Gulbijêrek ji çand û wêjeya Kurdên Xorasanê
ABDOLLAH HAJIYAN، #UMÎD DEMÎRHAN#
Kovar:، jimare:16 - mart, 2016، Krakow، Polonya.
Ez vê xebatê diyariyî dayika xwe dikim ku ne tenê bi şîrê xwe her wiha bi zimanê kurdî jî ez mêjandim û irê xistim.
Li aliyekî ez vê berhema xwe pêşkêşî pejirandina mamosteyê hêja Kelîmullah Tewehudî (Kanîmal) dikim. Ji ber ku wî bi xebatên xwe yên li ser ziman, çand û dîroka kurdên Xoresanê nasnameya min ji bin xweliyê derxist. Ne tenê ku wî dîrokek ji nû ve nivîsand, bi rastî wî qehremanên neteweya kurd ên mînanî Cecoxan, Serdar Êwez, Tofegul û Gulmuhemmed cardin vegerandine jiyana kurdên Xoresanê.
Serê pêşîn divê bê zanîn ku ev berhem ne ji airandina min e; lêbelê airandina gelê kurd ê Xoresanê ye ku bi sedsalan ev çand û edebiyat jidil parastine û min jî tenê ew ragihandiye we. Armanca min a ji vê berhevkirinê ew e ku bikaribim rûbarê zimanê kurdî bi çendek nimûneyên çanda kurdên Xoresanê ve xurt bikim.
Rûbarê zimanan bi berhemên devokan tê herikandin û hêvîdar im ku ev xebata min a li ser kurmanciya Xoresanê bibe sedemê nasandina devokek ji devokên zindî yên kurdî.
Ji helbestvanê gewre yê kurdên Xoresanê Cehferquliyê Zengelî bigire hetanî Ismayîlê Husênpûr kurmanciyeke helbestkî û bi dehan stranên gelêrî her tim jiyana kurdên herêmê bi zimanê kurdî ve girêdane. Kurdên ku di getoya Xoresanê de hatine dorpêçkirin zimanê xwe ji xwe re kirine welat û ev welatê resen û kurdewer gihandina nifşa îroyîn.
Wek kurdekî ez qîma xwe bi sînorên heyî yên di navbera kurdan de nayînim. Ji ber ku baweriya min ew e ku zimanê min welatê min e û ez dikarim bi riya edebiyatê xwe bigihînim birayên xwe yên li makewelat û biyanistanan. Lewre ez bi vê xebata xwe ya biçûk hem çanda beşeke gelê xwe derbasî ser kaxezê dikim hem jî pireyekê di navbera kurdên cîhanê de ava dikim.
Serpêheşta atiya vê berhemê gelekî dûr û dirêj e; lê ez dikarim bibêjim ku bi riya ger û gli Xoresanê hatiye hûnandin. Min di vê berhevkariya xwe de sêxiştî, gotinên
pêşiyan, çîrok, niir û mijarên din ji devê gel tomar kirin. Paşê ez bi rojan li ser.
xebitîm ku van axaftinan derbasî ser kaxezê bikim. Her wiha di vê berhevkirinê de gelek kesan alîkariya min kir û ez nikarim navên giştan li vê derê bi lêv bikim. Bi taybetî ez sipasiyên xwe pêşkêşî xanimên mînanî Mahbanûya Şehriyanî, Fatimeya Şehriyanî, Lalezara Şehriyanî, Mesûmeya Şehriyanî, Zehraya Ilahiyan, Gulxanima Ilahiyan, Medîneya Dîwanî, Ekrema Ibrahîmiyan, Zehraya Rûhî, Gula Rûhîzade û camêrên mînanî Emîrquliyê Şehriyanî, Ibrahîmê Ruhî, Mêhdiyê Haciyan, Muslimê Haciyan, Muhsinê Dîwanî, HesenêEzîmî, Qulamrizayê Nîkdil, Beratê Muhemmedî, Ebulhesenê Delêriyan, Ebasê Dildade, Muhemmedê Ezîmî, Şîreliyê Şehriyarî, Bêhnamê Sultanî, Samanê Esedî, Hesenê Rûhîzade, Axayê Cehferzade dikim.
Abdollah Hajiyan
18.04.2013
[1]