NAMEYA VEKIRI JI BO MUSA KAVAL.
Aziz Mamoyan.
AmidaKurd, 2022.
piştî ku min nameya te ya danasînê û Destûra Bizava aştîya navxweyî, ya ku te amade kirye, xwendin, hema di sêrî da ya ku ez matma kirim, ew bû, ku tû wê wek tiştekî ne siyasî didî xuyan (dibe ku hema ji bo wê jî, ji bo ku ew ‘bêsîyasîbûn’ bê bawerkirin, te ew ‘t’evger’ nav nekirye?). Û, lewra jî, destxweda di serê min da henek pirs û gumanan r’û dan, û, bi xwezayî, min xwest bizanibim, k’a, gelo ev mirov, ê ku van tiştan dibêje. bi xwe dûrî têgihîştina pirsê ye, yan dixwaze yên hemberî xwe di wê da bide bawerkirin? Û, lewra jî, li vira, bi dîtina min, pirsa sereke ew e, ka: “Gelo karê pêkanîna aştîya navxweyî têkilîya xwe bi siyasetê ra heye, an – na?” Eger mirov têgeha p’eyva siyaset r’avebike, bersîva vê pirsê dê bi xwe derê hole: siyaset t’evahîya (komplêksa) wan r’ê û r’êbazan e, yên ku ji hêla dewletê, sazî, r’êxistin an k’omên mirovan ên cuda va, ji bo pêkanîna (r’ealîzekirina) armanc û berjewendîyên xwe, tên bik’arnîn. Lewra jî, ez nabêjim, her’e, ji wan dayîkên k’urd ên 60-70 salî bipirse, yên ku li qadên cuda, an jî ji êkranên têlêvîzîonan dersên mirovîyê, welatp’arêzîyê, têgihîtina siyasî û r’amana net’ewî didin r’ewşenbîrên me. Na!... Heya, eger mirov ji gundîyekî K’urdistanê yê nexwendî jî bipirse, yê ku dibe ku, heya nizane jî, k’a p’eyva ‘siyaset’ bi êtîmolojî ji k’u tê û tê çi wat’eyê, lê di jîyanê da ewqas tişt dîtye, ku ‘siyasetê’ û ‘nesiyasetê’ ji hevdu cuda dikie, û heya ewê jî bibêje, ku bi t’evgerî şopandina armanc û berjewendîyên xwe ji hêla k’omên mirovan va (em dewletê li hêlêkê bihêlin!), siyaset e! Ku heya mirîyên me jî siyasî ne! – Ma ji bo çi me didin devê mirinê?. [1]
=KTML_Link_External_Begin=https://www.kurdipedia.org/docviewer.aspx?id=438769&document=0001.PDF=KTML_Link_External_Between= Makaleyi okumak için tıklayın: NAMEYA VEKIRI JI BO MUSA KAVAL=KTML_Link_External_End=