsk
日本人
中国的
Հայերեն
Ελληνική
لەکی
Azərbaycanca
Logg inn
Medlemskap!
Glemt passordet ditt!
        
 kurdipedia.org 2008 - 2024
 Om
 Tilfeldig element!
 Vilkår for bruk
 Kurdipedia Archivists
 Dine tilbakemeldinger
 Bruker samlinger
 Kronologi av hendelser
 Aktiviteter - Kurdipedia
 Hjelp
Nytt element
Biografi
Azad Karimi
13-01-2023
شادی ئاکۆیی
Statistikk
Artikler 518,174
Bilder 104,652
Bøker 19,254
Relaterte filer 97,497
Video 1,398
Bibliotek
Norsk-kurdisk (kurmanjî) il...
Bibliotek
Ny i Norge; ordliste norsk-...
Bibliotek
Norsk nå!; ordliste norsk-k...
Biografi
Gelawesh Waledkhani
F.HR.SY sûcên Tirkiyê yên qutkirina avê şermezar kirin
Gruppe: Artikler | Artikler språk: Kurmancî - Kurdîy Serû
Share
Facebook0
Twitter0
Telegram0
LinkedIn0
WhatsApp0
Viber0
SMS0
Facebook Messenger0
E-Mail0
Copy Link0
Ranking element
Utmerket
Veldig bra
Gjennomsnittlig
Dårlig
Dårlig
Legg til i mine samlinger
Skriv din kommentar om dette elementet!
Elementer historie
Metadata
RSS
Søk i Google etter bilder relatert til det valgte elementet!
Søk i Google for valgt element!
کوردیی ناوەڕاست0
English0
عربي0
فارسی0
Türkçe0
עברית0
Deutsch0
Español0
Française0
Italiano0
Nederlands0
Svenska0
Ελληνική0
Azərbaycanca0
Fins0
Norsk0
Pусский0
Հայերեն0
中国的0
日本人0

