Bibliotek Bibliotek
Søk

Kurdipedia er de største kildene for kurdisk informasjon!


Search Options





Avansert søk      Keyboard


Søk
Avansert søk
Bibliotek
Kurdiske navn
Kronologi av hendelser
Kilder
History
Bruker samlinger
Aktiviteter
Søk Hjelp?
Publication
Video
Classifications
Tilfeldig element!
Send
Send artikkel
Send bilde
Survey
Dine tilbakemeldinger
Kontakt
Hva slags informasjon trenger vi!
Standards
Vilkår for bruk
Element Kvalitet
Verktøy
Om
Kurdipedia Archivists
Artikler om oss!
Legg Kurdipedia til ditt nettsted
Legg til / Slett e-post
Besøkende statistikk
Element statistikk
Fonts Converter
Kalendere Converter
Språk og dialekter av sidene
Keyboard
Hendige lenker
Kurdipedia extension for Google Chrome
Cookies
Språk
کوردیی ناوەڕاست
کرمانجی - کوردیی سەروو
Kurmancî - Kurdîy Serû
هەورامی
Zazakî
English
Française
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
Nederlands
Svenska
Español
Italiano
עברית
Pусский
Norsk
日本人
中国的
Հայերեն
Ελληνική
لەکی
Azərbaycanca
Min konto
Logg inn
Medlemskap!
Glemt passordet ditt!
Søk Send Verktøy Språk Min konto
Avansert søk
Bibliotek
Kurdiske navn
Kronologi av hendelser
Kilder
History
Bruker samlinger
Aktiviteter
Søk Hjelp?
Publication
Video
Classifications
Tilfeldig element!
Send artikkel
Send bilde
Survey
Dine tilbakemeldinger
Kontakt
Hva slags informasjon trenger vi!
Standards
Vilkår for bruk
Element Kvalitet
Om
Kurdipedia Archivists
Artikler om oss!
Legg Kurdipedia til ditt nettsted
Legg til / Slett e-post
Besøkende statistikk
Element statistikk
Fonts Converter
Kalendere Converter
Språk og dialekter av sidene
Keyboard
Hendige lenker
Kurdipedia extension for Google Chrome
Cookies
کوردیی ناوەڕاست
کرمانجی - کوردیی سەروو
Kurmancî - Kurdîy Serû
هەورامی
Zazakî
English
Française
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
Nederlands
Svenska
Español
Italiano
עברית
Pусский
Norsk
日本人
中国的
Հայերեն
Ελληνική
لەکی
Azərbaycanca
Logg inn
Medlemskap!
Glemt passordet ditt!
        
 kurdipedia.org 2008 - 2024
 Om
 Tilfeldig element!
 Vilkår for bruk
 Kurdipedia Archivists
 Dine tilbakemeldinger
 Bruker samlinger
 Kronologi av hendelser
 Aktiviteter - Kurdipedia
 Hjelp
Nytt element
Biografi
Azad Karimi
13-01-2023
شادی ئاکۆیی
Statistikk
Artikler 519,092
Bilder 106,718
Bøker 19,304
Relaterte filer 97,343
Video 1,392
Bibliotek
Norsk-kurdisk (kurmanjî) il...
Bibliotek
Ny i Norge; ordliste norsk-...
Bibliotek
Norsk nå!; ordliste norsk-k...
Bibliotek
Det som var vanskelig å lev...
Biografi
Gelawesh Waledkhani
Tîmaf Kobanî
Gruppe: Biografi | Artikler språk: Kurmancî - Kurdîy Serû
Share
Facebook0
Twitter0
Telegram0
LinkedIn0
WhatsApp1
Viber0
SMS0
Facebook Messenger0
E-Mail0
Copy Link0
Ranking element
Utmerket
Veldig bra
Gjennomsnittlig
Dårlig
Dårlig
Legg til i mine samlinger
Skriv din kommentar om dette elementet!
Elementer historie
Metadata
RSS
Søk i Google etter bilder relatert til det valgte elementet!
Søk i Google for valgt element!
کوردیی ناوەڕاست0
English0
عربي0
فارسی0
Türkçe0
עברית0
Deutsch0
Español0
Française0
Italiano0
Nederlands0
Svenska0
Ελληνική0
Azərbaycanca0
Fins0
Norsk0
Pусский0
Հայերեն0
中国的0
日本人0

