библиотека библиотека
Поиск

Kurdipedia является крупнейшим источников информации курдским курдам!


Параметры поиска





Расширенный поиск      Клавиатура


Поиск
Расширенный поиск
библиотека
Имена для курдских детей
Хронология событий
Источники
История
Пользователь коллекций
виды деятельности
Помощь в поиске?
Публикация
видео
Классификации
Случайная деталь!
Отправлять
Отправить статью
Отправить изображение
Опрос
Ваше мнение
контакт
Какая информация нам нужна !
Стандарты
Правила использования
Параметр Качество
Инструменты
Нарочно
Архивариусы Курдипедии
Статьи о нас !
Kurdipedia Добавить на ваш сайт
Добавить / удалить e-mail
Статистика посетителей
Статистика статьи
Конвертер шрифтов
Календари Конвертер
Проверка орфографии
Языки и диалекты страницы
Клавиатура
Удобные ссылки
Расширение Kurdipedia для Google Chrome
Cookies
Языки
کوردیی ناوەڕاست
کرمانجی - کوردیی سەروو
Kurmancî - Kurdîy Serû
هەورامی
Zazakî
English
Française
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
Nederlands
Svenska
Español
Italiano
עברית
Pусский
Norsk
日本人
中国的
Հայերեն
Ελληνική
لەکی
Azərbaycanca
Мой счет
Вход
Членство !
Забыли пароль !
Поиск Отправлять Инструменты Языки Мой счет
Расширенный поиск
библиотека
Имена для курдских детей
Хронология событий
Источники
История
Пользователь коллекций
виды деятельности
Помощь в поиске?
Публикация
видео
Классификации
Случайная деталь!
Отправить статью
Отправить изображение
Опрос
Ваше мнение
контакт
Какая информация нам нужна !
Стандарты
Правила использования
Параметр Качество
Нарочно
Архивариусы Курдипедии
Статьи о нас !
Kurdipedia Добавить на ваш сайт
Добавить / удалить e-mail
Статистика посетителей
Статистика статьи
Конвертер шрифтов
Календари Конвертер
Проверка орфографии
Языки и диалекты страницы
Клавиатура
Удобные ссылки
Расширение Kurdipedia для Google Chrome
Cookies
کوردیی ناوەڕاست
کرمانجی - کوردیی سەروو
Kurmancî - Kurdîy Serû
هەورامی
Zazakî
English
Française
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
Nederlands
Svenska
Español
Italiano
עברית
Pусский
Norsk
日本人
中国的
Հայերեն
Ελληνική
لەکی
Azərbaycanca
Вход
Членство !
Забыли пароль !
        
 kurdipedia.org 2008 - 2024
 Нарочно
 Случайная деталь!
 Правила использования
 Архивариусы Курдипедии
 Ваше мнение
 Пользователь коллекций
 Хронология событий
 виды деятельности - Курдипедиа
 Помощь
Новый элемент
библиотека
КУРДСКИЙ ЯЗЫК (Диалект корманджи)
20-04-2024
ڕاپەر عوسمان عوزێری
библиотека
ИСТОРИЯ ЭТНОСОВ КАЗАХСТАНА (1991–2016 гг.)
