Navê pirtûkê: Dîroka wêjeya kurdî
Navê nivîskar: Feqî Huseyn
Cihê çapkirina pirtûkê: İstanbul
Navê çapxaneyê: Enstîtuya kurdî ya Stenbolê
Sala çapê: 2002
[1]
Dîroka wêjeya kurdî
Bingeh û rehên Kurdan
Kurd neteweyeke îranî ne û dîroka wan diçe sê hezar sal berî zayînê. Li gorî belgeyên dîrokî yên ku di destên me de hene; kurd li qûntara çiyayên Zagrosê bi navên Gûtî, Lolo, Kasî, Mîtanî, Sobarî, Nayrî, Manayî, Kurdok û Xaldî û bi piranî di koçberiyê de jiyane. Paşê di salên 700 heta 550'yê berî zayînê dewleteke bi hêz a bi navê Med damezirandine.
Li gorî hin ji dîroknasan, ariyayî di hezareya sêyem a berî zayînê de li başûrê Rûsyayê bi ser bakurê Qefqas û Derya Reş re koçberî rojavayê Asyayê bûne. Li wir jî ew bûne du beş. Beşek ji wan çûye Ewrûpayê û neteweyên Ewropayî yên niha paşmaya wê beşê ne. Beşa din jî çûye Rojavayê Navîn û bi maweyeke hezar salî li wir mane. Paşê jî berê xwe dane bakurê Îranê. Piştî demekê ew beş jî bi xwe bû du deste. Desteyek çû Hîndê û li Pencabê bi cih bû. Gelê Hîndîstanê paşmaya wê desteyê ye. Desteya din jî li Îranê belav bû. Wan bi navê îranî deng veda. Ew desteya ku li Îranê belav bûbû, hêdî hêdî zêde bûn û paşê jî bûn du ref. Refek li deştên Îranê niştecih bûn û wekî pars deng dan. Yên din jî ku her bi awayekî koçber jiyan û li ser çiyayên Zagros û Ararat belav bûn jî, dewleteke bi navê Med damezirandin. Faris jî pêş ketin û wan jî dewleteke bi navê Hexamenişîn pêk anîn û wan Dewleta Medya di sala 550'ye berî zayîne de têk birin û pûç kirin. Vêca koka farisan diçe ser Hexamenişiyan û ya kurdan jî diçe ser medan.
Jiyana civakî ya Kurdan
Kurdistan ji .ber ku cihekî çiyayî ye, daristanên wê pir in û heta ku dilê mirov bixwaze tavgeh, çem û rûbarên wê jî hene. Ligel van jî ji bo çandiniyê jî gelekî bikêr e. Ev gişt bûne sedema vê yekê ku kurd berê xwe bidin çandinî û ajledariyê (sewaldariyê) û debara xwe bi vê yekê bikin.
Ya ku diyar e, ji ber ajledariyê jiyaneke neteweya kurdan a koçber hebûye û her tim çûne zozanan. Jiyana wan li ser pişta çarsiman bûye û li ku cihekî xweş dîtine li wir danîne û maweyekê li wir mane. Ji sewalên xwe havilên qenc girtine û jı hiriya wan ji xwe re cil û ber, kepenek, gore... û hwd, çêkirine. Ji şîrê wan ji xwe re penîr, mast, rûn û hwd, girtine. Bi vî rengî.