Bibliotek Bibliotek
Søk

Kurdipedia er de største kildene for kurdisk informasjon!


Search Options





Avansert søk      Keyboard


Søk
Avansert søk
Bibliotek
Kurdiske navn
Kronologi av hendelser
Kilder
History
Bruker samlinger
Aktiviteter
Søk Hjelp?
Publication
Video
Classifications
Tilfeldig element!
Send
Send artikkel
Send bilde
Survey
Dine tilbakemeldinger
Kontakt
Hva slags informasjon trenger vi!
Standards
Vilkår for bruk
Element Kvalitet
Verktøy
Om
Kurdipedia Archivists
Artikler om oss!
Legg Kurdipedia til ditt nettsted
Legg til / Slett e-post
Besøkende statistikk
Element statistikk
Fonts Converter
Kalendere Converter
Språk og dialekter av sidene
Keyboard
Hendige lenker
Kurdipedia extension for Google Chrome
Cookies
Språk
کوردیی ناوەڕاست
کرمانجی - کوردیی سەروو
Kurmancî - Kurdîy Serû
هەورامی
Zazakî
English
Française
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
Nederlands
Svenska
Español
Italiano
עברית
Pусский
Norsk
日本人
中国的
Հայերեն
Ελληνική
لەکی
Azərbaycanca
Min konto
Logg inn
Medlemskap!
Glemt passordet ditt!
Søk Send Verktøy Språk Min konto
Avansert søk
Bibliotek
Kurdiske navn
Kronologi av hendelser
Kilder
History
Bruker samlinger
Aktiviteter
Søk Hjelp?
Publication
Video
Classifications
Tilfeldig element!
Send artikkel
Send bilde
Survey
Dine tilbakemeldinger
Kontakt
Hva slags informasjon trenger vi!
Standards
Vilkår for bruk
Element Kvalitet
Om
Kurdipedia Archivists
Artikler om oss!
Legg Kurdipedia til ditt nettsted
Legg til / Slett e-post
Besøkende statistikk
Element statistikk
Fonts Converter
Kalendere Converter
Språk og dialekter av sidene
Keyboard
Hendige lenker
Kurdipedia extension for Google Chrome
Cookies
کوردیی ناوەڕاست
کرمانجی - کوردیی سەروو
Kurmancî - Kurdîy Serû
هەورامی
Zazakî
English
Française
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
Nederlands
Svenska
Español
Italiano
עברית
Pусский
Norsk
日本人
中国的
Հայերեն
Ελληνική
لەکی
Azərbaycanca
Logg inn
Medlemskap!
Glemt passordet ditt!
        
 kurdipedia.org 2008 - 2024
 Om
 Tilfeldig element!
 Vilkår for bruk
 Kurdipedia Archivists
 Dine tilbakemeldinger
 Bruker samlinger
 Kronologi av hendelser
 Aktiviteter - Kurdipedia
 Hjelp
Nytt element
Biografi
Azad Karimi
13-01-2023
شادی ئاکۆیی
Statistikk
Artikler 519,184
Bilder 106,581
Bøker 19,305
Relaterte filer 97,362
Video 1,394
Bibliotek
Norsk-kurdisk (kurmanjî) il...
Bibliotek
Ny i Norge; ordliste norsk-...
Bibliotek
Norsk nå!; ordliste norsk-k...
Bibliotek
Det som var vanskelig å lev...
Biografi
Gelawesh Waledkhani
Ordîxanê Celîl – xizmetkarê çanda kurdî, lêkolîner, zargotinzanê bi nav û deng
Gruppe: Artikler | Artikler språk: Kurmancî - Kurdîy Serû
Share
Facebook0
Twitter0
Telegram0
LinkedIn0
WhatsApp0
Viber0
SMS0
Facebook Messenger0
E-Mail0
Copy Link0
Ranking element
Utmerket
Veldig bra
Gjennomsnittlig
Dårlig
Dårlig
Legg til i mine samlinger
Skriv din kommentar om dette elementet!
Elementer historie
Metadata
RSS
Søk i Google etter bilder relatert til det valgte elementet!
Søk i Google for valgt element!
کوردیی ناوەڕاست0
English0
عربي1
فارسی0
Türkçe0
עברית0
Deutsch0
Español0
Française0
Italiano0
Nederlands0
Svenska0
Ελληνική0
Azərbaycanca0
Fins0
Norsk0
Pусский0
Հայերեն0
中国的0
日本人0

Ordîxanê Celîl – xizmetkarê çanda kurdî, lêkolîner, zargotinzanê bi nav û d...