17-04-2024
ڕاپەر عوسمان عوزێری
биография
НУРЕ ДЖАВАРИ
13-04-2024
ڕاپەر عوسمان عوزێری
биография
Георгий Мгоян
01-02-2024
ڕاپەر عوسمان عوزێری
биография
Победоносцева Кая Анжелика Олеговна
29-01-2024
ڕاپەر عوسمان عوزێری
биография
Пашаева Ламара Борисовна
18-01-2024
ڕاپەر عوسمان عوزێری
библиотека
КАВКАЗСКIИ КАЛЕНДАР НА 1856 годь
28-11-2023
ڕاپەر عوسمان عوزێری
библиотека
Участие курдов в Великой Отечественной войне 1941 — 1945 гг
17-11-2023
ڕاپەر عوسمان عوزێری
биография
Чатоев Халит Мурадович
17-11-2023
ڕاپەر عوسمان عوزێری
библиотека
КУРДЫ СОВЕТСКОЙ АРМЕНИИ: исторические очерки (1920-1940)
17-11-2023
ڕاپەر عوسمان عوزێری
Статистика
Статьи 518,961
Изображения 106,405
Книги pdf 19,320
Связанные файлы 97,285
видео 1,397
биография
ВАЗИРИ НАДЫРИ
биография
РУДEНКО МАРГАРИТА БОРИСОВНА
биография
Qedrîcan
Статьи
КУРДСКАЯ ВЕРСИЯ СУФИЙСКОЙ Л...
Статьи
Хорасанский курманджи
Besiva ji bo 100 peyvên Selîm Temo
Курдипедия — крупнейший многоязычный источник курдской информации!
Категория: Статьи | Язык статьи: Kurmancî - Kurdîy Serû
Делиться
Facebook0
Twitter0
Telegram0
LinkedIn0
WhatsApp0
Viber0
SMS0
Facebook Messenger0
E-Mail0
Copy Link0
Рейтинговая статья
Отлично
очень хороший
Средний
неплохо
плохой
Добавить в мои коллекции
Ваше мнение о предмете!
предметы истории
Metadata
RSS
Поиск в Google для изображений, связанных с выбранным элементом !
Поиск в Google для выбранного элемента !
کوردیی ناوەڕاست0
English0
عربي0
فارسی0
Türkçe0
עברית0
Deutsch0
Español0
Française0
Italiano0
Nederlands0
Svenska0
Ελληνική0
Azərbaycanca0
Fins0
Norsk0
Pусский0
Հայերեն0
中国的0
日本人0

Zana Farqînî

Zana Farqînî
Besiva ji bo 100 peyvên Selîm Temo
#Zana Farqînî#

Der barê angaşta birêz Selîm Temo de, ku wî di konferansa li ser Mehmed Uzun de ya li Zanîngeha Bilgiyê kiribû, di malpera Diyarnameyê de gengeşiyek dest pê kir ku hîn jî berdewam e. Wî gotibû ku ji berhemên Mehmed Uzun hezar peyv berhev kirine ku di tu ferhengan de nîn in. Li ser gotina wî, birêz Dawid Rebiwar serî li fikir û nêrîna min jî xist. Min jî daxwaz kir ku birêz Selîm Temo wan hezar peyvan ji me re diyar bike ku em jî ji wan agahdar bibin, heta em karibin ji wan sûd wergirin û di çapa nû ya ferhengê de bi cih bikin. Li hêla din çend nivîskarên ku tevî vê nîqaşê bûn navê min û xebata min a ferhengê jî bi nav kirin û bi ser de ji min jî hat xwestin ku ez jî raman û hizirên xwe der barê vê angaştê de aşkera bikim. Piştî ku Selîm Temo di nivîsa xwe ya Diyarnameyê de 100 peyv weşandin, min jî rahişt ferhenga Kurdî-Tirkî ya ku min amade kiriye û ez li wan peyv û biwêjan geriyam. Min divê ez bibêjim ku hejmar ji bo min girîng e û dema ez rastî peyveke nû ya ku min hay jê nîn e têm, ji kêfan ez nizanim çi bikim. Te dît dibêjin, eger baskê min hebûna ez ê bifiriyama. Eynî wisan. Carek ew lîste ne sed peyv e. Di lîsteyê de 99 made hene ku sê jê jî dubare ne û li