=KTML_Bold=Rêveberiya Xweser… nimuneya rastîn e ku Sûriyê ji tonela tarî derdixe-2=KTML_End=
Gelek astengî li pêşiya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê derdikevin, ya sereke destwerdanên derve ye ku sîstema demorkatîk li herêmê napejirînin. Ev astengî bandorekê li rêveberî û gelên herêmê dike. Rêveberî hewl dide bi hemû derfetan van astengiyan derbas bike û xebatên xwe bi pêş bixîne.
=KTML_Bold=ASTENGÎ=KTML_End=
Di beşê duyemîn de, em ê balê bikişînin ser astengiyên ku li pêşberî Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê derdikevin û çawaniya derbaskirina astengiyan.
=KTML_Bold=ASTENGIYÊN KU LI PÊŞIYA RÊVEBERIYÊ DERDIKEVIN=KTML_End=
Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê di nava du salan de anku ji roja damezirandinê ve, di her aliyan de qanûnên têkildarî rêvebirin û rêxistinkirina civakê danîn û xizmeta civakê dike. Lê li beramberî xebatên wê yên domdar gelek astengî li pêşiya wê derdikevin.
Li gorî hevseroka Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Bêrîvan Xalid, astengiya sereke ya ku li pêşiya rêveberiyê derket; ji ber 9 salên şer, êrişên çeteyên DAIŞ û artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê binsaziya herêmê di her aliyan de wêran bibû, her wiha gelek aliyan hewl dan fitneyê di navbera pêkhateyên herêmê de derxînin da ku rêveberiyê têk bibin, ya herî dawî bûyerên ku li gundewarên Dêrazorê rû dan.
Bêrîvan Xalid got, astengiya herî mezin mijara ewlehî û pêkanîna îstîqrara herêmê ye û diyar kir: Di aliyê erdîngariyê de em ji DAIŞ'ê xilas bûn, lê hîna herêm ji ber fikir û bernameyên wê zehmetiyan dikişîne.
Tevî têkbirina DAIŞ'ê, lê şaneyên wê yên veşartî hîna li herêmê hene ku texrîbê dikin û karmendên saziyên Rêveberiya Xweser dikin hedef. Her wiha zêdeyî 12 hezar çeteyên DAIŞ di girtîgehên QSD'ê de ne û 65 hezar malbatên wan di kampan de ne.
Astengiya din a ku Rêveberiya Xweser dikişîne, peydakirina pêwîstiyên koçberan e. Herêmên Rêveberiya Xweser pêşwaziya bi deh hezaran koçberên ji herêmên Sûriyê kir û ji bo wan 15 kampên koçberan vekirin.
Bêrîvan Xalid li ser mijarê dibêje: Piştî êrişên dagikeriyê kareseteke mirovî rû da, bi hezaran sivîl koçber bûn û xwe li kampan girtin. Heta me karî me alîkarî pêşkêşî wan kir. Lê em di wê baweriyê de ne ku çiqas em alîkariyê bikin jî têrê nakê. Mixabitin em bi tenê, li pêşberî karesetekê man û civaka navdewletî bêdeng e. Derfetên me xweser bûn. Car caran hin rêxistinên desteke şermo pêkêş dikirin.
Bêrîvan Xalid bal kişand ser girtina deriyê sînor ê Til Koçer li pêşiya derbasbûna alîkariyên mirovî ji bo herêmê û got, girtina derî îhtîmalên rûdana karesteke mirovî li herêmê zêde dike, nemaze bi nêzîbûna zivistanî re ku pêwîstiyên koçberan zêde dibin.
Bêrîvan Xalid, destnîşan kir ku ku Rêveberiya Xweser berpirsyartiya kampa Holê radike, ya ku bi deh hezaran malbatên çeteyên DAIŞ û penaberên Iraqê dihewîne û diyar kir ku civaka navdewletî erka xwe ya di vê derbarê de bi cih naîne.