F.HR.SY sûcên Tirkiyê yên qutkirina avê şermezar kirin

F.HR.SY sûcên Tirkiyê yên qutkirina avê şermezar kirin
F.HR.SY qutkirina ava stasyona Elokê ji ser Hesekê û gundewarên wê ji hêla dewleta Tirk a dagirker ve şermezar kir û bang li civata navneteweyî kir ku sînorekî ji sûcên dagirkeriya Tirk re deyne. Her wiha da zanîn ku li gorî qanûna navneteweyî dewleta ku li ser peymanên navneteweyî yên mirovî îmze kiriye û îmze nekiriye neçar e rêzê ji qanûnên navneteweyî re bigire.
Desteya Rêveber a Fedrasyona Sûriyê ya Mafên Mirovan raporeke li ser sûcê qutkirina avê ji ser şêniyên bajêr û gundewarên Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji hêla dewleta Tirk a dagirker ve amade kir û sûcên ku dewleta Tirk a dagirker û hevkarên wê li dijî welatiyan pêk tîne şermezar kirin. Her wiha bang li civata navneteweyî kir ku sînorekî ji van sûcan re deyne ku serweriya Sûriyê bin pê dike, kedên çareyên siyasî û têkoşîna li dijî terorê li Sûriyê qels dike.
Di raporê de wiha hate gotin: Hêzên dagirkeriya Tirk û hevkarên wê; muxalefeta Sûriyê ya çekdar ava stasyona Elokê ku li Serêkaniyê ye li ser Hesekê û gundewarên wê qut kir. Stasyon bi rêya xetên binerd avê dide gelek bajarê û gundan; ji gundên Zîbe, Dawûdiyê û Medbe bigire heta bi Til Temir û gundên derdorê, Hesekê û gundên wê yên li xeta rojava. Bi wê re herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê li kêlek astengiyên jiyanê li beramber astengiyeke din e.
Di raporê de hate destnîşankirin ku “li Bakur û Rojhilatê Sûriyê zêdetirî 4 milyon welatî hene, di nav de zêdetirî milyonek kçberên ji hemû herêmên Sûriyê hene. Pêdiviya wan bi xizmetên debarê û tenduristiyê hene. Li 11 kompan zêdetirî 100 hezar koçber hene, li kêlek wê jî bi hezaran malbatên çekdarên biyanî yên rêxistina DAIŞ´ê li kampa Holê hene.”
Di raporê de hate diyarkirin ku her du xetên sereke yên dayîna kehrebê ji stasyona Elokê re ji ber topbaranên hêzên dagirkeriya Tirk û muxalefeta çekdar zirar dîtin û stasyon ji xizmetê derket. Stasyona Elok ji girîngtirîn stasyonên li herêma Cizîrê ye, ji ber ava wê baş e.
raporê wiha berdewam kir: “Hêzên dagirkeriya Tirk asta êrişên xwe bi rêya hedefgirtina enerjiya kehrebê ku kehrebê dide stasyonê Elokê ya li rojhilatê Serêkaniyê ku 7 kîlo metere li derdor û têketina wê, zêde kiriye. Di encamê de kehrebe li ser stasyonê qut bû û stasyon ji xizmetê derket û ava vexwarinê li ser Hesekê û gundewarên wê qut bû.
Em F.HR.SY, deste, rêxistin û navendên hiqûqî ku ev rapora hiqûqî derxistine van hemû kiryarên dewleta Tirk a dagirker û hevkarên wê li dijî welatiyên sûrî pêk tînin, bi tundî şermezar dikin.
Em bang li civata navneteweyî dikin bi cidî tev bigerin û sînorekî ji êrişên li dijî gund û bajarên bakurê Sûriyê re deynin. Ji ber serweriya Sûriyê bin pê dike, kedên çareyên siyasî û têkoşîna li dijî terorê li Sûriyê qels dikin.
Bangawazî:
Li ser vê yekê em bang li NY´yê û endamên Konseya Ewlehiyê ya NY`yê yên Daîm, hemû deste û saziyên navneteweyî yên têkildarî mafên mirovan dikin ku:
1-Hemû zextên cidî û aktîf li hikumeta Tirkiyê bikin ku êrişên xwe yên berdewam li dijî bakur, Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi dawî bike.
2-Yekser û bêyî tu şertan ji tevahî xaka Sûriyê ku dagir kirine vekişin.
3-Rêbazên terorîst û dermirovî yên hêzên dagirkeriya Tirk û hevkarên wê ku avê qut dikin ji bo zextê li Rêveberiya Xweser bikin û hin qezencên siyasî û aborî wergirin, teşhîr bikin.
4-Divê hikumeta Sûriyê û Rêveberiya Xweser bi awayekî lez çareyeke hevbeş, altarnatîf û aktîf bibînin ku avê bi awayekî mayînde ji Hesekê û gundewarên wê re dabîn bikin.
5-Divê aliyên navneteweyî yên li bakur, Bakur û Rojhilatê Sûriyê zextê li hêzên dagirker bikin ku sotemeniya guncaw ji bo bikaranîna stasyona Elokê dabîn bikin, heta tora kehrebe tê sererastkirin û alîkariya stasyona altarnatîf a Hemê bikin.
6-Hêsankirin û parastina gihandina pisporên taybet bi avê, da ku zirarên bi stasyonê bûne çareser bikin û hemû aliyên herêmî û navneteweyî bibin alîkar.
7-Zext li ser hikumeta Tirkiyê were kirin ku balafirên bêmirov û şer û topbaranên li dijî welatî, dêr û mizgeft û mal û milkên taybet û giştî rawestînin, talankirin û dizîna dikanan bi dawî bikin.
8-Xeterên dewleta Tirk a dagirker û êrişên wê yên li dijî sivîlên sûrî û koçberiya mezin werin eşkerekirin.
9-Çarenûsa jin, mêr û zarokan ku hêzên dewleta Tirk a dagirker û komên wê yên çekdar revandine, bêyî tu şert û mercan were eşkerekirin.
10-Komîteyeke lêpirsînê ya serbixwe, bêalî û dirust bi beşdariya nûnerên ji F.HR.SY û rêxistinên parastina mafên mirovan û mafên jinan li Sûriyê dikin were avakirin, da ku hemû sûcên dewleta Tirk ji destpêkê heta niha kirine eşkere bibin. Her wiha berpirsên dagirkeriyê ku bûne sedema kuştin û birîndaran eşkere bibin, da ku werin darizandin.
11-Bang li rêxistinên hiqûqî û sivîl ên Sûriyê were kirin ku hevkariyê di belgekirina hemû sûcên dermirovî ku hêzên dagirkeriya Tirk ji destpêka êrişên xwe û heta niha kirine de, her wiha dosyaya qutkirina ava vexwarinê bikin.
12-Divê gel û hiqûqnasên ji tevahî pêkhateyên li bakurê Sûriyê bixebitin da ku li hember xeteriyên ku dagirkeriya Tirk pêk tîne bi dawî bikin. Ji ber ew yek bi xwe re koçberiya bi darê zorê û qirkirina etnîkî tîne.
(fr)
[1]
Dette produktet har blitt skrevet på et språk (Kurmancî - Kurdîy Serû), klikk på ikonet for å åpne elementet på originalspråket!
Ev babet bi zimana (Kurmancî - Kurdîy Serû) hatiye nvîsandin, klîk li aykona bike ji bu vekirina vî babetî bi vî zimana ku pî hatiye nvîsandin!
Dette produktet har blitt sett 1,035 ganger
HashTag
Kilder
[1] | Kurmancî - Kurdîy Serû | https://hawarnews.com/
Koblede elementer: 2
Gruppe: Artikler
Artikler språk: Kurmancî - Kurdîy Serû
Publication date: 04-09-2022 (2 År)
Dokumenttype: Originalspråket
Provinsen: West Kurdistan
Publication Type: Born-digital
Technical Metadata
Element Kvalitet: 99%
99%
Lagt inn av ( ئاراس حسۆ ) på 04-09-2022
Denne artikkelen har blitt gjennomgått og utgitt av ( سارا ک ) på 04-09-2022
Dette elementet nylig oppdatert av ( سارا ک ) på : 04-09-2022
URL
Dette elementet i henhold til Kurdipedia er Standards ikke er ferdig ennå!
Dette produktet har blitt sett 1,035 ganger
Kurdipedia er de største kildene for kurdisk informasjon!
Biografi
Gelawesh Waledkhani
Bibliotek
Et nettverk av førstehjelpere i det minelagte Nord-Irak - Et spørsmål om liv eller død
Bibliotek
Min drøm om Kurdistan – Værd at kæmpe for?