rastê dimîne 96 made. Yeka din jî bi awayê dipandin heye ku bi ya me ew jî awê kişandî ya lêkera pandin, pan an jî payîn e. Bi vî awayî li rastê dimîne 95 made.Niha jî ez dê li gorî rêza alfabetîk li ser van bêjeyan rawestim û yên ku min ew di ferhenga xwe de dîtine aşkera bikim. Paşê jî ew awayên destnîşankirî ku di ferhengê de nîn in diyar bikim. Lê ji ber ku peyv tenê li ber destê me ne û bi awayê bikarhatî yê di nav hevokê de ne tune ne, heye ku em şaşiyan jî bikin. Ligel vê rewşê jî dîsan ez dixwazim wan bêjeyan diyar bikim. Lê ez dê di çar beşan de li ser vê lîsteyê rawestim û pêşî ji peyvên ku bi şêwe û teşeyên hatine pêşkêşkirin dest pê bikim.Beşa yekemîn Di vê beşê de ez ê wan bêjeyên ku wekî hatine destnîşankirin di ferhengê de hene, derpêş bikim: Bêrê, berik, bûr, cax, cêrî, cobir, dijberî, girs, gokmeydan, helsor, heste, hewa, hoy, hurme, jûr, kab, kelekel, kepîr, kepir, kewandî, kud, kurtedem, mak, max, mêkewEv 25 peyv bi vî awayî di ferhengê de min dîtin. Li ser peyva berik ku wek berrik hatiye destnîşankirin hewcedarî bi çend gotinan heye. Di zimanê me yê nivîskî de der barê tîpa dubare de nelihevkirinek heye. Ez di xebatên xwe de tîpa dubare (şede) bi kar naynim. Loma ne wek berrik lê belê mîna berik ev peyv heye ku min di pênc xalan de cih daye vê peyvê ku ew ji aliyê bilêvkirinê û wateyê ve ji hev cihê ne.Li hêla din, di ferhengê de peyva girs cih girtiye, lê belê di wateya yığın de girse heye. Dîsan peyva kepîr heye, lê ne di wateya uçurum de kepir cih girtiye.Beşa duyemînEz niha jî dixwazim li ser wan peyvan bisekinim ku îcar bi şêweyeke din di ferhenga min de cih girtine.bingorî: Bi vî awayî di ferhengê de cih negirtiye. Lê wek bingor kirin heye.binikî: Peyvên binik û binkî hene.bîrkok: Ez nizanim gelo ev peyv di çi wateyê de ye. Eger ew di wateya bîra avê de be, wek bîr û bîrik di ferhengê de cih girtiye. Lê ger xwedî wateya kesê ku tiştan zû ji bîr dike be, îcar mîna bîrok, bîrker, bîrkor, bîrsar di ferhengê de heye.celab: Eger ew ne peyveke din be; wek celeb heyecawtarî: Ev peyv heke navê cureyekî baharatan be, di ferhengê de wek cehterî, catirî heye.çarpî: Heke ev peyv ji aliyê wateyê ve çarling be, awayê wê yê rast çarpê heye, lê belê ku di wateya çarlepkan de be îcar wek çarpîk di ferhengê de heye.çav bi çav: Mîna çav bi çav li hev nihêrtin heye.çîqeçîk: wekî çîq heye, lê ger mebest ji vê peyvê teqlîda dengê çûk û çivîkan be, awayên çîk, çîveçîv û wîçewîç di ferhengê de hene. çevbêtirs: Di ferhengê de bi awayê çavnetirs heye ku di zargotina me de bi hêsanî em rast lê tên. Ji şêweya çavbêtirs bêhna tirkî tê.