Tîmaf Kobanî

Tîmaf Kobanî
Kurtejiyana Tîmaf Kobanî
Tîmaf Kobanî kesayetekî hunermend ji bajarê kobanê ye. Navê xwe yê rastî Mihemed Sedîq e. Di sala 1977'an de li bajarê kobanê ji dayîk bûye. Ji malbateke welatparêz, karker û hunermend e. Di biçûkaniya wî de bavê jê re stran, çîrok û lorîkên kevin digotin, birayê wî yê ji wî mezintir jî cihê xwe di nava koma kobanê ya stranan de digirt. ji ber vê yekê ji wê çaxê de bandora xwe li ser hebû. Dema ku xwedê ew da, di lingekî xwe de bi xwezayî seqet (astengdar) bû. Ji biçûkaniya xwe de hezkirina xwe ji mûzîk, stran û wênexêzkirinê re hebû. Ji hef saliya xwe de dest bi gotina stranan dike. Her car li pêşber malbat xwe stranana Gulistana Perwer a bi navê ''Ey Newroz..Ey Newroz dikir''. Dema ku milet û civat li hev û du rûdiniştin bangî wî dikirin da ku stranan ji wan re bêje. Her ku ew mezin bû hunera wî jî vê re mezintir dibû. Ji dema ku dest bi dibistanê dikir ji aliyê mamoste, şagirt û hawirdorê ve hate hezkirin û ji ber wênexêziyê û gotina strana gelek caran xelat wergirtiye. Vê re hêdî hêdî dest bi nivîsandina helbestan jî dike. Helbesta yekemîn ku nivîsandiye ya bi navê ''Xan Sekinî Li Siya Darê'', tevî mûzîka wî li ser xebitiye û birayî wî jî di ev stran di kasêta ''Şox û şeng'' de xwend. Ji ber hezkirina wî ya stran, mûzîk û helbestê re, pir meraqa wî hebû ku bi birayê xwe re tevlî komê bibe. Lê ji ber ku temenê wî biçûk bû û astengdar bû, wan nedihîşt ku tevlî komê bibe. Dema ew derbasî refa heftan dibe mîhrecanek li ser asta dibistanê çêdibe, hemû şagirtî beşdarî mîhrecanê dibin, ew jî bi stranan beşdarî dibe. Mamosteyekî mûzîkê bi navê Xesas hebû Laziqiyê bû ûd lêdixist jê re digot: ''Ez li Laziqiyê di radyoyekê de li ser beşa mûzîkê dixebitim, ez ê rojekê te bixwe re bibim û tu yê tê de stranan bêjî''. Lê ji ber ku ew astengdar bû malbata wî nedihiştî ku bi mamosteyê xwe re biçe.
Ji ber dengê xwe yê xweş hevalên komê deng û stranên wî dicebibînin, ji ber vê yekê ew di sala 1995'an de tevlî koma Kobanê dibe û di 21'ê adarê de bi yekemîn strana bi navê ''Ey Welat Ez Evîndarê Te Me'' bi gotin û mûzîka xwe beşdar dibe. Rast e wî pir hunerê hez dikir bi hemû taqeta xwe xizmet dikir, lê mixabin ji ber ku ew astengdar bû. Ji ber tevlîbûna wî ya gelek caran ji Newroz, mîhrecan, şahî û boneyan û bi naskirina wî ya zêde, tevî temenê wî yê biçûk ew û çend hevalên xwe ji aliyê rêjîma sûrî ve têne girtin. Piştî demekê di zîndanê de dimîne û tê berdan. Di ber karê xwe yê dibistanê ew dîsa bi karê xwe yê hunerî ve mijûl dibe û bîtir li ser mûzîk û helbestê dixebite. Ji ber ku ew ji malbateke belengaz bû û ji ber zehmetiyên kirîna alavên xwendinê û her wiha ji ber ku gelek caran jî ji ber ku ew derdiket şahiyan, lewma ji aliyê rêjîma sûrî pir caran dihate girtin nikaribû xwendina xwe temam bikira lewma ji refa 9'an û şûn ve dev ji xwendina dibistanê berdide.
Ew vê dawiyê bi strana ''Mamostê Min'' ji gotin û mûzîka wî pê navdar dibe ku li ser mamoste Osman Dadelî tê gotin, ew bixwe kesayetekî siyasetmedar û li gel tevahiya kobaniya bi qedr û qîmet e. Bi vê stranê gelek di nava xelkê de navdar dibe û tê hezkirin. Ji ber hezkirina xwe yê welat û miletê xwe, hunera xwe jî dikire xizmeta di ber vî gelî de û vê riyê re ber bi gavên hîn serkeftîtir ve çû û pêl bi pêl bi huner û mûzîka xwe re belav bû. Nedixwest bibe hunermentên dawetan û tê de stranan bêje, ji ber ku armanca wî ew bû ku ku bi stranên xwe yê şoreşgerşî, netewî û folglorî bi riya miletekî re belav bike. Pir hezkirina xwe di warê afrîneriyê de hebû, azweriyên wî tim li ser afirîneryên helbest, stran û ji wêneyan re hebû, çawa ku hunermenên wekî Ehmedê Çep û Reşîd Sofî ber bi astên bilind ve herikî. wî jî dixwest bi wê hêviyê xwe bighîne astên bilind û pê de biherike. Hêviya wî ew bû ku tiştekî çêbike ku tu kesî çênekiribe, lê mixabin ew negihîşte vê armanca xwe. Raste pir tişt çêkirin û lê ne bi asta ku ew dixwaze muhra xwe li dîrokê bixîne.

