=KTML_Bold=Rêveberiya Xweser… nimuneya rastîn e ku Sûriyê ji tonela tarî derdixe-1=KTML_End=
Di demekê de ku gelek herêmên Sûriyê rastî wêraniyê dihat û şêniyên wê dihatin kuştin û koçberkirin, li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê nimuneyeke demokratîk a rêveberiyê li rex şerê li dijî terorê pêş diket. Mirov dikare vê rêveberiyê li tevahiya Sûriyê pêk bîne.
=KTML_Bold=QONAXÊN AVABÛNA RÊVEBERIYÊ Û CUDAYHIYA DI NAVBERA WÊ Û PERGALÊN DIN DE ÇI YE?=KTML_End=
Di 6'ê Îlonê Rêveberiya Xweseriya a Bakur û Rojhilatê Sûriyê dikeve 3 saliya xwe. Piştî rizgarkirina herêmê ji DAIŞ`ê, ev rêveberî û 7 rêveberiyên xweser û sivîl li herêmê hatin avakirin, da ku biryaran bikin yek û bi hev re kar bikin. Armanc ew bu ku xebatan ji herêma ji ber siyasetên cudabûnê ya Baas û azarên ku ji çeteyên DAIŞ û Cebhet El-Nusra dema herêmê dagir kir kişandine, derbas bikin.
Di vê dosyayê ya ku ji du beşan pêk bê de, em ê behsa pergala Rêveberiya Xweser, qonaxên damezirandin û sazumaniya wê, cudabûna wê ji pergalên din, astengî û kêmasiyên ku rastî wê tên, bikin.
=KTML_Bold=RÊVEBERİYA XWESER ÇAWA HATE DAMEZİRANDİN?=KTML_End=
Şoreşên gelan ên ku Ii herêmê sala 2010`an li dijî pergalên zordest derketine, di sala 2011`an de gihaşt Sûriyê. Lê şoreşa Sûriyê ji ber mudexeleyên derve ji armanca xwe ya bingîn dûr ket. Bi taybet mudexeleyên dewleta Tirk û Qeter di vir de bandorek neyînî leyîst. Piştî vê gelê Sûriyê gihaşte wê rastiyê ku şoreşa esasî di bin pêşengiya Rêveberiya Xweser pêk tê.
Li ser wê Kurdan li Rojava erka birêvebirina şoreşê girt ser xwe û hewl da bi gelên din ên Ereb, Suryan, Asûr, Ermen, Turkmen û Çerkez re pergaleke demokratîk ku nûnertiya wan dike ava bikin. Lewra Şoreşa 19`ê Tîrmehê di sala 2012`an ji Kobanê destpê kir.
Di salvegera yekemîn a şoreşa 19`ê Tîrmehê de projeya rêveberiya demkî ji bo herêmê hate pêşkêşkirin. Ev pêşniyar ji hêla tevahiya çîn, sazî û partiyên siyasî ve hate pejirandin. Li ser vê bingehê Meclisa Gel a Rojava û Encûmena Niştîmanî ya Kurd li Sûriyê li hev kir û xwedî li projeyê derket û di 8`ê Îlona 2013`an de li ser 9 bendan îmze kirin.
Li ser vê bingehê komîteyên ku dê bi pêkhateyên herêmê yên wek Ereb, Suryan, Asûr, Şîşan, Ermen û Turkmen bicivin hatin avakirin da ku projeyê ji wan re pêşkêş bikin. Nûnerên piraniya pêkhateyên herêmê rêgeza projeyê erê kir û tev lê bû.
Lê bi ragihandina projeya demokratîk re, hêzên derve di sêrî de dewleta Tirk dijberiya vê projeyê kir. li ser astên siyasî û aborî dest bi êrişên xwe yên li dijî herêmê kir. Herêm rastî êrişên dijwar ji hêla komên çeteyên girêdayî DAIŞ, Cebhet El-Nusra û komên ku wê demê bi navê Artêşa Azad ve bi fermana dewleta Tirk hatin.
Bajar û herêmên Rojava hatin dorpêçkirin, tevahiya deriyên sînor ji hêla dewleta Tirk û hikumeta Sûriyê ve hatin girtin. Partiya Demokrat a Kurdistanê ya ku deriyê Sêmalka deriyê tekane bi herêmê re girt, alîkariya wan kir.
Asta siyasî bi ya ku aborî ve girêdayî ye, gelek alî û tevgerên siyasî nikarîn derbasî Bakur û Rojhilatê Sûriyê bibûna. Derbasbûna gelek alî û tevgerên siyasî ji herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê re hate qedexekirin.
