Piştî şehîdbûna Şêx Ebdulselam Barzanî, Şêx Ehmed cihê wî girt û berdewamî da tevgera Barzan û xebata mirovatî û şoreşgerî
Yek ji mezintirîn zana, hilgirê hizra mirovatiyê, niştimanperwer û jîngehparêz li Kurdistanê, Şêx Ehmed Barzanî ye. Şêx Ehmed Barzanî sala 1896 li devera Barzanî di malbateke Kurdperwer û navdar de ji dayik bû. Piştî şehîdbûna birayê wî yê mezin Şêx Ebdulselam Barzanî, Şêx Ehmed cihê wî girt û berdewamî da tevgera Barzan û xebata mirovatî û şoreşgerî û di serdema wî de çaksaziya civakî hate kirin. Şêx Ehmed Barzanî di rojeke wek îro, di 11ê Çileya 1969an de koça dawiyê kir.
Şêx Ehmed Barzanî piştî şehîdbûna birayê wî yê mezin Şêx Ebdulselam Barzanî, rêbertiya tevgera Barzanî dikeve ser milê wî, ew dem jî hevdem e bi destpêkirina Şerê Cîhanê yê Yekem re ku di encama vî şerê cîhanî de, ligel wan şert û mercên giran ên di ser tevegera Barzan de derbas bûne re, navçeya Rojhilata Navîn bi giştî û Kurdistan bi taybetî ketin ber guhartinên mezin, bi taybet di rûyê ciyografiya siyasî de.
Kurd û Kurdistan di encama van guhartinan de, zerermendên sereke bûn, ew jî bi sedema perçebûna Kurdistanê ji du perçeyan li ser çar perçeyan, her wiha zext û zordariyên ku li ser tevger û şoreşên gelê Kurd li her çar parçeyên Kurdistanê hatine meşandin, ji wan jî Şoreşa Şêx Seîdê Pîran û Şoreşa Agirî li Bakurê Kurdistanê, Şoreşa Şêx Mehmûd Hefîd li Başûrê Kurdistanê û Şoreşa Simkoyê Şikak li Rojhilatê Kurdistanê.
Di van şert û mercan de devera Barzan bi rêbertiya Şêx Ehmed Barzanî, bû cihê omêd û hêviya gelê Kurdistanê. Tevî vê rewşa ne xweş a ku tevgera Barzan bi xwe jî ketibûyê ji encama şehîdbûna Şêx Ebdulselam Barzanî û zulm û zora dijminan li Kurd û Kurdistanê, lê Barzan di heman demê de bû hêviya alîkarî û starkirina şoreşgeran û lêqewimiyên tevahiya pêkhateyên olî û netewî.
Rola ruhanî ya Şêx Ehmed Barzanî, bû navendeke bihêz a îlhambexşê bo şoreşgerên Barzan û Şoreşa Îlona Mezin bi rêbertiya Mela Mistefa Barzanî, ev jî bû sedem ku Barzan herdem bibe keştiya hawarê ya tevgera siyasî û netewî ya Kurd di dirêjahiya qonaxên dîrokê yên dijwar de, ew jî vedigere bo rêbaza rewiştbilind, lêborîn, yeksanxwaziya tevgera Barzan di piştgiriya xelkê hejar û stemlêkirî û heqantiya wê rêbazê ji bo bidestxistina mafên mexdûran û penageheke aram ji hemû ji tevahiya netewe û olan re.
Ev rêbaz, bû bingeha xebata rêbertiyê di warên siyasî, civakî û çandî de ji bo doza Kurdî ya îro, di heman demê de wek ezmûneke çalak û dewlemend di îdarekirin û birêvebirina Herêma Kurdistanê de, li ser destê Rêberê gelê Kurd yê îro Serok Mesûd Barzanî ku berdewamiya vê rêbazê ye û hêvî û omêda gelê Kurdistanê ji bo gihîştina qeraxa aramiyê ye.[1]