Hevserokê Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Ebid Hamid El-Mihbaş diyar kir ku dosyaya koçberan bi girêk e, gelek kamp hene, ya herî mezin kampa Holê ye ku 64 hezar koçberên Sûriyê, penaberên Iraqê û malbatên çeteyên DAIŞ'ê dihewîne.
El-Mihbaş rêxistinên mirovî rexne kir û got: Alîkariyên ku hin rêxistin dişînin gelekî kêm in. Ev yek barê Rêveberiya Xweser giran dike.
Ji astengiyên din ên li pêşiya Rêveberiya Xweser li gorî Mihbaş, belavbûna vîrusa koronayê ye û lewazbûna qada tenduristiyê li herêmê ji bo êrişên li dijî hatine kirin e.
Ebid Hamid El-Mihbaş her wiha bal kişand ser êrişên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê û diyar kir ku tevî ku DAIŞ'ê li herêmê têk çûye, lê êrişên dewleta Tirk a dagirker ku di Cotmeha 2019'an de dest pê kirin hîna berdewam in û bû sedema koçberkirina zêdeyî 300 hezar sivîlî.
Hevserokê Meclisa Rêveber Ebid Hamid El-Mihbaş îşaret bi qutkirina avê li ser bajarê Hesekê ji aliyê dewleta Tirk ve û got: Di mijara qutkirina avê li ser bajarê Hesekê de rêveberî li pêşberî aloziyeke mezin e. Em bi hemû enrejiya xwe hewl didin bi rêya projeyan avê bighînin bajar.
Bêrîvan Xalid got ku ew bi îradeya rêveberiyê û bi kombûna gel li derdora rêveberiyê karibûn hin astengiyan derbas bikin.
GIRÊKA ÇARESERIYA SIYASÎ Û DIJBERIYA RÊVEBERIYÊ
Bêrîvan Xalid dibêje ku astengiya herî bi girêk, negihiştina çareseriya siyasî ji bo tevahî Sûriyê û da zanîn ku, hewldanên wan hene ku armancên rêveberiya xweser bi cih bînin ji bo ku bibe mînaka çaresekirina krîzên tevahî herêmê.
Rêveberiya Xweser gelek caran hewl da û hîna hewl dide ku bi rêya diyalogên bi hikumeta Sûriyê û aliyên muxlalif re bighêje çareseriyeke siyasî ji aloziyê, ku hemû pêkhate mafên xwe yên rewa bigirin. Lê hikumeta Sûriyê di hişmendiya xwe de bi israr e û siyaseta deriyê girtî dimeşîne. Ji ber vê diyalogên di navbera hedu aliyan de sekinîne.
Şîrovekarê siyasî yê Sûrî yê muxalif Xiyas Neîsa dibêje: Aliyên opozisyonê (yên fermî) bûne alîgirên dewletan 'Îtîlafa Tirkiyê' û mîna komîteya destûrî dewletên mudaxle dikin, desteya mûzakeriyan parve dikin. Formên opozisyonê hene lê navê dewletan digirin.
Neîse her wiha diyar dike ku ji dewletên ku destwerdanê li welat dikin dostên rasteqîn ên Rêveberiya Xweser tune ye, ji ber van sedeman êriş li dijî rêveberiyê hatin kirin û hîna jî tên kirin. Dîsa jî embargoyeke mezin li ser wê hatiye ferz kirin. Dewletên ku destwerdanê dikin û rejîm dijberiya rêveberiya dikin.
Rêveberiya Xweser tecrubeyek nû ye, li herêmê tê pêşxistin, tevî keda mezin lê nehiştiye asta ku tê xwestin.
Di Rêveberiya Xweser de, komîn û meclisên herêmî bingeha derxistina biryaran e. Ji ber ku berpirsê rêveberiyên siyasî û xebata rojane ya civakên xwe yên herêmî ye.
Lê di demên dawî de rola komînan di rêxistinakirina civakê de paşket. Sedem jî lewazbûna Rêveberiya Xweser di pêşxistina wê de ye, her wiha hin karmend bi cidiyet li komînan nanêrin.