Beriya rojekê ji ragihandina projeyê bi awayekî fermi, hinek partiyên ENKS`ê beyî ku sedemeke diyar nîşan bidin jê vekişiyan. Lê armanca wan a rastîn binxistina projeyê bû. Lê avakirina saziya yekemîn a projeyê Meclisa Giştî ya Damezrîner a Rêveberiya Demkî ya Hevbeş bi awayekî fermi di 12`ê Mijdara 2013`an de hate ragihandin. Jê desteya şopandina pêkanîn projeyê derket, da ku belgeyên cuda amade bike. Ev xebat heta ragihandina avakirina Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a sê kantonan; Cizîr di 21`ê Çileya 2014`an, kantonên Efrîn û Kobanê di heman mehê de, domiya. Ev gav, ji girîngtirîn gavên dîrokî yên şoreşa Rojava ye.
Di civînekê de serokê Meclisa Rêveber û cigîrên wî, serokên 22 desteyên Rêveberiya Xweseriya Demokratîk li pêşiya Meclisa Qanûnsaz bi sê zimanên fermî li kantona Cizîrê Kurdî, Erebî û Suryanî sond xwarin. Her endamekî bi zimanê dayîka xwe sond xwar.
=KTML_Bold=RÊVEBERİYEKE HEVGİRTİN Jİ BO BAKUR Û ROJHİLATÊ SÛRİYÊ=KTML_End=
Gelên ku bi hev re Rêveberiya Xweser ragihandin, bi hev re şerê komên çeteyên DAIŞ`ê kirin û herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê hêdî hêdî ji DAIŞ`ê rizgar kirin. Bi rizgarkirina her herêmekê re, gelên wê rêveberiya xwe ya xweser an jî sivîl radigihandin.
Di Cotmeha 2017`an de bi rizgarkirina bajarê Reqayê re, yê ku DAIŞ`ê wek paytexta xîlafeta xwe ragihandibû, li Bakur û Rojhilatê Sûriyê 7 rêveberiyên sivîl û xweser yên mîna; Cizîr, Firat, Efrîn, Minbicê û gundewarên wê, Reqa, Tebqa û Dêrazorê hebûn. Li ser vê bingehê Meclisa Sûriya Demokratîk di kongreya xwe sêyemîn de ya ku di 16`ê Tîrmeha 2018`an de li dar xist, pêwîstiya avakirina sazûmaniyeke rêveber ku xebatan di navbera herêmên rizgarkirî û rêveberiyên xweseriya demokratîk ên Bakur û Rojhilatê Sûriyê de koordîne dike, erê kir.
Ji bo wê komîteyeke amadekar ji bo damezirandina Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê di 6`ê Îlona 2018`an de hate avakirin. Di civîna ku li avahiya Meclisa Sûriya Demokratîk de ya li navçeya Eyn Îsayê li dar ket de, 70 endamên rêveberiyên cuda yên Bakur û Rojhilatê Sûriyê beşdar bûn.
Di wê civînê de Rêveberiya Xweser a ku ji Meclisa Giştî ya Rêveberiya Xweser, Meclisa Rêveber û Meclisa Edaletê pêk tê hate ragihanidn.
Meclisa Giştî ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji 70 endaman pêk hat. Sîha Qeyro û Ferîd Atî wek hevserokê Meclisa Giştî hatin hilbijartin û dîwanek ji meclisê re ku ji 5 endaman pêk tê hate hilbijratin.
Meclisa giştî her pêwîstiyek çêbû, li hev dicive. Da ku pergal û qanûnên Meclisa Rêveber erê bike, pirsgirêk û astengiyên ku rastî 7 rêveberiyên sivîl û şêniyan li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê tê, çareser bike. Piştî ku piraniya endamên meclisê pêşniyarek erê kir, ew dibe biryar û divê pêk were.
Ebid Hamid El-Mihbaş û Bêrîvan Xalid wek hevserokên Meclisa Rêveber hatin erkdarkirin. Erka vê meclisê avakirina deste û nivîsgehên Rêveberiya Xweser ên Bakur û Rojhilatê Sûriyê, danîna baweriyê ji deste û nivîsgehên ku di 3`yê Cotmeha 2013`an de hatine avakirin û erêkirina rêziknameyên wan.
Sazûmaniya Meclisa Rêveber ji 10 deste, 7 nivîsgehan û daîreyekê pêk tê. Ew jî wiha ne:
Desteyên; Aborî û Çandinî, Tenduristî û Hawîrdor, Malî, Perwerde û Fêrkirin, Hundirîn, Karûbarên Civakî û Xebitandinê, Jin, Çand, Ciwan û Werzîş û Rêveberiya Herêmî.
Nivîsgeh jî; parastin, ol û bawerî, şêwirmendî, ragihandin, petrol û berhemên binerd, geşepêdan û plankirin û karûbarên mirovî ne.