Aras Hiso, [31/05/2022 04:14 م]
Di sala 2014'an de dîsa albomek bi sê stranan bi komê re beşdar dibe. Ew alboma ku hatî belav kirin bi strana wî ya bi navê ''Derwêşê Min Delal e'' tê naskirin. Strana duduyan jî ya bi navê ''Bûkê'' û ya sisiyan jî ya bi navê '' Rû Esmer e'' belav dibe. di gelek stranan de ji gotinên xwe bi hevalên xwe yên hunermend re bûye alîkar wekî strana ''Serhildan, Lo hevalno min wenda kir''. Her wiha ne tenê bi hevalên xwe yê komê re jî bûye alîkar e, wî gotina stranekê daye hunermenê hêja Zinar Sozdar a binavê ''Were''. Gotina Stranekê jî li ser hunermen Serhed daye stranbêjekî rojhilatî, gotina stranekê jî daye Zirîfe ku bixwe endamê koma berxwedan e. Her wiha albomek jî Amed Kîbar re çêkiriye ku bixwe ji xelkê Efrînê ye. Û sê stran dane koma Agirî ya bajarê Heleb. Kilîbek jî ji zarokên çand û hunera Baqî Xido re saz kiriye ya bi navê ''Êdî Buhara Me Hat''.
Ew bi stranên ''Xan sekinî li siya darê, Derwêşê min delal e, Bûkê, Were Dilo, Rû Esmere e, Mamostê Min, li ser humermend Serhed, Dînim (Li Xecê û Siyabend), Mem û Zîn, Newroz, Evîna Welat, Koban Taca Rojava ye, Xerîbî û Penaberim''. Her wiha bi gelek helbestên li ser ''Bavê Leyla, Hêvî, Xunav, Dayîka Min, Were Evîn, Dema Ku tu çûyî, Tîrêjên Rojê, Orhanê Min, Pakrewan, Qadî Û Berzan, Seyîd Rûzayî Dêrsimê û Banga Xizanan nivîsandine.
Her wiha wî gelek sînariyo û nivîsandina şanoyan nivîsîne, heta 15 sînariyê nivîsandine. Û derhêneriya kilîban kiriye. Vê dawiyê jî derhêneriya kilîba bi navê ''Zînê'' kiriye.
Xwesteka wî her tim ew e ku çi kesên ku ji huner, çand, mûzîka û folglora xwe hez dikin, bula qedir û qîmetê pê din û pê serbilind bin. Dema ku hunermend sax be, diyarî wî tenê gulek be jî bes e. Lê dema ku ew mir ku gurzên gulan li ser deynin jî tu sûda xwe tune ye. Pir hunemend piştî ku çûn ser dilovaniya xwe navdar bûn. Ma ku piştî ku ew hunermend mir û qedir û qîmet û bi çavên xwe nedît çi sûda xwe heye.
Ew ruxmî xizanî, astengdarî û perîşaniya malbatî kariye hindikek be jî ji bo hunera kurdî xizmetek baş bike tevî derfetên pir kêm û tunebûnê têkoşîneke bêhemba û bi berdêlên pir giran di nav qerebalixa hunermendan de veşartî ma.[1]
Amadekirin: Aras Hiso
Dette produktet har blitt skrevet på et språk (Kurmancî - Kurdîy Serû), klikk på ikonet for å åpne elementet på originalspråket!
Ev babet bi zimana (Kurmancî - Kurdîy Serû) hatiye nvîsandin, klîk li aykona bike ji bu vekirina vî babetî bi vî zimana ku pî hatiye nvîsandin!
Dette produktet har blitt sett 267 ganger
HashTag
Kilder
[1] | Kurmancî - Kurdîy Serû | Hevpeyvîn
Koblede elementer: 1
Datoer & Events
Gruppe: Biografi
Artikler språk: Kurmancî - Kurdîy Serû
Date of Birth: 11-11-1997 (27 År)
Country of death: West Kurdistan
Education level: No specified T4 551
Kjønn: Mann
Nasjon: Kurd
No specified T3 20: Yes
No specified T3 82: Kubanê
No specified T3 85: West Kurdistan
Person type: Artist
Person type: Theatrical
Person type: Poet
Place of Residence: Kurdistan
Technical Metadata
Opphavsretten til denne meldingen har blitt utstedt til Kurdipedia av varens eier!
Element Kvalitet: 99%
99%
Lagt inn av ( ئاراس حسۆ ) på 31-05-2022
Denne artikkelen har blitt gjennomgått og utgitt av ( هاوڕێ باخەوان ) på 01-06-2022
Dette elementet nylig oppdatert av ( هاوڕێ باخەوان ) på : 31-05-2022
URL
Dette elementet i henhold til Kurdipedia er Standards ikke er ferdig ennå!
Dette produktet har blitt sett 267 ganger
Attached files - Version
Type Version Redaktørnavn
Photo fil 1.0.19 KB 31-05-2022 ئاراس حسۆئـ.ح.
Kurdipedia er de største kildene for kurdisk informasjon!
Biografi
Gelawesh Waledkhani
Bibliotek
Et nettverk av førstehjelpere i det minelagte Nord-Irak - Et spørsmål om liv eller død
Bibliotek
Min drøm om Kurdistan – Værd at kæmpe for?

