Danasîneke kurt li ser rola stranên kurdî
Stran ew hestin ku ruh dide gotinan û giyanên mirovan xweş û geş dike. Em ê careke din warê stranê, dengêbêjî û folklora kurd. Û ji wan jî em ê bi xeleke nû rola stranên kurdî di nav civaka kurdan de nas bikin.
Li gor piraniya nêrînan, li ser erdê wêje bi helbestê dest pê kiriye, ango berhema wêjeyê ya yekem helbest e. ji kevin de li cem kurdan helbest heye û li ser zarên dengbêjan, ji nifşekî bo yê din hatiye veguhestin.
Parastina stranên gelêrî yên kurdî tê wateya parastina dîrok û çanda gelê kurd. Dema mirov li stranên çanda gelê kurd guhdar dike eşkere dibe ku ne tenê peyv an jî gotinên ku ji bo dilxweşkirina giyanê mirov têne gotin, lê belê ew dîrok û çanda gelê kurd ji azar û serfirazî ji nifşan re vedibêje.
Di wêjeya kurdî ya devkî de di beşa nezmê de cureya ji hemiyan dewlemendtir stiran e (kilam- lawike).
Peyva “stiran” ji gotina stirînê hatiye. Stirîn ji bo gotinên bi rîtm û selîqe têne gotin. Lawje, lawik, şeşbendî, narînî, serê zava, meqam, kilam, heyranok, payîzok, dîlok, dûrik, zêmar, laylayê, delêl, medîhe, qewlêrk û hwd... hemû cureyên din dikevin nav stiranê.
Stiranên kurdî mijarên xwe ji karên sibê heta êvarê, ji biharê heta zivistanê, jiyana gundan ya rojane, çûn û hatina zozanan, çûna karwanan û têkiliyên bazirganî, xwendin û medrese, mîrate û rêveberî, şer û berxwedanî di jiyana kurdewrî da hemî cihê xwe di stiranê de girtine.
Her wiha Taybetmendiyên stirana kurdî ew in ku Peyv û gotinên wê rihet, sivik û gelêrî ne, bi hêsanî tên ezberkirin. Di strana kurdî de kêş (wezin) û serwa (qafiye) heye. Kêş, sîstema birîtimkirin(îq'a) û tewafiqiya rêz û malikan e. Di stiranan de kilît heye, kilîta pêşî di her rêzikekê de dubare dibe. Naveroka stranan jî li gorî rewşa civakî, siyasî, aborî û dînî ye.
Stiranên gelêrî gelek cureyan di nav xwe de dihewîne, ji wan jî ev in:
1- Stiranên destanî, ango kilamên mêraniyê: Ji ber ku şer di jiyana kurdan de cihekî girîng digire, ev rengê stranan pir in.
2- Stiranên şînê (zêmar): di rojên şînê de û li ser miriyan tên gotin..
3- Stranên berdolavî ango (stiranên ber dolavê): keç û jin di ber rîsê xwe re yan hûnandina tevna xwe re dinihurînin, ew jî tijî hisret û xemgînî ne. ev stiranên evînî, yên jidil û bextreş, bi awayekî giştî kurt in.
4- Stiranên Evînî: Ev stiran gelek caran ji aliyê jinan ve tên çêkirin, pir kurt in, bi awayekî serbest û hêsan hatine çêkirin.
5- Dîlok (stiranên govend û şahiyê): Ev stiran di şevên hevaltî yan pîrozbahiyên cihê (dawet, sersal, jidayikbîn, sinetkirin û hwd.) di gel alavên cihê li gorî herêmê bilûr û dembilk, def, zirne yan tembûr û dembilk an jî tenê bi çepik û tembûrê tên stiran. Ev curestiran govend li ber tê gerandin. Di govenda kurdî de jin û mêr li gel hev rêz dibin, bi destên hev digirin an jî destên xwe diavêjin ser milên hev û dilîzin.
6- Stiranên di ber kar re tên gotin:
Ev stiran di ber (paleyî- kelandina danûkan, kutana dan, destar, keyandina dew di meşkê de…)
7- Stiranên Zarokan: Ev stiran jî ji bo zarokan hem fêrkar in û hem perwerdekar in weke stirana “Şengê û Pengê”. Hin stiranên lîstikan jî hene: Ev stiran ji aliyê zarokan ve di ber lîstikê re tên gotin:
- Mînak: Lîstika gur û pez; yeklo dilo, û hwd...
Çavkanî:
- Ji rûpela çandname, rola stranan
- Ji rûpela Mûzîka kurd (kurmancî)
- Ji Semînera Gulbehar Esed, Zanîngha Rojava
[1]