Ordîxanê Celîl – xizmetkarê çanda kurdî, lêkolîner, zargotinzanê bi nav û d...
Ordîxanê Celîl – xizmetkarê çanda kurdî, lêkolîner, zargotinzanê bi nav û deng
Di demên Sovyeta berê de, çend nav di warê xizmeta tore, edebiyet, dîrok, mûzîk û zargotina kurdî de eyan bûn, yek ji wan malbata Casimê Celîlê Osê ye. Ev malbata kurdan kar û xebat li ser dîrok û zargotina kurdî kirine û di hemî beşên serkanî û xezîneya hişê civakê de zerika xwe tê werkirine û ji nav derxistine û avêtine nav pirtûkên bi nirx. Wekî malbat, hemî neferên wê, eva nêzîkî sedsalekî bêyî navbir xizmeta çand û ziman û zargotina kurdî dikin. Weke malbateke kurdên Êzdî, rewşenbîr û welatparêz Casimê Celîlê Osê û her sê ewledên wî her yekî xwe li beşeke çanda Kurdî girtine û pêş de birine. Bi hezaran nimûne zargotina kurdî berhev kirine, kirine pirtûk, ji windabûnê xilas kirine, derxistine holê û ji gelê xwe re çavkaniyeke dewlemend, hêja şên kirine. Malbata Celîlan bi tevahî ji 10 hezarî zêdetir stran û awaz berhev kirine û gelek pirtûk xistine nav arşîva kurdan.
Casimê Celîl wekî gelek malbatên Êzîdiyên Kurd di şerê cihanê yê yekemîn de, ji dest zilma Osmaniyan ji Kurdistanê direve û li Ermanistanê bi cih dibe. Bêguman ji bilî keda zanyariyê, malbeta Caliliyan, hemî keda ji malxuyê malê Casimê Celil ve destpêkir, keda du kurê wê malê Celîlê Celîl û Ordîxanê Celil, keda keça wê malê li ser hev kom kiriye û wekî xezîneyeka çanda kurdî di kitêbxaneya dewlemend Casimê Celîl de li Viyanayê di bin banê avahiyeka nû de raberî kurdan û kesên ku bi pirsen çanda kurdî, lêkolînan di warê kurdolojiyê ve mijul dibin dike.
Belê ev pirtûkxane ye, lê hemen demê, hem jî arşîv e. U çawa birayê Ordîxanê Celîl yê biçûk, doktorê dîrokzanîyê, profêsor Celîlê Celîl di hevpeyvinekê de dibêje: — “Ma me pirtûkxane ji bo çi ava kiriye? … Min di gelek hevpeyvînan de ji gelek televîzyonan re gotiye ko ev mala kurdan e û min ji bo kurdan çêkiriye. Yê ko bixwaze lêkolînekê bike, dîplomaya xwe binivîsîne, doktoraya xwe binivîsîne, yan jî yekî ko bixwaze romanekê jî binivîsîne dikare bêt vî cih û sirûşta xweş û bimîne. Ya cihê kêfxweşiyê ew e ko heta ji Chicagoyê jî xelk tên vêderê. Ji Elmanyayê tên, ji Polonyayê tên û ji gelek cihên dî tên. Journalîst tên, siyasetmedar tên. Di vekirina pirtûkxaneyê de sê prezîdentan pîroz kir: Presîtendê Iraqê Celal Talebanî, prezîdentê Kurdistanê kek Mesûd Barzanî û presîdentê Awisturyayê Fischer”. ..
Ewledê wê malbetê temamya jîyana xwe pêşkêşî pêşxistina edebyet, berevkirin, weşandin û lêkolînkirina zargotina gel, kurdzanîyê kirine û kitêbxaneke zengîn ji pey xwe hîştine. Bernameya xwe ye îroyin em dîyarî ewledekî malbeta Casimê Celîl, ji malbeta zanyarîya Kurdên Sovêta berê, ronakbirekî bi nav û deng, dîrokzan, lêkoliner û berevkirekî zargotina gelê me, profêsorê berê yê fakûltêta Rojhilatzanyê ya Unîvêrsîtêta Sankt Pêtêrbûrgê Ordîxanê Celîl dikin.
Belê, Ordîxanê Celîl ewledê Casimê Celîl yê mezin e, ji malbeteke rewşenbîr, welatparêz, xweyê ked û emekekî mezin di pêşdabirina zanyarîya kurdzanyê û edebyeta Kurdî da. Wî 50 salî zêdeitr bi lênihêrandin û nirxandina zargotina kurdî ve mijul bû. Her ciqas jî Ordîxanê Celîl 9 sal berî wê di 75 saliya xwe da ji nava me koç kir û çû ser dilovaniya xwe, ked u emekê wî yê zanîstîyê û efrandarîyê bêhampe bû milkê cimaeta kurd yê giranbaha û navê wî wê heta hetayê di bîra gelê me û civaka zanistîyê de bi dewr û zemana bimîne.
Ordîxanê Celîl di 20. 10. 2007 an de wefat kiriye û li paş xwe bi qasî 60 pirtûkan u berhemên hêja hiştiye.