çinçinkirî: Bi şeklê çînçînkirî di ferhengê de heye. Ez bi xwe rastî awayê çin an jî çinçin nehatime. Ji min kirê ew şaş hatiye bikaranîn û îhtimal e ku ew çînçînkirî be.destxwîn: Awayê destbixwîn di ferhengê de cih girtiye ku ev di zargotina me de heye û rasttir e ji şêweya destxwîn.devhesp: Ku di heman wateyî de bin, mîna devhespok heye.dilronî: wek dilronîker heyedipandin: Eger ev halê kişandî ya lêkera pana gerguhêz be, wek pandin di ferhengê de heye.dirbî: Eger ev jî hemwateya derpê, derpî be di ferhengê de heye. fehîdkar: Di ferhengê de wek fihêdkar, fedîkar heye. Her wiha em di devokên kurmancî de rastî van awayên bilêvkirinê jî tên: Fehît, fehîtok, fehîtoyî, fehêt, fêhêt, fêhêtayî, fêhêtoyî, fihêd, fedok û fedî.ferkizandin: Wek ferqizandin heye. Ez wisan texmîn dikim ku di vê lêkerê de dengên k û q bi hev hatine guhartin. Bi gotina kurt, wek şaşiyeke rastnivîsê ji min re xuya dike.ferkizî: Wek ferqizî heye.ferxecewr: Peyvên ferx û cewr cuda hene. Ev gotina hevedudanî ji min re xerîb tê.gihîjok: Bi şêweyên guhîj, givîj û gîjok di ferhengê de hene.guvîj: wek givîj û guhîj heye.heşînok: Eger ev navê reng û morîka nezerê be wek hêşînok heye. Ji ber çi ez wisan dibêjim, ez dixwazim diyar bikim. Ez pir rast lê têm ku di zimanê nivîskî de jî hin kes dengê ê û e tevî hev dikin, an jî li gorî devoka xwe dinivîsin. Mînak: hejmar û hêjmar, hejar û hêjar, nêrîn û nerîn….hevirge (hevêrk):  Di ferhengê de hevêrk û hevêrke heye.jêkdûrî: Tenê wek jêk heye ku ev jî peyveke hevedudanî ya ji+êk hatiye pê. Her wiha jêkdûrî jî sînonîma jihevdûrî yan jî jevdûrî ye û di ferhengê de tenê jevdûrî heye.kavcal: Di ferhengê de kevjal, kêvjar, kêfşing hene ku sînonîmên hev in.kevûk: wek kevok heye ku ev şêwe di zimanê devkî û nivîskî de zêde berbelav e.koşek: (Eger sînonîmê hev bin) di ferhengê de koşik heye.kupik: Gelo ev ne kûpik beşkurdunde: Sînonîmên wê yên wekî kurdonde, kurdûnde û kordunde di ferhengê de hene.kurkirik: Di ferhengê de kurkurik heye. Lê ji ber ez wateya peyvê nizanim, nikarim bibêjim ev jî sînonîma wê ye. Her wiha dibe ku hemwateya kirkirk be jî.lêvbûn: Gelo heye ku ev berginda bilêvbûnê ango telafûzkirinê be, yan jî , ne levabûn ango parîkirin beş!lojin: Di ferhengê de hemwateyên wê rojing û rojîn hene. Lê ew nîn e. Em dizanin ku di zimanê me de dengên l û r bi hev diguherin. Mîna alîkarî û arîkarî. Jixwe ji bo kuleka ronîkirinê di kurmancî de rojîn jî tê gotin. Ew cihê ku roj tê re dikeve hundirû. Lewma rojîn, an jî rojing ji awayê lojin rasttir e. Bi ya min qet nebe di zimanê nivîskî de divê ku ew bê tercihkirin.Kurtasiya gotinê, 32 made ji vê lîsteya hanê jî, bi vî awayî di ferhengê de cih girtine.Beşa sêyemînDi vê beşê de jî ez dê li ser navên hevedudanî û terkîban rawestim û nêrîna xwe bibêjim.bîhnfurî: di ferhengê de ev gotina hevedudanî nîn e, Lê divê ku ez balê bikêşim ser du aliyên wê. Yek; peyva bîhn. Ev bêje di zimanê me yê devkî û yê nivîskî de bi çend şeklan derdikeve pêşberî me. Mîna bîn, bihn, bihin,bêhn û bîhn. Aliyê duyemîn jî ev e. Di zimanê me de lêkera fûrîn heye, bi ya min  îcar ji aliyê rastnivîs