Daîre: Têkiliyên Derve
Meclisa Edaletê ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji 13 endaman pêk tê. Ev endam ji hêla komîteya amadekar ve hatin pêşniyarkirin. Di 25`ê Nîsana 2019`an de avakirina Meclisa Edaletê hate ragihandin.
=KTML_Bold=CUDAHIYA Dİ NAVBERA WÊ Û PERGALÊN DİN DE=KTML_End=
Rêveberiya Xweser felsefeya netewa demokratîk a Rêber Abdullah Ocalan ji xwe re kiriye bingeh. Rêber Abdullah Ocalan di parêzname û hevdîtinên bi parêzerên xwe re de diyar kir ku ev nimune ne tenê yê kurdan e, lê belê nimuneya herî guncew ji tevahiya pirsgirêkên Rojhilata Navîn e. Her wiha piştrast dike ku nimuneya dewleta netewperest ji xwezaya civakên Rojhilata Navîn re ne guncew e.
Rêber Abdullah Ocalan dibêje: Heke neteweye demokratîk giyan be Rêveberiya Xweser beden e. Beden bê giyan nabe. Giyan jî bê beden nabe. Neteweya demokratîk bêyî rêveberiya xweseriya demokratîk nabe û rêveberiya xweseriya demokratîk jî bêyê neteweya demokratîk nabe.
Rêbertî her wiha diyar dike ku rêveberiya xweser xwe ne li ser bingehê yeknetew û yek erdîngarî û ne yek ol ava kiriyê, lê belê li ser bingehê gelan û civakên cûr bi cûr û li ser bingehê demokrasiyê ye. Ev rêveberî li dijî zihniyeta dewlet –netew e.
Rêber Abdullah Ocalan dîsa dibêje: Di sîstema Rêveberiya Xweseriya Demokratîk de, yek girîng îradeya rêveberina civakê ye, civakê erêkn dewleta navendî hêsan dike û bi xwe xwe bi rêve dibe. Ez wihsa dibêjin, ku navend erkan dispêre civakê. Di rêveberiya xweseriya demokratîk de dijmberiya dewletê nine.
Rêveberiya Xweser; şêwazek rêveberiya derveyî çarçoveya dewletê ye. Tê de gel û civak xwe bi xwe bi rêve dibin. Ew ji navarok û felsefeya rêveberiya wê ji şêwaza hikuma xweser cuda ye. Ji ber ku desthiatên hikuma xweser, herêmên diyar in, pergalek xweser e lê girêdayî hikumeta navendî ye. Teşeyek di hundirê dewletê de digire ne ku civakê.
Desthilata hikumê xweser, nûnertiya dewletê li herêma ku bi rêve dibe, dike. Lê Rêveberiya Xweser xwe ji dewletê dûr dixe. Xwe bi hikumeta navendî girêda nade. Heta di ware pêkanîna pêdiviyên civakê û xwebirêxistinkirinê di tevahiya gund, tax, bajar û herêman de hewl dide navendîbûna dewletê û zihniyeta dewletê heta radeya ku tişt bi navê hikumeta navendî nemîne, zeîf bike.
Rêveberiya Xweser ji hundirê civakê ava dibe û civakê hemû hembêz dike. Li ser vê bingehê ew vîn, daxwaz û pêwîstiya civakê ye.
Desthilata hikuma xweser sînorên wê yên rêveberî, desthilata wê ya rêveber li ser bingeha erdnîgarî, nijadî yan jî olî diyar dibin. Berovajî wê, Rêveberiya Xweser van çarçoveya ji xwe re nake bingeh.
Girêdayî vê mijarê siyasetmedar Azad Berazî dibêje: Sûriyê ji dema ku ava bûye de ji hêla pergalek navendî tê hikumkirin. Lê jêdera birayarê di Rêveberiya Xweser de meclis û rêveberiyên sivîl in û ti tişt li ser wan ji navendê ve nayê ferzkirin.
Berazî îşaret bi taybetmendiya Rêveberiya Xweser û cudabûna wê ji pergalên din kir û got: Ew nûnertiya tevahiya pêkhateyên rêveberiyê dike û kesekî jê dûr naxe. Ev welat ê hemûyan e. Nûnerên hemûyan jî di Rêveberiya Xweser de ne. Ev yek di sazûmaniya rêveberiyên xweser û meclisên sivîl de diyar dibe. Em ciherengiyekê di tevahiya waran de dibînin.
Li gorî Berazî nuqteya herî girîng, rola jin a di ava rêveberiyê de ye. Bi taybet di pêkanîna nimuneya hervserokatiyê de di tevahiya meclis, dest û nivîsgehên Rêveberiya Xweser de ji bilî desteya jinan.
