Nûnertiya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û Bereya Piştevaniya bi #Rojava#yê Kurdistanê re nerazîbûn nîşanî êrişên Tirkiye ya li ser Rojava û Başûr da
Bi pêşengtiya Nûnertiya Rêveberiya Xwerser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ya li #Başûrê Kurdistanê# û bi tevlîbûna nûnerên Bereya Piştevaniya bi #Rojavayê Kurdistanê# re, Kongreya Star, #PYD#, PADÊ, kesayetên oldar û rewşenbîr li ber nûnertiyê kom bûn û nerazîbûn nîşandan.
Nûnera Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê a Başûr Evîn Swêd daxuyanî li ser navê nûnertiyê da. Evîn Swêd diyar kir ku armanca van êrişan têrkibirina destkeftiyên hemû gelê herêmê yên bi pêşengtiya gelê Kurd de hatine bidestxistin e.
Evîn Swêd bal kişand ser êrişa li kolana Îstiklalê ya Stenbolê ku bi destê dewleta Tirk a dagirker pêk hatiye û got: “Piştî lîstika dewleta Tirk ku hinek welatiyên xwe kirin qûrbanî kir ku êrişek din bibin ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê. Her çendî Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û QSD’ê sersaxî jî da malbatên qurbaniyan û piştras kir ku ti eleqeya wan bi vê bûyerê re nîne jî, dewleta Tirk di dijminahiya xwe de israr kir.”
Nûnera Rêveberiya Xweser Evîn Swêd anî ziman ku ji duh ve herêma Şehba heta Kobanê, Zirgan û Dêrikê tên bombekirin û bi dehan welatî şehîd û birîndar bûne. Evîn Swêd destnîşan kir ku çawa heta niha Kurdistanî û dostên wan xwedî li şoreşa mirovahiyê derketine wê careke din jî bang dikin ku bi hev re yek xelek li dorî destkeftiyan bibin yek û biparêzin.
Evîn Swêd ev bang kir: “Bang li saziyên navneteweyî dikin ku bi erka xwe rabin û pêşiya hovîtiya dewleta Tirk bigirin ku ev yek daxwaza tevahî azadîxwazane.”
Daxuyaniya Bereya Piştevaniya bi Rojavayê Kurdistanê re ji aliyê Bextiyar Mistefa ve hate xwendin. Bextiyar anî ziman ku dewleta Tirk a dagirker piştî li nav xwe di warê aborî û siyasî de têk çû, got: “Niha taybet Erdogan û AKP dixwaze ji bo têkçûna xwe ya siyasî û aborî veşêre bi bomberdûmankirina Rojava û Başûrê Kurdistan û her wiha bikaranîna çekên kîmyewî binixûmîne.ʹʹ
Bextiyar Mistefa anî ziman ku bi seneryoya li Qada Îstiklalê ya Stenbolê dixwaze êrişên xwe yên li ser Rojava û Başûrê Kurdistanê zêdetir bike û wiha domand: “Di vê çarçoveyê de li Rojavayê dest bi êriş û bomberdûmanê kir. Gelek sivîl şehîd û birîndar bûne. Ev êriş li ber çavê NATO, Ewropa û hêzên navxwe pêk tên. Çavê xwe ji qirkirina Kurdan re girtine. Hewl tê dayîn ku me bikin qurbanê berjwendiyên xwe.”
Mistefa di serî de bang li gelê şoreşger ê Kurdistan kir bêdeng nebin, yek helwest bikin, her wiha bang li hemû mirovayetî, hêzên demokratîk û Neteweyên Yekbûyî (NY) kir ku bêdeng nebin û sînorek ji bo dagirkeriyê deynin.[1]
Mijarên Din