û vekîtê ve li rastê şaşiyek heye ku ew ne furî, lê divê fûrî be. Îcar ku peyveke hevedudanî ji van bê çêkirin, divê mirov zimanê nivîskî li ber çav bigire û biryarê li ser bêhnfûrî bide. Dimîne ka ev peyv ji aliyê semantîk ve rast e an na.dûvkaniya çav: Di zargotina me de dûvçik û kanika çav heye û ev her du peyv jî di ferhengê de hene. Dûvçik ango qemçika çav e û kanik jî ew cih e ku hêstir û rondikên çavên mirov jê derdibin. Îcar ev peyveke hevedudanî dûvkaniya çav çêkirî û şaş e.haşer û maşer: Wek heşir û meşer cuda hene: Awayên haşer û maşer bi ya min bilêvkirina zimanê tirkî ye.karên nehînî: Wek peyv nehênî heye, lê bi awayê terkîb bi vî awayî nîn e, îcar di şûnê de karên nelirê heye ku ev jî biwêjeke zargotina me ye.kêfa Gurê Manco kirin: Kêfa gurê pîr kirin heye û ev rast e: Wek tê zanîn Gurê Manco afirandiyekî xeyalî yê zargotina me ye.kewgîrvan: Di zargotina me de kewgir heye, lê belê ev şeklê kewgîrvan şaş e. Jixwe carek bi paşgira girê  kirdenav (îsmê fail) hatiye çêkirin, êdî hewce nake ku em parkîta vanê jî lê zêde bikin. Lê çi heyf ku di zimanê me yê nivîskî de em rast lê tên xetayên wiha girîng ên tên kirin û hema kî bikeve tengasiyê radihêje paşgira vanê û li dawiya peyvekê datîne, bêyî bizanibe bê lê tê an na. Wekî guhdarvan û beşdarvan. Ev nabe…..malraxistin: Di ferhengê de xanî raxistin heye. Eger qest ji vê peyvê hazirkirina nav malê be, bi kurmanciya gewr jê re hazirkirina malê, mala hazir jî tê gotin. Lê raxistina xanî an jî malê, tê wateya bikeyskirina têkberên navmalê, nemaze raxistina cîraxan.marên cû: Ez bi xwe rastî gotina marê sercûn hatime û min di ferhengê de, di xala sercûn de cih daye vê gotinê. Her wiha bêjeya cûn jî di ferhengê de heye. Lê ez rastî awayê cû nehatime. Bi ya min, ev cû ji cûnê tê.Ev her 8’ên (heştên) hanê jî, ez bi vî çavî li wan dinêrim û dinirxînimBeşa çaremînA rast min dixwest ez li ser van peyvên mayî jî, nemaze hin ji wan ên hevedudanî jî çend tiştan binivîsim, lê ji ber ku nivîs dirêj nebe, ez hewcedarî pê nabînim. Hema ez bi awayekî kin û kurt bibêjim ku ev peyvên li jêrê di ferhenga ku min amade kiriye de, nîn in:Alega, bacanî, bahûn, balşox, bêguhêr, bêhnatî, bêrkevanî, besttijî, cotedil, çermkerî, damîş, dengsar, dêqehp, diqilandin, ezreqî, garisî, gelevînî, girane, gula mihemedî, gulmêw, hefrî, helekesk, hemdanî, hûlîlk, înik, îşkencehez, îşkencexwaz, kezebxur, kurtqusiyayî, lêvtarî, meretest:Li ber destê min 5 hezar peyv hene ku min ew di ferhengê de bi cih nekirine û ez misêwa peyvan li wan zêde dikim. Min ev peyv jî ji nivîsar, berhem û zargotinê berhev kirine. Lê ji ber ku der barê wateya wan de ez xwedî guman bûme yan jî min başebaş bi mehneya wan nizanibûye min ew di ferhengê de bi cih nekiribûn. Min peyva bahûn (bahûn: kevçiyekî bahûn) û gula mihemedî jî di nav vê lîsteya banka xwe ya peyvan de dîtin.Di encamê