Navê pirtûkê: Meseleya Wijdanê
Navê nivîskar: Ahmed Muxtar Caf
Navê wergêr: Zîya AVCI
Wergera ji ziman: Soranî/Kurdî
Cihê çapkirina pirtûkê: Stenbol
Navê çapxaneyê: Avesta
Sala çapê: 2016
Rûpel: 86
=KTML_Bold=Rave=KTML_End=
Ev vegotin, yek ji mînakên destpêkê ê pexşana kurdî / soranî ye. Ahmed Muxtar Begê Caf, ev serpêhatî li derdora salên 1927-1928 an de nivîsandine. Kurê Wesman Begê Caf û Adîle Xanim e. Demekê di parlemana Iraqê de mebûsî jî kiriye. Bêhtir bi şi’rên xwe tê naskirin û naveroka şi’rên wî bi giştî kurd û Kurdistan in.
Di vê vegotina kurt de Ahmed Muxtar nexweşiyeke kevn a civakên rojhilat nîşanî me dide, dejenerasyon û xirecira îdarekirina jiyana civakî ku hê jî li ba me û li gelek welatên din guncav e, radixe ber çavan.[1]