Actual
Bibliotek
Norsk-kurdisk (kurmanjî) illustrert ordbok
24-10-2013
هاوڕێ باخەوان
Norsk-kurdisk (kurmanjî) illustrert ordbok
Bibliotek
Ny i Norge; ordliste norsk-kurdisk sorani
23-10-2013
هاوڕێ باخەوان
Ny i Norge; ordliste norsk-kurdisk sorani
Bibliotek
Norsk nå!; ordliste norsk-kurdisk sorani
23-10-2013
هاوڕێ باخەوان
Norsk nå!; ordliste norsk-kurdisk sorani
Bibliotek
Det som var vanskelig å leve med
21-03-2020
ڕێکخراوی کوردیپێدیا
Det som var vanskelig å leve med
Biografi
Gelawesh Waledkhani
03-04-2022
شەرارە شەمامی
Gelawesh Waledkhani
Nytt element
Biografi
Azad Karimi
13-01-2023
شادی ئاکۆیی
Statistikk
Artikler 519,092
Bilder 106,718
Bøker 19,304
Relaterte filer 97,343
Video 1,392
Kurdipedia er de største kildene for kurdisk informasjon!
Biografi
Gelawesh Waledkhani
Bibliotek
Et nettverk av førstehjelpere i det minelagte Nord-Irak - Et spørsmål om liv eller død
Bibliotek
Min drøm om Kurdistan – Værd at kæmpe for?

Kurdipedia.org (2008 - 2024) version: 15.5
| Kontakt | CSS3 | HTML5

| Page generasjonstid : 0.562 andre!