de ez hez dikim ku der barê çend xalên ku ji bo min girîng in, tiştinan bibêjim. Gelo gava ku em ferhengên xwe amade bikin em dê zimanê nivîskî ji xwe re hîm û bingeh bibînin an jî zimanê devkîş Eger em ferhengên berhevkariyê saz bikin bi ya min hewce ye ku em devokên zimanê xwe li ber çav bigirin û navê ferhenga berhevkariyê lê deynin. Li hêla din îcar em tenê ferhenga vesehîkirinê (ku tirk jê re dibêjin tarama sözlüğü) durist bikin pêwîst e ku em peyvên nivîskar tomar û qeyd bikin.Gava ku ez berhemeke nivîskarekî dixwînim û peyv û biwêjan, gotinên pêşiyan ji wan derdixim ez bi hendaze nêzîkî li wan dikim û heta ji min tê, helbet li gor zanîn û tecrûbeya xwe, bi hûrbînî û nişmîtî li ser wan radiwestim. Ji lew re nemaze li ser nivîskarên me yên bakur bandor û hînkariya zimanê tirkî gelek heye. Kêm nivîskar ji vê rewşê xwe filitandine. Her wiha nivîskarên me gelek peyvan (cureyên wan çi dibe ew zane, nemaze peyvên hevedudanî û yên kirdenav) çêdikin, bêyî ku ew ji taybetî û teknîka zimanê kurdî agahdar bin. Ez nabêjim bila qet peyvan çênekin, na, jixwe gava mirov dest avêt nivîsandinê bivê nevê mirov dibe midaxilê zimên.Birêz Mehmed Uzun jî ji wan kesan e ku tesîra zimanê tirkî li ser heye. Min di hejmara 13’an a kovara W’yê de nivîsek bi navê Der barê zimanê Mehmed Uzun de çend têbinî weşand û ji romana wî ya Hawara Dîcleyê II gelek nimûne wergirtin, bi tevî nîşandana hejmara rûpelan û ez li ser wan hûr bûm. Min bi awayekî aşkera tesîra zimanê tirkî ya li ser şêwaz û fikirîna wî ya bi zimanê kurdî xuya û destnîşan kir. Ez naxwazim zêde dirêj bikim, kesê ku meraq dike dikare û dişê dêhn û bala xwe bide wê nivîsara min.  Tengasî û alaziyên me hene. Jixwe baş tê zanîn ku hîn zimanê me yê nivîskî ji hêla rastnivîs û vekîtê ve nekemiliye û xwedî gelş û gelemşeyan e. Li vir ez naxwazim bikevin nav kitekitan behs ji hewcedariyên ji bo pêkanîna ferhengan bikim. Kesên ku serê xwe bi vî warî diêşînin pir hindik ji wan pîvaneyan haydar û agahdar in. Rê û dirb diyar û aşkera ne.Li dawiyê ez dixwazim bibêjim ku min bi xwe ji vê gengeşiya navborî gelek sûd û kelk wergirt. Ev yek bikêrî min hat. Ez ji hemû kesên ku tevî vê nîqaşê bûne, digel ku ez ji şêwaz û islûba hin kesan ne razî me jî, spasên xwe pêşkêşî wan dikim. Her wiha, her kesê ku bi vî zimanê tehdedîtî û qedexekirî dinivîse û berheman diafirîne, xizmetê ji zimanê kurdî re dike û ji bo bipêşxistin, peresandin, geşepêdan û standardkirina wî xwedî ked û hedê ye. Derdê me pir e, loma gotinên ku hewce ye bên gotin jî zêde ne. Ez bi ew qasî qîma xwe tînim. Paşê eger hewce bike em dikanin ji tiştên din ên bi vê mijar û dabaşê re eleqedar in, bibêjin û vebêjin.Kaynak: Besiva ji bo 100 peyvên Selîm Temo - Amîda Kurd
[1]
Этот пункт был написан в (Kurmancî - Kurdîy Serû) языке, нажмите на значок , чтобы открыть элемент на языке оригинала!