El-Mihbaş dibêje: Jiyana komînal rewşeke civakî ye, ji şaneya herî biçûk (komîn) dest pê dike, piştre meclis û rêveberî tên. Komîn bingeha sereke ya sîstema Rêveberiya Xweser di pêkanîna navendî de ye, yanî gel bi xwe xwe bi rêve bibe.
Hizira komîn, hizireke nû ye, pêwîstiya wê bi pêşxistinê heye. Rêveberiya Xweser hewl dide civaka komînal bi pêş bixîne, ku gund bi xwe rêveberiya xwe bike û rêveberî desteka wê bike da ku bighêje asta rêveberiyê.
=KTML_Bold=RÊVEBERIYA XWESER ÇAWA LI HEMBERÎ RAGEŞÎ Û KÊMASIYAN DISEKINE?=KTML_End=
Rêveberiya Xweser bi hemû hêza xwe hewl dide bi rêya pêşxistina karmendên xwe asta xebatên deste û rêveberiyên sivîl bi pêş xistine, lê kêmbûna kardroyên rêveberî yên pispor dibe asteng.
Ebid Hamid El-Mihbaş diyar dike: Rêveberî di du salên dawî de di pêvajoyeke tijî kar re derbas bû. Binsaziya hemû rêveberiyan nîv wêran bibû, bi taybet qadên tenduristî, perwerde û fêrkirin, çandinî, avdan û xizmetguarî. Ji hemû rêveberiyan kedeke mezin û cidî ji bo ji nûve avakirinê dihat xwestin da ku xizmeteke baştir pêşkêşî welatiyan li ser asta her heft rêveberiyan bike.
El-Mihbaş axaftina xwe wiha didomîne: Tevahî desteyan dikarîn bi derfetên di dest de wan saziyan ji nû ve ava bikin û projeyên çandin û avdanê pêşkêşî cotkaran bike. Her wiha gelek nexweşxane û navendên tenduristiyê vekirin, lê xizmetên ku hatine pêşkêşkirin ne li gorî asta dihat xwestin.
Ebid Hamid El-Mihbaş diyar kir ku Rêveberiya Xweser dê bighêje asta ku tê xwestin, xizmeteke baştir pêşkêş bike û bi hevkariya gel atmosfêreke jiyanî, siyasî, aborî û ewlehî peyda bike.
=KTML_Bold='DIVÊ RÊVEBERÎ BIBE MODELEKE NIŞTIMANÎ JI BO TEVAHÎ SÛRIYE'=KTML_End=
Xiyas Neîse dibêje: Şer, dorpêç û êrişên li ser Rêveberiya Xweser astengiyan di hundirê projeya Rêveberiya Xweser de çêdike. Her wiha gendelî, lewazbûna beşdarbûna gel, tevliheviya di hewlestên siyasî û siyaetên civakî û aborî de li pêşiya derfetên pêşxisitna projeya Rêveberiya Xweser ku veguhestre projeyeke niştimanî ji bo tevahî Sûriyê dibin asteng.
Neîse her wiha dibêje: Li hemberî xeterî û rageşiyan tişta ku divê were kirin xebateke lezgîn û cidî, ku projeya Rêveberiya Xweser veguherînin modeleke niştimanî aktîv ji bo tevahî Sûriyan û gelên herêmê. Ev yek bi hêza gel, hêzên demokrasî, çepgirên radîkal pêkan e ku ji ber hilgirên sereke yên vê projeyê ne.
Tevî hemû astengiyên li pêşiya Rêveberiya Xweser, li gorî herêmên din bin serweriya hikumeta Sûriyê û komên çete yên girêdayî dewleta Tirk dikarî ewlehiya herêmê biparêze, pêwîstiyên sereke yên welatiyên bi cih bînine û bi awayekî demokratîk herêmê bi rêve bibin. Ji ber vê gelên herêmê dibînin ku projeya herî guncaw dibînin.
[1]