Navê pirtûkê: Çavkuj
Navê nivîskar: Ednan Hesen
Cihê çapkirina pirtûkê: Kobanş
Navê çapxaneyê: Weşanxaneya AVA
Sala çapê: 2021
Bergsaz: Enterê Şewo
Pexşaneke wêjeyî ye li ser Kobanîyê beriya şer û piştî şer e.
Di vê berhema xwe de Ednan Çavkuja xwe li Kobanîyê digerîne û jêre êş û azarên bajarê wêranbûyî tîne ziman.
Ednan dixwaze di vê berhema xwe de hevrûkirinekê di navbera Kobanîyê beriya şer û koçberiyê û piştî şer de derxe ber çavên xwendevanan lewre pirî caran Çavkuja xwe vedigerîne bîranînên xweş ên kobanîyan.
Her wiha bi rêya vê yekê derbasî kaş û ziyaretên Kobanîyê dibe û qala dengbêj û dengbêjîya Kobanîyê dike û dide ber roja îro û guhertinên ku şer û koçberîyê bi xwe re anîne.
Ednan Hesen banga xwe dike evînê û dixwaze her tiştê bi evînê derman bike.[1]