Ev babet bi zimana (Kurmancî - Kurdîy Serû) hatiye nvîsandin, klîk li aykona bike ji bu vekirina vî babetî bi vî zimana ku pî hatiye nvîsandin!
Эта статья была прочитана раз 256
Хэштег
Источники
[1] Веб-сайт | Kurmancî - Kurdîy Serû | https://www.amidakurd.net/ - 17-11-2023
Связанные предметы: 2
Категория: Статьи
Язык статьи: Kurmancî - Kurdîy Serû
Дата публикации: 25-05-2007 (17 Год)
Классификация контента: Литература/ Литературная критика
Классификация контента: языковедческий
Классификация контента: Статьи и интервью
Страна - Регион: Курдистан
Тип документа: Исходный язык
Тип публикации: Цифровой
Технические метаданные
Параметр Качество: 99%
99%
Эта запись была введена ( ئاراس حسۆ ) в 17-11-2023
Эта статья была рассмотрена и выпущена ( سارا ک ) на 18-11-2023
URL
Этот пункт в соответствии со стандартами Курдипедии pêdiya еще не завершен!
Эта статья была прочитана раз 256
Kurdipedia является крупнейшим источников информации курдским курдам!
биография
Чатоев Халит Мурадович
Статьи
Саратовский Курдистан
библиотека
Участие курдов в Великой Отечественной войне 1941 — 1945 гг
библиотека
КУРДСКИЙ ЯЗЫК (Диалект корманджи)
Изображение и описание
Тбилиси (1903 г.)
Изображение и описание
Шейх Aбдель- салям Барзани с вице-консулом России в Урмии Н.М. Кирсановым 1914
биография
Аристова Татьяна Фёдоровна
библиотека
КУРДЫ СОВЕТСКОЙ АРМЕНИИ: исторические очерки (1920-1940)
Статьи
Курды в Великой отечественной войне: краткий очерк
биография
ХАРИС БИТЛИСИ - Idris Bitlisi
биография
Георгий Мгоян
библиотека
ИСТОРИЯ ЭТНОСОВ КАЗАХСТАНА (1991–2016 гг.)
библиотека
КАВКАЗСКIИ КАЛЕНДАР НА 1856 годь
биография
Мусаелян Жаклина Суреновна
биография
Демирташ Селахаттин
биография
Джангир ага Хатифов
Статьи
V. МЕЖДУНАРОДНЫЙ КУРДСКИЙ СИМПОЗИУМ Мела Махмуд Баязиди & Август Жаба и их наследие
Изображение и описание
Кочевники огня из Месопотамии (1908)
Археологические места
Замок Срочик
Изображение и описание
Сыканье (1907 г.)
биография
Омархали Ханна Рзаевна
биография
Пашаева Ламара Борисовна
биография
ОЛЬГА ИВАНОВНА ЖИГАЛИНА
Изображение и описание
Курдянки В Национальных Костюмах 1928
Статьи
Издательский дом (Зангезур) в Кыргызстане
Статьи
Палестина и Курдистан: партизанская дружба

Действительный
биография
ВАЗИРИ НАДЫРИ
24-11-2021
ڕاپەر عوسمان عوزێری
ВАЗИРИ НАДЫРИ
биография
РУДEНКО МАРГАРИТА БОРИСОВНА
04-12-2021
ڕاپەر عوسمان عوزێری
РУДEНКО МАРГАРИТА БОРИСОВНА
биография
Qedrîcan
14-12-2021
ڕاپەر عوسمان عوزێری
Qedrîcan
Статьи
КУРДСКАЯ ВЕРСИЯ СУФИЙСКОЙ ЛЕГЕНДЫ ОБ ИБРАХИМ АДХАМЕ
24-04-2022
ڕاپەر عوسمان عوزێری
КУРДСКАЯ ВЕРСИЯ СУФИЙСКОЙ ЛЕГЕНДЫ ОБ ИБРАХИМ АДХАМЕ
Статьи
Хорасанский курманджи
16-05-2022
ڕاپەر عوسمان عوزێری
Хорасанский курманджи
Новый элемент
библиотека
КУРДСКИЙ ЯЗЫК (Диалект корманджи)
20-04-2024
ڕاپەر عوسمان عوزێری
библиотека
ИСТОРИЯ ЭТНОСОВ КАЗАХСТАНА (1991–2016 гг.)