Pirtûkên Ordîxanê Celîl:
Şiêr û poêm. Yêrêvan, 1959. Bi zimanê kurdî (kîrîlî).
Têlî Hemze. (Şiêr û poêm). Yêrêvan, 1963. Bi zimanê kurdî (kîrîlî).
Dilokêd cimeta kurda. Yêrêvan, 1964. Bi zimanê kurdî (kîrîlî).
Poêzîya Cegerxwîne Bajarvanîyê. (Lêkolîn). Yêrêvan, 1966. Bi zimanê kurdî (kîrîlî).
Êposa cimeta kurdaye mêrxasîyê “Xanê çengzêrîn. Dimdim”. (Lêkolîn û têkst). Moskva, 1967. Bi zimanê rûsî û kurdî (latînî).
Mesele û metelokê cimeta kurda. Kitêba I, Yêrêvan, 1969. Bi zimanê kurdî (kîrîlî).
Zimanê kurdî. Pirtûka dersxana IV. Yêrêvan, 1969. Bi zimanê kurdî (kîrîlî).
7 Mesele û metelokê cimeta kurda. Kitêba II, Yêrêvan, 1971. Bi zimanê kurdî (kîrîlî).

Stranê zargotina kurdaye tarîqîyê. Yêrêvan, 1975. Bi zimanê kurdî (kîrîlî).
Zimanê kurdî. Kitêba dersxana IV. Yêrêvan, 1975. Bi zimanê kurdî (kîrîlî).
Stranê zargotina kurdaye tarîqîyê. Bexda, 1977. Bizimanê kurdî (soranî).
Zimanê kurdî. Kitêba dersxana IV. Yêrêvan, 1980. Bi zimanê kurdî (kîrîlî).
Zimanê kurdî. Kitêba dersxana IV. Yêrêvan. 1985. Bi zimanê kurdî (kîrîlî).
Mesele û metelokên gelê kurd. Tevî Celîlê Celîl. Moskva, 1972. Bi zimanê kurdî (latînî) û rûsî.
Gulçin. (Nimûneyên bijare yên zargotina kurda). Tevî Celîlê Celîl. Yêrêvan, 1972. Bi zimanê kurdî (kîrîlî).
Çîrokên gelê kurd. Yêrêvan, Tevî Celîlê Celîl, 1974. Bi zimanê kurdî (kîrîlî).
Sîyarê xeybê. Çîrokên kurdî. Tevî Celîlê Celîl. Vîlnyûs, 1976. Bi zimanê lîtvanî.
Mesele û metelokên gelê kurd. Tevî Celîlê Celîl. Zürich, 1976. Bi zimanê kurdî (latînî).
Zargotina kurda. P’irtûkên I, II. Tevî Celîlê Celîl. Moskva, 1978. Bi zimanê kurdî (latînî).
Zargotina kurda. Pirtûka 1. Tevî Celîlê Celîl. Yêrêvan, 1979. Bi zimanê kurdî (latînî).
Zargotina kurda. Pirtûka 2. Tevî Celîlê Celîl. Yêrêvan, 1982. Bi zimanê kurdî (kîrîlî).
Qisaet hiza al-folklor al-kurdî. Beyrût 1982. Bi zimanê erebî.
Gulançkzêrîn. (Nimûneyên bijare yên zargotina kurda). Tevî Celîlê Celîl. Yêrêvan, 1983. Bi zimanê kurdî )kîrîlî).
Gulçin. (Nimûneyên bijare yên zargotina kurda). Tevî Celîlê Celîl. Yêrêvan, 1972. Bi zimanê kurdî (kîrîlî).
Çîrok, lêgênd û evsûnên kurdî. Moskva, Tevî Celîlê Celîl û Zîna Celîl. 1989. Bi zimanê rûsî.
Mesele û metelokên gelê kurd. Tevî Celîlê Celîl. Yêrêvan, 1991. Bi zimanê kurdî (kîrîlî).
Zargotina kurda. Pirtûka 1. Tevî Celîlê Celîl. Bexda. 1991 Bi zimanê kurdî (soranî).
Çîrokên kurdî. Frankfûrt, Tevî Celîlê Celîl. 1993. Bi zimanê almanî.
Destanên kurdî. Tevî Celîlê Celîl. Stambul, 1994. Bi zimanê kurdî (latînî).
Zargotina kurdan. Tevî Celîlê Celîl. Cilda I. Swêden, Bromma 1995
30.Çîrok, lêgênd û evsûnên kurdî. Tevî Celîlê Celîl û zîna celîl. Heleb,1996. Bi zimanê erebî.
Kurt kahramanlim Destani DIMDIM. Stambûl, 2001 Bizimanê tirkî
/O.Dj Djalilov/ Îstorîêskîyê pêsnî Kurdov Sankt. Pêtêrbûrg. 2003. Bi zimanê rûsî û kurdî.
Cegerxwîn’in Yaşami ve şiir analaysî. Stambûl, 2004. Bi zimanê tirkî.
Zargotina kurda. Pirtûka 1. Tevî Celîlê Celîl. Wien, 2005. Bi zimanê kurdî (latînî).
Zargotina kurda. Tevî Celîlê Celîl. Hewlêr, 2008. Bi zimanê kurdî (soranî).
Zargotina kurda – Gotinêt Mezinan. Ordixanê Celîl û Celîlê Celîl. Veguhartin ji tîpên latînî: Prof. Bedirxan Sindî. Dihok, Hewlêr, Çapxaneya Aras, 2009, 182 rûpel, Kurdî/Kurmancî, Bi tîpên Erebî.
37. Zargotina Kurda. Du cild. Ordixanê Celîl û Celîlê Celîl. Sala 2013an.Weşanxaneya AramêÇavkanî:
Malbeta Casimê Celîl. Paşa Amedî (Nivîskar, Çîroknûs), Avestakurd
Malbeta Casimê Celîl – Xebat Nûce
Familyeya Celîlê Celîl xizmeteke mezin ji bo kurdî kirine û dikin. Arif Zerevan – Nefel
Ordîxane Celîl – Wîkîpêdiya
Fermo, guhdarîya bernameya radyoya Ria taza derheqa jîyan û xebatên Ordîxanê Celîl bikin.
Amadekar û rêvebira bernameyê Bêlla Stûrkî ye.[1]
Dette produktet har blitt skrevet på et språk (Kurmancî - Kurdîy Serû), klikk på ikonet for å åpne elementet på originalspråket!
Ev babet bi zimana (Kurmancî - Kurdîy Serû) hatiye nvîsandin, klîk li aykona bike ji bu vekirina vî babetî bi vî zimana ku pî hatiye nvîsandin!
Dette produktet har blitt sett 1,744 ganger
HashTag
Kilder
[1] | Kurmancî - Kurdîy Serû | krd.riataza.com
Relaterte filer: 1
Koblede elementer: 10
Technical Metadata
Element Kvalitet: 99%
99%
Lagt inn av ( ڕاپەر عوسمان عوزێری ) på 06-02-2022
Denne artikkelen har blitt gjennomgått og utgitt av ( زریان سەرچناری ) på 06-02-2022
Dette elementet nylig oppdatert av ( زریان سەرچناری ) på : 06-02-2022
URL
Dette elementet i henhold til Kurdipedia er Standards ikke er ferdig ennå!
Dette produktet har blitt sett 1,744 ganger
Kurdipedia er de største kildene for kurdisk informasjon!
Bibliotek
Et nettverk av førstehjelpere i det minelagte Nord-Irak - Et spørsmål om liv eller død
Bibliotek
Min drøm om Kurdistan – Værd at kæmpe for?
Biografi
Gelawesh Waledkhani