Actual
Bibliotek
Norsk-kurdisk (kurmanjî) illustrert ordbok
24-10-2013
هاوڕێ باخەوان
Norsk-kurdisk (kurmanjî) illustrert ordbok
Bibliotek
Ny i Norge; ordliste norsk-kurdisk sorani
23-10-2013
هاوڕێ باخەوان
Ny i Norge; ordliste norsk-kurdisk sorani
Bibliotek
Norsk nå!; ordliste norsk-kurdisk sorani
23-10-2013
هاوڕێ باخەوان
Norsk nå!; ordliste norsk-kurdisk sorani
Biografi
Gelawesh Waledkhani
03-04-2022
شەرارە شەمامی
Gelawesh Waledkhani
Nytt element
Biografi
Azad Karimi
13-01-2023
شادی ئاکۆیی
Statistikk
Artikler 518,174
Bilder 104,652
Bøker 19,254
Relaterte filer 97,497
Video 1,398
Kurdipedia er de største kildene for kurdisk informasjon!
Biografi
Gelawesh Waledkhani
Bibliotek
Et nettverk av førstehjelpere i det minelagte Nord-Irak - Et spørsmål om liv eller død
Bibliotek
Min drøm om Kurdistan – Værd at kæmpe for?
Folders
Bibliotek - Provinsen - Utenfor Bibliotek - Bok - Kurdish Issue Bibliotek - Dialekt - Norsk Bibliotek - PDF - Bibliotek - Bok - Ordbok Bibliotek - Publication Type - Bibliotek - PDF - Dokumenter - Document style - Dokumenter - Provinsen - Sør- Kurdistan Dokumenter - Provinsen - Norway

Kurdipedia.org (2008 - 2024) version: 15.58
| Kontakt | CSS3 | HTML5

| Page generasjonstid : 0.844 andre!