17-04-2024
ڕاپەر عوسمان عوزێری
биография
НУРЕ ДЖАВАРИ
13-04-2024
ڕاپەر عوسمان عوزێری
биография
Георгий Мгоян
01-02-2024
ڕاپەر عوسمان عوزێری
биография
Победоносцева Кая Анжелика Олеговна
29-01-2024
ڕاپەر عوسمان عوزێری
биография
Пашаева Ламара Борисовна
18-01-2024
ڕاپەر عوسمان عوزێری
библиотека
КАВКАЗСКIИ КАЛЕНДАР НА 1856 годь
28-11-2023
ڕاپەر عوسمان عوزێری
библиотека
Участие курдов в Великой Отечественной войне 1941 — 1945 гг
17-11-2023
ڕاپەر عوسمان عوزێری
биография
Чатоев Халит Мурадович
17-11-2023
ڕاپەر عوسمان عوزێری
библиотека
КУРДЫ СОВЕТСКОЙ АРМЕНИИ: исторические очерки (1920-1940)
17-11-2023
ڕاپەر عوسمان عوزێری
Статистика
Статьи 518,961
Изображения 106,405
Книги pdf 19,320
Связанные файлы 97,285
видео 1,397
Kurdipedia является крупнейшим источников информации курдским курдам!
биография
Чатоев Халит Мурадович
Статьи
Саратовский Курдистан
библиотека
Участие курдов в Великой Отечественной войне 1941 — 1945 гг
библиотека
КУРДСКИЙ ЯЗЫК (Диалект корманджи)
Изображение и описание
Тбилиси (1903 г.)
Изображение и описание
Шейх Aбдель- салям Барзани с вице-консулом России в Урмии Н.М. Кирсановым 1914
биография
Аристова Татьяна Фёдоровна
библиотека
КУРДЫ СОВЕТСКОЙ АРМЕНИИ: исторические очерки (1920-1940)
Статьи
Курды в Великой отечественной войне: краткий очерк
биография
ХАРИС БИТЛИСИ - Idris Bitlisi
биография
Георгий Мгоян
библиотека
ИСТОРИЯ ЭТНОСОВ КАЗАХСТАНА (1991–2016 гг.)
библиотека
КАВКАЗСКIИ КАЛЕНДАР НА 1856 годь
биография
Мусаелян Жаклина Суреновна
биография
Демирташ Селахаттин
биография
Джангир ага Хатифов
Статьи
V. МЕЖДУНАРОДНЫЙ КУРДСКИЙ СИМПОЗИУМ Мела Махмуд Баязиди & Август Жаба и их наследие
Изображение и описание
Кочевники огня из Месопотамии (1908)
Археологические места
Замок Срочик
Изображение и описание
Сыканье (1907 г.)
биография
Омархали Ханна Рзаевна
биография
Пашаева Ламара Борисовна
биография
ОЛЬГА ИВАНОВНА ЖИГАЛИНА
Изображение и описание
Курдянки В Национальных Костюмах 1928
Статьи
Издательский дом (Зангезур) в Кыргызстане
Статьи
Палестина и Курдистан: партизанская дружба

Kurdipedia.org (2008 - 2024) version: 15.5
| контакт | CSS3 | HTML5

| Время создания страницы: 0.266 секунд!