Hawar yekemîn kovara kurdî bi tîpên latînî bû.
Di kovara Hawar de yekem car di dîroka kurdan de zimanê kurdî bi tîpên latînî hatiye nivîsandin û ji ber vê yekê cihekî taybet ê kovarê di pêşveçûn û standartkirina zimanê kurdî de heye. Navên nivîskarên Hewarê di pêşgotina xwe de, wiha bi rêz dike: Bedir Xan, Osman Sebrî, Qedrîcan, Cegerxwîn, Mistefa Botî, Ehmed Namî, Hesen Hişyar, Bişarê Nêrwan, Reşîd Kurd, Goram, Tewfîq Wehbî, Evdilxaliq Esîrî, şakir Fetah, Hevîndê Sorî, Pîrot, Lawekî Kurd.
Hawar dengê zanînê ye. Zanîn xwe-nasîn e. Xwe-nasîn ji me ra rêya felat û xweşiyê ye.
Li gel kurdî di her hejmarekî de 3-4 rûpelên frensî jî hebûn. Heta hejmara 23'an nivîsên kurdî yê kovarê bi alfabeyên latînî û erebî derdiketin. Piştî vê hejmarê ew temamî êdî bi latîni dihat weşandin. Naveroka hemî hejmara dora 808 rûpelan vedigirt. Di hejmarên pêşîn da zêdetir nivîsên Celadet û birayên wî Kamûran Alî Bedirxan, ku êdî ew jî wê çaxê hatibû Libnanê, derdiketin. Piştî hejmara çarê gelek navên din jî tevlî wan bûn û gelek ji wan di demên dawîn da di wêjeya kurdî de bûn kesên navdar.
Roja destpêka weşana kovara Hawarê (15'ê gulanê) îro weke Roja zimanê kurdî tê pîrozkirin.
Di sala 1998'an de hemû hejmarên hawarê ji aliyê Firat Cewerî hat berhevkirin o bi awayeki orijînal ji weşanxaneya Nûdemê hat weşandin.