=KTML_Bold=RÊVEBERİYA XWESER Çİ PÊŞKÊŞ KİRİYE?=KTML_End=
Ji destpêka aloziya Sûriyê ve herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê rastî êrişan tê. Ev yek wêraniyek mezin di tevahiya asta de çêkir. Lewra Rêveberiya Xweser erka restorekirina tiştên wêrankirî hilda ser xwe.
Girêdayî vê mijarê hevseroka Meclisa Rêveber Bêrîvan Xalid destnîşan kir ku piştî rizgarkirina herêmê ji çeteyên DAIŞ`ê û tunekirina wan li Baxozê li gundewarên Dêrazorê di 23`yê Adara 2019`an de, Rêveberiya Xweser erka ji nû ve rastkirina binesaziya herêmên rizgarkirî, piştgiriya warên çandinî, aborî, perwerdehî û tenduristiyê hilda ser xwe.
Rêveberiyê mîna restorakirina warê xizmetguzarî weke av, kehrebe, rê, pêdiviyên bingehîn ji şêniyan re peyda dike û qanûnên ku herêmê bi rêxistin dikin danîn ji dema avakirinê ve xebatên bingehîn ji şêniyan re pêşkêş dike.
Li gorî Bêrîvan ji destpêkê ve wan di planên xwe yên stratejîk de girîngî dane binesaziya herêmê ya ku ji ber êrişên DAIŞ û dewleta Tirk ve wêran bûye.
Li ser asta derve, Rêveberiya Xweser têkiliyên xwe yên derve fireh kirin. Ev yek di zêdebûna serdanên şandeyan û pêkanîna lihevkirinên navdewletî de diyar bû. Jê ya herî girîng lihevkirina bi Neteweyên Yekbûyî (YE) re girêdayî qedexeya leşkerkirina zarokan di Tîrmeha 2019`an de û lihevkirina petrolê bi şirketeke Amerîkayê re ye.
=KTML_Bold=GİRÎNGTİRÎN QANÛNÊN RÊVEBERİYA XWESER=KTML_End=
Ji ber êrişên DAIŞ û komên girêdayî rejîma Baas û êrişên dewleta Tirk, parastina herêmê gelek girîng bû. Lewra pêwîstî bi derxistina qanûneke taybet ji bo pêkanîna erka xweparastinê hebû. Ji ber wê qanûna erka xweparastinê ya ku 21`ê Tîrmeha 2014`an hatiye derxistin, hinek guhertin tê de çêbû. Li gorî wê divê ji her malbatekê endamek ku temenê wî di navbera 18 heta 30 saliyê ye, erka xweparastinê pêk bîne.
Ji ber xeteriya êrişên terorîstan li dijî civakê û aştiya navxweyî û ji ber zirarên ku bi aboriya herêmê dikirin, pêwîstî bû qanûna têkoşîna li dijî terorê bihata derxistin. Ji bo ku ewlehiya civakê dabîn bike. Ji ber wê meclisê di 27`ê Îlona 2014`an de qanûna têkoşîna li dijî terorê derxist.
=KTML_Bold=HEMÛ HÊVİYA SÛRİYEYEKE NENAVENDÎ DİKİN KU RASTİYA CİHERENGİYA CİVAKA SÛRİYÊ VEDİBÊJE=KTML_End=
Di dirêjahiya du salên derbasbûyî de ji avakirina Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê ve, herêm rastî gelek êrişên hundirîn û derve hat. Lê heta niha li ber xwe da. Li gorî çavdêran, mayîna projeya wê ya siyasî û demokratîk ji tevahiya dijberên wê peyama herî bi hêz e û nîşana asta baweriya gelan bi vê nimuneyê ye ku rêya tekane ya çareserkirina aloziya Sûriyê ye bi şêwazekê ku mafên tevahiya pêkhateyên gelê Sûriyê li gorî dîtinek nenavendî dabîn dike. Êdî gelek aliyên opozîsyona rastîn bi vê rêveberiyê bawer dike.
Têkildarî vê mijarê siyasetmedar Azad Berazî diyar dike ku hemû hêviya Sûriyeyeke pirrengî ku rastiya ciherengiya çand, siyasî, netewî û taîfî ya gelê Sûriyê vedibêje bi tevlibûna hemûyan di rêveberiyê ku nûnertiya wan dikin de, dikin. Ev jî di Rêveberiya Xweser de pêk tê.
Berazî di dawiyê de got: “Hemû hêvî dikin ku Sûriyeya pêşerojê nenavendî be. hemû tê de beşdar bin, tevî girtina biryar û xêzkirina pêşeroja vî welatî bin.”[1]