Actual
Bibliotek
Norsk-kurdisk (kurmanjî) illustrert ordbok
24-10-2013
هاوڕێ باخەوان
Norsk-kurdisk (kurmanjî) illustrert ordbok
Bibliotek
Ny i Norge; ordliste norsk-kurdisk sorani
23-10-2013
هاوڕێ باخەوان
Ny i Norge; ordliste norsk-kurdisk sorani
Bibliotek
Norsk nå!; ordliste norsk-kurdisk sorani
23-10-2013
هاوڕێ باخەوان
Norsk nå!; ordliste norsk-kurdisk sorani
Bibliotek
Det som var vanskelig å leve med
21-03-2020
ڕێکخراوی کوردیپێدیا
Det som var vanskelig å leve med
Biografi
Gelawesh Waledkhani
03-04-2022
شەرارە شەمامی
Gelawesh Waledkhani
Nytt element
Biografi
Azad Karimi
13-01-2023
شادی ئاکۆیی
Statistikk
Artikler 519,184
Bilder 106,581
Bøker 19,305
Relaterte filer 97,362
Video 1,394
Kurdipedia er de største kildene for kurdisk informasjon!
Bibliotek
Et nettverk av førstehjelpere i det minelagte Nord-Irak - Et spørsmål om liv eller død
Bibliotek
Min drøm om Kurdistan – Værd at kæmpe for?
Biografi
Gelawesh Waledkhani

Kurdipedia.org (2008 - 2024) version: 15.5
| Kontakt | CSS3 | HTML5

| Page generasjonstid : 0.781 andre!